Ehmed Hîlalî: Nêzîkî 300 girtiyên HSDyê dê di nêzîk de werin berdan

Berdevkê Tîma Serokatiyê ya ji bo şopandina peymana 29ê Çileyê ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re, Ehmed Hîlalî, ji Rûdawê re axivî.

Ehmed Hîlalî ragihand ku ew miamaleyê li gel dosyeya girtî û girtiyan bi mentiqê hejmarên eşkerebûyî nakin. Wî tekez kir ku di pêvajoyên berdanê de bipêşketineke berçav heye û diyar kir ku heta niha zêdetirî 1,500 girtî ji girtîgehên hikûmeta Sûriyeyê û girtîgehên HSDyê hatine berdan.

El Hîlalî her wiha behsa binesaziya leşkerî kir û diyar kir ku pêvajoya yekkirina leşkerî di warê teknîkî de gihîşt "qonaxên pêşketî ku ew jî ji sê lîwayan li parêzgeha Hisîçayê pêk tê." Lê belê ragihandina fermî bi temamkirina lihevkirinên dawî û pejirandina wan di nav çarçoveyên saziyên pispor de ve girêdayî ye.

Ehmed Hîlalî her wiha derbarê deriyên sînorî jî de got,"Birêvebirina deriyan di dilê serweriyê de ye û nêrîneke zelal ji bo birêxistina wan di nav çarçoveya hikûmeta navendî de heye, bi awayekî ku yekkirina rêkaran û dabînkirina dîsîplîna îdarî û ewlehiyê garantî bike."

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Ehmed Hîlalî re wisa ye:

Rûdaw: Di ronahiya pêvajoyên berdana dawî de, gelo amarek hûr û nûkirî ya hejmara girtiyên li cem HSD û hikûmeta Sûriyeyê heye? Û nexşerêya demî ya çaverêkirî ji bo temamkirina berdana komên mayî di çarçoveya avakirina baweriyê de çi ye?

Ehmed Hîlalî: Miamale li gel vê dosyeyê bi mentiqê hejmarên eşkerebûyî nayê kirin, çimkî lîste ji ber pêvajoyên pişkinîna dualî her tim tên nûkirin. Tiştê ku mirov dikare tekez bike ew e ku di pêvajoyên berdanê de bipêşketineke berçav heye. Zêdetirî 1,500 girtî ji her du aliyan hatine berdan û nêzîkî 500 girtî bi tohmetên cuda di girtîgehên HSDyê de mane, her wiha nêzîkî 300 girtiyên HSDyê jî hene ku dê di maweyê nêzîk ê paşerojê de werin berdan. Derbarê nexşerêya demî de, em di qonaxên dawî yên temamkirina vê dosyeyê de ne.

Rûdaw: Ew nêrîna yasayî û leşkerî ya ku hikûmeta Sûriyeyê derbarê rewşa Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di nav binesaziya saziyên dewletê de pêşkêş kiriye çi ye? Gelo pêşniyarên diyarkirî ji bo yekkirina van yekîneyan yan dayîna taybetmendiyeke diyarkirî di çarçoveya rêkeftinê de hene?

Ehmed Hîlalî: Nêzîkatiya pêşkêşkirî li ser prensîba yekîtiya saziya leşkerî û pêbendbûna wê bi çarçoveyeke yasayî ya niştimanî ya yekgirtî ava bûye. Ti meylek ji bo hiştina pêkhateyên serbixwe li derveyî vê çarçoveyê tune. Di nav binesaziya artêşa Sûriyeyê de ti pêkhateyên taybet bi jinan tunin. Her wiha em bawer dikin ku pêdivî bi wan hêzên jinan ên leşkerî nîne, çimkî sedemên ku bûn palder ji bo avakirina wê hêzê bi dawîbûna şer û pêvajoya yekkirinê re bi dawî bûn. Mafên jinan ji aliyê dewletê ve li gorî destûrê tên parastin bêyî ku pêdivî bi hêzên jinan ên leşkerî hebe, tevî ku di gelek beşên din de pêdivî bi hêza jinan heye, wekî polîsên jin.

Rûdaw: Kengî dê bi awayekî fermî binesaziya nû ya lîwayên ser bi HSDyê ve piştî tevlîbûna wan a bo artêşa Sûriyeyê were ragihandin? Gelo li ser hejmara endamên her lîwayekê û dabeşkirina erkên şerkerî yan îdarî yên taybet bi wan lihevkirin hatiye kirin?

Ehmed Hîlalî: Karê li ser binesaziya leşkerî di warê teknîkî de gihîşt qonaxên pêşketî. Ew ji sê lîwayan li parêzgeha Hisîçayê pêk tê ku her lîwayek ji 1,300 şervanan pêk tê, her wiha lîwayek jî li parêzgeha Helebê heye. Hinek efserên ji kurên herêmê tên perwerdekirin da ku fermandariya wan hêzên leşkerî wergirin lê ragihandina fermî bi temamkirina lihevkirinên dawî û pejirandina wan di nav çarçoveyên saziyên pispor de ve girêdayî ye. Meyla giştî ber bi yekkirineke birêkûpêk ve ye ku karîgeriya şerkerî û dîsîplîna saziyî garantî bike, her wiha giringî bi parastina sînoran jî tê dayîn.

Rûdaw: Gelo di bernameya kar a niha de gotûbêj li ser vegera şervanên "Pêşmergeyên Roj" bo navxweya Sûriyeyê hene? Di rewşa hebûna lihevkirinê de, ew mekanîzmaya pêşniyarkirî ji bo wergirtina van hêzan û diyarikirina rola wan di qonaxa paşerojê de çi ye?

Ehmed Hîlalî: Ev dosye di nav çarçoveya giştî ya gotûbêjan de hatiye pêşkêşkirin lê hîn derbasî qonaxa rêkarên cîbicîkirinê nebûye. Bê guman vegera efserên Kurd ên ku ji rejîma berê veqetiyabûn cihê pêşwaziyê ye, her wiha hemû endamên ku ezmûnên perwerde û şerkerî bi dest xistine. Lê prensîba serdest ew e ku divê her hêzeke leşkerî ya Sûriyeyî di nav saziyên dewletê de û bi merciyekê be, ne ku hêzên xwedî cureyekî serbixwebûnê werin avakirin. Di rewşa gihîştina bi têgihîştinan de, mekanîzmayên wergirtinê dê bikevin bin heman pîvanên ku di dosyeyên din ên yekkirinê de hatine pejirandin, çi ji aliyê amadekirinê be yan ji nû ve avakirina binesaziyê yan jî dabeşkirina erkan.

Rûdaw: Di rewşa veguhastina girêdayîbûna îdarî û serwerî ya deriyê "Sêmalkayê" bo hikûmeta navendî de, planên we yên xebitandinê ji bo birêvebirina derî çi ne? Û dê çawa liv û tevgera derbasbûna welatî û penaberên Sûriyeyî yên niştecihên Herêma Kurdistanê were birêkxistin da ku hêsankariya hatûçûna wan were garantîkirin?

Ehmed Hîlalî: Birêvebirina deriyan di dilê serweriyê de ye û nêrîneke zelal ji bo birêxistina wan di nav çarçoveya hikûmeta navendî de heye da ku yekkirina rêkaran û dabînkirina dîsîplîna îdarî û ewlehiyê were garantîkirin. Li ser vê bingehê, Desteya Giştî ya Derî û Gumrikên Sûriyeyê birêvebirina derî werdigire. Di aliyê xebitandinê de, armanc parastina hêsankariya liv û tevgera derbaskirinê ye, bi taybetî ji bo rewşên mirovî û gihandina malbatan bi hev û birêkxistina liv û tevgera bazirganiyê. Ev hemû dê li gorî rêzikên zelal bin ku hevsengiyê di navbera hêsankariya liv û tevgerê û pêdiviyên ewlehiyê de çêdikin.

Rûdaw: Ji bilî protokolên fermî, hûn kîjan dosyeyê wekî "ya herî aloz" yan jî ya ku mezintirîn hevrikî di rêya yekkirina saziyên leşkerî û îdarî yên navbera her du aliyan de heta niha çêdike, pênase dikin?

Ehmed Hîlalî: Dosyeya herî aloz ew e ya ku pêwendiya wê bi ji nû ve avakirina binesaziya leşkerî ya giştî re heye, ji ber têkelbûna rehendên rêxistinî, îdeolojîk û pratîkî. Hevrikî tenê bi yekkirina şiklî sînordar nabe, belkî ji wê derbas dibe bo yekkirina îdeolojiya leşkerî, kontrolkirina zincîreya fermandariyê û dabeşkirina ducare ya hêzan bi awayekî ku li gel pêdiviyên dewletê bigunje. Ligel vê yekê jî, mirov dikare bêje ku bipêşketin heye, lê ji ber xwezaya dosyeyên bi vî rengî, ev bipêşketineke komkirî ye ku pêdivî bi dem û birêvebirina hûrgilî ya hûrgiliyên wê heye.