Hevserokê DEM PartiyêTuncer Bakirhan ragihand ku dem hatiye îradeya gelê Kurd bi fermî were naskirin û zimanê Kurdî di destûra Tirkiyeyê de cih bigire.
Tuncer Bakirhan li qada Newroza Amedê beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Tuncer Bakirhan got, "Tevî baran û sermayê jî kombûna bi hezaran kesan nîşaneya îdareyeke pola ye ji bo xwedîderketina li mafên neteweyî."
Bakirhan destnîşan kir ku gelê Kurd 100 sal in di nav têkoşîneke mezin de ye û divê Tirkiye di sala 2026an de pêngavên pratîkî, demokratîk û yasayî biavêje.
Hevserokê DEM Partiyê li ser çareseriya Pirsgirêka Kurdan wiha axivî:
"Divê zimanê Kurdî bi fermî were naskirin û mafên ziman û çanda Kurdan di destûra Tirkiyeyê de cih bigirin.
Her wiha divê bi hezaran çalakvan û girtiyên siyasî werin azadkirin û vegerin nav xebatên sivîl."
Bakirhan di wê baweriyê de ye ku pêwîst e dawî li pergala qeyûman were anîn û îradeya gel li şaredariyan vegere.
Naveroka hevpeyvîna Rûdawê ya bi Tuncer Bakirhan re:
Rûdaw: Tu bi xêr hatî birêz Bakirhan, Newroza te pîroz be.
Tuncer Bakirhan: Gelekî spas, Newroza we û hemû gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz be. Ez gelekî kêfxweş im ku hûn li vir in û em li qada Amedê mêvanê Rûdawê ne.
Rûdaw: Birêz Bakirhan, ez dixwazim rasterast derbasî ser mijarê bibim. Ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan û demokratîzekirina Tirkiyeyê, hûn ji desthilatê li benda çi ne?
Tuncer Bakirhan: Em li vir li Amedê ne, em Newroza gelê Kurd pîroz dikin. Em Newroza Qamişlo, Kobanî, Silêmanî, Hewlêr, Mehabad û Kirmaşanê jî pîroz dikin.
Ez bawer dikim ku ev Newroz dê ji bo Kurdan bibe wesileya aştî û azadiyê. Gelê Kurd 100 sal in di nav têkoşîneke gelekî mezin de ye. Em niha di sala 2026an de ne, salek e hem gelê Kurd hem rêxistinên Kurdan hem jî birêz Ocalan peyamên girîng didin. Pêwîst e Tirkiye pêngavên demokratîk û yasayî biavêje.
Dem hatiye ku êdî îradeya gel û îradeya demokrasiyê bi ser bikeve. Em ji bo azadiya Kurdan û demokrasiya li Tirkiyeyê têdikoşin. Hûn dibînin, li vir li Amedê bi hezaran kes kom bûne.
Tevî baran û sermayê hatine da ku xwedî li mafên xwe derkevin. Îradeya gelê Kurd li vir bi zelalî diyar e. 100 sal in em têdikoşin û dem hatiye ku êdî guhertineke rasteqîn pêk were.
Rûdaw: Te qala mafan kir, wekî mînak mafên Kurdan ên di destûrê de, zimanê Kurdî û nasnameya neteweyî, hûn çi dixwazin?
Tuncer Bakirhan: Pirsgirêka Kurdan 100 sal in didome. Em dixwazin ev pirsgirêk bi awayekî siyasî were çareserkirin.
Hin pêngav hene ku divê werin avêtin, wekî mînak pirsgirêka girtiyên siyasî, bi hezaran hevrêyên me niha di zindanê de ne. Divê rê ji wan re were vekirin da ku vegerin nav mal, malbat û xebatên xwe. Her wiha divê pergala qeyûman nemîne, îradeya gel li şaredariyan vegere.
Li ser mijara destûrê jî divê zimanê Kurdî bi fermî were naskirin û mafên ziman û çanda Kurdî di destûrê de cih bigirin. Kurd êdî qebûl nakin ku di bin zilm û zextê de bin. Divê bingeheke demokratîk ji bo siyaseta me hebe da ku em karibin bi awayekî aştiyane pirsgirêkan çareser bikin.
Rûdaw: Birêz Bakirhan, cenabê te çû Kobaniyê û navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê kir. Tu rewşa wê derê çawa dibînî?
Tuncer Bakirhan: Belê, em hemû parçeyan wekî hev dibînin. Ez berê li Rojavayê Kurdistanê bûm. Her çar parçeyên Kurdistanê yek dil, yek ziman û yek çand in.
Newroza Amedê peyama yekîtiyê ye. Ez hêvîdar im hemû parçeyên din jî Rojava, Başûr û Rojhilat bigihîjin mafên xwe yên rewa. Îstîqrara Amedê pêwendiya wê bi Hewlêr, Silêmanî û Qamişloyê re heye. Em wekî yek gel li paşeroja xwe dinêrin.
Rûdaw: Ti rola medyaya Kurdan a di vê qonaxê de çawa dibînî?
Tuncer Bakirhan: Rola medyayê gelekî mezin e. Dibe ku li vir li Amedê bi hezaran kes hebin lê bi rêya we bi milyonan kes li Hewlêr û cihên din me dibînin.
Divê medyaya Kurdam rastgo be û dengê rasteqîn ê gel bigihîne. Ez destxweşiyê li Rûdawê û hemû medyakarên Kurd dikim ku erka xwe bi cih tînin. Ez ji we re hêviya serkeftinê dixwazim.
Di dawiyê de ez dibêjim, bila sala 2026an bibe sala demokrasî û aştiyê. Dem hatiye ku hikumet û desthilat guh bidin vî dengê ku li vir ji Amedê bilind dibe. Cejna Newrozê û Cejna Remezanê li hemûyan pîroz be.
#VÎDEO - Tuncer Bakirhan: Birêz Ocalan gavên pir girîng avêtin. Êdî dora hikûmet û desthilatê ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2026
💬 Gelê Kurd 100 salî zilm û zoreke pir mezin dît
💬 Em ji bo azadiya Kurdan têkoşîneke pir mezin didin
💬 Şilî ye, baran e lê gel dîsa hatiye û mafên xwe dixwaze
🔥 Hevserokê… pic.twitter.com/LXTVtHNjnU
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse