Wezîrê Alman: Divê mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de cih bigirin
Wezîrê Dewletê yê Wezareta Parastinê ya Almanyayê Dr. Nils Schmid ragihand ku divê mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de cih bigirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Wezîrê Dewletê yê Wezareta Parastinê ya Almanyayê Dr. Nils Schmid re civiya.
Nils Schmid di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de naveroka civîna xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re eşkere kir.
Schmid ragihand ku welatê wî biryar daye erka artêşa Almanyayê ya li Hewlêr û Bexdayê dirêj bike.
Schmid her wiha piştgiriya welatê xwe ya ji bo parastina Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ducare kir.
Schmid diyar kir ku welatê wî bi hûrgilî çavdêriya astengiyên aborî û ewlehiyê yên Îraqê dike, bi taybetî jî pirsa veguhastina girtiyên DAIŞê.
Peyama ji bo Şamê: Mafên Kurdan biparêzin
Nils Schmid derbarê rewşa Sûriyeyê de peyamek da hikûmeta nû ya Şamê û got:
"Divê rêz li hemû pêkhateyan were girtin û mafê Kurdan û zimanê wan di destûra paşerojê ya welêt de were çespandin, çimkî seqamgiriya Sûriyeyê girêdayî wê yekê ye ku hemû netewe û ol hest bi aramiyê bikin."
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Dr. Nils Schmid re:
Rûdaw: Dr. Nils Schmid, gelekî spas ji bo vê hevdîtinê. Civîna we ya bi Serok Nêçîrvan Barzanî re çawa derbas bû û we behsa çi kir?
Nils Schmid: Gotûbêjeke gelekî baş bû. Serê ewil me behsa rewşa siyasî ya navxweyî ya Îraqê kir, ji ber ku em girîngiyê didin pêkanîna hikûmeteke seqamgîr li Bexdayê, bi taybetî di bin ronahiya wan astengiyên aborî yên mezin de ku hene.
Bê guman me behsa rewşa ewlehiyê jî kir, ji ber ku ew mijar hîn jî maye. Niha li bakurrojhilatê Sûriyeyê guherînên nû di desthilatan de hene, artêşa Sûriyeyê li wir bihêztir bûye.
Di heman demê de beşek ji girtiyên DAIŞê veguhastine Îraqê, ji ber vê yekê me berdewamiya piştgiriya xwe ya ji bo ewlehiya Herêma Kurdistanê û tevahiya Îraqê ducare kir.
Me erka artêşa Almanyayê ya li Hewlêr û Bexdayê dirêj kir, ji ber ku em dixwazin herêêm di nav seqamgirî û aştiyê de bimîne.
Rûdaw: Seqamgirî û aramiya herêmê girêdayî gelek faktoran e. Niha gelek girtiyên DAIŞê vediguhêzin Îraqê, hikûmeta Almanyayê dixwaze çawa alîkar be da ku ewlehiya Îraqê were parastin?
Nils Schmid: Bala me ya sereke li ser rahênana hêzên çekdar ên Îraqê û hêzên Herêma Kurdistanê dimîne, ji ber ku em dizanin şarezayiyeke me ya zêde di rahênan û damezirandina dibistanên leşkerî de heye.
Pêdiviya me bi sektoreke ewlehiyê ya seqamgîr heye, dewlet bi wê yekê dijî ku karibe ewlehiyê ji bo welatiyan dabîn bike, ev yek li Îraqê jî gelekî girîng e.
Di heman demê de em dixwazin beşdarî seqamgîrkirina rewşa Sûriyeyê bibin, ji ber ku li Sûriyeyê jî pêdiviya me bi ewlehiyê heye ji bo welatiyan, bêyî liberçavgirtina paşxana wan a olî yan neteweyî. Divê hemû welatiyên Sûriyeyê di vê dewleta nû de hest bi aramî û ewlehiyê bikin.
Bê guman pêdiviya me bi seqamgiriya aborî ya Sûriyeyê jî heye, divê proseya avedankirinê bi pêş ve biçe, pêdivî bi xaniyên nû, bipêşxistina sektora tenduristiyê, çakkirina binesaziyê û sektora perwerdeyê heye. Piraniya niştecihên Sûriyeyê ciwan in û Almanya di wan waran de gelekî çalak e.
Rûdaw: Hûn di hikûmetê de nûnertiya Sosyal Demokratan dikin, hikûmeta Almanyayê heta çi radeyekê dixwaze Kurdên Sûriyeyê biparêze û pêwendiya wê bi hikûmeta Sûriyeyê re heye?
Nils Schmid: Bi teqezî em amaje bi hikûmeta Şamê dikin ku divê rêzê li hemû pêkhateyan bigire, bi Kurdan ve jî.
Hinek nîşanên destpêkê hebûn ji bo naskirina zimanê Kurdî lê girîng e ku di destûra paşerojê de lêborîn û mafê kêmneteweyan parastî be.
Sûriye mînakeke biçûkkirî ya Rojhilata Navîn e, olên cuda lê hene, wekî Xirîstiyan, Durzî, Ereb û Kurd. Divê hemû ev Sûriyeyê wekî niştimanê xwe bibînin. Ji bo hikûmeta Sûriyeyê ev çaverêkirineke zelal a me ye.
Rûdaw: Gelekî spas ku hûn beşdarî bultena me bûn.
Nils Schmid: Gelekî spas.