Salih Mutleg: Ebadî, Malîkî û Amirî ji bo serokwezîriyê nabin

Bexda (Rûdaw) – Hê jî nediyare ka dê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de kîjan post bibe para Sûnniyên Iraqê. Lê wan ji bo serokatiya Parlamentoya Iraqê 5 berbijêr destnîşan kirine.

 

Serokê Bereya Iraqê ji bo Diyaloga Nîştîmanî Salih Mutleg di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir û got, ew ti kesî peyda nakin ku ji bo postê serokwezîrtiya Iraqê guncayî be.

 

Salih Mutleg serkirdeyekî Sûnnî ye û li Felûceyê ji dayik bûye, ji ber hebûna Heşda Şeibî li bajar û navçeyên Sûnniyan hişyarî de û diyar dike, ku ev yek dê bibe sedeme derketina DAIŞê di formeke din de.  

 

Mercên hilbijartina serokê parlamentoyê ji bo aliyê Sunniyên Iraqê çi ne?

 

Heta niha jî Sûnniyan biryar nedane ka kî bibe serokê parlamentoyê lê çend berbijêr hene. Em nizanin ka birayên me yên Kurdistanê posta serokomariyê yan yê serokê parlamentoyê dixwazin. Eger ev mijar zelal bibe hingî çend berbijêrên di hilbijartinan de hatine hilbijartin hene.

 

Berbijêrê herî diyar kî ye?

 

Mihemed Herbûşî berbijêr e, herwiha Mihemed Temîmî, Telal Zubeî û Usame Nuceyfî jî berbijêr in. Em di vê demê de serokekî bihêz ê parlamentoyê dixwazin, weke yên berî munawerecî nebe. Emd ixwazind I biryarên xwe de tund be, di berevanîkirina xelkê de bihêz be. Ev yek pêwîst e, çimku parlamento nûnertiya hemû pêkhateyên Iraqê dike.  

 

Berpirsên partiyên Sûnnî yên di hilbijartinan de serkeftine dê kombibin û biryarê bidin ka dê kî bikare vê berpirsiyariyê hilgire. Ev ji bo wezaretan jî wiha ye û em baş nabînin ku serokomar, serokwezîr an jî serokê parlamentoyê tenê ji aliyê kûtleyekî ve were hilbijartin. Divê bi komdengiya hemû aliyan werin destnîşankirin.

 

Çima di vê demê de Sûnnî ji ber perçebûnê tên rexnekirin, çima nikarin hev bigrin?

 

Ji sala 2003 heya niha Sûnnî rûbirûyê guvaşeke pir mezin hatine. Hinek dikarin li hember zulmê xwe ragirin û li hember bisekinin. Hinek jî dixwazin di vê rewşê de li gorî berjewendiyên xwe û partiya xwe nêzîk bibin. Herwiha bi eşkere jî bêjim, destwerdaneke herêmî jî heye li ser hemû pêkhateyan, bi taybetî jî pêkhateya Sûnnî. Berî destwerdana nav Şîeyan de zêde bû lê niha nav Sûnniyan zêdetir e, çimku rewşa wan lerzok e. Piraniya civaka Sûnnî berbijêrên siyasî red dike, di bingeh de bi giştî pêvajoya siyasî red dike. Rêjeya beşdarbûna hilbijartinan jî ji bo selmandina vê rastiyê belgeya herî baş e.  

 

Ji bo pêkanîna hikûmeta nû mercên we çi ne?

 

Divê vê carê hikûmet ji yên berî cudatir were pêkanîn. Em hikûmetekî dixwazin ku wezîrên wê li gorî lêhatin û jêhatîbûnê werin hilbijartin, wezîr bikarin bi rêyeke dirûst piştgiriya karên xwe bikin. Herwiha wan zorî, zehmetî, êş û azarên berî di ser gelê Iraqê de hatine, ji holê rakin. Lê eger hikûmeta nû jî rê û rêbazên hikûmetên berê bişopîne bi baweriya min dê temenê wê jî kurt bibe, encamên wê jî dê ji bo me hemûyan bibe karesat. Kolan biha dikelin lê li hember ser xwe tenê bergeke wan maye, eger ew berk jî nemîne dê tiştên wisa çêbibin ku kes nezane ka dê dawiya wan çi be. Em hikûmetekî dixwazin li gorî dilê kolanên rabûne serpiyan be. Îro zêdetirî %80yê iraqiyan beşdarî hilbijartinan nabin. Wate ew tev de tiştên niha çêdibin qebûl nakin. Eger hikûmeta nû ji yên berê cidatir nebe, bi nêrîna min ti siberojeke pêvajoya siyasî jî nabe.   

 

Kî sedema acizî û turebûna kolanên Iraqê ye, kî we kirk u kolan bikelin û xelk wiha nerazî be?

 

Piraniya kesên beşdarî pêvajoya siyasî bûne hokarên vê yekê ne. Ji ber ku wan civak bi ser çend pêkhateyan de perçe kirine. Paşî kîjan tê wisa nîşan dide ku berevaniya pêkhateya xwe dike. Lê di rastiyê de berevaniyê li xwe û hizba xwe dike. Nûnerên Şîeyan Şîe û yên Sûnneyan jî Sunnî razî nekirin, dibe nûnerên Kurdan jî ne bi dilê Kurdan bin. Ji ber wê yekê eger ev şêweyê hizirkirinê li Iraqê neyê guhertin, hizrê teng ê nijadperestî, dînî û mezhebî berdewam bike û ji bo pêkanîna hikûmeteke nîştîmanî kar neyê kirin, ez paşerojekî baş ji bo Iraqê nabînim û welat dê ber bi nediyariyê ve pêngav bavêje.

 

Muqteda Sedr ji bo serokwezîrtiyê 40 merc destnîşan kirin. Tu piştgirî didî van mercan?

 

Her çiqas di vî warî de nêrîna me nêzîkî hev e lê bêguman ez tevlî hemû mercan nabim ku birêz Sedr destnîşan kiriye. ji bo kesê ku bibe serokwezîr mercên baş danî ye lê hinek merc jî ne gengaz û mûmkin in. Wî 40 merc diyar kiriye û zehmet e ev 40 merc li Iraqê di kesayetekî de hebe. Niha here û li hemû Iraqê bigere zehmet e kesekî bibînî ev merc têde hebin. Ez bawer dikim ku wî ev xal destnîşan kiriye da ku di paşerojê de bêje, “min ji wan re merc danîn lê nekarîn cîbicî bikin.” Ji bo pêkanîna hikûmeta nû dawiya dawîn dê birêz Muqteda Sedr jî ji ya xwe bê xwarê û bigihe tifaqê.

 

Bi baweriya te, di nav Heyder Ebadî, Nûrî Malîkî û Hadî Amirî de kîjan ji wan ji bo posta serokwezîrtiyê jîr û bi şiyantire?

 

Ji bo wê dewleta ku em hêvî dikin, yek ji wan jî ne xwediyê wan taybetmendiyan e ku bikarin bibin serokwezîr. Lê di encamê de yek ji wan an jî kesekî din dê bibe serokwezîr. Ji bo hişyarbûna iraqiyan hêj gelek dem pêwîst e. Herwiha ji bo serokwezîreke wiha jî heman awayî. Divê ew kesê bibe serokwezîr bihêz û nedudil be. Birêz Ebadî ji bo navçeyên Sûnniyan hinek tiştên giring kir, ew jî ev bû ku hişt Sûnnî di ewlekariya navçeya xwe de baştir bin. Lê bi tevê vê yekê di serdema wî de ata şiyanên hikûmetê lawaz bû û nedikarî destkeftên ku xelkê dixwest bidest bixe.

 

Birêz Hadî Amirî ji ber raboriya xwe ya hizbî û ayînî zehmete ku civaka navdewletî wî qebûl bike. bêguman em dixwazin vê carê Iraq bi rûyê hemû cîhanê ve kekirî be. Herwiha peywendiyên me yên baş hebin li gel cîranan û cîhanê. Bi nêrîna me eger di vê qonaxê de cîhan ne li gel me be pir zehmete Iraq bikare pişta xwe rast bike. eger bo me xweş be yan nexweş be, civaka navdewletî hê jî li Iraqê heye û bandorê li ser aliyên siyasî dike. Divê peywendiya hikûmeta nû li gel hemû aliyan baş be da ku civaka navdewletî jî alîkariyê bide me.

 

Te behsa civaka navdewletî kir. Niha Amerîkayê hinek ceza bi ser Îranê de sepandiye û yek ji wan welatên ku divê biryara cîbicîkirinê bide, Iraq ê. Bi baweriya te Iraq dê cezayan cîbicî bike?

 

Eger Iraq nekare xwe li gel vê biryarê biguncîne dê rûbirûyê kêşeyên mezin bibe. Herwiha dê rûbirûyê guvaşên mezin bibe ku niha nikare li hember van guvaşan berevaniyê bike. Lewma gelek pêwîst e ku Iraq biryarên wan aliyan cîbicî bike ku di şerê terorê de alîkarî dane wî. Em naxwazin dorpêç bikeve ser gelê Îranê ku cîranên me ne, lê nêrîna me li gel Amerîkayê yeke ku nabe ne Îran û ne jî ti welatekî din nifûz û serweriya xwe ya li ser Iraqê ev hinde zêde bike.  

 

Raste berjewendiyên gelek welatên cîran û ne cîran li Iraqê hene lê mîna Îraniyan kes destwerdana karên navxwe yê Iraqê nake, dest navêje karê pêkanîna hikûmetê, dariştina siyasetê, karûbarên ewlekariyê, ku em hemû jî dizabin destê wan di avakirina Heşda Şeibî de heye. Me li hember vê destwerdanê gelek caran nerazîbûna xwe derbirî. Em naxwazin pasevanên şoreşê yên Îranê li Iraqê hebin. Em artêş û polîsekî dixwazin ku ewlekariya welat biparêzin. Bi nêrîna min ev yek di sîstema leşkerî ya welat de lawaziyeke û herwiha sedemeke ji bo dijîtikirina hin pêkhateyên civakê ye.

 

Têm ser pirsa xwe, di rewşeke wiha de cîbicîkirina cezayên Amerîkayê ji bo Iraqê nabe pirsgirêk?

 

Eger Iraq biryarê bide û li kêleka Amerîkayê bisekine bi nêrîna min ziyanên wê kêmtir dibe. bêguman tirsa me hemûyan heye, ku eger nakokiyên Amerîka û Îranê zêde bibin dibe Iraq bibe meydana yekalîkirina hesaban. Em tiştekî wiha naxwazin û qebûl jî nakin. Lewma divê hikûmeta nû hevseng be û pabendê biryarên navdewletî be. Ji xwe pirsgirêkên me yên navxweyî hene û divê em çareser bikin, nabe em li hember aliyekê bibin alîgirê aliyeked in.

 

Hikûmeta nû ji bo wan navçeyên ku berê DAIŞ li wir bûn, dikare çi bike?

 

Em daxwaz dikin hikûmeta nû giringiyê bide navçeyên Sûnniyan û koçberan vegerîne se mal û milkên wan. Navçeyên ku DAIŞê wêran kiribû n ji nû ve ava bike. Heşda Şeibî ji navçeyên Sûnniyan vekişe, ku em dixwazin ji tevahiya Iraqê vekişe. Ji ber ku mayîna wan li navçeyên sunnînişîn dibe bibe sedema derketina DAIŞê bi formeke cuda. Ev yek jî  li ser tevahiya Iraqê dibe metirsî.

 

Tê gotin, ku malbatên Şîe li navçeyên Sûnniyan tên bicîhkirin. Bi baweriya te dixwazin demografiyê biguherin?

 

Ji bo guhertina demografiyê hewldaneke mezin heye. Lê bi nêrîna min ew kesê wisa difikire ku dikare bi 400 an jî 500 malbatan demografiya Mûsilê biguhere pir saf û ehmeq e. Mûsil bajarekî pir mezin e û bi hêsanî demografiya wî nayê guhertin. Guhertina demografiyê bi riya wan partiyan dibe ku hêzên wan ên mîlîsî heye û herwiha bi riya Heşda Şeibî tê kirin. Niha li navçeyên Sûnniyan xelkê neçdar dikin ku bibin alîgirê hizbekî yan jî grûbekî wan. Lê em ditirsin di paşerojê de zextê li xelkê bikin da ku mezheba xwe jî biguherin.

 

Tê gotin hewldan hene ku Şîeyan bikin cîranên Kurdan. Gelo hewldaneke wiha heye?

 

Nikarin. Ji ber ku civaka wan herêman naskirî ne û dibe hinek kesan bînin û li wan deveran bicîh bikin. Lê ji vê zêdetir dê bibe sedema alozî û tevliheviyeke mezin di navbera Kurd û Erebande. Bi nêrîna min ev hewldanên bêencam in. Di dema borî de gelek hewl dan Kurdan ji van deran dûr bixin lê serkeftî nebûn. Dibe heta demekî tepisandin serbigre lê dawiya dawîn yê heq serdikeve.

 

Sûnnî û Kurd dikarin mercan bi ser hikûmeta nû de bisepînin? Eger hûn û Kurd beşdar nebin hikûmeta nû dikare were pêkanîn?

 

Nêrîneke wiha di nav Sûnniyan de heye ku em û birayên Kurd xwe nêzîkî hev bikin da bikarin daxwazên xwe bikin yek. Ez li hember vê neasteng im. Lê divê ev tişt ji bo hemû Iraqê be, ne tenê bo Kurd û Sunniyan. Bi nêrîna min eger bernameyeke hevpar a Kurd û Sunniyan hebe ji bo hevsengiya Iraqê di hemû sazî û dezgehên hikûmetê de, herwiha di rêvebirina dewletê de, wê demê ev yek dê di berjwendiya Sunniyan, Kurdan û hemû welat de be. Eger Kurd û Sunnî li ser heman armancî rijd û bi biryar bin, bi nêrîna min ev dê sûdê bigihîne hemû pêkhateyên Iraqê.