Robîna Ezîz: Pêkvejiyana li Kurdistanê bû sedema piştevaniya Amerîka
Parlamentera Kurdistanê ya Xiristiyan Robîna Ezîz di hevpeyvîneke taybet ya bi Tora Medyayî ya Rûdawê de behsa serdana şanda Duhokê ya bi serokatiya parêzgarê bajêr bo Amerîkayê kir û got, “Me di serdana xwe de gelek mijarên girîng gotûbêj kirin, hin ji wan mijaran tenduristî, perwerde, aborî û geştûguzar bûn û me hewl da ku nêrînên Amerîkiyan yên li ser van sektoran bibihîsin û bo Kurdistanê bînin.”
Parlamentera Xiristiyan behsa cudahiya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku ferq bi yek carî gelek in û got, "Mixabin ji sala 2003an heta sala 2014an meriv nikare bêje pêkhate bi temamî ji Iraqê derketine lê rêjeya wan gelekî kêm bûye û ji milyonek û 500 hezar kesan tenê 300 hezar ji van niha li Iraqê mane."
Rûdaw: Di serdana we ya Gainesville de, we ligel berpirsên bajêr çawa behsa pêkhateyên Herêma Kurdistanê kir? We çawa behsa rola Parlemena Kurdistanê kir, rayedarên Gainesville ku niha bajarê wan bi Duhokê re destexwişk e, çawa li rola parlemanê û pêkhateyên yên di parlemanê de dinêrin?
Robîna Ezîz: Şanda me bi serokatiya Parêzgarê Duhokê bû, bi nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê, pêkhateyên Kildanî, Suryanî û Asûrî re serdana çend cihên girîng kir û me di serdana xwe de gelek mijarên girîng gotûbêj kirin, hin ji wan mijaran tenduristî, perwerde, aborî û geştûguzar bûn û me hewl da ku nêrînên Amerîkiyan yên li ser van sektoran bibihîsin û bo Kurdistanê bînin. Berî salekê me peymanek çêkiribû lê mixabin ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê derfet çênebû ku em serdana Amerîkayê bikin. Em niha li vir in û em hêvîdar in ku peyman bi cih bê û sibe roja dawî ya gotûbêja peymanê ye.
Rûdaw: Rayedarên Amerîkî gelek caran ku behsa Herêma Kurdistanê dikin, dibêjin herêmeke aram e û derî ji pêkhateyên din yên Iraqê, Mesîhî, Êzidî, Suryanî, Aşûriyan re vekiriye û rêzê lê digirin, hûn bi rojan bi xelk û rayedarên Amerîkî re axifîn, tu wek Parlamentera Kurdistanê ya Xiristiyan ku ji wir hatiye gelê Amerîkî çawa li rola we ya Parlamentoya Kurdistanê dinêre û hûn çawa behsa Kurdistanê dikin?"
Robîna Ezîz: Bi rastî kêfa min jê re hat ku dema min bi wan re behsa wê kir agahiyên baş li ser Kurdistanê hebûn bi taybetî mijara pêkhateyan ku yek ji mijarên herî girîng bû ji bo wan. Em diçûne ku derê bi qasî 10 deqeyan bi me re behsa pêkhateyan kirin. Min wek parlamenter behsa rewşa Kurdistanê kir. Di sala 1992an dema yekem cara destpêkirina Parlamentoyê Kurdistanê de, wek pêkhateyên Kildanî, Suryanî û Aşûrî ji 100 kursiyên parlementoyê 5 kursiyên me hebûn û ev jî nîşan dide ku Kurdistan ji dema Raperînê ve girîngî daye pêkhateyan.
Rûdaw: Niha behsa kêmkirina kursiyên pêkhateyan tê kirin. Gelo tirseke wiha heye ?
Robîna Ezîz: Serokê Herêma Kurdistanê dîroka hilbijartinên parlamentoyê diyar kiriye lê mixabin hinek aliyên siyasî dixwazin kursiyên pêkhateyan were kêmkirin, ew ji ber wê ye ku naxwazin hilbijartin bê kirin loma li behaneyan dibînin ku yek ji wan jî kêmkirina kursiyên pêkhateyan e û ji xwe kursiyên pêkhateyan bi xêra xwe nedane me ku bi qanûnan hatine danîn û divê bi qanûnê were çareserkirin, ji ber evê yekê ti kes ji bilî me kes nikare dest bi ser kursîyên pêkhateyan de bigire. Me bi rêya lijneya qanûnî wek prije daxwaz kiriye ku kursiyên me zêde bikin.
Rûdaw: Li gorî we dê hilbijartin di dema xwe de pêk were û bê pirsgirêk be? Gelo dê kursiyên pêkhateyan wekî xwe bimînin an jî dê bêne guhertin?
Robîna Ezîz: Ti valahîyeke me ya qanûnî nîne û pêkhate ji bo alîyên siyasî heta niha pirsgirêk dernexistine û em wek pêkhate dixwazin ku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de bên kirin.
Rûdaw: Rewşa Li Iraqê rewş ne arame û li Kurdistanê jî hinek metirsiyên ewlehiyê dem bi dem derdikevin holê. Di rewşa niha de nirxandina pêkhateyan li ser aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê çi ye? Tirs heye ku pêkhate dê bi metirsiyekê re rû bi rû bimînin û eger em bi Iraqê re bidine ber hev, gelo Herêma Kurdistanê baştir e?
Robîna Ezîz: Iraq her wêran e, hewce nake meriv behsê jî bike. Cudahiya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de gelek mezin e û mixabin ji sala 2003an heta sala 2014an meriv nikare bêje pêkhate bi temamî ji Iraqê derketine lê rêjeya wan gelekî kêm bûye û ji milyonek û 500 hezar kesan tenê 300 hezar ji van niha li Iraqê mane. Pirranîya xelkên me li Iraqê nemane, hatine Herêma kurdistanê. Mixabin Iraq xwedî destûrekê ye jî lê mafên pêkhateyan neparastî ne, qanûn heye lê qanûn nayê cîbicîkirin. Bi kêfxweşî li Kurdistanê qanûna mafê pêkhateyan heye tevî ku ne destûrî ye jî lê di madeya şeşan ya destûrê de mafên pêkhateyan tê parastin û Serok Mesûd Barzanî gelek caran gotiye, bizanin ka pêkhate dixwazin bila bi xwe di destûrê de binivîsin.
Rûdaw: Gelo Amerîkî van fikaran fem dikin yan tenê daxuyaniyên siyasî ne ku dibêjin pêkhateyên li Herêma Kurdistanê xwedî aramî ne û divê aramî were parastin? Mebesta min ew e, di danûstandinên bi rayedarên Amerîkayê re wan çend ji we fem kirin?
Robîna Ezîz: Yek ji wan xalan wiha kiriye ku Amerîka piştgiriya Kurdistanê bike ku dostê me yê herî nêzîk e, ji ber pêkhateyên di nav Herêma Kurdistanê de ye, parêzerekî bihêz ê Kurdistanê, pêkhateyên Kurdistanê ne. Em ne penaber in li Kurdistanê. Em gelekî resen ê Kurdistanê ne. Eger em li vir kêm in, nayê wê wateyê ku em penaber in û em ji devereke din nehatine û Kurdistan cîhê me bûye.