Suha Elî Beg: Li Îraqê demokrasî nîne, partî serwer in

Wezîra berê ya Perwerdeyê ya Îraqê Dr. Suha Elî Begê ragihand ku li Îraqê demokrasiyeke rast nîne û got, "Demokrasî li Îraqê hîn nû û nazik e."

Dr. Suha Elî Beg bi wesîleya Roja Cîhanî ya Demokrasiyê bû mêhvana Rûdawê û pirsên Niwêner Fatîh bersivandin.

Suhayê da zanîn ku sedemên sereke yên nebûna demokrasiyê "kontrola partiyan a li ser sîstemê" û "destwerdanên siyasî" ne û biland:

"Rast e sîstemeke demokratîk e lê tenê bi nav maye. Di pratîkê de ne sîstemeke demokratîk e."

Wezîra berê amaje bi nifşê nû yê ciwan kir û got ku daxwaz û hêviyên wan ji sîstema siyasî ya heyî cuda ne.

Wê diyar kir ku eger hikûmetên nû bersivê nedin daxwazên vî nifşî, hêviya guherînê bi ciwanan ve girêdayî ye û got, "Em hemî pişta xwe bi ciwanan girê didin, ew xwedî biryar in."

Hevpeyvîna Rûdawê ya Wezîra berê ya Perwerdeyê ya Îraqê Dr. Suha Elî Begê re bi vî rengî ye:

Rûdaw: Silav, hûn bi xêr hatin Rûdawê.

Suha Elî Beg: Silav li we jî gelekî spas.

Rûdaw: Îro em dê li vir behsa demokrasiyê bikin. Hûn bi xwe di hikûmetê de bûn û ezmûna we ya şêwirmendiyê li parlamentoyê jî heye. Yanî nêrîneke we li ser desthilata bicihhêner a Îraqê, wate hikûmetê û her wiha desthilata yasadanîn û çavdêriyê ya ku parlamento ye heye. Dema behsa ezmûna demokrasiyê li Îraqê tê kirin, gelek astengî hene, ji bo mînak hîn jî behsa hebûn û nebûna dewletê, çekê di destê dewletê de û çekê li derveyî destê dewletê tê kirin. Demokrasî li Îraqê li kû ye? Gelo em demokratîk in? Li Îraqê demokrasiyeke rast heye?

“Li Îraqê demokrasî nîne”

Suha Elî Beg: Pirseke gelekî baş e. Di destpêkê de, ez spasiya we û kanala we ya hêja dikim ji bo vê hevpeyvînê. Îro 15ê Îlonê salvegera demokrasiyê ye lê bi rastî demokrasî li Îraqê hîn nû û nazik e. Têgeha demokrasiyê, têgeheke gelekî berfireh e. Demokrasî azadî ye, maf e, dadperwerî ye, wekhevî ye, dayîna pêşengiyê ji jinan re ye, dayîna nirx e lê bi rastî demokrasî li Îraqê hîn di astên xwe yên seretayî de ye.

Rast e sîstema siyasî û destûrê biryar daye ku sîstem demokratîk e lê ew sîstemek e ku partî tê de serwer in. Hîn jî bingeha kotayê li ser dabeşkirina postên hikûmetê heye, tevî ku zêdetirî 20 salî derbas bûne.

Me ji sala 2003yan ve sîstema xwe ji dîktatoriyê bi demokrasiyê guherand lê têgeha demokrasiyê li Îraqê hîn têgeheke lawaz û nazik e. Li gorî min, li Îraqê demokrasî nîne. Ev ne tenê gotina min e, nîşanên vê yekê hene û diyar in.

“Demokrasiya li Îraqê hîn jî stemkar e”

Rûdaw: Lê dema hûn dibêjin demokrasî nîne, sedem girîng e. Gelo sedem ew e ku Îraq di vê ezmûnê de welatekî nû ye? An ew e ku partiyên desthilatdar bi rastî naxwazin demokrasiyeke rast ji bo Îraqê hebe?

Suha Elî Beg: Îraq welatekî mezin û xwedî şaristanî û dîrok e lê têgihîştina demokrasiyê li cem me, li Îraqê, hîn di qonaxa destpêkî de ye. Em di hinek saziyan de nîşanan dibînin. Pîvanên diyarkirî yên Neteweyên Yekbûyî hene ku li gorî wan, demokrasiya Îraqê ji 2005an heta 2018an wekî demokrasiyeke tevlihev, kêm û stemkar hatiye polînîzekirin.

Me ev qonax derbas kir û em gihîştin 2019 heta 2022yan. Di nav wan pîvanan de, demokrasiya li Îraqê hîn jî stemkar e. Çima? Ji ber kontrola partiyan a li ser sîstemê. Rast e sîstemeke demokratîk e lê tenê bi nav maye. Di pratîkê de ne sîstemeke demokratîk e.

Gelo mafê gel heye ku nêrîna xwe bîne zimên? Bersiv ev e ku gelekî kêm e. Belkî di xwenîşandanên Çiriya Pêşîn de gel gihîşt wê qonaxê ku tiştê dixwazin bînin zimên. Gel ji bo mafên xwe hîn jî xewnan bi sîstemeke baştir dibîne.

Di her gera hilbijartinê de, em hêvîdar in rewş baştir bibe û tiştekî berbiçav ji bo gel pêk were lê bi rastî tiştekî berbiçav nîne. Hikûmetên li pey hev û Encumena Nûneran a ku desthilata yasadanînê ye, hîn wekî xwe ne, ti guherîn çênebûne, ango dibe ku guherîneke hindik hebe lê guherîna ku gel dixwaze bi ti awayî nîne.

Rûdaw: Yanî heta hilbijartin jî tên û heman sîstemê ji nû ve hildiberînin?

Suha Elî Beg: Heman tişt.

“Yên ku tên hilbijartin heman kes in”

Rûdaw: An heman sîstemê ji nû ve vedijînin?

Suha Elî Beg: Bi rastî heman tişt e, bila ez bi we re zelal bim. Ez bi rastgoyî diaxivim, ji ber ku yên tên hilbijartin heman kes in, ango hin parlamenter hene ku zêdetirî yek dewreyê ye berdewam dikin. Em guherînê dixwazin, em rûyên nû dixwazin lê ev rûyên nû jî dema tên, di çarçoveya partiyeke diyarkirî de tên ku li ser hatiye lihevkirin û heman rê û heman şêwazê dişopînin.

“Zextên siyasî rê li ber karê her wezîrî digirin”

Rûdaw: Ev astengiya mezin çi ye ku li hemberî her guherînê li wê sîstemê radiweste? Tecrubeya we di Encumena Wezîran û di parlamentoyê de jî heye, mebesta min astengiya herî mezin e?

Suha Elî Beg: Bi rastî destwerdanên siyasî sedem in. Ez dê behsa karê xwe ji we re bikim. Ez di Wezareta Perwerdeyê de bûm ku wezareteke serwer e û tenê hejmara xwendekarên wê zêdetirî milyonekê bû. Pêdiviya wezaretê bi pêşketin û keda zêde heye.

Bi rastî destwerdan û zextên siyasî rê li ber karê her wezîrî digirin. Di yasadanînê de jî heman tişt e. Ev tişt rê nadin ku kesayetiyên siyasî karên xwe bikin. Ez nêzîkî salekê di Wezareta Perwerdeyê de mam, di 2019-2020an de, di hikûmeta Dr. Adil Ebdulmehdî de, paşê xwenîşandan çêbûn û hikûmet bi dawî bû.

Tevî kurtbûna dema karê min, min karîbû destkeftan bi dest bixim. Pişt re Korona hat, rewş zehmet bû lê spas ji Xwedê re, destkeftên baş ji bo xwendekaran hebûn, ji ber ku bernameyeke min a hikûmî hebû û min dixwest wê bernameyê pêk bînin lê wekî min got, gelek astengî û dijwarî hene. Partiyên siyasî û her partiyek xwedî bandoreke diyarkirî ye û ev jî gelek tiştan di karê te de zehmet dike.

“Ciwan niha hişyar in”

Rûdaw: Çareserî çi ye? Ji ber ku nifşekî nû ji bo Îraqê tê. Yên ku dê di hilbijartinên 2025an de deng bidin, ew in ku temenê wan gihîştiye 18 salan. Ev nifş nizane Beas kî ye û Sedam jî nas nake. Ew ji bo wan bûye dîrok. Ew li vî welatî ji dayîk bûne û wan ev welat dîtiye lê di heman demê de welatên din jî dibînin. Daxwazên vî nifşî cuda ne, nêrîna wan ji bo jiyanê, hêviyên wan û şêwazê jiyana wan jî cuda ye. Ev nifş tê û sîstem wekî xwe maye, lewma bê guman dê di xalekê de pevçûn çêbibe. Çareserî çi ye? Gelo hûn ti çareserî an hewldanekê ji bo bersivdana vî nifşê nû dibînin?

Suha Elî Beg: Bi rastî em hemû pişta xwe bi ciwanan girê didin. Ciwan niha hişyar in, dizanin çi diqewime. Wekî we jî got, di navbera rewşa me ya li Îraqê û rewşa welatên din de cudahî heye. Îraq welatekî bi xêr û bêrê ye û her tişt tê de heye. Lê dema em li ser rêjeya hejariyê li Îraqê diaxivin, ew li gorî parêzgehan diguhere.

“Em pişta xwe bi vî nifşî girê didin”

Li parêzgehên başûr rêjeya hejariyê ji yên din zêdetir e û digihîje ji sedî 50î, tevî ku hemû xêr û dewlemendî li wan parêzgehan e. Em pişta xwe bi vî nifşî girê didin. Em li benda hilbijartinan û hikûmeta nû ne ku bibînin ka dê guherînan ber bi başiyê ve bike an na. Di hikûmeta birêz Sûdanî de, me di warê avakirinê de gelek guherînên erênî dîtin. Em hêvîdar in ku hikûmeta nû vê rêyê bidomîne. Eger wisa be baş e, eger na, em pişta xwe bi van ciwanan girê didin, ew xwedî biryar in.

Rûdaw: Tu careke din bi xêr hatî Rûdawê.

Suha Elî Beg: Gelekî spas.