Balyozê Ukraynayê: Rûsya ciwanên Îraqî dixapîne û dibe şer
Balyozê Ukraynayê yê Îraqê Ivan Dovhanych di salvegera destpêkirina şerê Moskow û Kîevê de daxuyand ku Rûsyayê ji sedî 20ê xaka welatê wî dagir kiriye.
Wî her wiha dilgiraniya xwe ya derbarê çûna ciwanên Îraqî ya nav şer anî zimên.
Balyozê Ukraynayê yê Îraqê Ivan Dovhanych, bi helkefta derbasbûna 4 salan a di ser destpêka şer re bû mêhvanê Rûdawê.
Ivan Dovhanych da zanîn ku artêşa Ukraynayê ji ber ezmûna şer bûye yek ji artêşên herî bihêz ên cîhanê lê binesaziya welatê wî û bi taybetî jî sektora karebayê zerereke mezin dîtiye.
Balyozê Ukraynayê da zanîn ku encama dan û standinên nerasterast ên bi Moskowê re "sifir" e.
Dovhanych diyar kir ku Rûsya dixwaze Ukraynayê wekî dewlet ji holê rake.
“Ji bo wan ciwanên Îraqî gelekî xemgîn im”
Balyozê Ukraynayê li ser çûna hinek ciwanên Îraqî ya Rûsyayê ya ji bo tevlîbûna şerê li dijî Ukraynayê dilgiraniya xwe nîşan da û got:
“Ev mijareke gelekî hestyar û biêş e. Ji aliyê mirovî ve, ez ji bo wan ciwanên Îraqî yên ku Rûsyayê ew xapandine û neçar kirine ku tevlî şerekî bibin ku ne yê wan e gelekî xemgîn im.
Ew bêyî ku dilê kesî bi wan bişewite ber bi êrişên bêhêvî ve tên şandin. Ev kiryara Rûsyayê ya kişandina ciwanên Îraqî, gunehek e li hemberî wan xortan û malbatên wan û di encamê de sivikatiyek e li hemberî Îraqê bi xwe jî."
Balyozê Ukraynayê derbarê hewl û hevahengiya bi Hikûmeta Îraqê re jî axivî û ev agahî dan:
“Em li Ukraynayê li ser vê mijarê bi Hikûmeta Îraqê re bi hev re dixebitin û bawerî û di navbera me de têgihîştineke tema heye.
Ew israra Hikûmeta Îraqê ya li dijî kirîn û firotina welatiyên xwe, cihê rêza kûr a Ukraynayê ye."
Dovhanych spasiya piştgiriya Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) kir û alîkariyên wan ne wekî xêrxwaziyê, belkî wekî "veberhênana ji bo ewlehiya cîhanê" pênase kir.
Hevpeyvîna bi Balyozê Ukraynayê yê Îraqê re ev e:
Rûdaw: Birêz Ivan, Balyozê Ukraynayê yê Îraqê, dem baş û spas ku tu mêhvanê Rûdawê yî. Wekî destpêk, 4 sal di ser destpêka vî şerê Rûsya û Ukraynayê re derbas dibin. Niha rewşa artêşa Ukraynayê çawa ye?
Ivan Dovhanych: Gelekî baş e, spas ji bo pirsa te. Niha Ukrayna xwediya yek ji artêşên herî çalak ên Ewropa û heta yên hemû cîhanê ye. Ji ber ku vê xebat û hewldana bêrawestan a 4 salan, artêşa Ukraynayê kiriye hêzeke zana, berxwedêr û xwedî moralekî bilind. Em li ser xaka xwe şer dikin û ev jî hêza me ya herî mezin e.
Rûdaw: We di dema van 4 salan de çi qasî rûberê xaka xwe ji dest daye?
