Şeva reş a Kobaniyê: Fatmayê her du lingên xwe ji dest dan lê hêviyên xwe winda nekirin
Xwendekara Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Kobaniyê Fatma Hac Mehmûd ku di êrişa li ser gundê Xirab Işkê de her du lingên xwe ji dest dabûn, behsa serpêhatiya xwe kir.
Fatma tevî vê êşa giran û dûrbûna ji dê û bavê xwe, dibêje, "Ez dê bibim parêzer û mafên gelê xwe biparêzim."
Fatma Hac Mehmûd a ku niha li Kobaniyê tedawî dibe, diyar kir ku tevî hemû êş û azaran ew dê xwendina xwe bidomîne.
Fatmayê da zanîn ku dê û bavê wê li herêmeke di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de ne û ew nikarin hevdû bibînin.
Roja 25ê Kanûna Paşîn gundê wan bi çekên giran hat armancgirtin. Di wê êrişê de 5 kesan canê xwe ji dest da ku du ji wan zarok bûn, 5 kesên din jî birîndar bûn. Fatmayê bi xwe di wê êrişê de her du lingên xwe ji dest dan.
Xwendekara Kurd Fatma Hac Mehmûd ji Kobaniyê bû mêvana Rûdawê û li ser wê êrişa şeva tarî û heviyên xwe pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Rûdaw: Fatma tu gelekî bi xêr hatî. Tu baş î?
Fatma Hac Mehmûd: Xêra Xwedê li te be, spas ez baş im.
Rûdaw: Tenduristiya te niha baştir bûye Fatma?
Fatma Hac Mehmûd: Baş e, elhemdulîlah.
Rûdaw: Êşa te maye?
Fatma Hac Mehmûd: Erê, hîn hinekî diêşe.
Rûdaw: Tu çareseriyê werdigirî, yanî bi berdewamî tê dermankirin? Ew dermanê pêwîst ji bo te li Kobaniyê heye?
Fatma Hac Mehmûd: Erê derman heye. Jixwe hemşîre jî du rojan carekê tên, li birînan dinêrin û paqij dikin.
Rûdaw: Ez hêvî dikim tu baştir jî bibî. Fatma di aliyê derûnî de rewşa te niha baştir e?
Fatma Hac Mehmûd: Destpêkê qet nebaş bûm lê niha hêdî hêdî baş dibim, elhemdulîlah.
Rûdaw: Tu bihêz î, tu xurt î, tu dê her baştir jî bibî. Bibore ez dê piçekî te vegerînim wan bûyerên ku wê şevê qewimîn; roja 25ê Kanûna Paşîn, ew şeva reş a li ser te û malbata te. Çi ji kêliyên destpêkê yên wê êrişa li gundê Xirab Işkê tên bîra te? Çi çêbû, çi tiştê ku niha jî her tim tê bîra Fatmayê?
Fatma Hac Mehmûd: Ji xwe demjimêr 11:30 bû, em raketibûn. Carekê dengekî xurt hat û lingê min û laşê min dişiwetîn. Min çavên xwe vekirin, min dît dora min hemû xirabe ye, tiştek nîne. Tenê dengê kurê dotmama min dihat, biçûk bû û digiriya lê ji min nedixuyan. Min li ser lingê xwe blok rakirin, min got ez bibînim ka hal çi ye. Min li lingê xwe mêze kir, rewşa lingê min pir xerab bû, birîndar bûbûn.
Min bang kir. Birayê min û vana hatin, ez rakirim. Lê nikarîn me ji bin kavilan derxin, em hinekî derxistin û em heta sibehê demjimêr 09:00an di nav birîn û êşên xwe de man. Piştî demjimêr 09:00an gundiyên me hatin, em derxistin û anîn Nexweşxaneya Kobaniyê.
Rûdaw: Yanî tu di xew de bûyî dema mala we hat topbarankirin?
Fatma Hac Mehmûd: Erê, ez di xew de bûm.
Rûdaw: Beriya wê, hûn hatibûn agahdarkirin ku xelkê sivîl an ev der dê were armancgirtin? Agahdariyeke wiha hebû?
Fatma Hac Mehmûd: Na.
Rûdaw: Ji malbata te kî û kî şehîd bûn û kî birîndar bûn Fatma?
Fatma Hac Mehmûd: Ji xwe ew mala ez lê raketim ne mala me bû, mala merivekî me bû, mala dotmama min bû. Ji malbata min spas ji Xwedê re, ez û her sê birayên xwe li wir raketibûn lê kesekî tiştek neda, birayên min selamet in lê tenê lingê min çûn. Lê ew kesên din ên şehîd ketin jî merivên me bûn. Dotmama min jî pêçiya lingê wê qut bû û lingê kurê wê jî zirar dît.
Rûdaw: Ew kêliya zehmet dema ku tu ji xew rabûyî, te blok ji ser lingê xwe rakirin û te dît ku lingê te birîndar bûye yan jî jê bûye di wî demê de. Hesta te çawa bû? Te çawa pêşwazî li vê rastiya tal û dijwar kir? Yekem fikir û pirsa ku hat mêjiyê te di wê kêlîkê de çi bû?
Fatma Hac Mehmûd: Min kir qêrîn. Pirs û fikirên hatin mêjiyê min pir çetîn bûn. Lê tiştekî tenê sebrek da min; birayê min ji min re got, "Tehemul bike, meçe, bav û dayika me li gund li hêviya me ne, em dê biçin". Yanî bi vî tiştî ez qewî kirim.
Rûdaw: Bav û dayika te li kîjan gundî ne?
Fatma Hac Mehmûd: Xirab Sarûncê.
Rûdaw: Ew niha jî li wê derê ne Fatma?
Fatma Hac Mehmûd: Erê li wê derê ne, rê tune ku werin.
Rûdaw: Yanî ev tiştê bi serê te hatiye hemû, heta niha jî bav û dayika te nikarîne bên cem te?
Fatma Hac Mehmûd: Na, rê girtî ye.
Rûdaw: Ji aliyê kê ve girtî ye? Yanî gundê wan niha di destê kê de ye?
Fatma Hac Mehmûd: Di destê hikûmeta Sûriyeyê de ye.
Rûdaw: Tu dixwazî ew bên cem te yan tu herî ba wan?
Fatma Hac Mehmûd: Ez dixwazim ew werin cem min. Ji ber ku kengî tê bîra min ez dê careke din di gundê Xirab Işkê re derbas bibim û ew bûyer careke din were bîra min, dê pir zehemt be.
Rûdaw: Yanî tu qet nema dikarî di wê rêyê re biçî?
Fatma Hac Mehmûd: Na.
Rûdaw: Te biryara xwe daye, qet tu neçî gundê xwe?
Fatma Hac Mehmûd: Eger rêyeke din hebe ez dê biçim lê ez di gundê Xirab Işkê re naçim.
Rûdaw: Fatma, tu di sala yekem a zanîngehê de bûyî jî, te hiqûq û mafnasî dixwend. Ev yek dê çi bandorê li ser xewn û hêviyên te bike?
Fatma Hac Mehmûd: Ji xwe destpêkê ve ku ev bûyer bi min re çêbû, min got qediya. Hemû hêviyên min vala derketin, min got ez nikarim tiştekî temam bikim. Lê niha moralê min bilind e. Ez nahêlim tiştek li pêşiya xwendina min bibe asteng. Ez dê xwendina xwe temam bikim.
Rûdaw: Çi hiştiye ku tevî van hemû êş û zehmetiyan Fatma careke din morala xwe vegerîne, morala wê xurt bibe?
Fatma Hac Mehmûd: Tiştê ku hişt moralê min bilind bibe, bav û diya min in. Ji ber xwendina min, ez ne tenê ji bo hezkirina xwe dikim, ez ji bo hezkirina bavê xwe jî dikim. Ez dê ji bo wî jî bixwînim.
Rûdaw: Destên te sax bin. Xwedê emrê te û bavê te jî ji hevdu re dirêj bike. Dema dêya te û bavê te bi vê yekê hesiyan ku te her du lingên xwe ji dest dane, çi gotin? Hestê wan çi bû?
Fatma Hac Mehmûd: Bi rastî dixwazî, min heta niha bi wan re deng nekiriye.
Rûdaw: Te nexwestiye yan ew nikarin?
Fatma Hac Mehmûd: Ne ez dikarim, ne ew dikarin.
Rûdaw: Gelo gihiştiye wan ku wisa li te hatiye bê guman?
Fatma Hac Mehmûd: Erê.
Rûdaw: Qet tu nizanî helwesta wan çi bûye, kesî ji te re behs nekiriye?
Fatma Hac Mehmûd: Kesî behs nekiriye lê ez ji xwe dizanim niha ew gelekî diêşin. Lê ez dixwazim ji wan re bibêjim, bila tew neqehirin. Ez rihet im, spas ji Xwedê lingên min bûn û ne her sê birayên min bûn. Yanî her sê birayên min wê şevê bi selametî ji wir derketin, ev tiştekî pir xweş bû.
Rûdaw: Xwedê wan ji te re bihêle. Tenê hûn sê bira û xwişkek in?
Fatma Hac Mehmûd: Na, em sê bira û pênc xwişk in.
Rûdaw: Xwişkên te yên din selamet in, li cem bav û diya te ne?
Fatma Hac Mehmûd: Erê.
Rûdaw: Fatma, niha eger hemû cîhan li te guhdariyê bike, tu dê çi ji wan re bibêjî? Derbarê van êş û azarên te û yên xelkê sivîl de li Kobaniyê jî, ev rewşa ku niha li Kobaniyê heye?
Fatma Hac Mehmûd: Ez dê ji wan re bibêjim; min ev êş dît, bila kesekî din nebîne. Ev êş pir zehmet bû. Ne tenê ez, ji bilî me yên birîndar jî hebûn, jiyana xwe ji dest dane jî hebûn. Me ev zehmetî dît, bila kes nebîne.
