Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye
Endamê berê yê Kongreya Amerîkayê û neviyê serokê berê yê wî welatî John Kennedy, Patrick Kennedy ji Rûdawê re ragihand ku desthilata Îranê ji ber êrişan "lawaz bûye" û niha li pêşiya gelê Îranê û bi taybetî jî Kurdan "derfeteke mezin" heye ku paşeroja xwe bi dest bixin.
Patrick Kennedy di dema axaftina xwe ya bi Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re de tekezî li ser pêwîstiya "çareseriyeke siyasî" kir û diyar kir ku ew daxwaza demokrasiyê dikin, ne vegera padîşahiyê yan jî dîktatoriyeke nû.
Kennedy behsa rewşa navxwe ya Îranê kir û got:
"Em dixwazin gelê Îranê di civakeke azad de bijî ku tê de tirsa wan ji wê yekê nebe ku Supaya Pasdaran bê û endamên malbatên wan bibe û li ser cadeyan wan bikuje, yan jî di wan zindan û girtîgehan de wan şkence bike. Mela ji her serkirdeyekî din ê her welatekî zêdetir xelkê xwe bi dar ve dikin."
Kennedy her wiha destnîşan kir ku rewşa jiyana xelkê "metirsîdar e" û sedema wê jî "gendeliya melayan" e lewma "bi rastî em pişta xwe bi wê yekê girê didin ku xelkên Îranê rabin ser pêyan."
Di bersiva pirsekê de li ser siyaseta Amerîkayê û îhtimala çareseriya leşkerî, Kennedy ragihand ku çareserî ne leşkerî ye, belkî piştgirîkirina gelê Îranê ye ji bo ku ew bi xwe welatê xwe rizgar bikin.
"Mela ji ber êrişan lawaz bûne"
Patrick Kennedy her wiha anî ziman:
"Eşkere ye, rejîma niha desthilat li ser welatê xwe girtiye çimkî hemû çek li cem wan in lê mela ji ber êrişên li ser binesaziya wan lawaz bûne.
Niha, pêwîst e em piştgiriya wî xelkê bikin di nav Îranê de ku şiyana wan hebe welatê xwe wergirin.
Ev nikare ji derve bê kirin û pêwîst jî nake ji derve bê kirin.
Ew bi rastî şerek e ku gelê Îranê ji berê ve gotiye ew amade ne bikin."
Li ser mafên pêkhateyên Îranê yên wekî Kurd û Belûcan, Kennedy modeleke demokratîk û piralî pêşkêş kir ku tê de mafê hemû civakan tê parastin û got:
"Eger bingeh xwebirêvebirin be, eger bingeh piralîbûn û cudakirina ol û dewletê be, mafên takekesî û dadweriyeke serbixwe, dê ne girîng be tu ser bi kîjan civakê ve yî di nav Îranê de.
Hemû dê di bin civakeke sivîl de bijîn ku nûnertiya gel dike, ne dîktatoriyekê.
Hemû dê yekgirtî bin, çimkî dikarin civakên xwe biparêzin."
Kennedy di bersiva pirseke li ser rola Kurdan de pesnê xebata Kurdan da û da zanîn:
"Kurd wêrek in. Wan li ber êrişên giran xwe girtiye û yekgirtî û gelekî bihêz mane.
Bi rastî bi rêzeke mezin li seranserî cîhanê li wan tê nihêrîn ji bo şiyana wan a di rêkxistina xwe de."
Kennedy bangî hemû aliyan kir ku amade bin ji bo "wergirtina berpirsyariya serkirdayetiyê", çimkî "tiştê herî xirab ê ku dikare rû bide piştî rûxîna van melayan, ew e ku em sûdê bi temamî wernegirin ji bo tijîkirina wê valahiyê."
Kennedy her wiha got:
"Ew daxwazeke yekgirtî ya hemû gelê Îranê, gelê Kurd û yên din e.
Her ji ber vê yekê jî pêwîst e her kes kom bibe.
Ev derfeteke gelekî mezin e ji bo gelê Kurd ji bo wergirtina paşeroja xwe ji vî dîktatorê hov û van melayên hov."
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Patrick Kennedy re:
Rûdaw: Tu ji min re dibêjî ku çareseriya leşkerî ne çareseriyeke baş e. Tu siyaseta niha ya Amerîkayê ya li hemberî Îranê çawa dibînî?
Patrick Kennedy: Eşkere ye, rejîma niha desthilat li ser welatê xwe girtiye çimkî hemû çek û fîşek li cem wan in. Lê rejîma leşkerî ya niha... mela... ji ber êrişên li ser binesaziya wan lawaz bûne. Niha, pêwîst e em piştgiriya wî xelkê bikin di nav Îranê de ku şiyana wan hebe welatê xwe werbigirin. Ev nikare ji derve bê kirin û pêwîst jî nake ji derve bê kirin. Ew bi rastî şerek e ku gelê Îranê ji berê ve gotiye ew amade ne bikin. Tu ji berê ve qurbaniyan dibînî. Lê pêwîst e di paşerojê de em piştgiriya wî xelkê bikin, ji bo ku bêyî ti amûrekê ji bo parastina xwe yan rûbirûbûnê neyên hiştin.
Rûdaw: Tu civakên kêmnetewe yên Îranê çawa dibînî? Kurd, Belûc, pêkhateyên me yên cuda di nav civaka Îranê de hene. Divê ev civak çawa bên bihêzkirin û bibin beşek ji paşeroja hikûmeta Îranê?
Patrick Kennedy: Eger bingeh xwebirêvebirin be, eger bingeh piralîbûn û cudakirina dêr û dewletê be, mafên takekesî û dadweriyeke serbixwe, dê ne girîng be tu ser bi kîjan civakê yî di nav Îranê de. Hemû dê di bin civakeke sivîl de bijîn ku nûnertiya gel dike, ne dîktatoriyekê. Di her rewşekê de ku gel bi rêya proseya demokratîk nêrîna xwe hebe, wê demê ez dibêjim hemû civakek li Îranê, bêyî guhdana neteweyan, hemû dê yekgirtî bin, çimkî dikarin civakên xwe biparêzin. Em wê yekê li welatê xwe dibînin, bingeheke demokrasiyê hembêz dikin ku hemû civakan diparêze. Ev ne derbarê dayîna desthilatê bi yek civakê ye. Derbarê dayîna desthilatê bi sîstemê ye, bi rêya gelê wê. Ew gelê ku nûnertiya hemû cureyên cuda yên civakê dike di nav welêt de.
Rûdaw: Rejîma Îranê hîn jî êrişî komên mixalefeta Kurdî ya li Kurdistana Îraqê dike. Tu vê yekê çawa dibînî û divê grûpên Kurdî çawa xwe rêk bixin û gotina wan di paşeroja Îranê de hebe?
Patrick Kennedy: Civaka Kurd wêrek in. Wan li ber êrişên matmayîker xwe girtiye û yekgirtî û gelekî bihêz mane, ez dikarim bibêjim. Bi rastî bi rêzeke mezin li seranserê cîhanê li wan tê nerîn ji bo şiyana wan a di rêkxistina xwe de. Lewma, tiştê ez dibêjim, wekî ku ez ji her kesekî re dibêjim ku ji bo Îraneke azad û demokratîk şer dike, pêwîstiya me bi her kesekî heye ku niha zêdetirî her demê amade be ji bo wergirtina berpirsyariya serkirdayetiyê, çimkî xirabtirîn tişt ku dikare rû bide piştî rûxîna van melayan, ew e ku em sûdê bi temamî wernegrin ji bo tijîkirina wê valahiyê bi wê yekê ku em ji berê ve dizanin rêxistinên baş hene ku rêzê li serweriya yasayê digirin, bi rastî daxwaza civakeke sivîl dikin ku bi demokrasî û azadiya takekesî hatibe diyarkirin. Ew daxwazeke yekgirtî ya hemû gelê Îranê, gelê Kurd û yên din e. Her ji ber vê yekê jî pêwîst e hemû kes kom bibin. Ev derfeteke gelekî mezin e ji bo gelê Kurd, wekî çawa ji bo tevahiya Îraqê jî, ji bo wergirtina paşeroja xwe ji vî dîktatorê hov û van melayên hov.