Ivan Dovhanych: Wekî tu dizanî, şer sala 2014an dest pê kir dema ku Rûsyayê Kirim dagir kir. Bi giştî di vê demê de, Rûsyayê bi awayekî demkî nêzîkî ji sedî 20ê xaka serbixwe ya Ukraynayê xistiye bin kontrola xwe. Ew jî Qirim, herêma Donetskê û hinek deverên derdorê ne. Lê ti dagirkerî heta hetayê nîne. Me bajarê Xersonê, navçeya Xarkivê û beşek ji herêma Zaporijyayê rizgar kirin û artêşa Ukraynayê bi pêş ve diçe.
Rûdaw: Anku niha ji sedî çendê xaka Ukraynayê di bin destê Rûsyayê de ye?
Ivan Dovhanych: Wekî min berê jî got, niha û ji sala 2014an ve, Rûsyayê nêzîkî ji sedî 20ê xaka serwer a Ukraynayê dagir kiriye.
Rûdaw: Li hêla din, di van 4 salan de binesaziya Ukraynayê jî bûye armanca êrişan. Niha pirsgirêka nebûna karebayê yek ji pirsgirêkên sereke yên xelkê Ukraynayê ye. Gelo ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê we ti hewl an soz ji welatên hevpeyman wergirtine?
Ivan Dovhanych: Bê guman, gelekî spas çimkî bi rastî jî di vî şerî de binesaziya me zerereke mezin dît lê bi her awayî Ukrayna dikare xwe li gorî rewşê biguncîne. Li gel vê yekê jî piştgiriyeke me ya mezin û berbiçav ji hevpeymanên me heye. Aboriya Ukraynayê di nava van hemû krîz û mercên zehmet de nîşan daye ku şiyana wê ya mezinbûnê heye.
Rûdaw: Siyaseta îdareya Trump a li hemberî Ukraynayê çi bandor li ser şiyana hêzên we kiriye?
Ivan Dovhanych: Em ji ber xebatên wan spasiya rayedarên Amerîkayê û bi taybetî Birêz Trump bi xwe dikin. Ji ber ku ew serkirdeyekî cîhanî ye û amûr û kilîla rastî a ji bo rawestandina vî şerê bêwate di destê wî de ye.
Her kêmkirin an rawestandina piştgiriya Amerîkayê, ji bo Ukraynayê krîzeke mezin e lê wekî min ji te re got, Ukrayna xwe li gorî rewşê diguncîne. Em pişta xwe bi berhemên xwe yên parastinê û piştgiriya Ewropayê ve girê didin. Em bawer dikin ku dê Amerîka di dawiyê de vê rastiyê zanibe: Alîkariya ji bo Ukraynayê ne xêr û sedeqe ye, ew veberhênaneke biaqil e ji bo ewlehiya hemû cîhanê.
Rûdaw: Te qala alîkariya Ewropayê ya ji bo Ukraynayê kir. Ev alîkarî bê guman didome. Gelo ev alîkarî têrê dike da ku hûn karibin di şer de li ber xwe bidin?
Ivan Dovhanych: Yekîtiya Ewropayê gaveke bêhempa avêtiye ku ji bo piştgiriya Ukraynayê zêdetirî 100 milyar euroyan e. Ev pereyekî gelekî zêde û berbiçav e lê pêdiviyên dema şer her tim ji budceya dema aştiyê zêdetir in. Em gelekî spasiya hevkarên xwe yên Ewropî dikin lê di heman demê de em eşkere dibêjin: Pêdiviya me bi zêdetir alîkariyan heye û divê zûtir jî bigihîjin destê me.
Rûdaw: Li hêla din, ji aliyê dîplomatîk ve bi Rûsyayê re çendîn ger û dan û standinên dîplomatîk hatin kirin. Heta niha encamên wan çi bûne?
Ivan Dovhanych: Wekî tu dizanî, dan û standinên rasterast ên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bihara 2022yan, beriya 4 salan, piştî komkujiya "Bucha"yê têk çûn. Wê demê ji me re eşkere bû ku Rûsya dan û standinan wekî derfeteke taktîk a ji bo bicihkirin û komkirina hêzên xwe bi kar tîne. Ji wê demê ve tenê bi rêya navbeynkaran pêwendiyên dîplomatîk ên nerasterast çêbûne. Encamên wan jî heta îro "sifir" bûne. Ji ber ku Moskow ti carî ji wê armanca xwe ya ku dixwaze Ukraynayê bi temamî wekî dewleteke serwer ji holê rake, bi paş ve gav neavêtiye.