Rûdaw: Daxwaziya te çi ye ji civaka navneteweyî? Ji bo te û ji bo bajarê te jî?
Fatma Hac Mehmûd: Rêgirtina li van êrişên qirêj ên ku li gelê Kurd tên kirin. Rê lê bigirin, bila werin sekinandin. Jixwe ne tenê li min hat kirin, beriya min bi hezaran li gelê Kurd hat kirin. Bila rê li vê bigirin. Dibêjin em mafê mirovan diparêzin, hiqûqa mirovan diparêzin lê tiştekî wisa tune, ka ew li ku derê bûn? Roja li me xistin, em kesên sivîl li mala xwe raketibûn. Ne şervan bi me re hebûn, ne leşker bi me re hebûn. Ev tiştekî pir hovane bû.
Rûdaw: Îro Fatma çi bêhtir te diêşîne? Windakirina her du lingên te, birîndarbûna te yan jî nedadperwerî û needaletî?
Fatma Hac Mehmûd: Tiştê ku min pir diêşîne, ew needaletî ye ku li beramberî Kurdan tê kirin.
Rûdaw: Ji bo vê yekê tu xwendekara beşa yasayê yî, tu dê bibî parêzer. Dê armanca te çi be Fatma? Piştî vî tiştê ku te dît ji 25ê Kanûna Paşîn heta niha, te çi armanc daniye pêşiya xwe?
Fatma Hac Mehmûd: Ez rabim ser lingê xwe înşallah ku ez karibim bimeşim, xwendina xwe temam bikim. Mafê xwe, mafê hevalên xwe, mafê gelê xwe biparêzim.
Rûdaw: Tu yê ji bo mafê gelê Kurd bixebitî? Yanî her ev soza Fatmayê ye?
Fatma Hac Mehmûd: Erê.
Rûdaw: Baş e Fatma, eger derfet ji bo te hebe jî ku tu gilî tomar bikî li dadgeheke navneteweyî, tu dê bikî li ser vî tiştê hatiye serê te?
Fatma Hac Mehmûd: Erê.
Rûdaw: Daxwazeke bi vî awayî dikî?
Fatma Hac Mehmûd: Erê.
Rûdaw: Ji bo wan parêzerên ku li derve ne, li cîhanê ne û dikarin gilî tomar bikin, daxwaza te ji wan çi ye Fatma?
Fatma Hac Mehmûd: Daxwaza min; bi pey mafê me bikevin, mafê me bistînin. Daxwaza min a din jî, ez dixwazim rabim ser lingê xwe bisekinim, careke din bimeşim.
Rûdaw: Baş e. Ez hêvî dikim careke din ez te bibînim ku lingên çêkirî ji te re çêbûne û tu karibî li ser pêyan, li ser lingê xwe rawestî. Eger ew kesê niha gundê te armanc kiriye û bûye sedema vê yekê ku niha tu di vî halî de be, di vê rewşê de be. Eger niha guhdariya te bike yan jî li te temaşe bike, tu dê çi nameyekê bigihînî wî? Tu dê çi jê re bibêjî?
Fatma Hac Mehmûd: Gelo ew ne însan bû ku ev êrişên qirêj anîn ser me? Yanî dilê wî jî neêşiya? Xwişkên wî tunebûn, malbata wî tunebûn ku êrişeke wisa anî ser me?
Rûdaw: Ji bo wan hevalên te Fatma yên ku berî çend rojan li Zanîngeha Kobaniyê pêşwazî li te kirin, li ser çokê xwe rûniştibûn ji bo piştgirîkirina li te, tu ji bo wan çi dibêjî? Ew hesteke çawa bû ji bo te?
Fatma Hac Mehmûd: Ez spasiya wan dikim. Yanî di rojeke wiha bi êş de ez tenê nehiştim, êşa min ji min re rakirin. Spas ji bo wan.
Rûdaw: Ez gelekî spasiya te dikim Fatma. Hebûna te li vê derê bi min re, di vê hevpeyvîna te ya li gel Rûdawê de, bi serê xwe wêrekî ye bi rastî. Bi serê xwe jî xurtbûn û bihêzbûn e. Lewma ez piştrast im, sedî sed, ew Fatma piştî 3 salên din, parêzereke gelekî serkeftî û jêhatî jê derkeve ku bibe cihê şanaziya me hemû Kurdan jî.
Fatma Hac Mehmûd: Înşalah.
Rûdaw: Gelekî spasiya te dikim Fatma Hac Mehmûd, xwendekara Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Kobaniyê ji Kobaniyê tu mêvana min bûyî. Eger gotineke te ya dawî hebe tu bixwazî bikî, kerem ke.
Fatma Hac Mehmûd: Spas ji bo we. Serkeftin ya me ye.
Rûdaw: Gelekî spas, her serkeftî bî. Gelekî spasiya te dikim.