Nebîl Mersûmî: Li Îraqê mehên adar û nîsanê metirsiya darayî nîne

Pisporê aboriyê Nebîl Mersûmî ragihand ku di mehên adar û nîsanê de metirsiya darayî li ser Îraqê nîne.

Nebîl Mersûmî di hevpeyvîneke xwe ya bi Rûdawê re eşkere kir ku hinartina petrola Kerkûkê ya bi rêya boriyên Herêma Kurdistanê, derfetê dide ku rojane 200 hezar bermîl petrol were hinartin û rojane nêzîkî 20 milyon dolarî ji bo xezîneyê dabîn dike.

Mersûmî her wiha bal kişand ser metirsiya li ser meaşên karmendan û bandorên girtina Tengava Hurmizê.

Rûdaw: Niha qebareya hinartina petrola Îraqê çi qas e?

Nebîl Mersûmî: Niha piştî rawestandina hinartina petrola Îraqê ya di Tengava Hurmizê re ku rojane nêzîkî 3 milyon û 200 hezar bermîlan bû, rewş guheriye. Her wiha piştî derketina şirketên biyanî ji parzûngehên petrolê yên Kurdistanê û rawestandina hilberînê ya ji ber şer, Îraq rojane tenê 10 hezar bermîl petrolê bi rêya tankeran dişîne Urdinê.

Rûdaw: Gelo keştiyên Îraqê yên têrker hene ku petrolê veguhêzin? Çimkî Wezîrê Karên Derve yê Îranê dibêje ku Tengava Hurmizê tenê li ser welatên neyar girtî ye û rê tê dayîn ku tankerên petrolê yên Îraqê derbas bibin.

Nebîl Mersûmî: Îraq xweşbextane ne xwediyê ti keştiyên veguhastinê ye ku ji bo veguhastina petrola xwe ya niştimanî bi kar bîne. Petrola Îraqê li bendera Besrayê (FOB) tê firotin û şirketên biyanî mesrefên veguhastin û sîgortayê digirin ser xwe.

Îraq berevajî salên 70yî ku şiyana wê ya veguhastinê gihiştibû milyonek û 300 hezar tonî, îro ne xwedî fîloyeke niştimanî ye. Niha tenê 6 keştiyên biçûk ên Îraqê hene ku dikarin nêzîkî 52 hezar ton petrola reş veguhêzin. Lewma, eger hêsankarî ji bo keştiyên Îraqê were kirin jî Îraq ji gotinên Îraniyan sûdê wernagire. Dibe ku welatên din, bi taybetî keştiyên Çînî jê sûdê wergirin.

Rûdaw: Gelo Îraqê dest bi hinartina petrolê ya bi rêya tankeran kiriye?

Nebîl Mersûmî: Îraqê bi komek şirket re peyman mohr kirine da ku rojane di navbera 100 hezar û 200 hezar bermîl petrolê bi rêya tankeran bişîne Mêrsîna Tirkiyeyê, Urdin û Sûriyeyê. Wisa xuya dike ku Îraqê bi awayê pratîk dest pê kiriye lê em hîn amara mêjera rast a hinartinê bi hûrgilî nizanin.

Rûdaw: Zererên hinartina petrolê ya bi tankeran ji bo Îraqê çi ne?

Nebîl Mersûmî: Ya yekem, mesrefê veguhastina bi tankeran gelekî bilind e. Ya duyem, her tankerek tenê nêzîkî 216 bermîlan veguhêze ku ev mêjereke kêm e. Lewma em hewcedarî bi hezaran tankeran in da ku em karibin rojane 400 hezar heta 500 hezar bermîlan hinarde bikin.

Ev yek dê bandorê li binesaziyê û trafîkê bike. Her wiha bi van mêjerên kêm, wergirtina peymanên kirîna petrola xav zehmet e. Ji bilî vê, Wezareta Petrolê xwe ji bo vê îhtimalê amade nekiribû û bi kiriyarên navneteweyî re peyman mohr nekirine, heta pêdiviyên lojîstîk jî dabîn nekirine.

Lê belê piştî rawestandina hinartina petrola Kurdistanê ya di Bendera Ceyhanê re û pirsgirêkên navbera Herêm (Herêma Kurdistanê) û Bexdayê, dibe ku ev yekane vebijêrka li ber destê Îraqê be.

Rûdaw: Di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal (Îraq) de li ser hinartina petrola Kerkûkê ya bi rêya boriyên Herêmê nakokî hene. Divê kîjan alî nermiyê nîşan bide?

Nebîl Mersûmî: Cihê mixabîniyê ye ku di wextê şer de tiştên wiha diqewimin. Di hinartina petrolê de dem faktoreke gelekî girîng e. Îraq ji ber rawestandina hinartinê rojane nêzîkî 300 milyon dolarî ji dest dide. Lewma divê mijarên din ên ku pêwendiya wan bi petrolê re nîne neyên tevlî dan û standinan kirin.

Divê bal li ser hinartinê be çimkî hinartina petrola Kerkûkê ya di ser boriyên Kurdistanê re derfetê dide ku rojane 200 hezar bermîl werin şandin. Ev jî rojane nêzîkî 20 milyon dolarî dabîn dike. Her wiha Herêm dê ji xerca derbasbûnê sûdê wergire.

Em dizanin ku ji sedî 60ê milkê xetê yê şirketa Rosneftê ya Rûsî û ji sedî 40 jî yê şirketa KARê ye, lewma sûdeke darayî heye. Ev derengketin bi êş e û zerereke mezin dide hemû gelê Îraqê, ji bakur heta başûr.

Rûdaw: Gelo ne baştir e ku heta şer bi dawî bibe, bi rawestandina pergala ASYCUDAyê hinartin were hêsankirin?

Nebîl Mersûmî: Me berê jî gotibû ku pergala ASYCUDAyê yek ji pergalên bazirganî yên gelekî girîng e ku rê dide Îraqê kontrolê li ser hawirdekirinê bike û rê li ber sextekariya fatureyan bigire lê belê amadehiyên bicihkirina wê ne temam in û bi Herêmê re jî li ser wê peymanek nîne.

Ez bawer dikim ku divê dan û standinên din werin kirin, dibe ku di dema avakirina hikûmeta bê ya Herêmê de were bipaşxistin yan jî bi hikûmeta navendî re hevahengî li ser were kirin. Tevlihevkirina vê mijarê bi petrolê re dê pirsgirêkê aloztir bike û dema rawestandina hinartinê dirêj bike ku ev jî encamên bi êş ji bo gel tîne.

Rûdaw: Bi nêrîna te, Îraq neçar e ku pergala ASYCUDAyê bi kar bîne?

Nebîl Mersûmî: Nexêr, ev pergal ji aliyê navneteweyî ve ne mecbûrî ye lê ji bo kontrolkirina deriyên sînorî, zêdekirina gumrikan û kontrolkirina tevgera dolar gelekî girîng e lê wekî min got, niha pêdivî nîn in. Dema ev pergal hat bicihkirin, bandorên wê yên neyînî çêbûn. Wekî mînak, bihayê dolar li bazara paralel zêde bû çimkî beşek ji bazirganiya derve û tevgera hawirdekirinê ji deriyên navend û başûr derbasî deriyên Kurdistanê bû.

Rûdaw: Rawestandina hinartinê çi zererê dide parzûngehên petrolê yên Îraqê?

Nebîl Mersûmî: Zerer curbicur in. Ya ewil û ya herî mezin windahiya darayî ye. Îraq rojane 300 milyon dolarî ji dest dide û ev yek em gihandine qonaxeke wisa ku em nikarin budceya giştî û xerciyan dabîn bikin çimkî ji sedî 90ê budceyê bi petrolê ve girêdayî ye.

Her wiha rawestandina hinartinê û sînordarkirina wê bi xerca navxweyî re, gaza ku ji bo santralên elektrîkê tê bikaranîn kêm dike. Ji ber nebûna kapasîteya depokirinê, dibe ku hilberîna parzûngehan jî kêm bibe û dabînkirina sotemeniyê ji bo welatiyan têk bibe.

Rûdaw: Gelo Îraq niha dikare dest bi veguhastina petrola Besrayê ya bi rêya boriyeke nû ya ji bo Bendera Ceyhanê bike?

Nebîl Mersûmî: Nexêr, niha nabe. Tevî ku boriya petrolê sala 2005an hat sererastkirin jî lê pêdivî bi pergalên pêwendîdanînê û stasyonên pompekirinê heye da ku amade bibe. Eger ev hêl amade bûya, Îraqê dikaribû rojane 750 hezar bermîl petrol ji parzûngehên Besreyê hinarde bikira lê ev yek nebû û xet ne amade ye. Ev yek ji wan têkçûnên Wezareta Petrola Federal e.

Rûdaw: Banka Navendî xwedî zêdetirî 90 trilyon dînarî senedên Amerîkayê û 25 trilyon zêr e. Gelo dikarin van veguherînin "pereyên kaş" da ku meaş bên dayîn?

Nebîl Mersûmî: Mijar bi temamî ne wilo ye. Di destê Bankê de (bi zêr re) 97 milyar dolar hene, ango 126 trilyon dînar. Ji vê 28 trilyon zêr e û 93 trilyon jî di senedên Amerîkayê û Ewropayê û depozîtoyan de hatine veberhênan.

Pereyê "kaş" ê di xezîneya bankê de ne zêde ye, tê texmînkirin ku tenê 1,5 milyar dolar e lê dema bank hewcedarî lîkîdîteyê (kaş) be, beşek ji zêr difiroşe yan depozîtoyan dikişîne yan jî senedan (bi taybetî yên demkurt) difiroşe da ku dolarê kaş dabîn bike da ku mûçe û xerciyên giştî werin girtin.

Rûdaw: Îraqê mehane 7 milyar dolar didan bazirganan. Gelo daxwaz hîn wekî berê ye?

Nebîl Mersûmî: Piştî pergala ASYCUDAyê, daxwaz ketiye dora 4-5 milyar dolaran çimkî gelek bazirganan ji ber ku nikarin bi "platformê" re bixebitin berê xwe da bazara paralel. Vê yekê bihayê dolarê paralel bilind kir.

Rûdaw: Tu li kû derê li bendê yî ku hawirdekirin zêde bibe?

Nebîl Mersûmî: Niha piraniya hawirdekirinê ji deriyên bakur e, bi taybetî "Îbrahîm Xelîl" û "Hacî Omeran." Tevgera li Bendera "Um Qasir"ê hêdî bûye û bi hawirdekirina nerasterast (bi rêya benderên Qeter an Siûdî) sînordar maye.

Rûdaw: Çima bihayê dînar tevî dengên şer hinekî aram e?

Nebîl Mersûmî: Sedem ew e ku bazirganiya nefermî ya bi Îranê re rawestiya yan jî gelekî kêm bû, lewma daxwaza li ser dolar a ji bo mebestên bazirganiyê kêm bû. Daxwaza ku niha li bazara paralel heye, ji ber tirsê ye. Mirov dixwazin serwetên xwe biparêzin û berê xwe didin dolar. Lewma hinekî biha bû û li dora 154an aram bû. Ez bawer dikim ku heta taya şer dakeve dê wisa bimîne.

Rûdaw: Li gel rawestandina firotina petrolê, Îraq ji bo dabînkirina meaşan xwe dispêre çi?

Nebîl Mersûmî: Dahata petrolê bi paşketina du mehên din digihe Îraqê. Ango dahata meha 1ê di meha 3yan de digihe. Lewma di mehên 3 û 4an (Adar û Nîsan) de metirsiya darayî nîne.

Lê metirsî û krîza rastî dê ji meha 5an (Gulan) dest pê bike eger çareseriyên bilez û bingehîn neyên dîtin.

Rûdaw: Di kîjan mehê de Îraq dê di dabînkirina meaşan de rûbirûyî pirsgirêkê bibe?

Nebîl Mersûmî: Di meha gulanê de. Dema ku ji ber rawestandina hinartina niha, êdî "petrodolar" nayê nav welêt. Wê demê Îraq dê di dabînkirina xerciyên hikûmetê de ku mehane 9 trilyon dînar e (8 trilyon ji bo meaş û çavdêriya civakî ye) rûbirûyî pirsgirêkê bibe. Wê demê dewlet dê neçar bibe ku deynê navxweyî û derve bike, ev vebijêrkên tehl in lê ji bo dabînkirina xerciyan pêdivî ne.

Rûdaw: Gelekî spas.