Seroka Partiya Ciwanan a Avakirin Guhertinê Perwîn Îbrahîmê got ku Beşar Esed û malbata xwe Sûriye ji bîr kiriye û anî zimên:
“Li Sûriyeyê gotegot hatibûne belavkirin ku Mahir Esed hatiye û derketibûn ser cadeyan û bi kêf bûn û dîlan dikirin. Bila xelk li rastiya xwe binêrin ku êdî wan Sûriye ji bîr kiriye û ne xema wan e.
Perwînê ragihand ku Beşar Esed û birayî wî Mahir Esed li Moskowa paytexta Sûriyeyê dijîn û Sûriye ne di xema wan de ye.
Vîdeoyek gihîşt Rûdawê ku tê diyar dibe Mahir Esedê birayê Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed li Moskowê li gel hinek kesan li kafeteryayekê rûniştiye.
Seroka Partiya Ciwanan Perwîn Îbrahîm jî wê demê li wê kafeyê bûye.
Perwîn Îbrahîm bû mêvana bultena Rojavayê Kurdistanê behsa rewşa dawî ya malbata Esed kir.
Perwîn Îbrahîmê diyar kir ku wê beriya 2 hefteyan Mahir Esed li Moskowê li kafeteryayekê dîtiye.
Bi gotina Perwîn Îbrahîmê, malbata Beşar Esed û birayî Mahir Esed li apartmanên Moskow Cityê yên li Moskowê rûdinin.
Seroka Partiya Ciwanan a Avakirin Guhertinê Perwîn Îbrahîm pirsên Dibilxwîn Dara yên derbarê malbata Esed de bersivandin:
Rûdaw: Perwîn Xan tu jî di wê vîdeoyê de diyar dibî, ew kafeteryaya tu û Mahir Esed li rûniştine navê wê çi ye û li kû derê ye?
Perwîn Îbrahîm: Li Moskowê navendeke kirîn û firotinê (mall) heye jê re dibêjin Afi Mall, ev di hundirê Moskowê de ye, Moskow City. Li Moskow Cityê, Beşar Esed û birayê wî, Mahir Esed, şuqeya wan di ser mallê de ye, li Moskow Cityê ne.
Vêca ez çûme kafeyê, ez û miroveke xwe em rûniştin. Min dît yek derbas bû û xortek li gel wî bû. Ew rûniştin. Ez rabûm û min lê dinêrî, min bala xwe dayê, min got “Walah eve ew e.”
Dîsa min xweşik lê nerî, wî jî li min nerî û hest pê kir ku ez belkî li wî dinêrim. Destên xwe danîn ser ser û bi çavên xwe û pîçekî li telefona xwe nerî. Min got mirovê xwe, dîmenên wî bigire, ev ew e.
Wî vîdeoya wî tomar kir û piştî wê wî cihê xwe guherî û pişta xwe da me û helbet ev vîdeo belav kir, ev e mirove me ye û zarok e.
Wî belav kir û derket lê ev ne tiştekî xerîb e, xelk gelekî şaşomaşo bû. Ji ber ku ez dizanim, ez ji bo karekî çûm Moskowê. Ez dizanim 250 efser li Moskowê ne. Serokê berê Beşar Esed û birayê xwe bi şuqeya wan li Moskow Cityê ne û li derdora 250 efseran daxwaza mafê penaberiyê kirye. Nêzîkî Moskowê ne, dor 20 kîlometreyan tabiên erkanên Rûsî ne û helbet agahiyên min li ser gelek ji wan hene, yên li wir û hinek jî çûne Îranê, ji ber ku ez gelek caran diçim Moskowê û ji min re digotin, ka kî li wir e û kî ne li wê derê ye.
Rûdaw: Ew kengî bû, Perwîn Xan? Çi rojê de ew vîdeo hatiye girtin?
Perwîn Îbrahîm: Berî du hefteyan bû, ev heftiyeke ez ji Moskowê hatime, yanî ev vîdeo ya berî du hefteyan, çardeh rojan e. Baş bû ev vîdeoya derketî, ji ber ku gelek kesan hêvî dikir ku Beşar Esed, ew birayê xwe dê dîsa leşkerekî damezirînin û dê dîsa xelkê rizgar bikin.
Baş bû ev vîdeo hatiye weşandin da ku mirov zanibin ku pereyên xelkê Sûriyeyê birin û dizîn û li qehweyan vedixwin û ne xema wan e.
Rûdaw: Berî ez pirseke din bikim, mesele ew Elî Memluk, ew berpirsên îstixbarat û parastina Sûriyeyê, ew jî li wan deran in yan jî li cihekî din in?
Perwîn Îbrahîm: Erê gelek hene, ez dikarim hinek navan ji te re bêjim lê pêştir ez dê tiştekî din bibêjim bi rêya Rûdawê. Gava ev vîdeo derket, wekî li hemû deran, hemû kesên Ereb û Fileh, bi giştî ev vîdeo dît û hemiyan digotin ku Beşar Esed û Mahir Esed derketine û ev li qehweyan in.
Lê xortên me yên Kurdên Sûriyeyî wek hemû derbî wek pîrekên li ser tenûran digotin “Perwîn Îbrahim û Perwîn Îbrahim” anku xeberên nebaş digotin.
Ev tişt bûye eyb êdî. Kurdên me ji bedêla kêfa wan bê ku Kurdeka Sûriyê li gel serokan rûdine û ya navê Kurdan digihîne hemû dewletan. Vêca vî tiştî ez gelekî aciz kirim lê ez dê niha ji Rûdawê re bêjim, Elî Memlûk, Ehmed Dîb li Moskowê ne, li kolana 40î. Edîb Zeytûn, Cemîl Hesen, Kemal Hesen li Moskowê ne. Ev ji wanên xuya ne.
Lê Riyad Ebas û Fadî Ebas, Refîq Şihadê, Liwa Xeys û Taha li Îranê ne. Husam Luqa li Urdinê ye. Anku ev ji mezinên wan ên xuya dikin, hemûyan daxwaza mafê penaberiyê kirye. Vêca yên ku malbata xwe tîne, ji wî cihî derdikeve û diçe xaniyan ji xwe re distînin û li halên xwe dinêrin.
Rûdaw: Ev li Moskowê, li Rûsyayê bi serbestî digerin. Bo nimune, te Mahir Esed li kafeyekê dîtiye, diçin, tên, bi rihetî çûn û hatina wan li wir heye?
Perwîn Îbrahîm: Bi rihetî diçin. Ew naçin cihekî ku Ereb lê hebin, min pirsiye. Diçin cihên Rûs lê hebin lê şensê wî bû ku ez çûme heman kafeteryayê. Ji ber ku ev kafeterya di nîva Moskowê de ye. Dema vîdeo dihat tomarkirin, min digot, ev cihê Lona Şibil, cihê sumûd û tesediyê (xweragirtin) ye, ji ber ku berî vîdeo hat çêkirin, Mensûr Ezam û Lona Şibil dihatin û li wir dikirîn. Mala Esed li wir e, mala wan li nîvê Moskowê ye.
Rûdaw: Heta belavbûna vê vîdeoyê, cihê Mahir Esed ne diyar bû. Gelek gotin li ser wî dihatin kirin bê ma li Îranê yan li Sûriyeyê ye. Ev çawa çûye Rûsyayê, bi Beşar Esed re çûye Rûsyayê?
Perwîn Îbrahîm: Ne ne, bi Beşar Esed re neçûye Rûsyayê. Ne ew bi tenê çûye Rûsiyayê. Ji ber ku Beşar Esed negotibû kesekî, tenê çûbû. Ji birayê xwe jî re negotibû lê tiştek heye. Di roja ruxîna Sûriyeyê de, sînorên Sûriyeyê man vekirî.
Kesên Hikûmeta niha hatin, yên Tehrîr el Şamê gava hatin û derbas bûn. Sînorên Sûriyeyê 20 rojan vekirî hîştin. Anku ev rêkeftinek bû di navbera Rûs û Tirkan de de ku ev kes, efser û serok hemû derkevin, bi rihetî û bê kuştin. Wiha bû, 20 rojan, wan karîbû sînoran bigirin û nehêlin kes derkeve. Îşê xwe ji kesî neyînin, giş derketin.
Rûdaw: Ev bi çi ve mijûl in dibin, çi karî li wir dikin?
Perwîn Îbrahîm: Wê çima kar bikin? Her tiştê wan divê, dolarên ji 1980ê ve bi wan re ne. Hemûyan pere birine û li wê derê xaniyan dikirin û projeyan ji xwe re ava dikin û zarokên wan hemû li wê derê ne û helbet beşekê berbiçav li Îmaratê ne jî, weke Rami Mexlûf û cemaeta xwe. Hemûyan pere hene. Ev kesên mane, even di artêşa Sûriyeyê de, evên feqîr mane û evên musaid mane û wilo.
Rûdaw: Baş e, Beşar Esed jî weke birayê xwe Mahir Esed jî derdikeve?
Perwîn Îbrahîm: Li gor kesên wê derê, hinekan Beşar Esed dîtibû. Ew jî derketibû, dîtibûn lê îstixbarata Moskowê agahdar kiribû ku nabe derkeve û nabe daxuyaniyan bide lê zarokên wî normal diçin nav hevalên xwe.
Rûdaw: Baş e Perwîn Xan, Esma Esed, hevjîna wî li Moskowê hîn li gel wî ye?
Perwîn Îbrahîm: Belê, li cem wî ye.
Rûdaw: Û dan û standinên wan…
Perwîn Îbrahîm: Û nexweşiya wê giş derew bû.
Rûdaw: Ne nexweş e?
Perwîn Îbrahîm: Na, ne nexweş e û îstixbarata Moskowê dibêje ku Esma Esed kuştina Basir Esed ji îstixbarata Brîtanî bû, Beşar Esed ji wî çaxî de danîn û Esma Esed ji wî çaxî de li ser Sûriyeyê sîxur bû, heta Sûriye wilo xist. Bi vî awayî. Ez jî vî tiştî wiha dibînim. Ji ber ku biryara xerakirina Sûriyeyê bernameyeke dariştî bû ji Beşar û Esma Esed re.
Rûdaw: Ez dê dîsa behsa vê yekê bikim, te hewl neda li gel Mahir Esed biaxivî, pe re bişitexilî?
Perwîn Îbrahîm: Ne, min nexwest û ez gelekî aciz bûm û ez biçim tiştekî bêjim, wî aciz bikim û ez mêhvana Rûsyayê bûm û nexweş e ku ez rewşekê nebaş ez çêbikim, çênabe.
Ji ber ku dema ez çûm Rûsyayê û ez ji ber meseleya navenda rewşenbîriyê çûm, hezar û 200 burs sekinîbûn, ez çûm. Ji min re gotin here ji hikûmeeta Sûriyeyê re bêje em dê hezar û 200 bursan bidin xwendekaran û bila xwendekar bên û hinek tiştên din xwestin, vêca ne xweş bû ez tiştekî bikim ku hikûmeta Rûsan ji min aciz bibe.
Rûdaw: Dema li ser desthilatê bûn, yanî dema Mahir Esed li Sûriyeyê bû û Beşar Esed Serokê Sûriyeyê bû, te w nas dikir? Dan û standinên te û wî hebûn?
Perwîn Îbrahîm: Mahir Esed, carekê em ji ber rêberekî Şîşan çûn cem wî. Rêberê Şîşanî dixwest here Helebê û gotine me çênabe, balafir tunin. Ez û ew rêber çûn cem Mahir Esed, balafireke taybet dayê. Me zarokên Şîşanî yên DAIŞê bi balafiran birin Şîşanê. Vêca min carekê ew dîtiye loma min ew nas kir. Heman sîmayê wî bû, ji ber ku xelk wî di wêneyan de nas nake. Min yekser nas kir û gote wî xortî lê wî digot, ne ew e. Min jî digot, ne ew e, wî tomar bike. Min Beşar Esed dît.
Rûdaw: Te li kû derê dît, li Rûsyayê?
Perwîn Îbrahîm: Ne berê, li Sûriyeyê me Beşar Esed dît, wêneyên xwe li gel wî girtin. Dema me Şepal Îbrahim derxist û me Beşar Esed dît û li gel wî wêneyek girt, dema em li gel rêxistinan rûniştibûn.
Rûdaw: Dema li vê kafeteryayê bûyî, tu pêhesiyayî ku Mahir Esedî tu nas kirî? Bo nimune, îhrac bû?
Perwîn Îbrahîm: Erê, min nas kir. Yekem tişt min dengê xwe bilind kir û gote wî xortî, “Ev ew e” û dema li wî dinerî, wî jî xwe bi telefona xwe ve mijûl kir û destên xwe danîn ber çavên xwe û paşê kumekî reş danî ser serê xwe. Piştî demekê cihê xwe guherî. Ez û xort, em berê wî derketin. Min got da ji vê derê derkevin, te vîdeoya wî girt da em vê derê biçin.
Rûdaw: Dema ku hûn berî wî derketin, hemû tişt normal bû, çavdêr û parêzvan tune bûn?
Perwîn Îbrahîm: Ne ne kes pê re nebû. Ew xortê li gel wî bû, ez wî nas dikim, babê wî Sûriyeyî ye û dayîka wî Rûs e. Berê me ew li balyozxaneyê ew didît, ti kesên din li gel wî nebûn.
Rûdaw: Gelekî spas, Perwîn Xan. Mala te ava be, li her dera tu lê bî, tu pirsgirêkan derdixî. Vîdeoya te jî bû trend bi rastî. Em dê bi hemû zimanan belav bikin. Te dixwest tiştekî bêjî?
Perwîn Îbrahîm: Gava min ev vîdeo tomar kir, mebesta min pê ew bû ku herkes zanibe ku Mahir Esed li Rûsyayê ye û ne li Îraqê ye û ne leşkeran rêk dixe. Li Sûriyeyê gotegot hatibûne belavkirin ku Mahir Esed hatiye û derketibûn ser cadeyan û bi kêf bûn û dîlan dikirin. Bila xelk li rastiya xwe binêrin ku êdî wan Sûriye ji bîr kiriye û ne xema wan e.
#VÎDEO - Mahîr Esedê birayê Beşar Esed li Moskowê hat dîtin Perwîn Îbrahîm jî li heman kafeyê bû
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 18, 2025
🛑 Ew kafe li kû dera Moskowê ye û navê wê çi ye❓
🛑 Mala Beşar Esed li kû derê ye❓
🛑 Endamên malbata Esed di rewşeke çawa de dijîn❓
🛑 Çi qas leşkerên berê yên desthilata… pic.twitter.com/ghXJM83LlV
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse