Giyasettîn Sayan: Kurd û Tirkan komar ava kiriye û divê Tirk lêborîna xwe bixwazin
Siyasetmedarê ji Mûşa Bakurê Kurdistanê Giyasettîn Sayan ku bi salan e li Almanyayê di nav siyasetê de ye got, “Kurd û Tirkan bi hev re Komara Tirkiyeyê ava kir û divê hemû mafên Kurdan bên dayîn.”
Giyasettîn Sayan her wiha got ku ji bo Tirk û Kurd bi hev re bijîn divê Tirk lêborîna xwe ji Kurdan bixwazin.
Giyasettîn Sayanê 75 salî sala 1982yan di nav partiyên çepgir ên Almanyayê de dest bi siyasetê kiriye.
Sayan ji sala 1995an heta 2012an di lîsteya Partiya Çep de parlamenterê herêma Berlînê bû.
Siyasetmedarê Kurd Giyasettîn Sayan ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re behsa pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û biryara PKKyê ya xwefesixkirinê kir.
Rûdaw: Birêz Giyasettîn Sayan ji bo vê hevpeyvînê spasiya we dikim. Çîroka jiyana te ji bo min gelekî balkêş e. Wekî te jî bihîstiye PKKyê biryara xwefesixkirinê da, li ser vê yekê nêrîna te çi ye û bi te ew biryar di cih de bû?
Giyasettîn Sayan: Belê ew biryar di cih de ye. Ji ber ku Tirkiye li Rojhilata Navîn ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve di nav krîzeke gelekî mezin de ye. Her wiha tevahiya Rojhilata Navîn tevlîhev bûye û pirsgirêkên Tirkiyeyê jî mezin in.
Tirkiye hatiye îzolekirin û bi tenê maye û ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê rexnekirin. Ji Yekîtiya Ewropayê bigire heta NATOyê hemû cihan Tirkiyeyê rexne dikin ku ew ber bi dîktatoriya Îslamî ve diçe.
Tirkiyeyê di rewşeke wiha de pêwîstî bi Kurdan heye û dixwaze dostaniya gelê Kurd bi dest bixe. Tirkiye dixwaze şerê çekdarî asê bike û dewleta xwe hinekê biguherîne.
Tirkiye beriya ku vê yekê bike ji bo civîna Neteweyên Yekbûyî li Amerîkayê bû. Ew li Amerîkayê beşdarî gelek foruman bûn û piştî ku hatin ev gav avêtin. Wan got ku eger em nekin Tirkiyeyê jî parçe bibe û pirsgirêkên mezin dê derkevin.
Tirkiye ji Ermenistan, Yunanistan, dewletên Ewropayê û dewletên Ereban îzole bûye. Tirkiye hem îzole bûye û hem jî di warê aborî de têk çûye. Lewma pêwîstiya wan bi dostanî û yekîtiya Kurdan heye. Ji ber vê yekê wan ev gav avêt.
Rûdaw: Baş e, tu di wê baweriyê de yî ku Tirkiyeyê pêwîstî bi Kurdan heye. Bi te Tirkiye dê ji bo Kurdan çi bike?
Giyasettîn Sayan: Em berî her tiştî dixwazin ku Tirkiye hebûna Kurdan qebûl bike. Dewleta Tirkiyeyê Kurd û Tirkan bi hev re ava kiriye. Pêwîst e Tirkiye vê yekê qebûl bike.
Her wiha pêwîst e Tirkiye hemû mafên Kurdan ên wekî perwerdeya bi zimanê dayîkê qebûl bike û xwe jî rexne bike ku ev sed sal in zext û zordarî li Kurdan kirine.
Dibe ku 20 caran komkujî li ser Kurdan kirine û ev 50 sal in şerê PKKyê heye. Bi hezaran Kurd kuştin lewma pêwîst e Tirkiye xwe rexne bike û lêborîna xwe jî ji Kurdan bixwaze da ku Kurd wan efû bike.
Eger dixwazin bi Kurdan re bijîn divê hemû mafên Kurdan bidin.
Rûdaw: Ev gelek sal in li Almanayê di nav siyasetê de çalak î. Ev zêdeyî 10 salan e te serdana Tirkiyeyê nekiriye. Çima tu naçî Tirkiyeyê?
Giyasettîn Sayan: Li Tirkiyeyê niha zêdeyî 20 hezaran siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de ne. Tirkiyeyê di van 20 salên dawiyê de 17 hezar Kurd piştî ku desteser kirin kuştine. Tirkiyeyê komkujî kiriye. Tirkiyeyê lîsteyek amade kiriye, navê hezar û 500 kesî tê de heye ku bi hinceta alîkariya PKKyê têne tohmetbarkirin. Navê min jî di wê lîsteyê de heye.
Eger ez biçim Tirkiyeyê dê min bigirin. Ez alîkariya hemû partiyên Kurdan dikim û ez wan wekî partiya xwe dibînim lê ti pêwendiyên min ên organîk bi PKKyê re nebûye.
Rûdaw: Eger ev pêvajo baş biçe û rewşa were guherîn tu dixwazî biçî Tirkiyeyê.
Giyasettîn Sayan: Belê ez dixwazim herim. Min nameyek ji hevserokatiya DEM Partiyê re nivîsî. Ez dibêjim divê aliyê çavdêriyê di dan û standinên Kurd û Tirkan de hebe. Divê ew ji Neteweyên Yekbûyî daxwaza çavdêriyê bikin. Yekîtiya Ewropayê jî dikarî wê çavdêriyê bike.
Ezmûn heye, Kurd gelek caran hatine xapandin. Piştî ku krîz derbas kirine dîsa qetlîam kirine.
Rûdaw: Baş e tu pêşniyara aliyê çavdêriyê dikî. Tu 16 salan li Almanyayê parlamenter bûyî, tu dikarî çi bikî?
Giyasettîn Sayan: Li Parlamentoya Almanyayê komek ji bo lobiya Kurdan hatiye avakirin. Min gelekî hewl daye ku zimanê Kurdî bikeve Deutsche Welleyê (DW). Kurd dikarin li Almanyayê mafê kêmneteweyan wergirin min ji bo wê jî hewl daye. Min 150 hezar îmze kom kirin lê partiyên Kurdan piştgiriya min nekir.