Semih Idiz: Êrişên PKKê mifayê digihîne dewletê
Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamevanê tirk Semih Idiz dibêje, PKKê şaşiye gellek mezin û stratejîk kirk u dest bi şerê çekdarî li dijî Tirkiyeyê kir û dibêje, şerê niha yê PKKê hincet da destê Tirkiyeyê ku bi navê terorê operasyonên li dijî wê dest pê bike.
Şirovekarê tirk Semih Idiz di hevpeyvînekê d eligel Rûdawê behsa rewşa niha ya li Tikriyeyê û şerê navbera gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Artêşa Tirkiyeyê kir.
Semih Idiz ragihand, PKKê şaşiyek stratejîk kir ku di demek wek niha de dest bi êrişên çekdarî li dijî Tirkiyeyê kir û ragihand, ji ber wan êrişan niha hincet ketiye destê Tirkiyeyê ku li dijî PKKê operasyonan lidar bixe.
Idiz herwiha behsa şerê PKKê yê li dijî DAIŞê jî kir û got, PKKê bi şerkirina li dijî çekdarên DAIŞê rûyek xweşik ji xwe re çê kiribû, lê bi êrişên xwe wê wêneyê baş xirab dike. Idiz tekez kir, ku derfetek baş li pêşiya PKKê hebû, lê ew derfet bi şaşî bi kar anî.
Rûdaw: Tirkiye bi vekirina binkeya Încirlîkê bi çi qasî bandor çê kir bo guhertina balance li Sûriyeyê?
Semih Idiz: Tê gotin ku di bin siya Încirlîkê bandora operasyonên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê zêdetir dibin. Helbet lawazbûna DAIŞê balansa nav Sûriyeyê diguherîne. Lê belê balansan zêdetir li dijî îslamiyan û di berjewendiya kurdan de diguherîne. Di vê qonaxê de diyar nîne, ku vekirina binkeya Încirlîkê çûna Esed bileztir dike yan na. Arîşeya sereke ya AK Partiyê ku mana Esed e, hêj berdewam e. Lê belê armanca rabûna balafiran ji Încirlîkê ne Esed e, belku DAIŞ e. Em nikarin bibêjin Tirkiye bi vê yekê gellek dilxweş e.
Rûdaw: Armanca Tirkiyeyê ji vekirina binkeya Încirlîkê çî ye?
Semih Idiz : Armanca Enqerê ji vî akrî rizgarbûn e ji wê tenêbûna ku li navçeyê rastî wê hatiye. Herwiha bi şêweyekeê beşdarbûn di lîstokê de ye jî. Eger piştî komkujiya Pirsûsê, Tirkiye bêdeng ba, zêdetir dihat tohmetbarkirin. Bêguman Tirkiyeyê dixwast bi vekirina Încirlîkê destê wê li hember PKKê bihêztir bibe. Bo wê yekê jî dest bi gotina "teror li her kuderê be em dê rûbirûyê wê bibin", kir. Bêguman eger rojava bi operasyonên li dijî PKKê dilxweş jî nebe, lê belê mafê berevanîkirin li xwe dide Tirkiyeyê. Êrişên PKKê di wê aliyê de mifayê digihînn Enqerê.
Rûdaw: Niha li Tirkiyey arîşeyên navxweyî hene. Aya siyaseta Derve ya Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn bûye sedema derketina wan pirsgirêkan yan jî arîşeyên navxweyî siyasetên Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn berev vî halî bir?
Semih Idiz: Niha Tirkiye siyasetek rast û real li Rojhilata Navîn nîne. Hemû hesabên AK Partiyê şaş bûn. Zêdebarî wê çendê, ji ber guvaşên siyasî yên navxweyî nekarî siyasetek nû berhem bîne.
Rûdaw: Derbarê rola nû ya PKKê di cîhanê de çi dibêjî? Bi tgaybet li gor Amerîka û welatên Ewropayê?
Semih Idiz: Her çend PKKê ji ber şerê li dijî DAIŞê, li cîhanê wêneyek baş ji xwe re çê kir, lê belê eger dirêjî bi êrişên xwe bide, ez bawer nakim ew wêne wisa berdewam be. PKK li cihê ku wê derfetê ji xwe re bi başî bi kar bîne, ew derfet bi awayek din bi kar anî. Amerîka jî bi gotina "PKK ligel PYDê cuda ye. Yek ji wan rêxistinek terorîst e û ewa din ne terorîst e", arasteya siyaseta xwe naguhere. Rojava bi ti awayekê piştgîrî li terorê nake. Zêdebarî hemû wan nakokiyên ku hene, pêwîst e welatên rojava wek hevpeymanekê rola mezin û geo-stratejîk a Tirkiyeyê ji bîr nekin.
Rûdaw: Destpêkirina êrişên emsnaî yên Tirkiyeyê bo ser rêxistineke sunnî, netewperest a ereb û tundrew a îslamî, nabe sedemê wê ku DAIŞê bera êrişên xwe bide Tirkiyeyê?
Semih Idiz: Ew yek çaverêkirî ye. Bêguman ji êrişa Pirsûsê ve derket ku Tirkiye ne dûrî wan cure êrişan e.
Rûdaw: Niha hinek pirsyarên wek, "çima rê li kuştinê nagirin? Çima zarokên me tên kuştin?" Ji aliyê endamên artêşê ve tên gotin, ew tê çi wateyê?
Semih Idzi: Ji wê dema ku hemû kes li Tirkiyeyê ew pirsyar dikirin, êrişên PKKê dest pê kirin û dilgiraniyên salên borî yên raya giştî hatin zindîkirin. Gellek kes li ser vê baweriyê ne, ku PKK li wir xwe daye dest şaşiyeke stratejîk.
Rûdaw: Erdogan û desthilata AK Partiyê gellek bihêz xwe nîşan didin, tu bawerî ku ew ewqas bihêz bin?
Semih Idzi: Piştî 7ê Hezîranê ne Erdogan û ne jî AK Partî wek berê bihêz xuya nakin. Niha hemû hewlên Erdogan vegera bo rewşa caran e.
Rûdaw: Tu hizir dikî ku dawî bi desthilata AK Partiyê bê?
Semih Idiz: Hemû desthilatek dawiya wê heye. Dîrok ew piştrast kiriye.
Rûdaw: Çareseriya pirsa kurd bûye mijareke sereke ya siyasetê. Li gor te gelo ew pirs dê bi piştgirêdan bi dînamîka navxwe ya Tirkiyeyê bê çareserkirin yan jî wek PKK dibêje, pêwîstî bi aliyekê sêyem heye?
Semih Idiz: Ew pirs bi dînamîkên navxweyî yên Tirkiyeyê tê çareserkirin. Aliyê sêyem rewşê aloztir dike û tohmeta wê yekê ku "kurd zilamên aliyekê sêyem in", careke din zindî dike. Ew yek jî ne tenê çareseriya arîşeyê hêsan nake, belku hinek din jî zehmettir dike.
Semih Idiz kî ye?
Semih Idiz di sala 1982an de li AJansa Ragihandina Aborî li Enqerê dest bi karê rojnamevaniyê kiriye. Piştre di Ajansa Anadolu, Rojnameya Cumhurriyet, Turkish Daily News, NTV û CNNturk de peyamnêrî û sernivîskarî kiriye.
Niha jî di Rojnameya Cumhurriyet û Hurriyet Daily News de kinnciknivîs e. Herwiha di Mnoitor de şirovekarê karûbarên Tirkiyeyê ye.