Berdevkê berê yê HSDyê: Dibe ku Mezlûm Ebdî here Enqereyê

15-11-2025
Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara @dilbixwindara
Telal Silo û Dilbixwîn Dara / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Telal Silo û Dilbixwîn Dara / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan HSD Telal Silo Mezlûm Ebdî Tirkiye Şam
A+ A-

Berdevkê berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo piştî bêdengiyeke dirêj, di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re axivî û got:

“Dibe ku Mezlûm Ebdî rojekê Enqereyê ziyaret bike.”

Telal Siloyê ku çûna wî ya Tirkiyeyê bûbû sedema gelek gotegotan, eşkere kir ku li Tirkiyeyê zext û gef lê hatine kirin û tekez kir ku ew ê ti carî xiyanetê li HSDyê neke.

Çîroka Telal Silo yek ji çîrokên herî balkêş ên piştî şerê li Sûriyeyê bû.

Piştî ku wekî berdevkê HSDê dihat naskirin, ji nişkê ve winda bû û piştre derket holê ku li Tirkiyeyê ye.

Lê berevajî pêşbîniyan, wî ti carî helwesteke dijber li hemberî HSDyê nîşan neda.

Telal Silo di hevpeyvîna xwe de eşkere kir ku heyama mana wî ya li Tirkiyeyê ne hêsan bûye û ew rastî zextên mezin hatiye û got:

"Derketina min a li ser medyayê dihat astengkirin. Ne tenê ew, gef li min û malbata min jî dihat kirin."

Telal Silo tekezî li ser pêwendiya xwe ya bi HSDyê re kir û got ku ew dê ti carî xiyanetê li hevalên xwe yên berê neke û got:

“Di navbera min û HSDê de nan û xwê heye, ez xiyanetê nakim. Ez ne ne parastina HSDyê dike lê rastiyan dibêjim.

Peywendiyên min ên şexsî ligel hin fermandarên HSDyê hene. HSD niha hêzeke perwerdekirî û bihêz e li ser erdê, lê Artêşa Erebî ya Sûrî niha parçekirî ye."

Ew xwe wekî pireke potansiyel a di navbera aliyan de dibîne û wî amadebûna xwe ya ji bo navbeynkariyê anî ziman, "Dikarim bibim navbeynkar di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de.

Vegera min a nava HSDê niha ne li ser maseyê ye lê ez dikarim wekî serdaneke şexsî serdana Qamişlo bikim."

Silo herwiha îhtimaleke balkêş jî anî ziman û got, "Dibe ku rewş bê guhertin û Mezlûm Ebdî Enqereyê ziyaret bike."

Wî her wiha behsa hestên xwe yên şexsî jî kir û eşkere kir ku dapîra wî Kurd e û got, “Efrîn ji bo min bajarê herî xweş ê Kurdan e."

Ev jî naveroka hevpeyvîna bi berdevkê berê yê HSDyê Telal Silo re ye:

Rûdaw:  Telal Silo ji Helebê mêvanê me ye. Tu bi xêr hatî birêz , hêvî dikim tu baş bî. Ez dixwazim pirsa destpêkê bikim, amadeyî careke din vegere nav HSDyê?

Telal Silo: Pêşî, êvara we û temaşevanên Rûdawê bi xêr be. Spas ji bo vê mêvandariyê. Mijara vegerê niha ne li ser masê ye û ti pêwendî jî nînin. Bê guman, wek hevaltiyeke şexsî di navbera min û hin serkirdeyan de pêwendî heye lê di asta fermandariya giştî de ji bo vegera min ti pêwendî çênebûye.

Rûdaw: Lê niyeta te heye yanî dilê te dixwaze vegere nav HSDyê?

Telal Silo: Wekî min got, mijar ne mijara niyetê ye, mijar ew e ku ti pêwendî nînin. Dema ku pêwendî di navbera min û fermandariya giştî ya HSDyê de çêbibe, hingê em dikarin li ser mijara vegerê biaxivin. Dema ez çûm, sedemên çûna min hebûn. Eger ez bibînim ku hebûna min di nav fermandariya giştî ya HSDyê de dikare xizmeta welatê min, herêmê û HSDyê bike, bêguman em dê li ser biaxivin.

Em dibînin ku di navbera hikûmeta Sûriyê û fermandariya HSDyê de pêwendî hene. Eger ji min bê xwestin ku ez rolekê di pêvajoya dan û standinê û karên mirovî de bilîzim ji bo rêgirtina li şerekî di navbera herdu aliyan de, yan jî roleke min a çalak di nav HSDyê de hebe, em dikarin vî tiştî li gel fermandariya giştî gotûbêj bikin lê heta niha tiştek nîne.

Rûdaw: Piştî ku tu cuda bûyî û çûyî Tirkiyeyê  Telal, Gerenal Mezlûm Ebdî û fermandarên din ên HSDyê ligel te neaxivîn? Naxwazin ku tu vegere nav wan?

Telal Silo:  Na, na, qet. Min ji we re got ku ti pêwndiyên fermî di navbera min û birêz General Mezlûm Ebdî  yan ti kesên din ê ji serkirdayetiyê de nîne, tenê wekî hevaltiya şexsî ji bo pirsîna rewşa hev. Lê niha ti pêwendiyên fermî ne li gel birêz Mezlûm Ebdî û ne jî ligel aliyekî din ê di nav fermandariya HSDyê de heye.

Rûdaw: Demekê tu fermandarekî payebilind û berdevkê HSDyê bûyî û li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê geriyayî. Dixwazî bi serdanî vegere Qamişloyê? Tu niha li Helebê yî, zêde ne dûrî Qamişloyê yî.

Telal Silo:  Ez dikarim wek serdaneke şexsî serdana Qamişlo û deverên din bikim, ji ber ku wekî min got, heval û birayên min li wan deveran hene. Em li Qamişlo, Hesekê û Reqayê bûn û me beşdarî di rizgarkirina wan deveran ji DAIŞê de kir. Lê heta niha tiştek nîne û serdaneke wiha pêwîstî bi rêkeftinên taybet, bi taybetî yên ewlehiyê heye. Hebûna min li wan deveran wek kesekî sivîl dibe ku xeter be. Eger ez ziayret bikim, divê li gel heval û birayên li wir lihevkirin hebin.

Rûdaw: Ji bo te, bajarê herî xweş ê Kurdan kîjan bajar bû?

Telal Silo: Bi rastî, ez geriyam li çend bajaran lê ji bo min bajarê herî xweş Efrîn bû. Tevî ku ez tenê 2 meh û nîvan lê mam, bîranînên min ên xweş lê hene. Xelkê wê, Kurdên Efrînê, dilpakiya wan û reftara wan a li gel mêvanan bandoreke pir baş li ser min hişt. Ez Efrînê wek bajarê herî xweş Kurdan ê li Sûriyeyê dibînim û hêvî dikim careke din ziyareta wê bikim û heta lê bi cih bibim.

Rûdaw: Di navbera te û Efrînê de 60-70 kîlometre hene, tu nikarî biçî serdana Efrînê bikî?  Telal, berê te hinek rexne li HSDyê digirtin dema ku tu çûyî Tirkiyeyê. Niha ez dibînim helwesta te gelek cuda ye û tu HSDyê diparêzî. Sedema vê guherîna di helwesta te de çi bû? Çima HSDyê diparêzî?

Telal Silo:  Mijar ne parastin e, belkî gotina rastiyan e. Ez di hemû hevpeyvînên xwe de behsa aliyên erênî û neyînî dikim. Ez nikarim wijdanê xwe bifiroşim û tiştên ku nebûne bibêjim yan jî êrişî HSDyê bikim. Di dema xizmeta min de di nav HSDyê de, aliyên erênî hebûn wekî ruhê kar, ruhê şer û ruhê hevbeşiyê. Min qet bi xerabî behsa birêz Mezlûm Ebdî yan ti kesên din ji fermandariyê nekiriye ji ber ku ew kesên baş bûn lê nakokiya me tenê li ser kar bû, ne tiştekî şexsî bû.

Rûdaw: Yanî tu poşman î ku tu ji HSDyê derketî û cuda bûyî?

Telal Silo:  Na, ne mijara poşmaniyê ye. Min ji we re got, derketina min di rewşine taybet de bû ku ez neçar kirim ez ji HSDyê derkevim. Ew rewş niha guherîne.

Rûdaw:  Telal, di dema mana te de li Tirkiyeyê, zext li ser te hatin kirin ku tu dijayetiya HSDyê bikî? Yan tiştekî wiha ji te hat xwestin?

Telal Silo:  Belê, bê guman zext hebûn. Hin aliyên di nav dewleta Tirk de zext li min dikirin, bi taybetî di mijara hevpeyvînan û medyaya civakî de. Wan nedixwest ez rastiyan bibêjim. Gelek caran ji min hat xwestin ku ez êrişî HSDyê û fermandariya wê bikim lê min her gav digot ku di navbera min û wan de nan û xwê heye û ez nikarim îxanetê li wî nan û xwêyî bikim.

Ev yek bû sedem ku zextên Tirkiyeyê li ser min zêde bibin. Ez ji ber 6 mehan vegeriyame Sûriyeyê û Tirkan ji min xwest ez vegerim lê min red kir. Berî du rojan, li ser daxwaza rasterast a aliyên Tirk, hesabê min ê Twitterê li Tirkiyeyê hat astengkirin. Ev nîşan dide ku ew ji hebûna min û ji nêzîkatiya min a ji bo dosyeya Sûriyeyê ne razî ne.

Rûdaw: Yanî metirsî ji aliyê Tirkiyeyê li ser jiyana te heye?

Telal Silo:  Belê, ez rast bibêjim, heye. Ez li wir ne tenê rastî metirsiyan hatim lê gefa wê yekê li min hat xwarin ku dê min bi tawana endamtiya HSDyê dadgeh bikin. Beriya min, Mihemed Geferzîta ku ew jî ji HSDyê cuda bûbû û çûbû Tirkiyeyê, piştî 3 salan hat dadgehkirin û 3 sal û 9 meh cezayê zindanê lê hat birîn, paşê ew reviya Almanyayê. Gefên rasterast li min û malbata min hatin xwarin ku eger ez wekî ku ew dixwazin di dosyeya Sûriyê de nexebitim, ez ê bedelê wê bidim. Ji ber vê yekê min xwe ji medyayê dûr dixist.

Rûdaw: Tu texmîn dikî ku siyaseta Tirkiyeyê li beramberî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ber bi guherînê ve biçe? Îhtimal heye ku di pêşerojê de Tirkiye General Mezlûm Ebdî vexwîne Enqereyê?

Telal Silo:  Niha em destpêşxeriya aştiyê ya ku neteweperestên Tirk bi rêberiya Devlet Bahçelî bi rê ve dibin, dibînin. Ev destpêşxerî dê dosyeya Kurdan bi giştî li Sûriye û Tirkiyeyê li xwe bigire. Di siyasetê de tiştek herdemî nîne. Mimkun e di her kêliyê de rewş biguhere û em bibînin ku birêz Mezlûm Ebdî Tirkiyeyê ziyaret dike. Em dibînin ku cezayên li ser Ehmed Şer hatin rakirin û ew Amerîkayê ziyaret dike. Em dibînin ku birêz Erdogan ji birêz Abdullah Ocalan doxwaze ku di parlamentoya Tirkiyeyê de biaxive. Ev hemû dê bi awayekî erênî bandorê li dosyeya Sûriyeyê bikin.

Rûdaw: Tu berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûyî û di warê leşkerî de xwedî ezmûn î. Eger şerek di navbera HSDyê û artêşa Sûriyeyê de derkeve, tu ferqa hêzê di navbera wan de çawa dibînî? Di şerekî wiha de kî dê bi ser bikeve?

Telal Silo:  Bi rastî, ji aliyê leşkerî ve niha di nav Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de perçebûn heye û derfetên wê yên leşkerî kêm in. Îsraîlê li hemû balefirgeh û baregehên wê yên leşkerî daye. Ez hêvî dikim ku şerekî wiha çênebe, ji ber ku di encamê de xwîna ku dirije xwîna Sûriyeyiyan e. Lê ez di wê baweriyê de me ku Artêşa Erebî ya Sûriyeyê niha nikare şerekî wiha bike ji ber ku li gelek eniyan belav bûye. Eniya wê ya Siwêdayê heye, ya peravê heye û li dijî DAIŞê şer dike. HSD niha hêzeke perwerdekirî û bihêz e li ser erdê. Lê ez bawer im ku civaka navneteweyî jî dê rê nede şerekî wiha.

Rûdaw: Belê, tu bi pêkhate Tirkmen î, di dema hebûna te de di nav Kurdan de, tu hînî Kurdî bûyî?

Telal Silo:  Na, bi rastî na. Hevalên Kurd ên di nav fermandariyê de baş bi Erebî dizanîn û vê yekê alîkariya me kir. Ji ber vê yekê pêwîstî çênebû ku ez hînî zimanê Kurdî bibim. Lê zimanekî xweş e û ti problem nîne. Rehên min ên Kurdî jî hene. Dapîra min, diya bavê min Kurd bûn. Xalên bavê min Kurdên bajarê Raiyê ne. Ji ber vê yekê ev mijar ji bo me ne nû ye.

Rûdaw: Telal, me got em xalên te ne, tu xwarzayê me yî.

Telal Silo:  Belê, belê. Ev rastî ye. Em nikarin vî tiştî veşêrin.

Rûdaw: Ez gelekî kêfxweş bûm ku tu bûyî mêvanê min. Gelek spas.  Telal Silo berdevkê berê yê Hêzên Sûriya Demokratîk, ji Helebê gelekî spas.

Telal Silo:  Spas ji bo we û ji bo kanala Rûdawê. Înşelah di paşerojeke nêzîk de em dê li Herêma Kurdistanê hev bibînin. Bi xêr bimînin.

Rûdaw: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst