Nêçîrvan Barzanî: Cîhan Kurdistaneke bihêz dixwaze

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke taybet a bi Rûdawê re de tekez kir ku civaka navneteweyî dixwaze "Kurdistaneke bihêz di nav Îraqeke federal de" bibîne.

Nêçîrvan Barzanî derbarê paşeroja Rojavayê Kurdistanê de peyamên girîng dan û rola Tirkiyeyê ya di hevdîtinên navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de wekî "gelekî erênî" bi nav kir.

Wî her wiha bal kişand ser giringiya bicihanîna peymana heyî û got, modela Herêma Kurdistanê ji ber ciyawaziyên demografîk nikare li Sûriyeyê were kopîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêkên navxweyî jî axivî û qebûl kir ku derengketina avakirina hikûmetê bûye cihê rexneyên navneteweyî.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku civînên wan ên bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re erênî derbas bûne û ew ber bi arasteyeke rast ve diçin, lê hêj li ser posta serokkomarê Îraqê li hev nekirine.

Nêçîrvan Barzanî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku siyaseta wan ew e ku hemû pirsgirêkên li herêmê bi rêya diyalog û aştiyê werin çareserkirin û got, "Em texmîn nakin şer ti pirsgirêkê çareser bike."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de di hevpeyvîneke taybet de pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.

Rûdaw: Li Munîhê silav li we be bînerên Rûdawê. Ez Ala Şalî me û dixwazim di hevpeyvîneke taybet de çend pirsên giring ji Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî bipirsim. Cenabê Serok, gelekî spas ji bo vê hevpeyvînê. Cenabê te, tu di van çend rojan de gelekî westiyayî. Her bijî û sax bî. Cenabê te li vir li Munîhê bi çendîn serok, serkirde û berpirsên cîhanî re civiya. Pirsa min ew e, gelo cîhan amade ye piştgiriya ji bo Herêma Kurdistanê berdewam bike û gelo şiyana Herêma Kurdistanê heye ku wekî hevkar û hevbeşekî civaka navneteweyî bidome?

Nêçîrvan Barzanî: Hatina me ya ji bo van konferansan zêdetir ji bo wê yekê ye ku em ji nêzîk ve xelkê bibînin, berpirsên cîhanî bibînin û tekezî li ser rola Kurdan a li herêmê bi awayekî giştî û li Îraqê bikin. Derbarê pirsa te ya li ser Herêma Kurdistanê; belê, ez wisa difikirim ku siyaseta Ewropî û siyaseta navneteweyî di wê yekê de zelal e ku dixwazin Kurdistaneke bihêz di nav Îraqeke federal de hebe. Ev li cem hemû dewlet û serkirdeyan zelal e. Dixwazin rola Herêma Kurdistanê roleke bibandor û cîdî be, dixwazin aram be û dixwazin Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqa federal de herêmeke bihêz be.

Ew ciyawaziya ku li cem me heye ew e ku em di çarçoveya destûra daîmî ya Îraqê de ne. Bê guman em nabêjin ew destûr temam e û ti pirsgirêkên wê nînin lê hinek mafên me hene û em dizanin hinek berpirsyarî jî dikevin ser milê me li gorî wê destûrê. Lê siyaseta navneteweyî heta niha ev e: Kurdistaneke bihêz di nav Îraqeke federal de.

Rûdaw: Kurdistaneke bihêz lê cenabê te çendîn civîn kirin, gelo di civîn û gotûbêjan de rexne li Herêma Kurdistanê nehat girtin ku piştî salek û çar mehan ji hilbijartinê, hêj parlamento ne çalak e û hikûmet ava nebûye?

Nêçîrvan Barzanî: Belê, ew yek ji mijaran bû. Ev mijar di nav civaka navneteweyî de qala wê tê kirin. Xelkê Kurdistanê baweriyeke zêde da hemû partiyan û rêjeya beşdariya di hilbijartinê de nêzîkî ji sedî 73 bû. Ev hemû ew bawerî bû ku li cem gelê Kurdistanê hebû. Bi dilniyayî ve, zêdetirî salekê ye ku hikûmet pêk nehatiye û ev cihê rexneyê ye li derve lê ji bo me bi xwe jî ne tiştekî ciwan e.

Di encamê de, ev mijareke giring e ku divê di demeke herî zû de were çareserkirin û em di hewldanên xwe de didomin da ku bi rastî em bigihîjin çarçoveyekê û têgihiştineke hevbeş li gel aliyên din, bi taybetî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), da ku ev hikûmet were pêkanîn.

Rûdaw: Cenabê Serok, Tirkiye hêzeke mezin e li Sûriyeyê û li herêmê. Cenabê te bi berdewamî di pêwendiyê de bû da ku ew şer raweste û aştî vegere navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê. Rola Tirkiyeyê di vê maweyê de çawa bû?

Nêçîrvan Barzanî: Dema ev pirsgirêk li Sûriyeyê qewimî, ez bi şexsî berdewam bûm di axaftina bi Tirkiyeyê re. Dikarim ji te re bibêjim rola Tirkiyeyê roleke gelekî erênî bû û bêyî alîkarî û piştgiriya Tirkiyeyê, gelek tiştên ku hatin kirin, nedihatin kirin.

Wekî mînak, tiştê li Helebê hat kirin û ew xelk bi aramî ji wir derket, bi rastî Tirkiyeyê roleke mezin tê de lîst. Rola Tirkiyeyê roleke gelekî erênî ye, roleke alîkar e da ku HSD û hikûmeta Sûriyeyê bigihîjin peymaneke hevbeş. Ev e tiştê min dîtiye û tiştê ez dibînim, rola wan roleke gelekî erênî bûye.

Rûdaw: Li vir li gel çendîn berpirsên cîhanê, yek ji mijarên giring ên we di gotûbêj û civînan de qalkirina pirsa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bû. Li vir em dikarin bibêjin garantî heye ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê parastî bin? Her wiha em dikarin bibêjin avakirina otonomiyê li Rojavayê Kurdistanê ketiye rojevê yan em dikarin bibêjin piştgirî çawa ne?

Nêçîrvan Barzanî: Eger pirs ji Şamê were kirin, dibe ku wisa texmîn bikin ku zêde dane Kurdan. Eger pirs ji Kurdan jî were kirin, dibe ku wisa texmîn bikin ku gelekî kêm wergirtine. Lê bi nêrîna min a şexsî, tiştê hatiye kirin tiştek e ku dikare ji bo her du aliyan baş be.

Di encamê de, siyaseta me li Herêma Kurdistanê ew e ku birayên me li Rojavayê Kurdistanê bigihîjin encameke baş bi Şamê re. Siyaseta me piştgiriya wê yekê dike ku ew bikarin bigihîjin encameke baş di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de. Ez wisa difikirim ya giring, çawaniya bicihanîna vê peymanê ye.

Me di van civînên ku li Munîhê hebûn li gel hemû aliyan, li gel Amerîkî û Ewropiyan, tekezî li ser wê yekê kiriye ku pêwîst e çavdêriya bicihanîna vê peymanê were kirin. Li cem me ev giring e. Tiştê min ji Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê û her wiha ji Serok (Ehmed) Şer bihîst, ew e ku bi kirdarî dixwazin ev peymana ku heye wekî xwe were bicihanîn.

Tiştê mebesta me ye jî û li cem me gelekî giring e, ew e ku her çi tê kirin derbarê Rojava û pêkhateyên din jî yên li nav Sûriyeyê, hemû bi awayekî ji awayan di nav destûra Sûriyeyê de bên bicihkirin. Me piştgirî da wê fermana Serok Şer. Ez wisa difikirim ew jî destpêkirineke gelekî baş bû bi rêyeke rast, ez wisa jî difikirim giring e hemû aliyên me hewl bidin evana di çarçoveya destûra Sûriyeyê de werin bicihkirin.

Rûdaw: Cenabê Serok, cenabê te li gel Mezlûm Ebdî û li gel Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê jî civiya, ku cenabê te amaje pê da. Min ji Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê pirsî, got Kurdan heta niha daxwaza otonomiyê nekiriye. Gelo di gotûbêjan de qala wê hat kirin?

Nêçîrvan Barzanî: Em divê realîst bin di vê mijarê de. Eger tê texmînkirin tiştê ku ê me li Kurdistana Îraqê heye, em dikarin heman tiştî li Sûriyeyê kopî bikin, ev nabe. Em hêvîdar in di encamê de ew otonomiya ku qal tê kirin, otonomî be ji bo herêmê û desthilat were dayîn bi wî sînorê erdnîgarî ku hem Kurd tê de ne û hem Ereb û hem Mesîhî. Ew bikarin karên xwe li wir bi rê ve bibin. Ev giring e. Wekî mînak, niha li hev kirine li ser wê yekê ku parêzgarê Hisîçayê navê wî şandine Şamê û wan jî erê kiriye. Bi nêrîna min ev gaveke gelekî baş e ber bi pêş ve.

Ji ber vê yekê divê em realîst bin û bi realîstî li mijaran binêrin. Tiştê li ser erdê em dikarin bi cih bînin çend e? Gotinên me li gel General Mezlûm û li gel Îlham Xanê (Ehmed) jî wisa bûye ku di vê qonaxê de, Kurd, wate ew jî, divê cîdî bin di bicihanîna wê peymana ku niha bi Şamê re kirine.

Rûdaw: Cenabê Serok, cenabê Serok Mesûd Barzanî, cenabê te û Birêz Kak Mesrûr rola we ya giring hebû. Hemû gelê Kurdistanê û hemû partiyên Kurdistanê piştgirî û yekdengiyeke bihêz ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan da. Gelo ew yekdengî bû cihê nêrîna berpirsên cîhanê?

Nêçîrvan Barzanî: Belê, bû cihê nêrînê. Bê guman ez dixwazim spasiya hemû gelê Kurdistanê bikim li hemû cihanê. Kurd li her cihî be, yên li derve bûn, li navxwe, li welatên din, hemû li ser vê mijarê yekdeng bûn. Ew yekdengiya Kurdan ji bo piştgiriya li Rojava gelekî bibandor bû.

Di vê pêvajoyê de, Cenabê Serok Barzanî, Kak Mesrûr, ez û hemûyan tiştê ji destê me hatibe ji bo aramiya Sûriyeyê, bi rastî me texsîr nekiriye. Her yek li gorî pêgeh û cihê xwe, me hemûyan hewleke cîdî daye. Li cem me, ev ne ew e ku em minetê li wan bikin, belkî me erka xwe ji bo xwişk û birayên xwe yên li Sûriyeyê bi cih aniye.

Rûdaw: Li vir serok û berpirsan gelekî qala rola cenabê te kir û wan got rola we ya giring hebûye. Hemûyan destxweşî li te kir. Hinekan ji min re got, "Dema cenabê serokê we hebe, pêwîstiya we bi kesê din nîne." Pirseke min a din heye, Cenabê Serok, gelo YNK û PDK hefteya bê dicivin?

Nêçîrvan Barzanî: Heta niha me du civîn li gel YNKyê kirine. Cenabê Serok Barzanî nêzîkî 10 rojan berê civînek li gel Birêz Kak Bafil kir. Roja Çarşemê, berî ku ez werim vê derê, min civînek li gel Kak Bafil hebû û piştî wê jî civîneke gelekî baş li gel Cenabê Serok hebû. Em di prensîbê de li hev kirine ku ev civîn berdewam bin û bi rastî her du civîn, civînên baş bûn.

Wate, dikarim bibêjim civîn ne xerab bûn lê ev kar dixwaze. Ne ew e ku em bibêjin em gihîştine peymanekê li ser tiştekî, lê her bi xwe civîn bi wî awayê ku hatin kirin, ez wisa difikirim tiştekî baş bû. Em hewl didin ber bi pêş ve biçin bi arasteyeke rast. Ev civînên me jî dê berdewam bikin heta ku em digihîjin xaleke hevbeş û înşalah ku xêra hemû Kurdistana tê de be.

Rûdaw: Lê hêj li ser yek namzedî ji bo posta serokkomar li hev nekirine?

Nêçîrvan Barzanî: Nexêr, heta niha me li ser wê li hev nekiriye.

Rûdaw: Pirsa min a dawî ji cenabê te ew e, tu civînên xwe yên li Munîhê yên îsal çawa bi nav dikî? Ji ber ku bi rastî yên îsal ji yên par ciyawaz bûn.

Nêçîrvan Barzanî: Eger tu li hemû civînan binêrî, civîn gelekî baş bûn. Mijar ne şexsî ye, em nûnertiya gelê xwe dikin û serbilind in bi wê yekê ku cîhan bi wî awayî rêzê li gelê Kurdistanê digire. Ev cihê şanaziyê ye ji bo me ku em di vê postê de ne û ev jî encama wê xebat û mandûbûna gelê Kurdistanê ye bi awayekî giştî. Ez wisa difikirim asta civînan û ew giringiya ku ji bo Herêma Kurdistanê heye, cihê şanaziya hemûyan e.

Rûdaw: Lê ji ber ku niha herêm bi rastî di bin metirsiyê de ye...

Nêçîrvan Barzanî: Bi dilniyayî ve, siyaseta me ew e ku herêm di bin metirsiyê de ye, lê di rastiyê de em dixwazin ev mijar bi gotûbêj û bi awayekî aştiyane werin çareserkirin. Em texmîn nakin şer ti pirsgirêkan çareser bike. Em dixwazin pirsgirêk bi aştî werin çareserkirin.

Rûdaw: Birêz cenabê Serok, gelekî spas ku tu li gel me bûyî.