Îhsan Şemerî: Du navên nû ji bo serokwezîrtiya Îraqê hene

Serokê Navenda Nêrîna Siyasî ya Îraqê Îhsan Şemerî di hevpeyvîna xwe ya li gel Rûdawê de, li ser mijara diyarkirina kesayetiyekî ji bo wergirtina postê Serokwezîrtiya Îraqê kir behsa hinek hûrgiliyên herî girîng ên guftûgoyên ku niha di nav Çarçoveya Hevahengiyê de li ser vê mijarê tên kirin û her wiha bandora guvaşên Amerîkayê ya di vî warî de kir.

Îhsan Şemerî di hevpeyvîna xwe de amaje bi wê yekê kir ku "Sûdanî hewl dide Birêvebirê Ofîsa xwe Îhsan Ewadî derxe pêş. Li gorî peymana wî ya bi Malikî re mafê Sûdanî nîne ku bibenamzed ji ber ku wî dev jê berdaye û ev yek jî dibe ku şansê Birêz Îhsan Ewadî lawaz bike."

Şemerî her wiha got, "Îhsan Ewadî di nav jîngeheke siyasî de ye, di nav partiya Birêz Falih Feyaz de ye û bi baweriya min ev yek rê nade ku ji aliyê dijberên Kutleya Avakirin û Bipêşketinê ve piştgirî lê were kirin, ji ber vê yekê her çend navê wî li holê be jî lê ez wisa nafikirim ku şansê wî li gorî Basim Bedrî yan Hemîd Şetrî yan jî navên din ên mayî gelekî mezin e."

Şemerî nêrîna xwe ya li ser vê yekê anî zimên ku "Guvaşên Amerîkayê dê di hilbijartina serokwezîrê bê de bi awayekî gelekî mezin bibin xwedî rol", lewra "Malikî piştî parvekirina Trump a li ser Xê hat dûrxistin û her wiha şansê Sûdanî jî piştî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê yan jî wan peyamên ku gihîştine serkirdeyên Çarçoveyê li gorî tiştên ku di hinek raporan de hene, kêm bûye."

Şemerî her wiha da zanîn ku "Amerîka dê li ser wê mijarê rijd be ku baskên siyasî yên komên çekdar di nav kabîneya hikûmetê de cih negirin", û diyar kir ku "Dibe ku ev ji bo Amerîkayê şertekî mezin û şertekî bingehîn be."

Naveroka hevpeyvîna bi Serokê Navenda Nêrîna Siyasî ya Îraqê Îhsan Şemerî re wiha ye:

Rûdaw: Gelo dibe ku vekişîna Malikî girêka postê serokwezîrtiyê çareser bike?

Îhsan Şemerî: Spas ji bo mêhvandariya we. Belê eger Malikî ji namzediya ji bo serokwezîrtiyê vekişe, bê guman dibe ku rewş wekî nîvçareseriyekê xuya bike. Bi taybetî eger em zanibin ku dê krîz ji Malikî derbasî wî kesî bibe ku dê bibe namzedê bê, ango wisa xuya dike ku Malikî niha xwe amade dike ku li şûna xwe kesayetiyeke nû hilbijêre. Bi taybetî piştî ku Birêz Sûdanî ji bo Malikî dev jê berda, wate ji demekê ve, niha ez wisa difikirim ku em li pêşiya veguhastin û qonaxeke nû ne di warê lêgerîna li namzedekî lihevkirinê de ku bi rêya wê bloka herî mezin karibe biçe Parlamentoya Îraqê yan jî Serokkomartiyê bi mebesta raspardina wî ji bo pêkanîna hikûmeta bê. Lê heta niha wisa xuya dike ku di nav Çarçoveya Hevahengiyê de tişt nehatine diyarkirin û heta civîna îro jî dibe ku were bipaşxistin û hinek zanyarî amaje bi îhtîmala bipaşxistina wê ya ji bo duşema bê dikin.

Rûdaw: Gelo şansê Basim Bedrî zêdetir e an şansê Mihemed Şiya Sûdanî?

Îhsan Şemerî: Ev dualiyeke nû ye, Sûdanî û Dr. Basim Bedrî, ez wisa difikirim ku her du jî piştî hebûna vetoyekê ne ku dibe bi awayekî fermî nehatibe ragihandin. Wekî ku me di asta Malikî de dît dema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump wergirtina postê serokwezîrtiyê ji aliyê Malikî ve red kir û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî di yek ji daxuyaniyên xwe de ev yek nîşan da, naxwe serkirdeyek ji nav Çarçoveya Hevahengiyê jî hene ku qala hebûna redkirineke Amerîkayê dikin.

Şansê Basim Bedrî li gorî Birêz Sûdanî zêdetir xuya dike tevî ku di nav Çarçoveya Hevahengiyê de hejmareke gelekî mezin a kursiyan di destê Sûdanî de ye û ew wekî Tevgera Avakirin û Bipêşketinê xwediyê kursiyên herî zêde ye. Lê di dawiyê de ew lihevkirinên siyasî ne ku biryarê didin yan jî Çarçoveya Hevahengiyê ya pêwendîdar e ji ber ku ew bloka parlamentoyê ya herî mezin e, ji ber vê yekê şansê Basim Bedrî ji yê Sûdanî zêdetir dimîne, li gel liberçavgirtina îhtîmala ku Çarçove pêşkêş bike.

Rûdaw: Fayeq Zêdan zêdetir piştgiriyê dide Basim Bedrî. Gelo ev dê ji bo Basim Bedrî bibe astengiyek yan hêsankariyek?

Îhsan Şemerî: Ez wisa difikirim ku tiştek ji Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê Dr. Fayeq Zêdan derneketiye ku amaje bi wê yekê bike ku ew piştgiriyê dide namzediya Dr. Basim Bedrî, heta niha ti daxuyaniya fermî nîne. Lê tiştê ku Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê niha li ser hûr dibe ew e ku Çarçoveya Hevahengiyê ji demên destûrî derbas nebe, bi taybetî piştî hilbijartina Serokkomar Nizar Amêdî.

Lewra Serokê Encumena Dadweriyê girîngiyê dide ku Çarçoveya Hevahengiyê binpêkirina demên destûrî neke. Basim Bedrî xwediyê komdengiyekê ye, ango ji tevahiya 12 dengan 7 deng di nav Çarçoveya Hevahengiyê de ji bo wî ne. Ez bawer im ku ev dibe bibe sedem ku hemû desthilat, çi yasadanîn û çi dadwerî, piştgiriyê bidin wî kesî ku Çarçoveya Hevahengiyê dê hilbijêre.

Rûdaw: Gelo rast e ku Sûdanî, Xezelî û Hekîm li dijî Basim Bedrî ne?

Îhsan Şemerî: Belê ev yek zelal e, Sûdanî hîn jî gelekî pişta xwe bi wê îhtîmalê girê dide ku biryara di nav Çarçoveya Hevahengiyê de biguhere. Her wiha hevpeymaniya di navbera Birêz Sûdanî û Qeys Xezelî de ez bawer im ku hîn jî berdewam e heta hilbijartina Sûdanî ya di sala 2022yan de jî bi piştgiriya Esayîb Ehlî Heq bû.

Niha wisa xuya dike ku ev hevpeymanî nû dibe, û Emar Hekîmê serokê Tevgera Hîkmetê, ez wisa difikirim ku ew fêm dike ku newergirtina postê ji aliyê Sûdanî ve dibe ku bibe sedema xisareke siyasî ji bo wî, li ser wê bingehê ku wî ji bo demên dirêj piştgirî da Sûdanî û her wiha dibe ku namzedekî nû ji bin sîwana Malikî yan jî Dewleta Yasayê derkeve.

Ev yek dibe ku pêşengî û hêzeke zêdetir bide Dewleta Yasayê li gorî Tevgera Hîkmetê, ji ber vê yekê hîn jî ev hevpeymaniya sêalî, wate Sûdanî, Hekîm û Xezelî, red dike ku Basim Bedrî yan jî her namzedê din ê lihevkirinê postê wergire, û dibe ku ev hevpeymaniya sêalî (Sûdanî, Hekîm, Xezelî) namzedekî lihevkirinê li beramberî Basim Bedrî pêşkêş bike û wê demê em dê li pêşiya dîmeneke nû bin.

Rûdaw: Tu pêşbînî dikî ku ne Basim Bedrî û ne jî Sûdanî bi ser nekevin û kesekî nû derkeve holê?

Îhsan Şemerî: Gelek kesayet hene. Dr. Basim Bedrî kesayetiyek e ku xwedî aramiyeke siyasî ye û her wiha kariyereke wî ya cuda di dezgehên dewletê de hebû. Lê ez pêşbînî dikim ku kesayetiyên girîng hene, bi taybetî ji neh navên mayî ku Birêz Hemîd Şetrî yê Serokê Dezgeha Îstixbaratê ye, dibe ku ew jî yek ji navên girîng be.

Ji bilî vê yekê ez bawer im ku dibe Sûdanî û Hekîm neçar bibin wekî namzedekî lihevkirinê piştgiriyê bidin Dr. Heyder Ebadî, li ser wê bingeha ku di nav Çarçoveya Hevahengiyê de nêrînek heye ku difikire hebûna kesayetiyekê ku pêwendiyên wî yên navneteweyî hebin dibe ku di jinûveavakirina pêwendiyên derve yên Îraqê de bi ser bikeve. Tevî vê yekê jî ez wisa difikirim ku hîn nav nehatine yekalîkirin. Belê şanseke mezin a Dr. Basim Bedrî heye lê di dawiyê de ez bawer im ku dibe suprîzek çêbibe.

Rûdaw: Gelo şansekî Îhsan Ewadî heye ku bibe serokwezîrê nû yê Îraqê? Û hûn dizanin ku ew birêvebirê ofîsa Sûdanî ye.

Îhsan Şemerî: Ev zanyariyeke rast e, hûn vê yekê bi rêya pirsê tînin ziman, wisa xuya dike ku Sûdanî hewl dide Îhsan Ewadîyê birêvebirê ofîsa xwe derxe pêş. Lê ez wisa difikirim ku li gorî peymana wî ya bi Malikî re mafê Sûdanî nîne ku namzed be ji ber ku wî dev jê berdaye û ev yek jî dibe ku şansê Birêz Îhsan Ewadî lawaz bike.

Xaleke din jî ew e ku Birêz Îhsan Ewadî di nav jîngeheke siyasî de ye, di nav partiya Birêz Falih Feyaz de ye û bi baweriya min ev yek rê nade ku ji aliyê dijberên Bloka Avakirin û Bipêşketinê ve piştgirî lê were kirin. Ji ber vê yekê her çend navê wî li holê be jî lê ez wisa nafikirim ku şansê wî li gorî Basim Bedrî yan Hemîd Şetrî yan jî navên din ên mayî gelekî mezin e.

Rûdaw: Tu pêşbînî dikî ku di vê hefteyê de lihevkirin li ser navekî pêk were?

Îhsan Şemerî: Demeke zêde di destê Çarçoveya Hevahengiyê de nîne, ango piştî raspardina Serokkomar Nizar Amêdî. Ez bawer im ku dem bi awayekî gelekî mezin li ser Çarçoveya Hevahengiyê teng dibe. Ji ber vê yekê eger civîna îro were bipaşxistin û biçe rojeke din dibe ku di rewşên herî zêde de diyarker be.

Çarçoveya Hevahengiyê dê neçar bibe ku di heyama yasayî ya piştî raspardina Serokkomar de ku 15 roj in kesayetiyekî hilbijêre, wate di dawiya dema diyarkirî de 25ê Nîsanê, dibe ku em li pêşiya kesayetiyeke nû bin yan jî beriya wê demê ku Çarçoveya Hevahengiyê wî raspirêre.

Rûdaw: Guvaşên Amerîkayê yên li ser komên çekdar zêde bûne, gelo serokwezîrê nû dê karibe wan tevlî kabîneya xwe ya hikûmetê bike?

Îhsan Şemerî: Ez wisa difikirim ku guvaşên Amerîkayê dê di hilbijartina serokwezîrê bê de bi awayekî gelekî mezin bibin xwedî rol. Lewra Malikî piştî parvekirina Trump a li ser Xê hat dûrxistin û her wiha şansê Sûdanî jî piştî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê yan jî wan peyamên ku gihîştine serkirdeyên Çarçoveyê li gorî tiştên ku di hinek raporan de hene, kêm bûye. Ji ber vê yekê Amerîka dê li ser wê mijarê rijd be ku baskên siyasî yên komên çekdar di nav kabîneya hikûmetê de cih negirin, û dibe ku ev ji bo Amerîkayê şertekî mezin û şertekî bingehîn be.

Lê di heman demê de ji bo Çarçoveya Hevahengiyê dibe krîzek, bi taybetî ku komên çekdar di baskê xwe yê siyasî de li nav Parlamentoyê xwediyê nêzîkî 85 heta 100 kursiyan in, lewma dê krîzek hebe. Ji nêrîna min ve pirs ev e ku Çarçove dê çawa bi vê krîzê re serederiyê bike, ev yek dimîne ji bo piştî raspardina serokwezîr.

Rûdaw: Bi nêrîna te gelo dê di heyama bê de êrişên Amerîkayê yên li dijî komên çekdar zêdetir bibin?

Îhsan Şemerî: Ez bawer im heta ku aramî di navbera Washington û Tehranê de hebe, dê aramî di navxweya Îraqê de jî berdewam bike, lê tiştê cihê dilgiraniyê ye ew êriş in ku rûbirûyî Herêma Kurdistanê dibin, tevî hebûna agirbestekê. Daxuyaniya dawî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ez bawer im destnîşan dike ku erdnîgariya Îraqê hîn jî erdnîgariyeke alozî û pevçûnan e, bi taybetî heta bi amajekirina Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê bi wê yekê ku êriş ji Îranê ne. Ev yek îsbat dike ku metirsî hîn jî heye û ez wisa difikirim eger şer vegere em dê careke din bibin şahidê vegera armanckirina baregehan û hinek komên çekdar.

Rûdaw: Li gorî pêşbîniyên te, dê kî bibe serokwezîrê nû?

Îhsan Şemerî: Ev yek gelekî zehmet e, tevî ku me qala hebûna kesayetiyên xwedî kûrahî û ezmûnan kir jî lê mijar di destê serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê de ye, ev rastiyek e.

Rûdaw: Em dizanin ku Îhsan Şemerî bersiva pirsên zehmet dide, dê kî bibe serokwezîrê nû yê Îraqê?

Îhsan Şemerî: Spas ji bo vê nirxandinê lê ez wisa difikirim ku dem hîn zû ye, du nav hene ku behsa wan tê kirin û ez nikarim qala wan bikim yan jî wan eşkere bikim, du nav hene ku ne Malikî ne û ne jî Sûdanî ne, lewra divê em di demjimêrên bê de li bendê bin, bi nêrîna min kesayetiyên girîng û rêzdar hene.

Rûdaw: Gelekî spas, Serokê Navenda Nêrîna Siyasî ya Îraqê Dr. Îhsan Şemerî.

Îhsan Şemerî: Spas ji we re.