Petraeus: Serok Barzanî û Nûnerê Amerîkayê dikarin ji bo Kurdên Sûriyeyê çareseriyê bibînin

Fermandarê berê yê Hêzên Amerîkayê yên Îraqê û Serokê berê yê CIAyê David Petraeus ragihand, "Kurd neteweya herî mezin a bê dewlet a cîhanê ne û ev rastiyeke xemgîn e."

Petraeus diyar kir ku Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê dikarin bi hev re çareseriyekê ji bo pirsgirêka Kurdên Sûriyeyê bibînin.

David Petraeus di hevpeyvîneke taybet de ligel Tora Medyayî ya Rûdawê bal kişand ser aloziyên dawî yên li Helebê û paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û got, "Pêzanîneke mezin ji bo qurbanîdana Kurdan di şerê DAIŞê de heye û Amerîka pişta xwe nade wan."

Generalê navdar ê Amerîkî ku ezmûneke wî ya dirêj bi serkirdayetiya siyasî ya Kurd re heye, amaje bi wê yekê kir ku Serok Barzanî dikare alîkariya General Mezlûm Ebdî bike da ku di Sûriyeya nû de mafên Kurdan bên parastin.

Fermandarê berê yê Hêzên Amerîkayê yên Îraqê û Serokê berê yê CIAyê David Petraeus pirsên Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde bersivandin.

Rûdaw: General, spas ji bo ku îro bi me re yî.

David Petraeus: Kêfxweş im ku bi we re me.

Rûdaw: Îro dixwazim li ser siyaseta Amerîkayê ya li hemberî Sûriyeyê, aloziyên Helebê, êrişên li hêzên Kurdan û her wiha êrişên li ser kêmîneyan biaxivim. Gelo nêrîna Washingtonê ya li ser hikûmeta nû ya Sûriyeyê diguhere? Pirs ew e: Serok Trump derfet daye serokê demkî yê Sûriyeyê da ku Sûriyeyeke bipêşketî ava bike?

David Petraeus: Bê guman ez piştgiriyê didim wê biryarê. Bi dîtina min hevdîtina wî ya ewil a bi Ehmed Şer re li Riyadê gelekî baş bû. Rakirina cezayên li ser Sûriyeyê û Ehmed Şer ji aliyê Serok Trump ve gaveke baş bû. Her wiha rakirina Cezayên Qeyser û cezayên din ji aliyê Kongreyê ve jî erênî bû, ji ber ku ew ceza li pêşiya veberhênana di sektorên darayî, avakirin û enerjiyê de asteng bûn.

Lê mercên ku Kongreyê ji bo rakirina cezayan danîne jî erênî ne. Armanc ew e ku Ehmed Şer û hikûmeta nû werin han dan da ku nûnertiya hemû pêkhateyan bikin, ne tenê mafê piranî lê mafê kêmîneyan jî biparêzin.

Rûdaw: Gelo hûn vê yekê li ser erdê dibînin? Gelo hikûmeta Ehmed Şer hemû pêkhateyan li xwe digire û Kurd, Cihû û Elewî xwe tê de dibînin?

David Petraeus: Na, hinek dilgiraniyên min hene. Divê bibêjim, Îlona borî li New Yorkê min bi Ehmed Şer re guftûgo kir. Ev ji bo min tiştekî ecêb bû, çimkî dema ez li Îraqê bûm ew girtî bû. Rêya wî ya ber bi serokatiyê ve gelekî aloz bû; ji El Qaîdeya Îraqê derbasî Eniya Nusrayê bû û paşê hikûmet ava kir.

Dema ez pê re axivîm, wî qebûl kir ku pêdiviya Sûriyeyê bi hikûmeteke berfireh heye. Lê ev pêvajo hîn berdewam dike. Gelek kom hene ku hîn beşdar nebûne; alîgirên rejîma berê, Elewî, komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê, HSD û Kurdên Sûriyeyê û Durzî. Ji ber vê yekê ez dibêjim ku divê rakirina cezayan bi merc be.

Rûdaw: Amerîka her tim digot em li gorî kiryaran biryarê didin ne li gorî gotinan. Hikûmeta nû behsa mafan dike lê li ser erdê komkujî li dijî Kurdan tên kirin. Hûn vê çawa dinirxînin?

David Petraeus: Guman tê de nîne. Ehmed Şer mikur nehat bê çi bi serê Durzî û Elewiyan de hat. Ez bawer im haya wî ji şerê niha yê li Helebê jî heye. Mikurhatin têrê nake, divê gavên reformê werin avêtin. Balyozê me yê li Tirkiyeyê zextê li hikûmetê dike û heta radeyekê zextê li HSDyê jî dike, çimkî eger bixwazin bibin beşek ji artêşa Sûriyeyê divê ew jî tawîzan bidin.

Rûdaw: Piştî êrişên li Kurdan ên li Helebê, dilgiraniya Kongreyê zêde bûye. Kesên wekî Lindsey Graham êrişan şermezar dikin. Gelo ev dê bandorê li siyaseta Amerîkayê bike?

David Petraeus: Dibe ku bandorê bike. Kongre dikare cezayan vegerîne. Eger em tiştê ku dixwazin nebînin, dibe ku ceza wekî amûreke zextê li ser Ehmed Şer werin vegerandin. Divê em binirxînin ka ew karên pêwîst dike yan na.

Rûdaw: Serok Trump ji min re gotibû "Ez aştiyê dixwazim." Tevî vê yekê şer didome. Divê serkirdeyên herêmê vê peyamê çawa fêm bikin?

David Petraeus: Divê hewlên xwe ducare bikin. Divê pêngavan biavêjin da ku herêmên din hîs bikin ku nûnertiya wan tê kirin. Divê li ser modelên xweseriyê bifikirin. Dibe ku ne wekî modela Herêma Kurdistanê be lê divê şêweyekî rêveberiya xweser hebe.

Rûdaw: Gelo li Sûriyeyê heqê Kurdan ê xweseriyê heye?

David Petraeus: Zehmet e ku ez bibêjim. Rewş aloz e. Li wan deveran ne tenê Kurd, eşîrên Ereb jî hene. Pirsgirêka Kampa Holê heye ku 80 hezar kes lê ne. Ez pirsgirêkên nîjadî û olî yên herêmê dizanim. Dema li Mûsilê bûm min hewl dida hemû pêkhateyan razî bikim.

Rûdaw: Li gorî nûçeyan, civîna Mezlûm Ebdî û rayedarên Sûriyeyê piştî hatina Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê têk çûye. Amerîka vê yekê çawa dibîne?

David Petraeus: Ev taktîkeke xelet e. Nabe mirov bibêje "yan ya min yan tiştek". Divê her du alî jî tawîzan bidin. Nûnerên me li ser vê yekê dixebitin.

Rûdaw: Hûn çawa dikarin zextê li her du aliyan bikin?

David Petraeus: Gelek amûrên me hene. Piştgiriya me ya leşkerî bû ku hişt HSD û General Mezlûm DAIŞê têk bibin. Em hîn jî piştgiriyê didin wan. Zexta me li ser hikûmeta Sûriyeyê jî heye. Pirsgirêka sereke ew e ku em bizanin em dixwazin bigihîjin kû derê. Divê em Kurdan piştrast bikin û di heman demê de rê bidin hikûmeta Sûriyeyê ku desthilata xwe bisepîne.

Rûdaw: Hûn civînên Nûnerê Amerîkayê û General Mezlûm Ebdî yên li Herêma Kurdistanê çawa dinirxînin?

David Petraeus: Bi baweriya min ev civîn gelekî girîng in. Min beriya du mehan li Herêma Kurdistanê Serok Mesûd Barzanî dît. Ew di van mijaran de gelekî zana ye. Ew dikare alîkariya General Mezlûm bike da ku rêyekê bibîne ku hem mafên Kurdan biparêze hem jî rê bide Sûriyeyê ku wan deveran kontrol bike.

Dema ez li Mûsilê bûm, mehê carekê min Kak Mesûd didît. Me bi hev re li wan geliyan dinêrî ku wî tê de Pêşmergetî kiribû. Ez bawer im tenê Serok Barzanî û nûnerê me dikarin çareseriyê bibînin.

Rûdaw: Lindsey Graham dibêje baweriya wî bi Tirkiye û Sûriyeyê nayê ji bo parastina girtîgehên DAIŞê. Hûn çi difikirin?

David Petraeus: Ez jî heman nîgeraniyê parve dikim. Nabe hêzeke ku bawerî pê nayê berpirsyariya Kampa Holê bigire. HSD karê xwe baş dike, divê em destê xwe tê de nekin. Divê em li ser peywendiya HSD û Sûriyeyê hûr bibin.

Rûdaw: Kurd ditirsin ku Amerîka pişta xwe bide wan. Gelo ihtimaleke wiha heye?

David Petraeus: Ez bawer nakim. Pêzanîneke mezin ji bo qurbanîdan û xizmeta HSDyê heye. Wan li eniyên pêş şer kir û gelek şehîd dan. Em vê yekê jibîr nakin.

Rûdaw: Gelo êrişên li dijî kêmîneyan (Kurd, Durzî, Elewî) dê helwesta Trump biguherîne?

David Petraeus: Amerîkayê bi tundî nerazîbûn nîşan da. Îsraîlê jî êrişî Şamê kir. Hikûmeta Sûriyeyê hat hişyarkirin. Divê ew komên kujer werin kontrolkirin.

Rûdaw: Gelo armanca Amerîkayê guhertina rejîma Îranê ye?

David Petraeus: Ez nikarim li ser navê hikûmetê biaxivim. Lê niha ihtimala êrişa leşkerî kêm bûye, ji ber hişyariyên welatên Kendavê û Îsraîlê. Serok peyameke nerasterast wergirtiye ku Îran dê îdaman rawestîne. Eger kuştina xwepêşanderan bidome, ihtimala çalakiyeke leşkerî zêdetir dibe.

Rûdaw: 8-10 milyon Kurd li Îranê hene. Amerîka mafên wan nas dike?

David Petraeus: Em dizanin ku Kurd û kêmîneyên din li wir hene. Eger mebesta te serxwebûn be, ew mijareke din e. Lê werin em li rastiyê binêrin: Rastî ew e ku îro Kurd neteweya herî mezin a cîhanê ne ku bê dewlet in.

Rûdaw: Gelo ev ji bo te rastiyeke tal û xemgîn e?

David Petraeus: Belê, ev rastiyeke xemgîn e. Ez bawer nakim kesekî din ê biyanî hebe ku bi qasî min bi Kurdan re kar kiribe. Ev ji bo min şanaziyeke mezin bû.

Rûdaw: Spas ji bo vê hevpeyvînê.

David Petraeus: Ez jî kêfxweş bûm. Spas.