Sirri Sakik: Rêya aştiyê, hatina Mezlûm Ebdî ya Tirkiyeyê ye
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik diyar kir ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurdan ne li Şamê, li Qamişloyê ye û bangî hikûmeta Tirkiyeyê kir ku rasterast bi Rêveberiya Xweser re rûnê.
Sirri Sakik her wiha eşkere kir ku ji ber helwesta wan a aştiyane, lîsteyeke kuştinê ya 10 kesan hatiye amadekirin û gef li wan tên xwarin.
Sakik beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser pêvajoya çareseriyê, peyamên Ocalan û gefên li ser siyasetmedarên Kurd bersivandin.
"Ocalan manîfestoya çareseriyê pêşkêş kir"
Sirri Sakik bal kişand ser peyama dawî ya Abdullah Ocalan û wiha axivî:
"Piştî 43 mehan tecrîdê, Birêz Ocalan 27ê Sibatê manîfestoyek pêşkêş kir.
Wî bi zelalî got, 'Eger şert û merc bên amadekirin, ez xwedî wê hêzê me ku vê pirsgirêkê ji zemîna şer û tundiyê bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî.'
Ocalan daxwaza fesixkirina rêxistinê û danîna çekan kir lê belê heta niha Komîsyona li Parlamentoyê û dewletê gavên şênber neavêtine."
Sakik rexne li hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Şamê re girt û got ku navnîşana rast Rojavayê Kurdistanê ye û wiha pê de çû:
"Ez ji Hakan Fîdan û rayedaran re dibêjim; hûn çima diçin Şamê? Pismamên me li Rojavayê ne.
Berê Salih Muslim dihat Enqereyê û bi xalîçeyên sor dihat pêşwazîkirin.
Wê demê çi zerer gihîşt Tirkiyeyê? Berovajî, dostaniyeke mezin çêbûbû.
Îro jî divê Hakan Fîdan û şandeya dewletê neçin Şamê, divê herin Qamişloyê û bi Mazlûm Ebdî re rûnin.
Kurdên Rojavayê şer naxwazin, ew dixwazin cîranên baş bin."
Sakik li ser pirsa "Gelo DEM Partî dikare di navbera Enqere û Qamişloyê de navbeynkariyê bike?" amadebûna partiya xwe nîşan da û got:
"Em wekî DEM Partî amade ne. Em dikarin şandeyekê amade bikin, herin Qamişloyê û bi Birêz Mazlûm Ebdî re bicivin.
Em dixwazin bibin pirek di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de lê ya girîng ew e ku dewlet bi xwe, Birêz Erdogan û Birêz Bahçelî vê gavê biavêjin. Aştî bi dijminan re tê kirin, ne bi dostan re."
Sirri Sakik bal kişand ser gefên ku li siyasetmedarên Kurd tên xwarin û got ku ev gef ji aliyê derdorên nijadperest û hinek hêzên tarî ve tên kirin û anî ziman:
"Ji ber ku em aştiyê diparêzin, em dibin hedef.
Lîsteyeke kuştinê ya 10 kesan amade kirine. Gefan li me û malbatên me dixwin, behsa suîqestan dikin.
Em û malbatên xwe bûne mexdûrên vê siyasetê lê bila baş zanibin, em ji mirinê natirsin.
Jiyana me ji bo gelê Kurd feda ye. Me ev rê hilbijartiye û em dê dev ji doza aştiyê bernedin."
Sakik di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku çareseriya pirsgirêka Kurdan divê hemû parçeyên Kurdistanê li xwe bigire û got:
"Aştî nayê parçekirin. Nabe ku li Bakur aştî hebe lê li Rojava û Başûr dijmintî hebe.
Divê Tirkiye bi Kurdan re li her derê li hev bike.
Pêwîstiya me bi yekîtiya neteweyî heye. Heke li Rojavayê statuyek hebe, ev ne li dijî Tirkiyeyê ye, berovajî, dê bibe sedema aramiyê."
Hevpeyvîna Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik a bi Dilbixwîn Dara re:
Rûdaw: Hikûmet ji bo projeya çareseriyê gihîştiye kû derê? Xelk meraq dike, gelo qezenca Kurdan dê di vê pêvajoyê de çi be?
Sirri Sakik: Ev pêvajo nêzîkî 14-15 meh in dimeşe, 27ê Sibatê Birêz Ocalan manîfestoyek anî zimên. Wî got, "Ji vê saetê û pê ve em dev ji çek û sîlehan berdin û bi demokrasiyê, paradîgmaya xwe li ser demokrasiyê înşa bikin." Daxwaza wî ji KCK û PKKyê hebû, xwest ku xwe fesix bikin. Got ku çek û sîleh di roja îro de ne kar û barê me ye. Ji wê rojê heta îro PKKyê çend gavên mezin avêtin. KCK û PKKyê civîneke mezin kir û got, "Em jî dixwazin bê çek û sîleh bibin û em xwe fesix bikin." Pişt re meha Tîrmehê, 11ê mehê, dema ku çek û sîleh hatin şewitandin ez jî li wê derê bûm, li Silêmaniyê. Kurdan ew peyam da û got, "Em naxwazin îro çek û sîleh hebin. Eger hûn dibêjin çek û sîleh, em çek û sîlehên xwe dişewitînin." Ji wê rojê heta îro, hîn jî gav nehatine avêtin. Komîsyon car caran kom dibe. Belkî heta îro komîsyonê tiştekî ku baş anîbe ziman tune. MHP, AK Partî û DEM Partî, sê partî endamên komîsyonê çûn cem Birêz Ocalan. Yanî mixetabê vî karî kî ye? Birêz Ocalan e. Çûn ev hevdîtin kirin. Lê xêra wê, heta îro komîsyonê tiştek neanî holê. Yanî tiştekî ku bibêjin, ey Kurdno, baweriya we pê hebe, em gaveke baş davêjin, hûn jî werin li tenişta me cih bigirin nekirin. Li her cihî, li her axa Kurdan, Kurd tên alîkariya aştiyê, biratiyê û yekîtiyeke mezin çêdikin. Divê ev proje, projeya me tevan be. Lê hûn jî gavê bavêjin. Ne parlamentoyê û ne jî komîsyonê heta îro gav neavêtine. Hûn dikarin hinekî gavê zû bavêjin. Mînak, Kek Selahattîn û wan dikarin azad bikin. Çimkî hem Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û hem jî Dadgeha Destûra Bingehîn biryar dabû. Ji ber ku Selahattîn û ew bê sûc in, bê guneh in. Ew 9 sal, 10 sal û bêhtir e, diviyabû ew azad bibûna. Lê heta îro hîn jî em sebir dikin, em dibêjin belkî gavê bavêjin. Umîdeke mezin di nav gel de heye lê gel naxwaze bi vî awayî dereng bixin. Bi Kurdî dibêjin "Av di golê de bimîne, av genî dibe." Ev meseleke dûr û kûr e, divê di golê de nemîne, dereng nekeve.
Rûdaw: Mînak, dema ku hûn diçin Birêz Abdullah Ocalan dibînin, bê guman meseleya Rojavayê Kurdistanê jî tê rojevê. Ocalan ji bo Rojavayê çi difikire? Mînak, ji HSDyê dixwaze çekan deyne yan na?
Sirri Sakik: Kekê ezîz, yanî heyeta ku diçe û tê, heyeta hevalên me, dibêjin Ocalan ji bo Rojavayê tiştekî wiha neaniye ziman. Lê li Tirkiyeyê endamên partiya wan, wezîrê wan ê karên derve, berdewam vê yekê tînin ziman, dibêjin tiştekî wiha heye. Em jî ji ber wê dibêjin; ew komîsyona ku diçe Îmraliyê, li wê derê heyet û nivîsên wan hene. Bi çi şiklî ye, bila zelal bikin, gel jî zanibe. Wê rojê careke din min li Parlamentoya Tirkiyeyê axaftinek kir. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan jî li wê derê bû.
Min jê re got, birayê ezîz, tu ji bajarê min Mûşê yî. Bapîrê wan ji Mûşê çûne aliyê Wanê, ji wê derê hatine Enqereyê. Lê li wê derê pismamên wî hebûn, heta min bi Kurdî got, min got "Pismamên te li Mûşê dibêjin, bila Fîdan neçe Şamê, bila pismamê me neçe Şamê, bila here Rojavayê." Daxwaziya Kurdan, hûn diçin Şamê tên, em pê dizanin lê ya rast cihê ku hûn herin, divê ew cih Rojavayê be. Heta herin bi Mezlûm Ebdî re hevdîtineke mezin bikin. Kurd wê dixwazin. Heta min jê re got hûn di nava Kurdan de hem sulhê dikin û di nava Kurdên din de jî hûn nikarin şer bikin. Ew navê wê nabe "sulh". Eger hûn li Bakur dixwazin "sulh" û aştiyek çêbibe, bi Kurdên din re jî, yanî hem li Rojavayê û li her çar parçeyên Kurdan jî, hûn gerek bi Kurdan re dostaniyê bikin. Hûn li Bakurê dibêjin em dê aştiyê çêbikin, ji Başûrê yek tê vê derê Kek Mesûd tê hûn qiyametê radikin. Ev ne dostanî ye. Li Rojavayê, gelê wê derê, xelkê wê derê ji xwe re tiştekî nû çêkiriye. Hûn nikarin dijmintiya wê bikin. Yanî karê Rojavayê ye, ew meselaya wan e. Hûn bi dostî dikarin alîkariyê bikin. Lê li Tirkiyeyê tiştekî wiha tînin ziman. Dem bi dem hem Erdogan, hem Bahçelî dibêjin; tenê danîna çekan ji bo PKKyê nîne, ji bo Rojavayê ye jî. Lê Tevgera Kurdan jî dibêje tiştekî wiha nîne. Em dixwazin "sulh" di navbera me de çêbibe. Di nava Kurdên Rojavayê û yên Bakurê de jî dostanî çêbibe. Di navbera wan û Tirkiyeyê de jî hiqûqeke mezin çêbibe.
Rûdaw: Gelo hûn amade ne, hûn hazir in Mezlûm Ebdî dawetî Tirkiyeyê bikin?
Sirri Sakik: Ele Wellehî divê bibe. Em pê kêfxweş dibin. Yanî min ji Hakan Fîdan re jî got, hûn kengî bixwazin herin, em jî hazir in. Bi rastî "sulh" bi vî şiklî tê kirin. Berê gazî Salih Muslim kiribûn, anîbûn vê derê, qiyamet ranebû. Yanî çi bû? Dostaniyeke mezin çêbû. Îro jî gazî bikin û bila bên, em bawer in tevahiya Kurdan jî dê pê kêfxweş bibin. Ew însanên li Rojavayê ew qas kedeke wan a mezin heye, ew jî dê pê kêfxweş bibin. Kes naxwaze bi Tirkiyeyê re şer û pevçûn çêbibe. Dibêjin bila "sulh" çêbibe. Rêya aştiyê jî ew e ku Mezlûm Ebdî were Tirkiyeyê.
Rûdaw: Li gorî nêrîna te, baş dibe wekî mînak hûn şandeyekê amade bikin, ji DEM Partiyê biçin Qamişloyê li gel Mezlûm Ebdî bicivin. Belkî hûn bibin pirek, navbeynkarek di navbera Qamişlo û Enqereyê de. Mînak hûn partiyeke mezin in wekî DEM Partî, dikarin vê rolê bilîzin?
Sirri Sakik: Wellehî em dixwazin. Ji xwe em ji bo çareseriya vê mesleyê li vê derê ne, di parlamentoyê de ne. Ez zemanekî pir dirêj, ji 91ê heta îro di parlamentoyê de me. Ji wê rojê heta îro em dixwazin em pireke mezin çêbikin. Pir ne tenê di nava Bakur û Tirkiyeyê de, na. Em dixwazin li kû derê Kurd hebe, yanî Tirkiye û di nava Tirkiyeyê û wan Kurdan de em pireke mezin çêbikin. Eger ku bibe, em dikarin herin. Lê daxwaza me tenê em nînin, em jî tê de bin lê li vê derê kî di destê wî de hêz, berpirsyariyeke mezin heye ew divê herin. Yanî Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, hêzên din ên rayedar, yanî ew herin. Xwezî Birêz Erdogan, Birêz Bahçelî wan tiştekî wiha bianiya ziman. Em bawer in wê demê tevahiya Kurdan, wan dê ji wan re hem dua bikirana, hem dê baweriya wan bi vê sulhê mezintir bûbûya. Eger ew gavê bavêjin, an jî di xalekê de tiştek bikeve ser milê me, em amade ne. Em ji bo aştiyê hene. Em ji bo ku ev şer û pevçûn û xwîn bê sekinandin hene. Bi Kurdî dibêjin "Xwedê avekê li vî agirî bike." Em jî dibêjin yanî avekê li vî agirî bikin, tiştek ji destê me bê, ser seran û ser çavan.
Rûdaw: Kek Sirri, ji salên 90î ve de ez te dişopînim. Yanî ji HEPê, DEPê, HADEPê, ji hemû ji wan deman de heta niha DEM Partî. Mînak tu her dem bi daxuyaniyên xwe ji bo piştgiriya Kurdan, ji bo çareserkirina meseleya pirsgirêka Kurdan xwedî helwesteke bi îstiqrar î. Heta niha qet tehdîd li jiyana te çênebûne ji ber van helwestên te?
Sirri Sakik: Wellehî jiyana me ji bo xelkê Kurd feda be. Kurd dibêjin, dew xwestin, kodik pişt re nabe. Em jî azadiyê dixwazin. Ji ber vê êrişî me jî dikin, îftira jî davêjin, tehdîdeke mezin (dikin). Me ji malbata xwe bi deh kesan, yên ku jiyana xwe dane, yên ku suîeqest lê çêbûne heye. Malbata me malbateke mezin e. Em tevahiya Kurdan pir mexdûr bûne, em tev jî mexdûr bûne lê me rojekê bi paş de gav neavêtine. Û şiyara me, em dewamî dibêjin bila aştî çêbibe, sûlh çêbibe, ev xwîn bisekine. Kurd jî mîna însanan jiyana xwe bikin, heq û hiqûqê Kurdan biparêzin, ji wan re siyanetê bikin.
Ev li kû derê du Kurd du keviran bidin ser hev dijmintiyê dikin. Yanî Kek Mesûd çend roj ewil hat Cizîrê. Yanî çi bû, çi qewimî? We qiyamet rakir. Me got bavê min, çi bû, çi qewimî? Yanî dostê we ne, tên, diçin. Wexta hûn jî herin wê derê hûn dibin "ezîzê wan, mêvanê wan". Çima bi çek û sîleh hatine? Bavê min, çek û sîlehên we tev li Kurdistanê hene. Çi qas heq û hiqûqê we hebin, ên Kurdan jî hene. Wexta em tînin ziman, ên nijadperest me tehdîd dikin, zarokên me tehdîd dikin.
Lê ji vê saetê şûn ve bi paş de avêtina gavan nîne. Em tev aştiyê dixwazin. Li vî welatî hinek kes hene neyarên Kurdan e. Kurd çi li Başûr bin, li Rojava bin, li Rojhilat bin, heta li Amerîkayê bin, dijmintiyê dikin. Yanî doh dîsa şer û pevçûna me çêbû. Me got bavê min hûn çima ji Alaya Herêma Kurdistanê re dijmintiyê dikin? Li dinyayê bi tonan alayên wan hene. Tenê hûn ji Kurdan re ew dikin. Bi vî şeklî yanî li Tirkiyeyê aliyekî wiha heye lê yên xwedî wîjdan jî hene. Mînak em car caran van tînin ziman li parlamentoyê, ên ku ne Kurd bin jî tên me pîroz dikin. Dibêjin hûn her hebin. Tev ne dijmin in. Ew ên ku ji xwîna siyasetê, yên ku ji xwînê menfeatê werdigirin, ew dijmintiya me dikin. Welleh em ev e 40 sal in bi wan re şer û pevçûn û micadeleyê berdewam dikin.
Rûdaw: Gelekî spas, mala te ava. Parlamenterê DEM Partiyê ji nava Parlamentoya Tirkiyeyê, ji Enqereyê Sirri Sakik. Zor spas.
Sirri Sakik: Ji me jî spas. Gelekî selam ji tevahiya gelê wê derê re. Hûn her hebin, mala we jî ava be. Ji bo aştiyê em tev dest bidin hev. Meseleya Kurdan, ya tevahiya Kurdan e, ne tenê ya Bakur û Başûr e, ev ya tevahiya Kurdan e. Gelekî spas, êvar baş.