Tom Barrack: Trump pêbendiya xwe ya ji bo parastina Kurdan ducare kiriye

2 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Tom Barack / Wêne: Rûdaw
Tom Barack / Wêne: Rûdaw
Nîşan Tom Barrack Amerîka Herêma Kurdistanê Îraq Sûriye
A+ A-

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack  got, "Serok Trump pêbendiya xwe ya ji bo parastina Kurdan ducare kiriye."

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ji Rûdawê re qala rola xwe ya di destpêkirina ducare ya hinartina petrola Herêma Kurdistanê de kir.

Wî destnîşan kir ku rola wî ya di kêmkirina aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de wekî ya "barîstayekî" bûye.

Tom Barrack pirsên Rûdawê bersivandin û ev jî pirs û bersv in:

Rûdaw: Te di destpêkirina ducare ya hinartina petrolê ya bi rêya boriya Ceyhan-Kerkûkê di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de çi rol lîst?

Tom Barrack: Ez wekî wî "barîsta"yî bûm ku qehweyê pêşkêş dike. Min alozî kêm kirin û min aqil vegerand nav dan û standinan. Ez gelekî serbilind im bi her du hikûmetên Hewlêr û Bexdayê ku di berjewendiya welêt de karekî rast kirin.

Rûdaw: Nûçe hene ji Şamê ku desthilatdarên li wir firotina alkolê li bajêr qedexe kiriye, ji bilî taxên Xirîstiyanan. Nêrîna cenabê te li ser vê yekê çi ye?

Tom Barrack: Bi dîtina min agahiyên çewt gelek in. Ez pêşniyar dikim tu bi rejîma Sûriyeyê re biaxivî derbarê wê yekê ka daxwazên wan çi ne. Ev tenê çend kemasiyên biçûk in.

Rûdaw: Lê gelo cenabê te dilgiran nabe? Çimkî balyozê wan niha piştrast kir ku belê biryarnameyek heye ji bo qedexekirina firotina alkolê li wan taxên ku ne Xirîstiyan in.

Tom Barrack: Di nav hemû wan tiştên ku dikarin min dilgiran bikin de, ev ya herî kêm e. Komek ji van cureyên tênegihîştin û tiştan rû didin ku dibe em li gel wan bin yan jî nebin. Lê ev hikûmeteke nû ye û dixwaze rêya xwe bibîne. Xelk jî rêya xwe dibînin. Ev ji bo wan hatiye hiştin.

Rûdaw: Pirsa dawî derbarê Herêma Kurdistanê de ye. Herêm rûbirûyî êrişên zêde yên bi dronan ên wan komên çekdar dibe ku alîgirên Îranê ne. Amerîka çi dike ji bo bihêzkirina pergala parastinê ya Herêma Kurdistanê?

Tom Barrack: Em mil bi milê hev in. Bi dîtina min we dît ku Serok Trump du caran li ser tora civakî "Truth Social" pêbendbûna me ya ji bo Kurdan eşkere kir. Pêwendiya me bi Kurdan re vedigere demên borî, hemû Kurd, Kurdên Îraqê, Kurdên Sûriyeyê û Kurdên Îranê. Em di vê rewşa dijwar a Îraqê de bi hev re pêbend in.

Ji ber vê yekê em jî şerê milîsên ser bi Îranê ve dikin. Ev pirsgirêkeke dijwar e. We dît ku Balyozxaneya Amerîkayê ku ji aliyê karbirêkerekî jêhatî ve tê birêvebirin, di sê rojên borî de bi tundî rastî êrişê hat.

Lewma wekî hûn dizanin, em bi hikûmeta karbirêker re hevahengiyê dikin. Serokwezîr Sûdanî hemû hewlên xwe dide da ku hêzên Îraqî bi Fermandariya Navendî (CENTCOM) û Herêma Kurdistanê re birêxistin bike. Ev pêvajoyek e.

 Hêviya me ji bo tevahiya herêmê ew e ku hemû wê rêya ber bi xweşbînî ve bibînin. Lê ev wekî pênc tiliyan in, Îraq, Sûriye, Îran, Îsraîl, Tirkiye û Libnan. Ti çareseriyên din nîne ji bilî wê yekê ku mirov dev ji wê xwesteka şerkirinê berdin an jî rêyeke nû ji bo miamelekirina bi hev re bibînin, ev e ya ku em hêviyê jê dikin.

Rûdaw: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst