Joost Hilterman: Sûriyê nikare sînorê xwe biparêze
Tirkiye di heyama sê salên borî de sê caran êrişî barkurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kiriye. Yekem operasyona navçeya Babê bû ku di 9ê Berferanbara 2016an de ligel çekdarên opozisyona Sûrî dest pê kir û piştî 7 meh û 5 rojan bi dawî bû. Duyem jî Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê di 20ê çileya 2018an de êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiribûn û piştî 58 rojan ji şer, di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê xistibûn bin kontrola xwe.
Êrişa sêyem a Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê îro derbasî roja şeşem bû. Artêşa Tirkiyê li gel komên çekdar ên Sûrî yên ser bi wî welatî ve, ji roja Çarşemê 9ê Cotmehê ve êrîşeke berfireh a bejayî û esmanî bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kirine.
Birêvebirê Lêkolînên Rojhilata Navîn li Grûpa Krîzên Navdewletî Prof. Dr. Joost Hilterman dibêje, egereke cidî heye ji ber rewşa niha, DAIŞ careke din bihêz bibe û herweha dibêje, niha şer di berjewendiya Rûsya de ye.
Hilterman dibêje Sûriyê nikare sînorên xwe biparêze, ji ber ku gelek lawaz e, herwiha nikare li Idlibê şer bê piştgîriya Rûsya û Iranê bike.
Di dema beşdarbûna bernameya Rûdawa Îro de, Joost Hilterman bersiva pirsên Hîwa Cemal dan.
Hîwa Cemal: Pêştir te gotibû ku Amerîka di heyamên borî de weke kompaniyeke çekdarî miamele ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dikir. Pêwîst e Kurd niha çi bikin?
Joost Hilterman: Belê ev yek zelal e ku Amerîka bi vî şêweyê miamele ligel hêzên Kurdî dike û jixwe pêşhateyên vê dawiyê wekê îspat dikin. YPG hêzeke karîger bû li hemberî DAIŞê heta van bûyerên dawiyê. Guman di wê yekê nîne ku şerê li dijî DAIŞê nêzîkî bidawîbûnê ye ku Amerîkayê piştevaniya xwe kêm kiriye. Tiştê girîng ew e ku ka qonaxa dahatû çi ye? Em nizanin Amerîka ka dê çi bike. Zehmet e ku Amerîka tevahiya hêzên xwe ji bakurê Sûriyê vekişîne.
Êrişên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dê bibe sedema ku DAIŞ ji nû xwe rêkbixe û ser hilbide?
Bêguman egera vê yekê heye DAIŞ dîsa vegere. Rast e DAIŞ rastî şikestinê hatiye û hejmareke zêde ya çekdar û serkirdeyên xwe ji dest daye, lê hêj bi temamî bidawî nebûye û li Dêrezorê û hinek deverên din maye. Egere heye ku çekdarên li girtîgehan bi awayekê xwe azad bikin.
Zanyarî li ba we hene ku DAIŞ hewl dide xwe ji nû ve li Sûriyê û Iraqê rêkbixe?
Weke tê zanîn car caran çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê êrişan dikin, lê ew êriş ne rêkxistine û di nava wan de hemahengiyek nîne. Eger ew derfetê bibînin dikarin li Sûriyê û Iraqê xwe ji nû ve rêkbixin û wê demê dê êrişên mezintir û cidîtir encamp bidin. Herwiha tiştên li Sûriyê rû didin ji rewşa Iraqê cudatir e.
Hewldanên Tirkiyê yên lawazkirina HSDê di berjewendiyên kê de ne?
Ev hewldanên Tirkiyê berî heskes di berjewendiyên Rûsyayê de ne û ew di xwazin YPG û hikûmeta Sûriyê nêzîkî hev bibin. Rûsya dixwaze hêzên Kurdî lawaz bibin ku di rêkevtinê de destê hikûmeta Sûriyê bihêz be. Bi min Rûsya sûdeke mezin ji vê rewşê werdigire. Ji wê baştir tine ye, ku YPGê rêketinekê îmze bike di berjewendiya Şamê de be.
Bi nêrîna te pêwîst dike ku Rêveberiya Xweser ligel Şamê rêkevtinê bike û Rûsya jî beşdar bibe?
Ez naxwazim bibêjim bila vê yekê bike, lê du rê li ber YPGê hene. Yekem vê rê ji xwe re hilbijere û duyem jî berê xwe bide çiyan. Di vê derê de ti roleke Amerîka namîne bike. Pêştir rewşa YPG baştir bû lê niha lawaz bûye û herwiha hikûmeta Sûriyê jî bihêztir bûye. Rûsya niha dikare di navbera YPG û hikûmeta Sûriyê de navbeynkariyê bike, bêguman niha pêgeha YPGê lawaz bûye.
HSD ji bo di vî şerê de serbikeve pêwîst ê vê bijardeyê hilbijere?
Ez nikarim derbarê vê yekê de biryarê bidim, divê xelkê Kurd û YPG biryarê bide. Vegera bo çiyayn jî hilbijardeyeke xirabe bo berevaniya xelkê. Ev dibe di berjewendiyên Tirkiye û hikûmeta Sûriyê de. Em nizanin rewş dê ber bi kuderê ve here. Hêvîdar im civaka navdewletî hewl bide Tirkiye operasyona xwe rawestîne û li bakurê Sûriyê rêkevtineke bike.
Tirkiye niha hewl dide derbasî nav xaka Sûriyê bibe, çima niha Sûriye ji bo rê li ber Tirkiyê bigire tiştekê nake?
Rêjîma Sûriyê nikare wî karî bike, ji ber ku gelekî lawaz e. Herwiha nikare li Idlibê şer bê piştgîriya Rûsya û Iranê û rûbirûyê dagîrkariya Tirkiyê, kar bike. Rûsya dikare wî karê bike, lê dixwaze Amerîka navçeyê bicî bihêle. Herwiha hikûmeta Sûriyê kêfxweşe ku Tirkiye wiha dike ku YPGê lawaztir bibe û eger hat û danûstandinê ligel YPGê bike, bêguman wê demê pêgeha Şamê bihêztir dibe. Ti pirsgirêkên hikûmeta Sûriyê nîne ku wê yek bike, lê sedema sereke ew e ku nikar wî karî bike.
Mirov dikare bibêje Sku ûriye, Rûsya û Tirkiye di navbera xwe de rêkevtine û dixwazin hêzên Kurdî lawaz bibin û Amerîka jî ji navçeyê vekişe?
Ez ne di wê baweriyê de me ku di navbera wan de rêkevtinek hebe.Rewşa wan hemû ji hev cûda ye. Bo Rûsyayê YPG bihêz û karîger e, lê di heman demê de dixwaze hikûmeta Sûriyê vegere tevahiya sînorên Sûriyê. YPG eger lawaz bibe ji Rûsyayê hêsantir dibe ku vê planê bicih bike. Herwiha bila ji bîra me neçe Sûriye naxwaze Tirkiye bo heyameke dirêj li wê derê bimîne.
Niha erka Rûsyayê li Sûriyê çi ye?
Bêguman ji sala 2015an ve li Sûriyê hêza bihêztirîn Rûsya ye û alîkariya hikûmeta Sûriyê dike ku herêmên ji dest daye daku dîsa vegerîne jêr desthilatdariya xwe. Rûsya niha dixwaze tevahiya hêzên biyanî yên li Sûriyê ji welatî derbikevin. Ji bo Rûsya planên xwe bicih bike dixwaze tevahiya hêzên din li Sûriyê lawaz bibin.
Niha li hinek deveran hevkariya Amerîka û HSDê berdewam e, û li hinek deveran jî nemaye. Tu miameleya Amerîkayê ya niha ligel HSDê çawa dibînî, bi nêrîna te miameleyeke rast e?
Ev haletek û mijareke exlaqî ye. Min pêştir jî gotiye Amerîka her tim li gor berjewendiyên xwe tevdigere. Her çend YPG bibêje Amerîkayê xiyanet li me kir, ti bandora vê li Amerîkayê nabe. Bi rastî cihê nîgeraniyê ye Amerîka Kurd xistine di nav vê rewşê de. Diyar bû ku dostên Kurdan têne ew bixwe ne, kes din ji wan re nabe dost.
Weke kesekî bêalî tu niha dikarî bibêjî li navçeyê, dostên Kurdan kî ne?
Ti caran hevpeymaniyên YPGê çênebûne, lê hinek caran hatiye bikaranîn. Rewşa Kurdên li Iraqê cudatir e, Partiya Demokrata Kudistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) hevpeymanên wan hebûye. Di sala 1991ê de Amerîka bo wan bûye hevpeyman. Lê ez rastî bibêjim YPG bi wî awayî nebûye. Piştî şerê Kobanî YPG bo Amerîkayê bû hevpeyman, ew jî ji bo ku amade bû şerê DAIŞê bike. Sedem ev bû bibe hevpeymanê Amerîkayê. Li Iraqê şer bidawî bûye lê hevpeymaniya Amerîkayê ligel Kurdên wê derê berdewam e.
Weke tê zanîn Amerîka mezintirîn konsulxaneya xwe ya navçeyê li Hewlêrê ava dike. Eger rewşa Hewlêr xirab bibe ew yek ji bo Amerîkayê jî xirab nabe û ji bo Amerîkayê ne baştir e Rojavayê Kurdistanê aram be?
Ez ne Serok Trump im, ew ligel rawêjkarên xwe û wezareta berevaniyê biryaran dide. Bi rastî gelek caran biryaran dide ku ew ne li gor te û ne li gor min biaqilane nînin. Tişta li Rojava jî rû dide trajediyeke mezin e. Lê em dibînin ku li Koşka Spî kesek biryaran dide û em nizanin encamên wê çi dibin.
Tu dibêje êrişê Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dibe sedema karesatekê, ew karesat çi ne?
Di destpêkê de me hişyariya hinek tiştan da, yek ji wan koçberbûna xelkê herêmê ye. Niha hejmareke zêde xelk koçber bûne. Dibe krîzeke cidî û mezin a koçber çêbibe. Duyem em dibînin ku ji aliyê Tirkiye û hêzên ser bi wê ve kuştin çêdibin û di rojên bê de dibe ku hejmara kuştiyan bilindtir bibe. Eger navçe were dagirkirin û girtiyên DAIŞê birevin dê li herêmê bibe sedema aloziyan.
Pêwîst e Hevpyemaniya Navdewletî çi bike daku êirşên Tirkiyê raweste?
Ez bawernakim hevpeymaniya navdewletî jidil dixwaze êrişên Tirkiyê birawestîne. Beşek ji wan tenê dibêjin em dê şandina çekan ji bo Tirkiyê bidin rawestandin. Heta niha me ti kiryarek û badoreke wan a cidî nedîtiye. Heta niha jî li ser Tirkiyê ti bandoreke zêde nekirine ku ew êrişa xwe bide rawestandin. Heger Amerîka aramkirina navçeyê li xwe negire wê demê wek bijarte dimîne ew jî Rûsya ye. Heger Rûsya jî neke wê demê êrişên Tirkiyê dê zêdetir bibin û YPG jî dê lawaztir bibe li hemberî hikûmeta Sûriyê.
Pêwîst e ku Herêma Kurdistanê li hemberî vê rewşê çawa tevbigere weke aliyeke Kurd?
Hemû caran jî min amaje bi wê yekê kiriye ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê karên baş bike. Keşaya sereke li Herêma Kurdistanê gelek gendelî lê çêdibin, divê pirsgirêk were çareserkirin. Heger van pirsgirêkên xwe çareser bike dê bi hêsantir bikare berevaniya xwe bike.
Di rewşa niha de pêwîst e PYD danûstandinên çawa ligel hêzên din ên Rojavayê Kurdistanê bike?
Di raporên xwe de me gelekî caran amaje bi wê yekê dikir, ku yek ji şaşiyên mezin ên YPGê ew bû, ku di avakirina herêma otonomî de pişta xwe bi hêzên din girê neda. Divabû wî karî nekiriba, di heman demê de divabû berpirsên partiyên din, rola wan ya aktîv heba, ev şaşiyeke cidî bû. Dibe ku ev dereng e, lê hêj derfet heye.