Oral Çalişlar: HDP bi dengên kevneparêzên kurd serket

Stenbol (Rûdaw) – Rojnamevan û nivîskar Oral Çalişlar ragihand di hilbijartina 7ê Hezîranê de aliyek ê dengdêran xwestin dersekê bidin AK Partiyê û wiha domand: “Wan dixwest AK Partî lawaz bibe, lê nedixwestin desthilatî ji destê wê derbikeve.”

 

Oral Çalişlar anî ziman li gorî rapirsiya piştî hilbijartina 7ê Hezîranê hatî kirin, hejmarek zêde ji dengdêran poşman bûne ku dengên xwe nedane AK Partiyê û wiha got: “Li gorî rapirsiyê heger îro hilbijartina bê kirin AK Partî dê dengên xwe bigihîne ji sedî 45ê.”

 

Çalişlar pirsên Rûdawê yên derbarê hilbijartina giştî ya Tirkiyeyê de bersivand.

 

Tu encama hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an çawa dinirxinî?

 

Çend encamên hilbijartina 7ê Hezîrana 2015an heye û herwiha mirov dikarê çend şiroveyan jî bike. Encama yekemîn; desthilatdarî yek partiyê bidawî bû. Encama duyemîn; AK Partiyê ji sala 2002yê heta niha, her dengên xwe zêde dikir lê vê cara dengên xwe kêm kir. Encama seyemîn; partiya kurdan HDP cara ewil e ku benda hilbijartinan derbas dike û bi 80 parlamenteran tevlî Parlamentoya Tirkiyeyê dibe. Encama çaremîn; Dijbereya Tirkiye li ser ahengiya MHP û HDPê tê avakirin. Encama pencemîn jî; HDPê li gel partiya ku ji aliyê siyasî ve herî nêzîkî wê AK Partiyê re ketiye di nav polemîkê de.

 

AK Partiyê jî heman tişt kir. AK Partî ji bo dengên nijadperestan bi dest bîne, li dijî kurdan ket nav polemîkan. Herwiha ev yek bo sedema ku dengdêrên kurd dengên xwe nedin AK Partiyê. Piştî encamên hilbijartinê diyar bûn daxwazek heye ku Tirkiye bê ser rêya xwe ya berê. Ji ber sedema ku parlamento hêj venebûye û xebatên avakirina hikûmeta hevpeymaniyê dest pê nekiriye, em niha nizanîn dê çi bibe. Herwiha em nizanîn ka hevpeymanî dê pêk were an na.”

 

Li gorî te, AK Partî dê hevpeymaniyê li gel kîjan partiyê pêk bîne?

 

AK Partî û HDPê him pêvajoya çareseriyê bihev re meşandin û him jî hin gavên demokratîk bihev re parastin. Ji bo vê yekê jî li gorî min nêrînên AK Partiyê û HDPê herî nêzîk hev in. Herwiha ji aliyê demokrasiyê ve jî AK Partî û HDP du partiyên herî nêzîkî hev in. Ya herî baş ew e ku AK Partî û HDPê bihev re hikûmeta hevpeymaniyê ava bikin.

 

Lê di dema kampanyayên hilbijartinê de her du aliyan derbarê hev de rexneyên gelekî bitundî kirin. Heta ku HDPê kampanya xwe li ser gotina “Em Erdogan nakin serok” meşand û dengên kesên ku nedixwest Erdogan bibe serok wergirt. Ji ber vê yekê jî hinekê zêhmet e gavekê paşve bavêje. Tê xuyakirin dê AK Partî û CHP hevpeymaniyê bikin. Ev hevpeymanî dibe ku ji bo Tirkiyeyê jî baştir be.

 

Dibe ku HDP li gel MHPê hevpeymaniyê bike?

 

Li gorî min heyfa dengên kurdan e, heger HDP li vel MHPê hevpeymaniyê bike. Heger HDPê li gel partiyekê li dijî pêvajoya çareseriyê, li dijî rakirina wesayita leşkerî li hev bike; heyfa wan dengan e ku  wergirtî ye. Kurdan ne ji bo ku pevçûn dest pê bikin dengên xwe dan HDPê.

 

Te dengê xwe da HDPê?

Erê. Min dengê xwe da HDPê.

 

Di vê hilbijatinê de aliyên çep dengên xwe dan HDPê?

 

Em dizanîn ku niha li Tirkiyeyê dengên aliyê sosyalîst nagihêjî ji sedî yekê. Ji ber vê yekê dengê xwe bidin aliyekê çi ye, nedin çi ye. Ez bawer dikim ku HDPê dengên ji bilî Kurdan standî ne zêdetire ji sedî 1,5ê ye. Ew dengdêrên HDPê yên ji bilî Kurdan, piraniya wan kesên ku ji Erdogan hêrs bûyîn bû.

 

Heger hikûmet neyê avakirin dê hilbijartina pêşwext bê kirin? Heger dîsa hilbijartin bê kirin HDPê dê dîsa benda hilbijartinê derbas bike?

 

Rapirsiyek piştî roja hilbijartinê hat kirin. Li gorî wê rapirsiyê rêjeya dengan wiha ye: Rêjeya dengên AK Partiyê digihêje ji sedî 45, CHP ji sedî 25, MHP dadikeve ji sedî 14 û herwiha rêja dengên HDPê jî dadikeve ji sedî 12ê. Piştî ku encama hilbijartinê diyar bû hejmarek zêde yên dengdêran poşman bûne, ku dengên xwe nedane AK Partiyê û dane HDP û MHPê.

 

Çima?

 

di eslê xwe de aliyek ê dengdêran dixwest ku dersekê bide AK Partiyê. Wan dixwest ku AK Partî lawaz bibe, lê nedixwestin desthilatî ji destê wê derbikeve. Dengdêran dît ku Tirkiye ber bi hikûmeta hevpeymanî û krîza aborî ve diçe.

 

Siyaseta Tirkiyeyê niha ber bi durexiyê ve diçe? Gelo du modelên wek demokratên sosyalîst û kevnêparêzên demokrat derdikeve holê?

 

Niha HDPê çi qasî partiyek sosyalîst e ne diyar e, ev yek dikare bê nîqaşkirin. Aliyek HDPê yê netewî heye. Bêguman di nav dengdêrên wê de kesên çepgir hene lê ji sedî 90 dengdêrên wê kurdin. Ji ber vê yekê jî em nikarin bibêjin ji sedî 90ê wê sosyalîst in. HDPê bi saya dengdêrên kurdên kevneparêz benda hilbijartinê derbas kir.

 

Kurdên oldar çima di vê hilbijartinê de dengen xwe dan HDPê, nedan AK Partiyê?

 

Sedema vê yekê hinek helwestên Serokomar Erdogan bû. Erdogan li hemebrî kurdan zimanek ne baş bikaranî û ji ber vê yekê jî kurdên oldar dengên xwe dan HDPê. Li gorî min ji bo girseyê oldar ê dengên xwe dayîn HDPê, em dikarin bibêjin HDP ne partiyek sosyalîst a demokrat e, partiyekê netewî ya demokrat e. 

 

Piştî hilbijartinê oldarên tirk gotin dengdêrên kurd bêbext derketin. Tu vê yekê çawa dinirxinî?

 

Niha pirsgirêka kurdî mijarek netewî ye, ne mijararek olî ye. Ji bo vê yekê jî kurdan di hilbijartinê de helwesta xwe ya siyasî dan pêş. Kurdan dest ji îslamiyetê bernedaye. Lewma oldarên tirk di wê rexneyan xwe de ne mafdar in. Oldarî her tim di nava vê civakê de heye. Ti caran îslamiyet nehatiye îzolekirin lê kurd tên îzolekirin. Erdogan digot; “Pirsgirêka kurdan nîne. Kobanî ber bi ketinê ye.” Helbet ev gotinên wiha bandorê li kurdan bike. Vêca oldarên tirk rabin bibêjin dengdêrên kurd bêbext derketin ev yek ji rastiyê dûr e. A rast ew e ku AK Partî li rewşa binêrê û bibêje çima kurdan dengên xwe nedan min.

 

Ji bo meşandina pêvajoya çereseriyê AK Partî li gel kîjan partiyê hikûmeta hevpeymaniya ava bike dê baştir be?

 

Dibe ku hikûmeta ji aliyê AK Partî û CHPê ve bê avakirin ji bo çareserkirina pirsgirêkan bibe derfetek. Hevpeymaniya AK Partî û CHPê ji bo pêşketina çareserkririna pirsgirêka kurdî girîng e. Dibe ku ji niha pêve herdu partî di aliyê mijarên makezagonê de xebatên girîng bikin. Lê heger AK Partî li gel MHPê hevpeymaniyê bike; dê ji bo pêvajoyê ne baş be. Jixwe Devlet Bahçelî gotibû; heger partiyek bibêje pêvajoya çareseriyê pêşengiya me ye, bila neyê ber deriyê me.

