Heypeyvin: Gonul Morkoç
Neviyê Şêx Seîd Muhammed Dara Akar got, “Divê dewletek û statuyek ya kurdan jî hebe. Ya herî nêzîke vê Başûrê Kurdistanê ye. Fikra min ya derheqê Bakurê Kurdistanê de jî ev e: Ji berê ve jiyanek ya tirkan û kurdan a yekgîrtî heye. Ev yekgîrtî dikare zerare nebîne û çareserkirna pirsgirêka bê ditîn.”
Endamê Tevgera Azadiyê Akar got, “Heqê me nîne em ji tu kesê lêpirsîna navbeyna wan û Xwedê bikin.”
Akar ji me re behsa Tevgera Azadiyê û bapîrê xwe Şêx Seîd kir.
Azadî pêşiye wek înîsiyatîfê hewl da paşê jî wek tevger bi rêxistin bû. Hûn li ser kijan pîvanan bi rêxistin dibin?
Tiştê ez bînîm zimên fikrên min yên şexsî ne. Em rêya Ahmedê Xanî, Şêx Ubeydullahî Nehrî, Şêx Seîd, Agirî, Dersîm û ya Melê Mistefa Barzanî ji xwe re dikin reber. Em ji aliyekê ve karê nirxeke mezin bidin ramanên wan û ji aliyekê ve jî karê sîyasetekî li gorî vî dêmî lidarixin. Em hewl didin li ser kevneşopeyê ramanên nûjen ava bikin. Tevgera Azadiyê di encama gotûbejkirin û li hevkirina komên dîndar de hate damezirandin.
Kîjan cemaetan cih girtin?
Tevgera Azadiyê piranî ji komên kurd û yên îslamî hate damezirandin. Em dixwazin bibin hawara yên ku ziman, ol û nasnama wan hatîn binpêkirin.
Sîyaseta kurdan heqên yên din jî “gelê ku ziman û nasnameya wan hate qedexekirin” diparêze, ferqa we çî ye?
Hem ramanên me hem jî metodên me cuda ne. Em dixwazin beşa civakê ya ku dixwaze girîngiyê bide îslamê û kevneşopiya xwe, temsîl bikin. Em têgihînêk sivîl û piranîparêz dipejirînin. Herwiha hurmeta me ji yên ku wek me ne hizirin re jî heye.
Cihe kurdên elewî di vê çarçovê de ku dere?
Em li hemû nirxên erdnigariya xwe xwedî derdikevin. Gelê elewiyan gelêk mezlûm e. Bi sedan salan êş kişandine. Giyanê kerbelayê berxwedana zilmê ye. Em ê bi giyanê Kerbelayê birayên xwe yên elewî hembêz bikin. Şêx Seîd jî banga têkoşîna hevbeş kiribû.
Navbeyna we û kurdên ateîst çawane?
Meseleya baweriye meseleyek şexsî ye. Em ne şermezar dikin û ne jî heqê me ye em şermezar bikin. Kesên ku prensibên me bipejirîne dikarin bibin endame Tevgera Azadiyê. Deriyê me ji kurdên atêist re jî vekirî ye. Heqê me nine em ji tu kesê lêpirsina navbeyna wan û Xwedê bikin. Di nav Azadiya sala 1925ê de kurdên laîk û yên modern jî hebû.
Kurdên Bakurê Kurdistanê statûyên wek federasyon, xweserî û serxwebûnê dixwazin. Tevgera Azadiyê çî dixwaze?
Ji beriya du salan deklerasyonek hevpar ji aliyê hemû partî û komên ve hat weşandin. Bi hezaran kesî jî îmze kir. Li gorî wê, daxwazên kurdan yên hevpar, perwerdeya zimanê zikmakî, li hemû saziyên dewlete zimanê kurdî serbest bibe û statuyek ji bo kurdan bê dayîn bûn. Azadiyê jî ew deklerasyon îmzekiribû.
Bapîrê we Şêx Seîd niha sax bûya ji bo kurdan çî bixwestiya?
Heger Şêx Seîd bijiya dê daxwazen xwe li gorî şertên îro anîba zimên. Şêx Seîd hemberî destûra bingehî ya sala 1924ê ya ku ser înkara kurdan hatî çêkirin nerazîbûna xwe dabû xuyandin. Şêx Seîd payîza sala 1924ê nameyek dabû kurê xwe Şêx Alî Riza Efendî da ku bide nûnergeha Neteweyên Yekbûyi ya li Şam û Beyrûtê. Di nameyê de wiha hatibû nivîsandin: “Em netewek xwedî bingeh in, heqê me ye ji netewebûne tên hene. Heger hûn li gel Hikûmeta Enqereyê peymanek girebidin heqê netewa kurdan piştguh nekin. Em dê li hemberî Xwedê ji we dozdar bin.”
Wê serdemê hej Peymana Lozanê ne hatibû îmzakirin. Li gorî Şêx Seîd, çi heqê wan neteweyên din hebe divê ew heqên yê kurdan jî hebe.
Dewletên wan hene...
Divê dewletek û statuyek ya kurdan jî hebe. Ya herî nêzîke vê Başûrê Kurdistanê ye. Fikra min ya derheqê Bakurê Kurdistanê jî ev e: Ji berê ve jiyanek ya tirkan û kurdan a yekgîrtî heye. Ev yekgîrtî dikare zirare nebine û çareserkirina pirsgirêka bê dîtin. Heta kurdên ji derveyê Tirkiyeyê jî dikarin di bin dizayna li Tirkiyeyê de medeniyeteke hevpar cihbigirin.
Gelo di rojeva we de partîbûn heye?
Tê niqaşkirin. Armanc û daxwaza me ya partibûnê heye. Lê belê biçekê jê re wext pêwîst e. Ji bo hilbijartinên sala 2015ê tu xebatên me yên ser partîbûnê nînin. Daxwaza me ne di demek kin de bibin partiyek popûler. Armancama ya yekem yekîtiya kurdan e. Em ê ji gelê xwe bipirsin ka pêwistiya partiyek heye an nîne. Li gorî vê yekê dê hewl bidin. Em dixwazin kurd di demek kurt de li ser pirsgirêkên hevpar tîfaqa xwe çêbikin û kongreya neteweyî lidarbixin.
Hûn hem neviyê Şex Seîd in hem endame Tevgera Azadî hem jî ji AK Partiye endame Meclîsa Şaredariyê ne. Ev nabe sedema rexneyan?
Li vîr nakokiyek nine. Herwiha Azadî ne partiyek e. Tevgerek sîyasî û fikrî ye. Eger bû partî ez dê wê demê biryara xwe bidim. Lê belê disa jî ji ber vê yekê jî min di Tevgera Azadiyê de tu erk wernegirtin. Ez wek endamekê hewl didim. Hin hevalên wek min din jî hene. Hinek di Hal-Parê û hinek BDPê de sîyasetê dikin. Wan jî di rêvebiriyê de cih negirtin. Felsefeya Azadiyê xala me ya hevbeş e.
Ez li hemû dera heman rastiye dibêjim carna ev dibe sebeba bedel dayine jî. Ez piştî axaftina Recep Tayyip Erdogan ya sala 2005ê ya li Amedê kiri tevlî AK Partiyê bûm. Axaftinek înkarkirina kurdan a 90 salan jinav rakir. Heta niha her çiqasî kemasî hebin jî gavên girîng hatine avêtin. AK Partiyê TRT 6 avakir, li zanîngeha beşa zimanê kurdî da vekirin û sondxwarina li dibistanan da rakirin. Ev kiryar bo sedema kurd ji aliyê dewletê ve wek fermî hat nasîn. Ez jî ji bo piştgiriya wan tişitan û ya pêvajoya aştiyê di AK Partiyê de sîyasetê dikim.
Muhammed Dara Akar / Portre
Muhammed Dara Akar sala 1969ê li navçeya Piran a Amedê ji dayikbû. Perwerdeya xwe li Amedê qedand. Sala 1993ê beşa Hiqûqê li Zanîngeha Diclê ya Amadê qedand. 20 sal in ser mafê mirovan û hindikahiya dixebite. 4 sala di TRT 6ê de bernameyên kurdî û yên zazakî çekir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse