Thomas Seiler: Tundî dikare hemû Rojhilata Navîn bişewitîne

Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê Thomas Seiler li ser şerê Îran û Îsaîlê ji Rûdawê re axivî û got, “Em heman xemên we li ser zêdebûna tundûtijiyê ku dikare ji Îsraîl û Îranê wêdetir belav bibe û hemû Rojhilata Navîn bişewitîne parve dikin."

Thomas Seiler diyar kir ku divê Îran û Îsraîl vegerin ser maseya diyalogê û anî zimên:

"Em li ser wê yekê hemfikir in ku divê hemû aktor, welatên herêmê û civaka navneteweyî zextê li ser her du welatan li Îran û Îsraîl bikin da ku ew vegerin ser maseya dan û standinan.”

Thomas Seiler li ser pêşhatên dawî yên li Îraq Rojhilata Navîn û şerê Îran û Îsraîlê bersiv da pirsên Rûdawê: 

Rûdaw: We çawa bersiva xemên Serokwezîr Mihemed Sudanî yên derbarê êrişa dawî ya li ser Îranê û bandora wê ya li ser aramiya herêmî da?

Thomas Seiler: Em heman xemên we li ser zêdebûna tundûtijiyê ku dikare ji Îsraîl û Îranê wêdetir belav bibe û hemû Rojhilata Navîn bişewitîne parve dikin. Em li ser wê yekê hemfikir in ku divê hemû aktor, welatên herêmê û civaka navneteweyî zextê li ser her du welatan li Îran û Îsraîl bikin da ku ew vegerin ser maseya dan û standinan.

Rûdaw: Serokwezîr tekez kir ku Îraq dixwaze xwe ji nakokiyên herêmî dûr bixe. Helwesta Yekîtiya Ewropayê li ser rola Îraqê di herêmê de, bi taybetî di nav tengasiyên dawî de çawa ye?

Thomas Seiler: Min ji demeke dirêj ve gotiye ku ez rola Îraqê ya wekî aktorekî herêmî dibînim ku mezin dibe, ne tenê ji bo alîkariya di rewşa heyî de bi rêya peywendiyên xwe yên bi Tehranê re lê her wiha bi giştî di warê yekîtiya herêmî de, di warê siyasî, aborî û bazirganî de, helbet di warê hevkariya ewlehiya herêmî de jî. Di vê qonaxa heyî de, ez Hikûmeta Îraqê û her wiha aktorên din ên xwedî bandor teşwîq dikim ku bi Tehranê aloziyan bi dawî bikin. Yekîtiya Ewropayê û welatên endamên jî li ser heman armancê dixebitin.

Rûdaw: We behsa ziyareta Banka Hilberîna ya Ewropayê kir. Hûn dikarin bêhtir agahiyan li ser dem û armancên wê ziyaretê parve bikin? Gelo ew dê Herêma Kurdistanê jî ziyaret bikin?

Thomas Seiler: Yekîtiya Ewropayê dê ji derfetên hilberînê yên zêdetir li Îraqê kêfxweş bibe. EIB (Banka Hilberînê ya Ewropayê) li gelek welatan çalak e û xwedî ezmûneke berfireh e di warê piştgiriya hilberênê li welatên sêyem de. Ji bo Îraqê, em dikarin li ser hevkariyê di warê enerjiyê, veguhastin û bingehîn bi giştî bifikirin. Em dixwazin amûrên nûjen ên saziyên aborî yên navneteweyî bi kar bînin da ku piştgiriya modernîzekirina aboriya Îraqê bidomînin. Ev amûr dikarin kombînasyoneke ji diyariyên bêveger û deynên bi şertên pir baş pêk bên. Bank dê li her derê Îraqê kar bike. Ziyareta yekem ji bo nîvê tîrmehê hatiye plankirin û dê li ser şertên kar û çarçoveya yasayî ya kar û barên Bankê be.