Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Yildirim bo Rûdawê: HDPê bi Millet re kar kir em çavê xwe li ser vê rastiyê nagirin!

Ji aliyê Rawîn Stêrk 15-4-2019
Berbijêrê AK Partiyê yê ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Binali Yildirim îro li Stenbolê têkildarî hilbijartinên 31ê Adarê konferanseke rojnamevanî da.

Stenbol (Rûdaw) - Berbijêrê AK Partiyê yê ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Binali Yildirim ragihand, “HDP bi Hevpeymaniya Milletê re kar kir û ji bo dengdanê dengderên xwe serbest kirin. Em çavê xwe li ser vê rastiyê nagirin.” Yildirim têkildarî encama hilbijartinan jî got, “me hewl da bi hemû rêyan têkiliyê bi xelkê Stenbolê bikin û behsa projeyên xwe û pêşeroja Stenbolê bikin, lê encama ku me bi dest xist evqas bû.”

 

Partiya Desthilatdar a Tirkiyê, AK Partî ji encamên hilbijartinên şaredariyan ên Stenbolê nerazî ye û dibêje, saxtekariyeke mezin di hilbijartinên Stenbolê de hatiye kirin. AK Partî dixwaze mafê nerazîbûna awarte bikar bîne û daxwaza dubarekirina hilbijartinê li Stenbolê bike.

 

Berbijêrê AK Partiyê yê ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Binali Yildirim jî dibêje: “Gelek têbîniyên me li ser encama dengên Stenbolê hene.”

 

Binali Yildirim îro li Stenbolê têkildarî encamên hilbijartinên şaredariyê li Stenbolê konferanseke rojnamevanî encam da û bersiva pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê da.

 

Yildirim ragihand, “HDP bi Hevpeymaniya Milletê re kar kir û ji bo dengdanê dengderên xwe serbest kirin. Em çavê xwe li ser vê rastiyê nagirin.”

 

Yildirim da xuyakirin ku wan weke AK Partî di dema bengeşeyên hilbijartinên de bi hemû rêyan hewl da ku têkiliyê bi xelkê Stenbolê bikin û ji wan re behsa plan û projeyên xwe û behsa pêşeroja Stenbolê bikin û tekez kir, encama ku wan bi dest xist, evqas bû.

 

Peyamnêrê Rûdawê yê li Stenbolê, Rawîn Stêrk têkildarî hilbijartinên şaredariyan li Stenbolê û encamên wê, bandora helwesta HDPê li ser encaman û helwesta AK Partiyê li hember vê rewşê pirs ji Binalî Yildirim pirsîn.

 

Pirsên peyamnêrê Rûdawê û bersivên Binali Yildirim bi vî awayî ne:

 

Mijara saxtekariyeke organizekirî berdewam di rojevê de ye, yek ji mijarên ku hikûmetên AKPê bi salane herî zêde kar li ser kiriye mijara hemahengiya navbera saziyên peywendîdar bûye, weke dadgeh, wezareta navxwe, saziyên ewlekariyê, hikûmet bi salan e ku li ser vê mijarê kar dike. Çawa bû saxtekariyeke weha karî derbasî nava dengdana Stenbolê bibe ew çawan çêbû?

 

Ewlehiya dengdanê cûda, û birêvebirina proseya dengdanê tişteke din e, wate erkê hikûmetê eve ku ewlekariya hilbijartinê dabîn bike û zemîneyekê amade bike ku hemwelatî bi azadî dengê xwe bidin, û rê need ku alozî li wan deveran derkevin, lê piştî ku deng hate dan û di dema cûdakirina dengdan de polîs nahê li wê derê amade be weke ez bizanim zemîneyeke yasayî jî bo wê yekê nîne, û eger derbarê asayîşa sandiqan de pirsgirêk derkeve li ser bangewaziya rêveberan polîs dikare amade be divê du tişt ji hev bêne cûdakirin. Di mijiara parastina ewlehiya sinqoqan de berî hilbiartin û di dema dengdanê de ti pirsgirêkeke me nîne, pirsgirêk ew saxtekarî û nelirêtî ne ku di dema hejmartina dengan û piştî wê derketine û karê pêwîst nehatiye kirin, em behsa wana dikin û dibêjin ev kareke rêkxistî ye bo têkdana encaman, ev derketin holê beşek ji wan hatin çareserkirin beşek hê jî mane lê ev qonax berdewam dike.

 

Weke ku we anî ziman, hilbijartinek ku mirdar bûye, li derveyî tevahiya nasnameyên siyasî weke hemwelatiyekî, weke yek ji du reqîbên sereke, hilbijartinek ku mirdar bûye çi bandorek li ser hestê we û rewşa we ya derûnî kiriye?

 

Belê dengdan mirar bûye, goştê mirar bûyî jî nabe qawrme, ez dîsan dibêjin ew yek  bandore li min û berbijêrê reqîbê min dike ez dixwazim bêjim eq hilbijartin wê gelek li ser gotin hebe.

 

Bi taybetî ku HDP li Stenbolê berbijêr pêşkêş nekir, li gorî wan anketên ku berî hilbijartin û piştî wê hatine kirin, hejmareke zêde ya dengderên HDP li Stenbolê deng dane Imamoglu, hûn weke Binali Yildirim te karî ji bo encama ku dixwazî têkiliyê bi Kurdan re çê bikî yan eger te têkilî çênekir sedem çi bûn an ew encama ku te dixwest ji dengderan we bi dest anî?

 

Mijara din jî HDP, belê HDP tevî hevpeymaniya Milletê kar kir û dengderên xwe serbest kirin ku deng bidin kê. Em nikarin çavê xwe li ser wê yekê bigrin.

 

Me ji 15 milyon kesên li Stenbolê, 10.5 milyon dengderên ku dikarîn li Stenbolê dengê xwe bidin, me hewl da bi rêyên torên civakî û televîziyon, medyaya nivîskî, mîtîng yan jî hevdîtinên rûbirû peywendiyê bi wan bikin, û ji destpêkê heya dawiyê me behsa projeyên Stenbolê û paşeroja Stenbolê kir.

 

Me behsa daxwaziyên xelkê Stenbolê û pilanên xwe bo Stenbolê kirin, Me ji derveyî wê tiştek nekir û encama ku me bidest xist ev bû. Ez tenê dikarim vê yekê bibêjim.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ibrahîm | 2019-07-07 9:03:40 PM
ez jî bi gotina aldar xelîl re me , bila ENKSê vegere welat beşdarî proseya sîyasî bibe , em hemî kurdin xweseriya demokrat jî projeyekî ji bo me...
Aldar Xelîl: ENKS dikare beşdarî hilbijartinên Rojava bibe
| 7-7-2019 | (1)
Roj | 2019-07-05 6:56:20 PM
Îtilafa Oposizyona Sûriyê bûne çetên dewleta tirk... Ferqa wan ji DAIŞ nîne û tişta li Efrîn û Şengal çêbûye heman tişte... Ligor daxwaza dewleta...
MSDê bersiva Îtilafa Niştîmanî ya Sûriyê da
| 5-7-2019 | (1)
Swar | 2019-07-05 8:57:55 AM
Roj baş Em hinek zanyarî li ser vê malbatê dixwazin belkî em karibin alîkariya wan bikin
Xelkê Rojavayê Kurdistanê gazinan ji saziyên civaka sivîl dikin
| 5-7-2019 | (1)
Tirkmanc | 2019-07-03 3:25:41 AM
80 ji sedî ji Kurdên Tirkiyê aşiqê zimanê tirkî ne u hezdikin pê biaxivin lê çûk tim bi zimanê xwe dixavin.
| 2-7-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

ROJAVA – ‘Divê Pêşmergeyên Roj navçeya aram biparêzin’ 15-7-2019 |

ROJAVA – ‘Divê Pêşmergeyên Roj navçeya aram biparêzin’

Rêveberiya Xweser li dijî beşdariya Tirkiyê û Zêdetir
Li Colemêrgê şer derket; 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin 14-7-2019 |

Li Colemêrgê şer derket; 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Artêşa Tirkiyê: Di şer de 3 gerîlayên PKKê jî Zêdetir
ENKS bersiv da banga Aldar Xelîl: Ti mercên me bo vegerê nînin 8-7-2019 |

ENKS bersiv da banga Aldar Xelîl: Ti mercên me bo vegerê nînin

Aldar Xelîl bang li ENKSê kiribû ku ofîsên xwe li Zêdetir
0.64 seconds