Nûredîn Ehmed: Ji bo demsala çandiniyê planên me yên awarte û berfireh hene

Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed, piştî rêzecivînên girîng, planên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên ji bo demsala çandiniyê eşkere kirin.

Plan, tedbîrên li dijî şewatan, mekanîzmaya kirîna genim û awayê dayîna pereyê cotkaran li xwe digirin.

Di civînên ku bi amadebûna wezîr, parêzgar û rayedarên payebilind hatin lidarxistin de, biryar hat dayîn ku ji bo rûbirûbûna şewatan, li bajarên mezin ên wekî Serê Kaniyê, Dêrik, Qamişlo, Hisîça û Şedadê xalên agirvemirandinê yên sabit werin danîn.

Her wiha, tîmên gerok dê di nava 5 xulekan de bigihêjin cihê bûyerê.

Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed li ser kirîna genim, di bersiva pirsên pêşkêşkara Rûdawê Nalîn Hesenê de ragihand ku li parêzgeha Hisîçayê 20 navend hatine amadekirin û cotkar dê bi rêya platformeke elektronîkî navê xwe tomar bikin.

Xala herî girîng a ku Parêzgarê Hisîçayê tekezî li ser kir, mekanîzmaya dayîna heqdestê cotkaran bû.

Ehmed da zanîn ku dê pereyê cotkaran di nava 2 hefteyan de bi rêya bankên çandiniyê were dayîn û pergala "Sham Cash" êdî nayê bikaranîn.

Hevpeyvîna Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed a bi Nalîn Hesenê re:

Rûdaw: Civînên we yên li Şamê çawa bûn û we bi kê re hevdîtin kir? Encamên berbiçav hene?

Nûredîn Ehmed: Civîna sereke doh bû, ji bo demsalê planên zelal û hûrgilî hatin danîn, di warê nirx, plana awarte ya li dijî şewatê, plana kirîn û bazirganiyê û mekanîzmaya dayîna fatûreyan de. Civîn li Sekreteriya Giştî ya Encumena Wezîran bi amadebûna wezîr, parêzgar, birêvebirên giştî, serokwezîr, parêzgarê banka navendî û birêvebirê xezîneyê pêk hat. Hemû aliyên bi demsalê re têkildar hatin nîqaşkirin û planên kar hatin danîn.

Her wiha civînên din ên têkildarî hilbijartinan û birêveçûna wê û dosyeya berdana girtiyan bi aliyên pêwendîdar ên tîma serokatiyê û aliyên din re hatin kirin. Di rojên pêş de ji bo bicihanîna pratîkî dê civîn bên lidarxistin.

Ji ber ku wî nû dest bi kar kiriye hevdîtinek bi Serokê Banka Navendî re hat kirin û bi birêvebirê giştî yê bankên çandiniyê re jî hat kirin û mekanîzmaya yekxistin û çalakkirina wan a di demeke kurt de hat nîqaşkirin ku em bikarin fatûreyên berhemên çandiniyê bidin.

Tedbîrên li dijî şewatan

Rûdaw: Tedbîrên herî berbiçav ên awarte ji bo rûbirûbûna şewatan çi ne?

Nûredîn Ehmed: Wezareta Rewşên Awarte, agirkujî û şaredariyên Rêveberiya Xweser re pêk hat û li ser formuleke kar a hevbeş li hev kir. Wan xalên agirvemirandinê yên daîmî li bajarên mezin, navçe û deveran danîn: Serê Kaniyê, Dêrik, Qamişlo, Hisîça û Şedadê û her wiha navçeyên wekî Merged, Til Birak, Tirbespî û Çil Axayê û navçeyên din.

Xalên demkî yên gerok jî hene ku nêzîkî zeviyan in û dûrahiya di navbera du xalan de herî zêde 10 km ye. Eger şewatek çêbibe, di kêmtirî 5 xulekan de tîmên pispor digihêjin cihê bûyerê û ev yek lihevkirineke di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û Wezareta Rewşên Awarte de ye.

Navendên kirîna genim

Rûdaw: Mekanîzmaya kirîn û firotina genim dê çawa be? Li Hisîçayê çend navend hene? Gelo miqdareke diyarkirî heye ku dê ji cotkaran were kirîn?

Nûredîn Ehmed: Ji bo kirîna genim, li parêzgeha Hisîçayê 20 navendên kirînê hene û 17 ji wan ji sedî 90î amade ne. Li Serê Kaniyê 3 navend hene û dê ser bi Hisîçayê ve bin, ne bi Reqayê. Berî pêvajoya kirînê, cotkar dora xwe li ser platforma elektronîkî tomar dike.

Rûdaw: Dê heqê cotkaran kengî û bi çi mekanîzmayê bê dayîn?

Nûredîn Ehmed: Bi rêya bankên çandiniyê û em dê hewl bidin di nava 2 hefteyan de hinek xalên bilez çalak bikin ku cotkar karibin fatûreyên xwe wergirin, ne bi rêya Sham Cash.