Rûdaw: Hûn dikarin behsa gera xwe ya li Kurdistanê bikin?
Dr. Şukru Guler: Gava em pê hesiyan ku li Şengalê ew komkujî pêk hat û gelê me cih û warên xwe terikandin, koçber bûn, me wek Komeleya Bijişkên Kurd li Almanyayê (KPKA) ji Kongreya Bijişkên Mezopotamyayê alîkarî xwest. Di nav hefteyekê de ji Almanya, Brîtanya û Swêdê em 10 doktorên kurd çûn Amedê. Me li Amedê serdana qampa koçberan ya Sumerbankê kir ku li vir 400 kes dijîn. Me 19ê Tebaxê li Amedê bi bihayê 6000 € derman kirrî. Pirraniya wan pereyan KOMKARê dabûn me, qismek jî me ji berika xwe danî ser.
Em panzdeh kes di 20.08.2014ê de çûn Başûrê Kurdistanê. Em 10 bijişkên ji Brîtanya, Almanya û Swêdê, 3 hemşîre, 1 dermanfiroş û 1 sosyalekonom bûn. Ji bilî wan, sê rojnamevanên televizyona almanî ZDF û serokê Meclîsa Navendî ya Almanyayê jî bi me re bûn. Li ser sinor serokên Daîreyên Tenduristiyê yên Duhok û Zaxoyê pêşwaziya me kirin. Em heman rojê çûn qampa Zaxoyê ya Derebûnê. Li vir bi qasî 31.500 koçber dijîn.
Rewşa koçberan bi giştî çawa ye?
Li gor agahiyên serokê Daîreya Tenduristiya Duhokê, li herêma Duhokê 1, 2 milyon koçber hene. Hejmara niştecihên Duhokê bi xwe yek milyon e. Edî hûn bifikirin rewşa çawa ye. Tenê piştî komkujiya Şengalê 630.000 koçber hatine derûdora Duhokê. Pirraniya wan Êzdiyên Şengalê ne, lê di nav wan de Mesîhî, Tirkmen û Ereb ji hene. Erebên ku ji terora Malikî û DAIŞê reviyane jî hene. Wan însanan her tiştê xwe paş ve hiştine û hatine, wan tenê canê xwe xelas kirine. Ew destpêkê li derve radizan, lê piştre di dibistan, stadyûmên sporê, daîreyên fermî û qampan de hatine bicihkirin. Pirraniya qampan ji nişka ve hatine avakirin.
Li heremê 110 erebeyên nexweşan hene, ji wana 84 erebe 24 seetan kar dikin. Bilez pêwistî bi 10 ambûlans û 64 erebeyên nexweşan heye. Pêwistî bi tonan derman heye. Li Duhokê di depoyan de derman nemaye. Ji bo kirrîna dermanan pêwistî bi 15 milyar Dolar heye.
Me her doktorekî rojane li 250- 300 nexweşan dinêrî. Di hefteyên destpêkê de li Duhokê bi qasî 70.000 kes hatin tedawîkirin, 122 nexweş hatin ameliyatkirin.
Niha pirraniya koçberan di qampên Derebûn, Xanikê, Şariya, Bacîde, Kendala, navenda Zaxo, herema Baadrê û Lalişê dijin. Gelek koçber jî di dibistan, nexweşxane, stadyûmên sporê û daîreyên fermî de dijîn. Hinek malbatan bi xwe cih ji xwe re ava kirine û te de dijin, an jî li cem mirovên xwe dijîn.
Niha havîn e û dibistan girtî ne, koçber dikarin di dibistanan û çadiran de bijîn. Lê gava dibistan vebin û zivistan were, ji bo koçberan konteynerên têkuz lazim in. Tenê derfetên Hikûmeta Federal ya Kurdistanê têra avakirina wan konteyneran nake, divê Neteweyên Yekbûyî û dewletên Ewropayê jî alîkariyê bikin.
Hikûmeta Kurdistanê erkên xwe bi cih tîne?
Hikûmeta Kurdistanê bi hemû derfetên xwe hewl dide ku alîkariya koçberan bike û pirsgirekên wan çareser bike, lê pirsgirêk pirr in, hêza wan têrê nake. Ew karesata wisa ji nişka ve were serê kîjan dewletê jî, zû bi zû nikare ji binê derkeve. Van salên dawî hikûmeta navendî ya Iraqê jî para Kurdistanê ji budçeyê nedida. Ji ber wê ji tengasî hene. Lê niha hikûmeta nû hat damezrandin, ez hêvî dikim para Kurdistanê were dayîn. Wê gavê derfetên Hikûmeta Kurdistanê jî zêdetir dibin û wê bikaribin baştir alîkariya koçberan bikin. Barê Hikûmeta Kurdistanê pirr giran e, ji ber ku 5-6 milyon niştecihên wê hene, herwiha 1,2 milyon koçber jî hene, ew barekî giran e.
Li Ewropayê cûrbecûr qampanyayên alîkariyê hene. Ew qampanya çawa dikarin bi rekûpêk werin organîze kirin? Kurdên Ewropayê çawa dikarin baştir alîkariyê bikin?
Niha Hikûmeta Kurdistanê wê pereyên xwe ji Hikûmeta Iraqê werbigire, pêwîstiya bi cilûbergan û tiştên din namîne, lewra ew li wê derê baştir dikarin werin pêydakirin. Kurdên Ewropayê dikarin bi rekûpêk pere berhev bikin û bişînin. Lê ya herî pêwîst xebata siyasî ye. Divê li Ewropayê bi rêkûpêk karên dîplomatîk û lobî werin meşandin. Divê em hewl bidin ku dewletên Ewropayê alîkariya siyasî û aborî bikin, çekan bidin Hikûmeta Kurdistanê. Hikûmeta Kurdistanê dixwaze ji bo tayînkirina çarenûsa gelê kurd referendûmekê pêk bîne. Divê em ji dewletên Ewropayê, ji partî û dezgehên sîvîl yên Ewropayê daxwazê bikin ku ew piştgiriya referendûmê bikin û encama referendûmê bipejirînin.
Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij
Komeleya Bijişkên Kurd li Almanyayê
Bijişkên kurd bi qasî 30 sal in bi navê Yekîtiya Doktorên Kurd li Almanya çalak in, lê wan di sala 2011ê de bi navê “ Komeleya Bijişkên Kurd li Almanyayê - Verband kurdischer Ärzte in Deutschland" bi fermî komeleyek ava kirin. Ev komele ji aliyê Almanyayê bi fermî wek komeleyeke civakî hatiye pejirandin. Komele serbixwe ye, ne girêdayî ti partî û rêxistinên siyasî ye. Komela bi armanca alîkariya tenduristî ya Kurdan li Kurdistan û Almanyayê hatiye damezrandin. Komele tenê xebatên mirovî dike, xebatên siyasî nake.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse