Gultan Kişanak: Em nikarin bê endîşe nêzîkî vê pêvajoyê bibin
Şaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak derbarê pêvajo nû got, “Helbet em nikarin bê endîşe nêzîkî vê pêvajoyê bibin. Ji ber wê endîşe tiştekî baş e.”
Li Stenbolê konferansek bi navê “Vekirina Rêya Aştiyê” hat lidarxistin siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak jî beşdar bû.
Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk li wê konferansê bi Gulten Kişanakê re hevpeyvînek kir.
Gulten Kişanakê da zanîn ku di pêvajoyên aştiyê de maseyên gotûbêjan tên avakirin û got:
“Aktorên polîtîk, aliyên biryarder, li ser vê maseyê diaxivin û gotûbêjan dikin lê ya girîng ew e ku ev yek wekî gotûbêjeke civakî bê meşandin.”
Ev naveroka hevpeyvînê ye:
Rûdaw: Me xebatên wiha di pêvajoyên berê de jî gelekî dîtin lê vê carê kesên ku berê di hikumetê de bûn an jî pozîsyoneke wan a bilind hebûn beşdar in. Li Amedê dayikên her du aliyan jî beşdar bûn lê tenê dibe ku ev yek hêviyê zêde neke, hûn wekî Gultan Kişanak ji vê pêvajoyê razî ne?
Gultan Kişanak: Bi nerîna min hêvî berpirsyarî ye. Ez di wê bawerê de me divê em hêvî û bepirsyariyê bi hev re hilgirin. Eger xwe wekî berpirsiyar nebînin, tiştên ku bo aştiyê pêwîst bin nekin, gavên ku bên avêtin neavêjin ked û têkoşînê nedin, bi hêvîbûn bi tena serê xwe bi kêr nayê.
Ji ber wê divê em hêvî û bepirsyariyê bi hev re bifikirin. Jixwe hêvî bi xwe jî wergirtina berpirsyariyekê ye. Ji ber ku hêvî meşa ber bi asyokê ve ye. Tu dibêjî armanceke min heye, ez dikarim bikim û bi hêvî me. Ji ber wê pêwîst e tu li ser wê rêyê bimeşî.Ev xebat ji ber wê girîng in.
Helbet di pêvajoyên aştiyê de maseyên gotûbêjan tên avakirin. Aktorên polîtîk, aliyên biryarder, li ser vê maseyê diaxivin û gotûbêjan dikin lê ya girîng ew e ku ev yek wekî gotûbêjeke civakî bê meşandin. Ji ber ku dema pêwîst bû aliyên biryarder, dê bibêjin civak vê naxwaze û dikarin daxwazan bi paş bixin.
Ji ber wê divê em derxin holê ka civak çi dixwaze û çi naxwaze. Ji ber wê divê em vê maseya gotûbêjan li konferans, kolan û her derê wekî muzakereyên civakî ava bikin. Ji ber ku em hewl didin pirsgirka Kurdan çareser bikin ku tenê dema behsa wê tê kirin çek tên bîra mirovan lê di eslê xwe de ne wiha ye.
Mesele ne tenê bi çekan ve peywendîdar e. Bi nasneme, çand û zimanê Kurdan û mafê wan ê beşdariya di rêveberiyê de û nûnertiya siyasî ve girêdayî ye. Pirsigirêkên me yên wiha hene û em dixwazin ev rêya aştiyê bibe ew rê ku em bikarin van çareser bikin.
Ji ber ku aştiya mayînde tenê wiha dikare bê pêkanîn. Dema em li 100 salên dawî yên dîroka Tirkiyeyê dinêrin, dem bi dem kesên çekên wan hene hatine tepeserkirin û defter hatiye girtin lê piştî demekê careke din derketine holê ji ber ku pirs hîn jî li wê derê maye.
Pirsa me derbarê qebûlkirin û naskirina hebûn ziman, çand û nasnameya gelekê heye û divê em vê çareser bikin. Ji ber vê yekê ez nîqaşên wiha bi wate dibînim.
Rûdaw: Hem şexsê we û hem jî nerîta ku hûn jê tên heta niha ji bo demokratîkbûn û wekheviya gelan têkoşîn kiriye. Piştî pêvajoyeke wiha pênaseya derbarê vê pêvajoyê de dibe ku we nerehet bike, ji bilî vê yekê gelo derbarê bihêvîbûnê de jî astengiyan çêdike yan na?
Gultan Kişanak: Eger hûn bala xwe bidinê, desthilatê navê pêvajoyê kiriye Tirkiyeya bêteror, Kurd jî dibêjin `Banga Çareseriya Demokratîk û Aştiya Civakî`, ev jî nîşan dide ku ji pencereyên cûda li meseleyê tê nerîn. Navek hevbeş lê nehatiye kirin.
Lê ez vê yekê wekî pirsigêrêk nabînim, dawiya dawî di pêvajoyên çareserî û aştiyê de dibe ku aliyan argûmanên cûda hebin û ji pencereyên cûda binerin lê bi qasî diyalog û muzakere berdewam bin her wext çareseriyek heye.
Ji ber wê yekê ya girîng ew e ku em vê li ser pêyan bihêlin û ji bo bipêşveçûna wê li cihê ku xitimîn hebe bi fikrên ku rê vedikin pêşveçûnê pêk bînin. Di vî warî de nêzikayetiyên şaş hene.
Dema vê pêvajoyê dest pê kir wiha difikirin wekî ku aktorên sereke li ser her tiştî li hev kirine û her tişt temam bûye û dê derkevin û vê deklere bikin. Ev ne wiha ye û me nû dest pê kiriye. Ji ber wê herkes nav û wateyeke cûda dide vê pêvajoyê.
Ez vê yekê wekî pirsgirêk nabînim, ya girîng ew e ku ev diyalog û muzakere berdewam bibin. Kurd xwe îfade bikin, wekî civak xwe bi ziman û nasnameya xwe û îradeya xwe ava bikin. Derbarê vê de gotûbêjan bikin û daxwazên xwe bigihînin aliyên cûda yên civaka Tirkiyeyê.
Her wiha vê yekê ji pirsê derbixin û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş bikin. Em dikarin vê bikin. Em bi perspektîfa aştî û civaka demokratîk vê yekê dimeşînin. Desthilat dikare navekî din lê bike.
Ev amaje bi pirsekê dike, derbarê dîtina meselê tenê di çarçoveya çekan de û em perspektîfeke wiha dibînin. Em dizanin jî ev kêmasî ye lê rêya derbaskirina vê yekê jî diyalog e.
Rûdaw: Ez dixwazim vê jî bipirsim, di nav civakê de û Kurdan de nîgeranî hene, wekî Gultan Kişanak dibe ku bersiva we van mirovan tetmîn bike mirov bi hêvî ne û piştevaniyê dikin lê li gorî pêvajo û tecrûbeyên berê nîgeran in. Hûn derbarê van nîgeraniyan de çi dibêjin?
Gultan Kişanak: Destpêkê ez dixwazim bibêjim ku ev nîgeranî gelekî di cih de û baş in. Wekî ku em bibêjin her tişt bûye û me hemû mafên xwe bi dest xistine û em rûnin û sibehê çavê xwe bi aştiyê vekin rewşeke wiha nîne.
Ji ber wê ez van nîgeraniyan gelekî di cih de dibînim. Ev parametreyeke girîng e ku civakê wekî zindî û dînamîk nîşan dide û dibêje îdiaya wê ya xwe avakirinê heye. Ji ber wê em nikarin bêyî nîgeranî nêzîkî vê pêvajoyê bibin.
Ji ber wê ev nîgeranî gelekî bi tendursit e lê divê em vê cûdahiyê bikin, nîgeraniyên me li cihekî radiwestînin an jî me zêdetir ji bo têkoşîn û diyalogê han didin û me zêdetir ji bo vekirina rêyeke din motive dikin? Ya girîng ev e. Ne ew e ku tu ne nîgeran bî, divê em li gel nîgeraniyên xwe rêyan vekin û pêşiya xwe bibînin û derbarê birêvebirina pêvajoyê de xwe rêxistin bikin.Ya girîng ev e.
Divê em nîgeraniyên xwe ranewestînin, eger em rawestînin em dê wekî bi salan rewşa neçareserî û rûbirûbûnan bibînin. Em hemû jî dizanin ku ev yek ne rêya derketinê ye, ji ber ku trajedî, trawma û pirsgirêkên ku em dijîn li holê ne.
Ji ber wê rêya herî baş diyalog û muzakere ne lê wekî ku bêyî nîgeranî hertişt bûye divê em neçin mala xwe û serê xwe deynin ser balîv.
Dema me hemûyan serê xwe danî ser wî balîvî, divê em li gel berpirsiyariyên xwe yên dîrokî û wijdanî, bibêjin ka ez dê sibe bo aştiyê çi bikim û divê çi bikim? Ji bo vekirina rêyan û çareseriyên pêşbînîkirî yên pirsgirakan divê çi bikim? Divê em vê pirsê ji xwe bikin û serê xwe deynin ser balîv.
Rûdaw: Ez bawer im ev tişta herî girîng û dîrokî ya pirsê ye. Gelekî spas dikim.
Gultan Kişanak: Ez spas dikim û ji bo weşaneke baş dixwazim.