Ebdilrehman Silê: Dibe ku pirtûkên perwerdeyê wergerînin Kurdî
Endamê Komîteya Amadekirina Pirtûkên Kurdî Ebdilrehman Silê ragihand ku helwesta gelê Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a perwerdeya bi zimanê dayîkê "xeta sor" e.
Endamê Saziya Mifredatê ya Rêveberiya Xweser Ebdilrehman Silê li ser xebatên Şamê û Rêveberiya Xweser ên perwerdeya bi Kurdî da xuyakirin ku ew qebûl nakin zimanê Kurdî tenê "waneyeke vebijêrkî" be.
Ebdilrehman Silê da zanîn ku komîteya li Şamê ya ku 4 nûnerên Rêveberiya Xweser tê de ne, dest bi xebatê kiriye.
Ebdilrehman Silê anî zimên ku plan heye ji pola 1an heta 12an pirtûkên Kurdî bên amadekirin.
Li gorî gotinên Ebdilrehman Silê, dê naveroka ji sedî 40î ya pirtûkan li ser çand û taybetmendiyên Kurdan be.
Ebdilrehman Silê her wiha behsa "mizgîniya" Navenda Bipêşxistina Perwerdehiyê ya Şamê kir û got:
"Dibe ku bernameyeke perwerdeyê ya niştimanî li seranserê Sûriyeyê were amadekirin û ji bo herêmên Kurdan wergerînin Kurdî jî."
Hevpeyvîna bi Ebdilrehman Silê re wiha ye:
Rûdaw: Hemû Kurdên li Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku ew dixwazin hemû wane di hemû qonaxên xwendinê de bi zimanê Kurdî bin. Şam derbarê vê çi dibêje?
Ebdilrehman Silê: Li gorî me xwendina bi zimanê dayîkê li Rojavayê Kurdistanê mafekî me yê rewa û sereke ye. Di helwestên HSDyê de û di dan û standinên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ev xeteke sor e û em jê danakevin.
Şam dixwaze ku zimanê Kurdî wekî waneyeke vebijêrkî be, ango di hefteyê de tenê çend demjimêr bin. Em, wekî endamên komîteya amadekirina bernameyên xwendinê û wekî welatiyên Rojavayê Kurdistanê, vê yekê qebûl nakin. Mafê me yê rewa ye ku em bi zimanê xwe perwerde bibin, bixwînin û binivîsin. Ji bo vê jî komîteyên taybet hene ku li ser van mijaran dicivin.
Rûdaw: Baş e, madem nayê pejirandin, çima hûn tenê mijûlî amadekirina waneyeke vebijêrkî ne, di demekê de ku Kurdên li Rojavayê Kurdistanê daxwaza hemû waneyan bi zimanê Kurdî dikin?
Ebdilrehman Silê: Em hem ji aliyê Rêveberiya Xweser û hem jî ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ve hatin erkdarkirin ku em beşdarî vê komîteyê bibin. Hêvî heye ku di paşerojê de bernameyeke niştimanî li ser asta Sûriyeyê çêbibe. Ew bername dê li gorî xwezaya herêmên Kurdan û taybetmendiya çanda gelê Kurd ji bo zimanê Kurdî jî bê wergerandin.
Rûdaw: Gelo ev waneya Kurdî ya ku hûn niha amadekariyên wê dikin, ji bo Rojavayê Kurdistanê ye yan ji bo Kurdên li Şamê û herêmên din ên Sûriyeyê ye?
Ebdilrehman Silê: Ev pirs girêdayî aliyên siyasî ye. Lê li gorî agahiyên destpêkê, ev bername ji bo deverên hundirê Sûriyeyê ye, wekî Heleb û Şamê. Her wiha, Navenda Bipêşxistina Rêbazên Xwendinê li Şamê ku girêdayî Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê ye, ew mizgînî da me ku dibe bernameya perwerdeyê ya niştimanî li seranserê Sûriyeyê were amadekirin û ji bo herêmên Kurdan bikin Kurdî.
Rûdaw: Heke Şam bibêje "ez tenê mafê waneyeka bi Kurdî didim xwendekarên Kurd û divê hemû waneyên din bi Erebî bên xwendin", ma ew daxwaz ji aliyê Kurdên Rojavayê Kurdistanê ve nayê redkirin?
Ebdilrehman Silê: Helwesta gelê Rojavayê Kurdistanê diyar e, ji bilî zimanê Kurdî ti zimanên din qebûl nakin. Wekî min di destpêkê de jî got, xwendina bi zimanê dayîkê mafekî rewa ye li gorî hemû sazî û dezgehên navneteweyî. Em ji vê yekê danakevin û ez di wê baweriyê de me ku gelê Kurd vê pêşniyazê qebûl nake.
Rûdaw: Karê amadekirina materyalên ji bo waneya vebijêrkî ya zimanê Kurdî ku Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê pejirandiye, gihîştiye kîjan qonaxê? Ji pola çend dest pê dike û kengî bi dawî dibe?
Ebdilrehman Silê: Me heta niha carekê hevdîtin pêk aniye û li ser planekê li hev kiriye. Li gorî biryarê, dê ji pola yekê heta pola 12an pirtûk bên amadekirin lê em hîn di qonaxa destpêkê de ne. Em stratejiyekê amade dikin ku pêşkêşî navenda li Şamê bikin û ew jî dê ya xwe pêşkêşî me bikin. Paşê em dê her du planan bikin yek û li ser bixebitin.
Rûdaw: Gelo dibe ku di sala nû ya xwendinê de ev wane wekî vebijêrkî li ber destê xwendekaran be?
Ebdilrehman Silê: Eger em bi lez bixebitin, dibe ku heta dema vebûna dibistanan pirtûkên ji pola yekê heta şeşan amade bibin.
Rûdaw: Naveroka sereke ya wê waneyê dê çi be? Dê tenê fêrkirina ziman be, yan dê wêje, çand, dîrok û erdnîgarî jî tê de hebin?
Ebdilrehman Silê: Li gorî stratejiya me, di her pirtûkê de ji sedî 40 dê li ser çand, xweza û taybetmendiya gelê Kurd be. Zanistên din jî wekî erdnîgarî û zanyarî dê bi Kurdî di nav pirtûkan de hebin. Hemû tiştên ku bi gelê Kurd ve girêdayî ne, wekî helbest û nivîsên li ser Kurdan, dê di van pirtûkan de cih bigirin. Lê mijarên wekî erdnîgariyê ku dibe bibin cihê pirsgirêkan, me ew ji bo aliyên siyasî hiştine.
Rûdaw: Di pratîkê de kî van pirtûkan dinivîse û kî çavdêriyê dike?
Ebdilrehman Silê: Komîteyeke me ya ji 10 kesan heye ku van pirtûkan dinivîse. Di nav wan de kesên wekî birêz Îsmet Remdan wekî serpereşt û Dr. Nermîn hene ku di warê ziman de pispor in û çavdêriya xebatê dikin.
Rûdaw: Çend nûnerên Saziya Minhac û Perwerdehiyê yên Rêveberiya Xweser di nava vê komîteyê de hene?
Ebdilrehman Silê: Ji 10 kesan, em 4 nûnerên Saziya Minhacan ji aliyê Rêveberiya Xweser hatine erkdarkirin ku di amadekirina vê waneyê de beşdar bin.
Rûdaw: Di amadekirina vê waneyê de hûn xwe dispêrin kîjan çavkaniyan? Gelo hûn sûdê ji tecrubeya Herêma Kurdistanê yan navendên akademîk ên Kurdî werdigirin?
Ebdilrehman Silê: Em xwe dispêrin gelek jêderan. Jêderên me yên wêjeyî hene wekî Marûf Xeznedar û Celadet Bedirxan. Em li bernameyên Başûrê Kurdistanê û welatên din dinêrin. Her wiha, em sûdê ji teorî û rêbazên nûjen ên perwerdehiyê jî werdigirin.
Rûdaw: Gelo nûnerên Rêveberiya Xweser ji bo beşdarbûna nîqaşên li ser amadekirina bernameyeke yekgirtî ya Sûriyeyê hatine vexwendin?
Ebdilrehman Silê: Heta niha na. Ew hîn di nîqaşan de ne bê gelo ev pêşniyar dê li ser asta Sûriyeyê bê erêkirin an na. Ev mijar girêdayî komîteyên danûstandinan e.
Rûdaw: Wekî endamekî Saziya Minhacan, kêmasî û xalên lawaz ên ku we di bernameya heyî ya Rojavayê Kurdistanê de dîtine çi ne û hûn ji bo bipêşxistina wan çawa dixebitin?
Ebdilrehman Silê: Di ezmûna me ya 10 salan de, astengiya me ya herî mezin kêmbûna jêderên bi zimanê Kurdî bû. Gelek caran em neçar diman ku ji bo lêkolînan serî li jêderên Erebî, Îngilîzî û biyanî bidin û wan wergerînin Kurdî. Her wiha, di warê wêjeya zarokan de, wekî helbest û lîstokên zarokan, kêmasiyeke mezin hebû. Ji ber ku wêjeya me piranî şoreşgerî ye, mijarên din ên wekî jîngehê kêm hatine destgirtin. Ev ji bo me astengiyek bû û em neçar diman ku carnan em bi xwe helbestan binivîsin.