Xalid Îbrahîm ragihand ku Rêveberiya Xweser Dadgeha Qamişloyê radestî hikûmeta Sûriyeyê nekiriye.
Wî diyar kir ku nêzîkatiya Şamê ya ji bo entegrasyonê ji wateya hiqûqî û siyasî ya vê pêvajoyê dûr e.
Endamê Desteya Îdarî ya Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xalid Îbrahîm bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.
Xalid Îbrahîm destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bo niyeteke a baş di warê leşkerî û ewlehiyê de hinek gav avêtine lê belê di mijara dadê de nakokiyên kûr hene û Şam dixwaze pergal û dadgerên xwe yên berê ferz bike.
Îbrahîm da zanîn, hikûmeta demkî ya Sûriyeyê dixwaze tenê dadgerên xwe yên berê yên Beasî qebûl bike.
Wî teqez kir ku ev yek nayê qebûlkirin û divê hemû karmendên Rêveberiya Xweser li gorî pisporiya xwe di nav pergala nû de cih bigirin.
Îbrahîm di mijara perwerdeyê de jî mizgîniyeke girîng da û got ku zimanê Kurdî dê di perwerdeyê de serbest be.
Wî anî zimên ku perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekî xwezayî ye û ew dê hewl bidin ku ev maf di destûra nû ya Sûriyeyê de jî cih bigire.
Hevpeyvîna bi Endamê Desteya Îdarî ya Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xalid Îbrahîm re:
Rûdaw: Xalid Îbrahîm, Endamê Desteya Îdarî ya Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xalid Îbrahîm ji Qamişloyê li gel min e. Bi xêr hatî Kek Xalid.
Xalid Îbrahîm: Silav û rêz.
Rûdaw: Kek Xalid, sedem çi ye ku Rêveberiya Xweser Dadgeha Qamişloyê radestî Wezareta Dadê ya Sûriyeyê nekiriye?
Xalid Îbrahîm: Bi rastî diyar e ku nêzîkbûna Şamê ya ji bo entegrasyonê ji wateya qanûnî, hiqûqî û siyasî ya entegrasyonê dûr dikeve. Ji ber vê yekê jî rast e, Rêveberiya Xweser hinek gav avêtin. Di warê leşkerî û ewlehiyê de hinek gavên ji bo vê entegrasyonê hatin avêtin da ku nerm bibin û niyeta baş nîşan bidin.
Lê di warê xizmetguzariya dadê de ev yek bi rastî cihê gengeşe û dan û standinê ye. Eger em baş lê binêrin, Dozgerê Giştî yê Sûriyeyê berî ku were daxuyaniyek dabû. Li gorî nêrîna me, ev yek plankirî bû ku dosyeya dadmendiyê hinek astengan çêbike û hinek baran biavêje ser Rêveberiya Xweser.
Lîsteya karmendan û dadgerên Beasî
Rûdaw: Kek Xalid, ez tiştekî din li ser vê gotina te bibêjim. Mesela Ehmed Hîlalî dibêje ku wan daxwaza lîsteyekê kiriye. Yanî ji Rêveberiya Xweser xwestine ku ew lîsteyeke ji karmend û dadgeran ji wan re pêşkêş bikin da ku ew jî li gorî wê gavan biavêjin. Dibêje heta niha lîste neçûye.
Xalid Îbrahîm: Ez têm ser wê. Dema ku dozgerê giştî berî ku were Şamê diaxive û dibêje ku sibe werin, xwe amade bikin û werin me pêşwazî bikin û em dê herin koşka dadê û em dê radestî we bikin. Tiştekî bi vî rengî nîne. Lê tevî vê yekê jî ew çû û derbas bû, hem li Koşka Dadê ya Hisîçayê û hem jî li ya Qamişloyê. Lê daxwaza wan çi ye? Daxwaza wan careke din ew dadgerên dewletê yên Beasî yên berê ne. Ew dixwazin û dibêjin ku ew ên girêdayî me ne û bi me re kar dikin em dê wan qebûl bikin. Em dê wan bikin dadger û karmend. Ev yek nayê qebûlkirin.
Rûdaw: Kek Xalid, dema ku em qala entegrasyonê yanî yekbûnê dikin, ev yekbûn tê wateya ku hemû karmend û dadgerên Rêveberiya Xweser dê bibin karmend û dadgerên hikûmeta Sûriyeyê. Gelo ev yek dê çawa pêk were?
Xalid Îbrahîm: Ev yek dê bi dan û standin û lihevkirinê pêk were, ne bi ferzkirinê. Ne bi wê yekê ku hikûmeta Sûriyeyê bêje, em dê tenê yên xwe qebûl bikin. Divê hemû karmend û dadgerên Rêveberiya Xweser werin nirxandin û li gorî pisporî û şiyanên wan di saziyên hikûmetê de cih bigirin. Ev yek pêvajoyek e û pêwîstî bi demê heye. Armanc ew e ku her kes di nav pergaleke nû de cihê xwe bibîne û bi hev re ji bo bipêşxistina parêzgehê bixebitin.
Mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî
Rûdaw: Baş e, mijara perwerdeya bi zimanê Kurdî dê çawa be?
Xalid Îbrahîm: Zimanê Kurdî dê di perwerdeyê de serbest be. Ev yek di peymanê de jî hatiye diyarkirin. Dê xwendekarên Kurd bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin. Ev mafekî xwezayî û rewa ye. Em dê li ser vê yekê bixebitin ku ev yek di destûra nû de jî cih bigire.
Rûdaw: Kek Xalid, gelekî spas ji bo van agahiyan.
Xalid Îbrahîm: Spas ji bo we jî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse