Ednan Berî: 19 hezar û 400 mamosteyên Rêveberiya Xweser derbasî pergala wezaretê bûn
Berpirsê Birêvebiriya Perwerdeyê ya Hisîçayê ji Rûdawê re ragihand ku di çarçoveya yekxistina pergala perwerdeyê de, dê ji bo demekê rêbaza xwendina bi zimanê Kurdî bidome heta ku rêbazeke yekgirtî were amadekirin.
Berpirsê Birêvebiriya Perwerdeyê ya Hisîçayê Ednan Berî bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Ednan Berî tekez kir ku nêzîkî 19 hezar û 400 mamosteyên ser bi Rêveberiya Xweser ve dê wekî karmendên daîmî derbasî ser pergala Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê bibin û “yek mamoste jî li derve namîne.”
Berî li ser rêbazên xwendinê da zanîn ku heta amadekirina rêbazeke nû ya niştimanî ya di sala 2028an de, dê rêbaza Rêveberiya Xweser a bi Kurdî bidome.
Her wiha destnîşan kir ku di rêbaza nû de dê taybetmendiyên hemû pêkhateyan, bi taybetî yên Kurdan, werin parastin û rêbaz dê li zimanê Kurdî jî were wergerandin.
Berpirsê Birêvebiriya Perwerdeyê ya Hisîçayê amaje bi wê yekê jî kir ku li parêzgehê zêdetirî 700 hezar xwendekar û 2000 dibistan hene lê ji sedî 70yê avahiyên dibistanan di rewşeke nebaş de ne û hewceyî nûjenkirinê ne.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Berpirsê Birêvebiriya Perwerdeyê ya Hisîçayê Ednan Berî re:
Rûdaw: Di dosyeya perwerdeyê û entegrasyonê de, heta niha hûn gihîştine çi encaman û çi xalên nakok mane?
Ednan Berî: Ji bo aliyê perwerdeyê, niha em demek dirêj e tê de dixebitin. Ji aliyê îdarî ve, nêzîkî 19 hezar û 400 karmendên ku di bin Desteya Perwerdeyê de dixebitîn, niha bi giştî derbasî nav pergala Wezareta Perwerdeyê bûn.
Ji bo wê, karê me yê aliyê îdarî hema bêje nêzîkî dawîbûnê ye, wate em ji aliyê îdarî ve bi pergala giştî ya Wezareta Perwerdeyê ve hatin girêdan. Lê belê, ewên ku li ser pergala Desteya Perwerdeyê bûn, aliyê perwerdekirinê maye. Ew aliyê perwerdeyê jî di demeke gelek nêzîk de dê were diyarkirin, bi taybetî rewşa ziman dê bi çi rengî be.
Rûdaw: Mamosteyên Desteya Perwerdeya Rêveberiya Xweser ku hemû di aliyê îdarî de ketine nav pergala Wezareta Perwerdeyê, gelo ev damezirandin wekî mamosteyên daîmî yan jî girêbest in?
Ednan Berî: Niha gelek komîte li ser dixebitin. Komîte li ser belgeyên van mamosteyan dixebitin ji bo ku werin tekezkirin, hinek belge tên xwestin. Heta kêmtirî hefteyekê ew kar jî dê bi dawî bibe. Wekî nimûne, asta her mamosteyekî çi ye û ew mamoste dê li kîjan cihî bixebite, dê ev hemû werin zelalkirin. Li gorî van pîvanan, ew mamoste dê bibin mamosteyên daîmî.
Rûdaw: Hemû mamoste dê di nav sektora perwerdeyê de cihê xwe bigirin?
Ednan Berî: Belê, her mamosteyê ku berê ser Desteya Perwerdeyê dixebitî û di nav parêzgeha Hisîçayê de ye, dê di nav pergala birêvebiriya perwerdehiyê de cihê xwe bibîne. Wate, yek tenê jî çênabe ku li derve bimîne û li gorî wê me lihevkirin çêkiriye.
Rûdaw: Bi giştî çend mamoste hene?
Ednan Berî: Niha, yên berê li ser milakê Rêveberiya Xweser û yên berê li ser milakê wezareta perwerdehiyê bûn, nêzîkî 33 hezar mamoste ne.
Rûdaw: Ev hejmar ne zêde ye ji bo parêzgehê yan hîn jî hûn hewceyî mamosteyan in?
Ednan Berî: Niha em vî karî bi dawî bikin û dema ku rewş were xuyakirin, wê demê ferza van mamosteyan çê dibe. Piştî ku mamoste li ser dibistanan werin dabeşkirin, dê ji me re were xuyakirin ku li kîjan deverê zêdebûn heye. Ev rewşeke asayî ye, ji xwe beriya şoreşê jî milakê wezaretê zêdetir bû.
Rêbaza Kurdî dê heta sala 2028an bidome
Rûdaw: Bawernameyên derçûyên Rêveberiya Xweser û her wiha xwendekarên dibistanên wan, biryara naskirinê ji bo wan hatiye standin lê komîte kengî dê dest bi karê naskirinê bike?
Ednan Berî: Ev karê wan komîteyan e ku niha dan û standinê hem bi wezaretê re û hem bi hikûmetê re dikin. Di demeke kurt de dê rewşa wan jî were xuyakirin. Li gorî mersûm, dan û standin û lihevkirinan, ew belgeyên Rêveberiya Xweser dê bibin fermî.
Rûdaw: Ji bo sala nû ya xwendinê 2026-2027, dê xwendin bi kîjan rêbazan be?
Ednan Berî: Ji niha û heta demeke kurt dê rêbaza xwendinê ya Rêveberiya Xweser a bi zimanê Kurdî bidome û rêbaza Erebî jî dê rêbaza hikûmetê be. Niha li Sûriyeyê zêdetirî rêbazekê tê xwendin.
Mînak, li Hisîçayê rêbaza UNICEFê hebû, li kampan dihat xwendin, li Serê Kaniyê rêbaza encumena hebû, rêbaza Rêveberiya Xweser hebû û rêbaza wezaretê jî hebû. Yanî çar rêbaz hebûn. Niha bi destpêka salê re, divê yek rêbaz be, rêbaza Sûrî û çarçoveya rêbaza Rêveberiya Xweser a Kurdî dê di rojên bê de diyar be.
Rûdaw: Lê hinek çavkaniyan digot ku ji bo sala bê ya xwendinê, wekî qonaxeke veguhêz, dê dîsa ev rêbazên xwendinê yên Rêveberiya Xweser bimînin heta ku rêbazeke niştimanî were amadekirin.
Ednan Berî: Erê, wisa ye. Ji ber ku rêbazên niha li ser asta Sûriyeyê jî ne rêbazên nû ne, rêbazên kevin ên rejîmê ne. Niha Saziya Rêbazan a Giştî ya Sûriyeyê û Saziya Rêbazan a Rêveberiya Xweser dê alîkariya hev bikin ji bo ku rêbazeke giştî ya nû ji bo Sûriyeyê çêbikin, ku taybetmendiya hemû xelkê Sûriyeyê tê de cih bigire. Heta sala 2027-2028an divê rêbazeke nû li ser asta Sûriyeyê derkeve û perwerde li gorî wê rêbazê be.
Rûdaw: Li Rojavayê Kurdistanê daxwazeke giştî heye ku xwendin di hemû qonaxan de her bi zimanê Kurdî be, ji ber ku zêdetirî deh salan e xwendekar bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin. Di van civînan de helwesta Şamê li hemberî vê daxwaziyê çi ye?
Ednan Berî: Niha, wekî aliyê giştî, helwest erênî ye. Yanî ti pirsgirêk nîne ku rêbaza me ya Kurdî were dayîn. Lê hinek tiştên teknîkî hene. Wekî nimûne dema xwendekarek pola 12an bi dawî dike û derbasî zanîngehê dibe, li Şamê yan parêzgeheke din a Sûriyeyê, divê bi Erebî jî bizanibe, lewma ji bo aliyê teknîkî ye, niha xebat çêdibe da ku çareseriyek jê re were dîtin.
Rûdaw: Lihevkirin li ser wê çêbûye ku dema rêbaza xwendinê ya niştimanî were amadekirin, ji bo zimanê Kurdî jî were wergerandin ji bo Rojavayê Kurdistanê û wan herêman ku zêdetir Kurd lê dijîn?
Ednan Berî: Ev jî di nav dan û standinan de ye. Wekî min di destpêkê de got, di demeke gelek nêzîk de encamên van dan û standinan dê derkevin. Ev yek ji wan xalan e ku dê werin çareserkirin. Wergerandina rêbazên xwendinê ji bo zimanê Kurdî yek ji pêşniyazan e.
Rûdaw: Taybetmendiyên hemû pêkhateyan, Kurd, Ereb, Êzidî, Xiristiyan, dê di nav rêbaza xwendinê de cih bigirin, bi taybetî ji aliyê olî, dîrokî û cografî ve?
Ednan Berî: Belê, ji aliyê zanistî ve, wekî bîrkarî, fîzîk û kîmyayê, dê li her derê wekî hev be. Tenê di aliyê dîrok û erdnîgariyê de dê hinek guherîn çêbibin. Wekî min got, endamên Saziya Rêbazan a me dê tevlî Saziya Rêbazan a Sûriyeyê ya giştî bibin û bi hev re rêbazekê çêbikin ku taybetmendiya herêmê li ber çavan bigire.
Rûdaw: Li parêzgeha Hisîçayê di sînorê perwerdeya we de çend xwendekar hene?
Ednan Berî: Zêdetirî 700 hezar xwendekar hene. Ev hejmar xwendekarên Rêveberiya Xweser û xwendekarên ku rêbaza wezaretê dixwendin li xwe digire. Bi destpêka salê re, dema bibin yek, hejmara giştî dê derkeve.
Rûdaw: Pêvajoyeke din li pêşiya we ye, ew jî ezmûnên giştî yên pola 9 û 12an e. Amadehiyên we ji bo van ezmûnan çawa ne û çend xwendekar îsal beşdar dibin?
Ednan Berî: Di destpêkê de hinek pirsgirêkên me ji bo navendên ezmûnan hebûn. Di 14 salên borî de tenê li Qamişloyê û Hisîçayê ezmûn çêdibûn. Niha me navend zêde kirin, li Şedadê, Dêrikê, Til Koçer û Serê Kaniyê jî çêdibin.
Bi giştî li şeş bajaran li ser asta parêzgehê ezmûn dê werin kirin. Heta roja îro, me ji sedî 95 amadehiyên xwe bi dawî kirine. Tiştên gelek biçûk mane, ew jî di nav du-sê rojan de bi dawî dibin. Em ji bo ezmûnan ji her alî ve amade ne.
Rûdaw: Îsal çend xwendekarên polên 9 û 12an beşdarî ezmûnan dibin?
Ednan Berî: Yên Wezareta Perwerdeyê nêzîkî 28 hezar in û yên Rêveberiya Xweser jî 3 hezar in. Bi giştî dibe nêzîkî 31 hezar xwendekar.
Rûdaw: Tîmeke pispor ji Wezareta Perwerdeyê ji Şamê dê were yan hûn ne hewce ne?
Ednan Berî: Belê, dê li ser navendên ezmûnan bigerin. Hem ji wezaretê û hem jî ji rêveberiya me nûner hene ku li ser ezmûnan digerin.
Rûdaw: Rewşa avahiyên dibistanan çawa ye, wekî hejmar çend dibistan hene?
Ednan Berî: Bi rastî, li parêzgeha Hisîçayê zêdetirî 2000 dibistan hene. Ji sedî 70 ji wan di rewşeke nebaş de ne. Li gundan hîn dibistanên me yên ji axê hene. Gelek ji wan hewceyî çaksazkirinê ne.
Ji bilî vê, di dema dawî de gelek koçber hatin Hisîçayê û gelek dibistanên me bûn wekî kamp ji bo wan. Dema ew ji dibistanê derdikevin, gelek kar divê heta ku em dibistanê vegerînin rewşa wê ya berê.
Ji ber vê yekê, rewşa avahiyên dibistanan bi rastî gelek zehmet e û gelek kar jê re divê. Me ji hinek rêxistinên navneteweyî alîkarî xwestiye. Heta destpêka sala nû ya xwendinê, divê ev dibistan werin amadekirin, ji ber ku gelek şagirt li ser erdê rûdinin. Ev jî yek ji pirsgirêkên mezin ên li pêşiya me ye.