Aleksey Çepa: Hewl tê dayîn Kurd bikevin nav Şerê Îranê
Alîkarê Serokê Komîteya Karên Navneteweyî ya Dumaya Rûsyayê Aleksey Çepa di wê baweriyê de ye ku hewlek heye ku Kurd bikevin nav Şerê Îranê.
Siyasetmedarê Rûs di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de pêşhatên Şerê Îranê, bandora wê ya li ser bazara cîhanê û hewlên dîplomatîk ên Moskowê nirxandin.
Çepa hişyarî da ku hinek alî dixwazin pîvanên vî şerî berfirehtir bikin û gelê Kurd ê li Îraq û Sûriyeyê jî bikşînin nav şer.
Aleksey Çepa her wiha eşkere kir ku bihayê sîgortekirina keştiyên petrolê 12 qatan zêde bûye û Rûsya hewl dide rê li ber karesateke aborî û siyasî ya mezintir bigire.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Alsey Çepa re wisa ye:
Rûdaw: Aleksey Vasilyeviç, Trump bi telefonê bi Putin re axivî. Tê gotin ku daxwaz jê kiriye ku xwe ji Îranê dûr bixe û alîkariyê nede wê. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin? Rûsya alîkariya Îranê dike yan na?
Aleksey Çepa: Bi Îranê re rêkeftina me heye, em hevkar in. Li gorî vê rêkeftinê, em bi hejmareke mezin projeyên cuda li gel birêvebiriya Îranê pêk tînin. Niyeta me ew e ku em van projeyan bidomînin. Di vî şerî de ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatiye destpêkirin, em di asta dîplomasiyê de bi awayekî çalak beşdar dibin. Me yekser ragihand ku em amade ne ji bo vemirandina agirê vî şerî her tiştî bikin.
Rûdaw: Gelo Putin dê Trump ji vê rewşê rizgar bike?
Aleksey Çepa: Ji peyva ‘rizgarkirin’ yan ‘alîkarîkirin’ê zêdetir, divê mesele were çareserkirin. Divê bi hemû hewlên mimkin, ev şerê ku bi xwe re rîskên qerase yên aborî û siyasî tîne, were vemirandin. Ji ber vî şerî rewşa cîhanê gelekî xerab bûye.
Rûdaw: Êdî heftiya duyem a şer bi dawî dibe. Em rewşa bazara petrolê dibînin û Tengava Hurmizê bûye qada şer. Gelo metirsî heye ku şer ji sînorên xwe yên niha derbikeve û belav bibe?
Aleksey Çepa: Bêguman metirsî heye û divê hemû rîsk li ber çavan werin girtin. Em niha dibînin ka li cîhanê çi rû dide. Bihayê petrolê û yê gazê çi qasî bilind bûye. Bihayê sîgortekirina keştiyên tanker 12 qatan zêde bûye. Nakokiyên di navbera dewletan de tûjtir dibin. Her ku dice hejmara welatên ku dikevin nava şer zêdetir dibin û ne tenê dewletên Kendavê, welatên din jî diçin nav. Ev yek dê bi xwe re encamên gelekî cidî bîne.
Rûdaw: Li gorî birêveçûna operasyonan, gelo aştî dê di demeke nêzîk de bigihe Îranê, yan ev şerekî demdirêj e?
Aleksey Çepa: Em niha nikarin wilo bêjin. Em daxuyaniyên Trump dibihîzin û tevgerên Netanyahu dibînin. Em pêgehên cuda yên welatên Rojhilata Navîn jî dibînin. Em têdigihîjin ku piştî ew derbeya ku li pîroziyên Îranê hate xistin, rawestandina vî şerî dê gelekî zehmet be. Divê hemû hewl werin dayîn ku şer bisekine. Loma jî Putin bi rêberên Welatên Kendavê û Serokê Amerîkayê re hevdîtinên telefonî pêk anîn. Her wiha di astên cuda de peywendiyên me bi Îsraîlê re jî hene. Divê şer were vemirandin.
Em bi hev re dibînin ku hewl tê dayîn gelê Kurd jî were kişandin nav vî şerî. Dixwazin welatiyên Kurd ên li Îraq û Sûriyeyê jî bikşînin nav şer û bi vî awayî pîvanên şer hîn berfirehtir bikin. Bêguman ev yek nayê qebûlkirin. Îro hewldanên hinek welatan hene ku dixwazin vî şerî ji bo astengkirina rêkeftina aştiyê ya li Ukraynayê bi kar bînin; ev jî nayê qebûlkirin. Jixwe, mijara berdewamkirina pêkanîna rêkeftina aştiyê ya li Ukraynayê di peywendiya telefonî ya Vladimir Putin û Trump de jî hate gotûbêjkirin.
Rûdaw: Gelekî spas!