Dilşad Şehab: Ez dê sibe li Newroza Amedê peyama Nêçîrvan Barzanî bixwînim

Duh li 09:58
RÛDAW
Dilşad Şehab\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dilşad Şehab\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Newroza Amedê Dilşad Şehab Amed Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku ew li ser erkdarkirina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê li gel xelkê Bakurê Kurdistanê çûye Amedê.

Şehab eşkere kir ku ew dê sibe di ahenga Newrozê de peyama Serokê Herêma Kurdistanê bixwîne.

Ahenga Newroza îsal a Amedê sibe bi pêşengiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma "Newroza Azadî û Demokrasiyê" li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê tê lidarxistin.

Ji bo Newrozê gelek mêvanên biyanî û navneteweyî hatine vexwendin. Di nav vexwendiyan de şandeyên ji Herêma Kurdistanê, Îraq, Fransa, Almanya, Swêd, Katalonya, Misir û Hindistanê hene.

Her wiha nûnerên partiyên siyasî, saziyên mafên mirovan, sendîka û rêxistinên jinan jî dê di protokola Newrozê de cih bigirin.

Şandeyeke Herêma Kurdistanê jî ji bo pîrozbahiyên Newrozê niha li Amedê ye.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îşev di resepsiyona Newroza Amedê de ji Rûdawê re axivî û behsa giringiya pîrozbahiya îsal kir.

"Newroza Amedê di dilê her Kurdekî de ye"

Dilşad Şehab diyar kir ku ew li ser navê Nêçîrvan Barzanî hatiye Amedê da ku pîrozbahiyên wî bigihîne xelkê Bakurê Kurdistanê û got: "Newroza Amedê bûyereke pir giring e û di dilê her Kurdekî de xwedî cihekî taybet e. Newroz ji bo me cejneke neteweyî ye lê di heman demê de ji bo gelên herêmê jî xaleke hevbeş a pêkvejiyanê ye."

Peyama Nêçîrvan Barzanî tê xwendin

Şehab derbarê peyama Serokê Herêma Kurdistanê axivî û eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî hatibû vexwendin lê ji ber rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê wî Dilşad Şehab erkdar kiriye.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê di berdewamiyê jî de got, "Sibe înşalah, em dê di ahenga Newrozê de peyama cenabê Serokê Herêma Kurdistanê bixwînin."

"Aştî û pêkvejiyan yekanegarantî ye"

Dilşad Şehab bal kişand ser alozî û şerê ku niha li Rojhilata Navîn diqewime û destnîşan kir ku Newroza îsal xwedî wateyeke cuda ye.

Şehab di berdewamiyê jî de got, "Bûyerên li herêmê diqewimin baweriya me xurt dikin ku aştî, pêkvejiyan û hevdûqebûlkirin, yekanegarantî ye ji bo jiyaneke aram û paşerojeke geş ji bo nifşên me."

"Coşa Newrozê her tiştî dide jibîrkirin"

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab li ser pirseke derbarê atmosfera Amedê û xwarinên bajêr jî wisa got, "Xweşiya Newroza Amedê hemû tiştan ji bîra mirov dibe; xwarin û xew jî di nav de. Ew coşa ku îro li vir heye, ji her tiştî xweştir e."

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Dilşad Şehab re wisa ye:

Rûdaw: Yek ji endamên Şandeya Herêma Kurdistanê, Birêz Dilşad Şehab e ku ew bi xwe nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî ye. Hûn bixêr hatin.

Dilşad Şehab: Gelekî spas. Newroza we pîroz be.

Rûdaw: Ya te jî pîroz be. Ev 2 sal in tu li ser hev tê Amedê û tevlî Newrozê û pîrozbahiyan dibî. Hezkirina te ya ji bo Amedê çawa ye?

Dilşad Şehab: Amadebûna me li ser navê cenabê Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî bûye ji bo gihandina pîrozbahiyên cenabê wan ji bo xwîşk û birayên me yên li Amedê ye. Newroza Amedê bûyereke giring e û cihê xwe di dilê her Kurdekî de vekiriye. Ji ber wê jî em ji dil pîrozbahiyê li gelê xwe dikin. Newroz li cem me cejneke neteweyî ye û li cem miletên vê deverê jî yek ji xalên hevbeş e. Newroza îsal xwedî cudahiyeke mezin e. Ew bûyerên ku li Rojhilata Navîn çêdibin, zêdetir baweriya me xurt dikin ku aştî, pêkvejiyan û hevdûqebûlkirin yekanegarantî ye ji bo jiyaneke aştiyane û paşerojeke baş ji bo nifşên me. Ji ber wê jî em hatin careke din li ser navê Herêma Kurdistanê ji xwişk û birayên xwe re bêjin cejna we pîroz be.

Rûdaw: Sibe peyama Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî heye ku cenabê te dê di Newrozê de bixwînî?

Dilşad Şehab: Belê heye. Bi spasî ve cenabê Serokê Herêma Kurdistanê hatiye vexwendin ku beşdarî Newrozê bibe lê ji ber wê rewşa ku niha li Îraq û Herêma Kurdistanê heye, em erkdar kirin da ku li ser navê wî peyama cenabê wî bigihînin. Înşalah em dê sibe di ahenga Newrozê de peyama cenabê wî bigihînin.

Rûdaw: Tu îşev li Amedê yî. Tu ji xwarinên Amedê hez dikî û herî zêde ji kîjan xwarinê hez dikî?

Dilşad Şehab: Ez dikarim bêjim ku xweşiya Newroza Amedê hemû tiştan ji bîra mirov dibe; xwarinê û xewê jî. Ew xweşiya îro ji her tiştî xweştir e.

Rûdaw: Bi xêr hatî.

Dilşad Şehab: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst