Almanya: Zordariya sîstematîk a li dijî Êzidiyên li Îraqê nemaye

Alîkara Berdevkê Koma Wezîrên Karên Navxwe ya Almanyayê ragihand “Zordariyeke sîstematîk a li dijî Êzidiyên li Îraqê nemaye lê komên çekdar ên wekî PKK û milîsên Şîe li Şingalê hene.”

Ofîsê her wiha da zanîn ku biryara dersînorkirina Kurdên Êzidî di dozên takekesî de û bi liberçavgirtina metirsiyên li welatê wan ên bingehîn tê dayîn.

Alîkara Berdevkê Koma Wezîrên Karên Navxwe ya Almanyayê Sevîl Cananê ji Rûdawê re ragihand ku planeke wan nîne ku di civîna bê ya wezîrên karên navxwe yên herêmên Almanyayêde biryar bê dayîn ku dersînorkirina Kurdên Êzidî bê rawestandin.

Sevîl Cananê anî ziman ku dadgeheke bilind a îdarî ya welêt dersînorkirina ciwanên nezewicî û ne xwedî şiyanên kar pesend kiriye.

Tê gotin ku gelek saziyên herêmên Almanyayê derbarê dosyeya vegerandina Kurdên Êzidî biryarê didin.

Sevîl Cananê derbarê vê yekê de jî got ku biryarên bi vî rengî li ser bingeha rapora Wezareta Karên Derve ya Almanyayê tên dayîn ku tê de rewşa mafên mirovan li welatên bingehîn tê nirxandin.

Sevîl Cananê amaje bi wê yekê da ku hikûmeta federal a Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî nas kiriye û got:

"Pêwîst e hemû cure metirsiyên zordariyê yan metirsiyên cidî yên li ser jiyan û azadiyê yên li welat di çarçoveya pêvajoya penaberiyê de li ber çavan bên girtin."

Li gorî Sevîl Cananê Şingal di warê avadaniyê de heta niha jî di rewşeke wêran de ye û rewşa Kurdên Êzidî yên li kampên li Herêma Kurdistanê jî metirsîdar e.

Hevpeyvîna me ya bi Alîkara Berdevkê Koma Wezîrên Karên Navxwe ya Almanyayê Sevîl Cananê re bi vî rengî ye.

Rûdaw: Hûn rewşa ewlehiyê ya niha ya Êzidiyan li Îraqê çawa dinirxînin?

Sevîl Canan: Berhevkirina agahiyan derbarê rewşa welatên bingehîn û nirxandina ewlehiya wan, di çarçoveya karên Wezareta Karên Derve de ye. Ew wezaret bi awayekî rêkûpêk raporan li ser rewşa penaxwazî û dersînorkirinê amade dikin. Ew rapor çavkaniyên girîng ên agahiyê ne, ji ber ku derfetên herêman, di nav de Herêma Azad a Bremenê jî  ji bo berhevkirina agahiyan li welatên bingehîn nînin.

Li ser bingeha agahiyên berdest, Bremen di wê baweriyê de ye ku rewşa ewlehiyê ji bo komên mexdûr bi giştî baştir bûye. Li gorî agahiyên me û agahiyên ji herêmê, zordariyeke sîstematîk ji aliyê aliyên fermî yan nerfemî ve nîne.

Li gel vê yekê, hêzên çekdar wekî milîsên Şîe yên nêzîkî Îranê yan jî PKKyê hîn jî li deverên niştecihbûnê yên têkildar çalak in û carnan pevçûn an jî êrişên artêşa Tirkiyeyê yên li dijî baregehên PKKyê rû didin. Beşeke mezin a jêrxaneya Şingalê hîn jî wêran e. Rewşa kampên koçberên navxweyî yên ku gelek Êzidî lê dijîn, bi taybetî li Dihokê carnan ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve wekî metirsîdar tê binavkirin.

Rûdaw: Bi dîtina we, sedemên rawestandina dersînorkirina Êzidiyan hene?

Sevîl Canan: Vegerandina Îraqê, bi li ber çavgirtina komkujiya ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin û ji aliyê Hikûmeta Federal ve jî hatiye pejirandin, pirseke zehmet e ku divê di dozên takekesî de bê bersivandin. Pêwîst e hemû metirsiyên zordariyê yan jî metirsiyên cidî yên li ser jiyan û azadiyê li welatê bingehîn, di çarçoveya pêvajoua penaxwaziyê de li ber çavan bên girtin.

Nirxandina metirsiyan di pêvajiyê de di destê Saziya Federal a Koç û Penaberan de ye. Biryarên dadgehên bilind ên îdarî hene ku vegera ciwan û kesên xwedî şiyana kar ji bo Îraqê bi erênî dinirxînin. Ji bo komên din ên mirovan, di her dozê de dibe ku nirxandineke cuda pêwîst be.

Rûdaw: Ma hûn plan dikin ku di Konferansa Wezîrên Karên Navxweyî ya Kanûna Pêşîn a 2025an de, biryarekê li ser rawestandina dersînorkirina Êzidiyan bidin?

Sevîl Canan: Rojeva Konferansa Wezîrên Karên Navxwe nayê weşandin. Biryarên ku bên pejirandin, dê piştî Konferansa Wezîrên Karên Navxwe bên ragihandin.

Rûdaw: Gelo biryara rawestandina dersînorkirina Êzidiyan dikare zû bê dayîn?

Sevîl Canan: Biryara rawestandina dersînorkirinê dikare ji aliyê desthilata bilind a herêmê ve herî zêde ji bo şeş mehan were dayîn. Di çarçoveya pêvajoyên kar ên asayî de, biryareke wiha di demeke kurt de jî mimkin e.

Ji bo rawestandina dersînorkirinê ya demdirêj, pêwîstî bi erêkirina Wezareta Karên Navxwe ya Federal heye. Di salên borî de, ev yek bi erêkirina Konferansa Wezîrên Karên Navxwe ve girêdayî bû da ku rê li ber daxwazên takekesî yên nekordînekirî yên ji herêmên cuda bê girtin.