 

Qendilê ragihandibû: “Ocalan û HDPê nikarin biryara çekdanîna me bidin.” Qendîl û Ocalan ji hev dûr dikevin?

 

Edî ti wetaya PKK li Tirkiyeyê şer bike nîne û herwiha aliyek di mijara şerî de piştgiriya wê jî bike nema. Ji bo helwesta civakî ya niha li Tirkiye, derbaskirina hilbijartinê ya HDPê ne helwestek di cih de ye PKK bibêje ezê bi çekan pirsgirêkên xwe çareser bikim.

 

Heger em bibêjin tê çima dest bi şerî kir, dê bibêjin di parlamentoyê de nûneritiya min nebû, mafê min nebû, ez rêxistina xwe ava bikim û bi serbestî ramanên xwe bînim zimên. Sedêmên şerê PKKê ev bûn. Niha ji 100an zêdetir rêveberiya şarederiya di destên wan de ye, 80 parlamenterê wê ketin parlamentoyê, partiya wê li Tirkiyeyê meşru bûye û benda hilbijartinê jî derbas kir. Ma li ser wan re dikarê bibêje ezê dest bi têkoşîna biçekan bikim?

 

Ji ber wan sedeman jî ti wateyên daxuyaniyên Qendîl û PKKê yên derbarê paşerojê de nînin. Di navbera Qendîl û Ocalan de hin cudabûn hene, lê neketine beramberê hev. Rastiyekê wiha heye: Damezrînerekî pêvajoya çareseriyê Abdullah Ocalan e. Ocalan di dema Newroza 2013an de gotibû “Wextê bikaranîna çekan bidawî bû”. Ne Qendîl, ne HDP û ne jî hin rewşenbîran bawer kir. Digotin PKK dê guhdariya Ocalan neke û dê şerî bike. Wek gotina Ocalan çêbû. Ev rewş jî herî zêde kêrî kurdan hat.

 

Hevpeymaniya nû bê avakirin, pêwendiyên wan dê li gel Başûrê Kurdistanê re çawa be?

 

Pêwendiyên Tirkiye ji bilî yên siyasî, yên aborî jî gelekî li gel Kurdistanê pêş ketine. Em dizanîn ku ji Tirkiyeyê çend siyasetmedarên endamên partiyan û karsaz li Kurdistanê şirket vekirine û kar dikin. Di nava wan de endamên MHPê jî hene. Ez bawer dikim heger ku CHP û MHPê jî hikûmetê ava bikin dê dîsa pêwendiyên Tirkiyeyê yên li gel Kurdistanê neyên guhertin.

 

Li Başûr behsa serxwebûna Kurdistanê tê kirin. Tu serxwebûna Kurdistanê çawa dibînî?

 

Heger kurd bixwazin bibin serbixwe ev yek mafê wan ê siruştî ye. Lê li gorî min li Tirkiyeyê, kurd li gorî wan derfetên ku demokrasî dide me bihevre bijîn baştir e.

 

Oral Çalişlar kî ye? 

 

Oral Çalişlar di sala 1946an de li Mersînê ji dayîk bûye. Dibistana amadeyî di Koleja Amerîkan a Tarsusê de bidawî dike. Salekê di Beşa Avadaniyê ya Zanîngeha ODTUyê de dixwîne, 1966ê de derbasê Akademiya Aborî û Zanînên Bazirganiyê ya Stenbolê dibe.

Bi pêşengên ciwanan ên wê demê yên wekî Deniz Gezmiş re hevaltiyê dike. Di nava komêm çepgiriya tirk de têdikoşe.

Di darbeya sala 1971ê de tê girtin, heya sala 1974ê di zîndanê de dimîne. Sala 1978ê di kovara Aydınlıkê dixebite û herwiha di Komîteya Navendî ya Partiya Karker û Gundiyên Tirkiyeyê (TIKP) de cih digire.

Di derbeya  12ê Îlona 1980ê de dîsa tê girtin, sala 1988'ê serbest tê berdan.

Bi rojnamevan İpek Çalışlar re zewiciye.