Parlamenterê Ewropayê: Em pişta xwe nadin Kurdan
Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Daniel Attard ragihand ku mekanîzmaya wan a hesabpirsîna ji Şamê ya li ser mijara Rojavayê Kurdistanê heye.
Attard behsa wê yekê dike bê ma Ewropa çawa dikare zextê bike da ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ji tirs û xema komkujî û tunekirinê rizgar bibe û dibêje, “Em rûyê xwe ji Kurdan venagerînin.”
Parlamenterê Ewropayê Daniel Attard di hevpeyvîneke taybet a bernameya "Diaspora"yê ya Tora Medyayî ya Rûdawê de tekez kir ku divê Kurd li Sûriyeyê bibin hevparên rasteqîn û got, "Wekî bavekî û mirovekî min daxwaz kir ku em nehêlin komkujî li Kurdan were kirin."
Daniel Attard kî ye?
Daniel Attard 1992yan li Maltayê ji dayîk bûye lê tevî temenê xwe yê biçûk xwediyê ezmûneke mezin a siyasî û îdarî ye.
Ew nêzîkî deh salan li welatê xwe şaredar bûye û wî li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û Brîtanyayê nûnertiya welatê xwe kiriye.
Piştî derçûna biryareke Parlamentoya Ewropayê ya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, wî kêfxweşiya xwe anî zimên ku ew û hevkarên xwe bi ser ketine.
Di bersiva pirsa "Gelo piştî wê biryarê tu baştir radizêyî?" de got, "Ez baştir radizêm lê piştrast be ku em rûyê xwe (ji Kurdan) venagerînin. Em çavê xwe ji bûyerên li Sûriye, Îran an cihên din ranakin, ji ber ku em ji bo vê hatine şandin. Eger em bi rastî piştgiriya mafên mirovan dikin, divê xewa me neyê."
Hevpeyvîna Hêmin Ebdulah a bi Parlamenterê Ewropayê Daniel Attard re wiha ye:
Rûdaw: Min vîdeoyeke te li ser Instagram û medyaya civakî dît. Tu tê de daxwaz dikî ku civaka navneteweyî rê nede komkujî li Kurdan bê kirin. Dema tu vê dibêjî, ne tenê endamekî asayî yê parlamentoyê vê dibêje, belkî kesek e ku xwendina yasayê qedandiye û ezmûneke wî ya zêde di karê saziyên dewletî û navneteweyî de heye. Te çawa ev encam derxist ku li Kurdistan û Rojavayê komkujî tê kirin?
Daniel Attard: Beriya her tiştî min ew gotin wekî mirovekî kirin. Wekî bavekî kirin. Ev beriya wê yekê bû ku ez wekî parêzer an endamekî Parlamentoya Ewropayê biaxivim. Beriya wê ezmûnê bû ku min heye. Min wekî kesekî kir ku baweriya min bi jiyana mirovan û rêzgirtina li wê heye. Rêza min ji mafên mirovan re heye.
Loma ez her tim heman tiştan dibêjim. Ev ne tenê li ser tiştên li Sûriyeyê qewimîn e, belkî li ser hemû wan tiştan e ku li Rojhilata Navîn û derveyî wê qewimîne. Ew hizir berçavê min ronî dike. Ev bawerî û prensîba min e ku ez rêzê li mafên mirovan bigirim. Her wiha ez bawer im ku mirina yek mirovî jî zêde ye.
Baweriya min bi wê heye ku divê em wekî Yekîtiya Ewropayê ji bîr nekin bê kê civakên Ewropayê di şerê li dijî terorê de parastin. Di şerê li dijî çekdarên tundrew de. Wate di şerê li dijî DAIŞê de. Loma ez bawer im divê em jî heman berpirsyariyê li hemberî gelê Kurd bigirin ser xwe. Ew gelê ku li eniyên pêş bûn da ku ne tenê jiyana xwe, belkî jiyana Ewropiyan, li vir li nav Yekîtiya Ewropayê jî biparêzin.
Rûdaw: Nîqaş û dengdana vê hefteyê ya Parlamentoya Ewropayê gelek ajotin. Êrişeke mezin û berfireh li Kurdên li Sûriyeyê hat kirin. 150 hezar Kurdan malên xwe terikandin û ji ber êrişa hikûmeta Sûriyeyê koçber bûn. Çima ew qasî ajot?
Daniel Attard: Wekî ku min berê jî gotiye, gelek caran, mixabin û sed mixabin, Yekîtiya Ewropayê ji aliyê saziyî ve sînordar e. Çima? Çimkî gelek kes û aliyên me hene ku bêhtir bandora siyasî û jeopolîtîk li ser wan heye ne ku qenaeta wan a şexsî hebe.
Divê em ji bîr nekin ku Yekîtiya Ewropayê ne dewleteke federal e. Yekîtiya Ewropayê ne Rûsya ye. Ne Komara Gel a Çînê ye. Her wiha ne Amerîka ye jî. Yekîtiya Ewropayê ji komek saziyên cuda pêk tê. 720 endamên Parlamentoya Ewropayê hene.
Gelek komên cuda ji çepgirên tund heta rastgirên tund tê de hene. Konseya Ewropayê ji 27 welatên endam pêk tê û ne yek dewleta federal an zilhêzek e. Ez bawer im ev yek bûye sedem ku tişt paş bikevin, çimkî ji bo her tiştî divê li vir lihevkirin (konsensus) hebe. Lihevkirina li ser helwestgirtina di asta navneteweyî de jî. Ev jî dike ku Yekîtiya Ewropayê li paş bimîne.
Mixabin ku wisa ye, çimkî ez bawer im dema mijar dibe mafên mirovan û madem bi rastî baweriya me bi wê heye ku mafên mirovan mafên cîhanî ne, nabe ew qas dem biçe heta ku em li ser wan dengê xwe bilind bikin. Lê ew awayê ku sazî pê hatine danîn û peyman pê hatine nivîsandin, dikin ku Yekîtiya Ewropayê nikaribe ji vê zûtir tevbigere. Mixabin rastî ev e.
Yekîtiya Ewropayê di gelek waran de pir serkeftî bûye, lê dema tê ser mijarên jeopolîtîk, mixabin Yekîtiya Ewropayê bêhtir dişibe keştiyeke geştyariyê ne bemeke bilez. Ez bawer im ev jî cihê mixabiniyê ye, çimkî Yekîtiya Ewropayê tê wateya piştgiriya mafên mirovan. Parastina mafên mirovan jî nabe tenê heta ser sînorên me biçe, belkî divê ji bo hemû cihên din jî heman tişt be.
Rûdaw: Ji ber ku Yekîtiya Ewropayê ne dewleteke federal e û ne Amerîka ye, gelek kes bawer dikin ku hêzeke wê ya wisa jî nîne ku wek mînak rê li ber hikûmeta Sûriyeyê bigire da ku komkujî li Kurdan neke (wate tiştê ku te jî daxwaz kir). Piştî derçûna biryara parlamentoyê, diranên we yên tûj hene li hemberî Şamê ji bo bicihkirinê?
Daniel Attard: Ez dixwazim bibêjim ku ez ne hemfikir im. Çima? Çimkî hêza Ewropiyan heye. Mixabin ew hêz gelek caran li dijî lawaziyên wê tê bikaranîn. Yekîtiya Ewropayê xwedî bazareke yekgirtî ya gelekî bihêz e. Ev li ser asta cîhanê hêzeke mezin e.
Wek mînak dema behsa peyman û dan û standinên bazirganiyê tê kirin, Yekîtiya Ewropayê hêzeke mezin e, lê ew hêz li hemberî wê lawaziya ku li ser asta siyasî heye tê bikaranîn. Dema em behsa Sûriyeyê dikin, wekî tu dizanî û piraniya me dizanin Yekîtiya Ewropayê soza piştgiriya darayî daye hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê.
Ev wekî nirx tiştekî pir erênî ye, çimkî em Sûriyeyekê dixwazin ku di qonaxa veguhêz de derbasî qonaxa dewleteke demokratîk bibe, ku rêzê li mafên mirovan, kêmîne û pêkhateyan bigire. Ku ew bi xwe biryarê li ser paşeroja xwe bidin. Ev wekî prensîb gelekî baş e.
Tiştê ku li gorî min cihê mixabiniyê ye, ew e ku ew pakêta alîkariyên darayî ya Yekîtiya Ewropayê û Komîsyonê soza dayîna wê bi Şamê daye, ti garantiya pratîkî jê re nehatiye wergirtin û bi rêzgirtina li mafên mirovan û beşdariya hemû kêmîne û pêkhateyan ve nehatiye girêdan (şert). Bi taybetî jî mafê gelê Kurd, da ku biryarê li ser paşeroja xwe bidin û bi temamî beşdarî pê bên kirin.
Wate ne bi teorî, belkî bi pratîkî jî beşdarî birêvebirina dewleta paşerojê ya Sûriyeyê bibin. Ez bawer im li wir Yekîtiya Ewropayê dikare hêza xwe bi kar bîne, bi wê yekê ku ew pereyê zêde yê ku wekî alîkarî dişîne girêdayî wan prensîban bike ku derbarê parastina mafên mirovan de hene. Ev ew tişt e ku ji destê me tê û em jî li nav parlamentoyê hewlê jê re didin.
Rûdaw: Ji aliyê yasadanînê ve û piştî biryara parlamentoyê, Parlamentoya Ewropayê karê xwe kir. Divê piştî vê desthilata bicihanînê ya Ewropayê çi bike?
Daniel Attard: Wekî ku min got, divê em li Parlamentoya Ewropayê û Konseya Ewropayê jî zextê bikin ji bo bişertkirina alîkariyan. Em dixwazin şandina pakêta alîkariyan ji bo hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, girêdayî şertan be bi prensîbên parastina mafên mirovan û beşdariya hemû kêmîne û pêkhateyan.
Dema ez dibêjim beşdarîpêkirin, ne tenê ew e ku dengekî bidinê, belkî rasterast beşdarî birêvebirina dewletê bên kirin. Dewletek ku rêzê li wekheviyê bigire. Wekhevî di hemû waran de û di hemû astên dewleta Sûriyeyê de. Ev ew tişt in ku divê em bikin.
Rûdaw: Ev şertên gelekî baş û gotinên xweş in lê mekanîzma çi ye ku bên bicihanîn?
Daniel Attard: Bila em heman ew mekanîzmayê bi kar bînin ku me ji bo dayîna alîkariya darayî ji bo welatên din bi kar aniye. Me beriya vê jî ew kar kiriye. Divê li Sûriyeyê jî kar bi heman wan prensîban bikin.
Rûdaw: Tu bawer î ku ev dê bi ser bikeve?
Daniel Attard: Divê bi ser bikeve. Belê. Bi israr û berdewamiyê dê bi ser bikeve.
Rûdaw: Nifşekî nû li Kurdistanê heye. Bi taybetî li Herêma Kurdistanê. Tu bi xwe dizanî ku niha ew der beşek e ji dewleta Îraqê. Her wiha nifşekî me yê nû li Sûriyeyê heye. Ew wekî mînak qet Îraqê hukim li wan nekiriye û di bin sîbera hikûmetên Kurdan de mezin bûne. Ji aliyê we ve ti garantî heye ku ew saziyên xweser ên Kurdî bên parastin?
Daniel Attard: Ev ew tişt e ku em daxwaz dikin. Ev ew tişt e ku min li vir li nav Parlamentoya Ewropayê daxwaz kir, lê wekî min got Yekîtiya Ewropayê komek saziyên cuda hene. Em li parlamentoyê tiştê li ser milê me ye dikin. Me berdewam dengê xwe bilind kiriye û me ducare kiriye, me ev yek bi giranî kiriye.
Em dê wê yekê berdewam bikin ku em ne tenê ji hikûmeta Sûriyeyê bipirsin (hesab bixwazin), belkî ji saziyên Ewropî jî bipirsin, eger li gorî prensîbên me nemeşin. Wate eger wisa nekin ku her alîkariyek ku ji bo hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê dişînin, li ser bingeha rêzgirtina li mafên mirovan nebe.
Ev ew tişt e ku me kiriye. Ew e jî ku em dê li ser kirina wê berdewam bikin. Ez dikarim ji bo vê sozê bidim te ku wekî parlamenter ez dê bi hevkarên xwe re berdewam bim li ser wê yekê ku ne tenê ji hikûmeta Sûriyeyê belkî ji saziyên Ewropî jî bipirsim.
Rûdaw: Tu sozê didî min ku hûn dê vê pêvajoyê berdewam bikin, lê li hundirê Kurdistanê tirseke mezin heye. Li wir dibêjin eger li goşeyeke din a dinyayê tiştek biqewime, hûn bala xwe diguherînin. Dîsa haya we ji me namîne. Tu sozê didî min ku qet gelê Kurdistanê ji bîr nekî û her tim bala te li ser doza wan be?
Daniel Attard: Bala min dê li ser rêzgirtina li mafên mirovan be, li her cihê ku were binpêkirin. Bi awayekî berdewam jî em parastina mafên mirovan, rêzgirtina li kêmîneyan û rêzgirtina li demokrasî û prensîbên demokratîk dikin. Ne girîng e li ku derê be. Di vê parlamentoyê de pêvajoyên me hene. Her tim dema civîn hebin, em dikarin projebiryara awarte pêşkêş bikin û nîqaşa (dîbeyta) awarte bikin.
Li wir em dê berdewam bin li ser bilindkirina dengê xwe li ser mafên mirovan û rêzgirtina li mafê diyarkirina çarenivîs û demokrasiyê, li her quncikeke cîhanê be. Ev ew tişt e ku em dê berdewam bikin û me kiriye jî. Garantiya wê yekê didim ku deriyê me her tim ji bo diyalog û têkiliyan vekirî bimînin.