Rûdaw: Anku di van hewlên dan û standinên nerasterast de encam sifir bûye? Xala nakokiyê ya herî sereke çi ye?
Ivan Dovhanych: Wekî min got, heta niha encam hema bêje sifir e û ev jî ji ber helwesta Moskowê ye. Armanca wan a sereke ji holê rakirina Ukraynayê ye wekî dewleteke serwer. Ev ne şerek e ku tenê li ser xak û serwetê be. Rûsya her tim her derfetekê ji bo bipaşxistina dan û standinan û dirêjkirina şer bi kar tîne. Me gelek caran dest bi dan û standinên bi Rûsyayê re kir. Me daxwaza rawestandina şer kir an jî heta me şer rawestand jî lê her carê Rûsyayê zêdetir dest pê kir. Ji ber vê yekê ti baweriya me bi Rûsyayê nîne çimkî em dibînin ku armanca Putin wêrankirina welatê min e.
Rûdaw: Hûn pêşniyara îdareya Trump a ji bo aştiyê qebûl dikin?
Ivan Dovhanych: Wekî Serokê min Birêz Zelenskyy gelek caran ragihandiye, Ukrayna aştiyê dixwaze lê tenê aştiyeke dadperwerane. Nabe ku aştî bi wateya rewakirina dagirkeriyê be. Her rêya ku serbixwebûnê biparêze, garantiya ewlehiyê bide û dadperweriyê vegerîne, hêjayî nirxandineke cidî ye lê teslîmbûn na. Wekî em hest dikin jî hevkarên me yên Amerîkayî ji vê yekê fêhm dikin.
Rûdaw: Pirsgirêkeke sereke heye ku van rojan qala wê tê kirin. Ew jî çûna welatiyên Îraqî ye ji bo şerê li kêleka artêşa Rûsyayê. Gelo hûn di vê derbarê de bi aliyên Îraqî re axivîne da ku ev mijar were çareserkirin? Dê çawa çareser bibe?
Ivan Dovhanych: Belê, ev mijareke gelekî hestyar û biêş e. Ji aliyê mirovî ve, ez ji bo wan ciwanên Îraqî yên ku Rûsyayê ew xapandine û neçar kirine ku tevlî şerekî bibin ku ne yê wan e gelekî xemgîn im. Ew bêyî ku dilê kesî bi wan bişewite ber bi êrişên bêhêvî ve tên şandin.
Ev kiryara Rûsyayê ya kişandina ciwanên Îraqî, gunehek e li hemberî wan xortan û malbatên wan û di encamê de sivikatiyek e li hemberî Îraqê bi xwe jî. Em li Ukraynayê li ser vê mijarê bi Hikûmeta Îraqê re bi hev re dixebitin û bawerî û têgihîştineke temam di navbera me de heye. Ew israra Hikûmeta Îraqê ya li dijî kirîn û firotina welatiyên xwe, cihê rêza kûr a Ukraynayê ye.
Rûdaw: Baş e, çi agahiyên we hene ku welatiyên çend welatan çûne Rûsyayê ji bo şerê li dijî artêşa Ukraynayê?
Ivan Dovhanych: Texmînên cuda hene. Di medyayê de em hejmarên curbicur dibînin lê li gorî texmînan, di navbera 15 hezarî heta 20 hezar çekdarên biyanî di nav artêşa Rûsyayê de şer dikin. Ji wan, zêdetirî nîvî anku zêdetirî 10 hezar leşkeran, yên Koreya Bakur in ku hikûmeta wan ew şandine. Kesên din ji Afrîka, Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn in ku hikûmetên wan ew neşandine, belkî Rûsan bi awayekî hovane ew kişandine. Rûsya bûye delalekî cîhanî yê mirinê.
Rûdaw: Berevajî vê yekê, gelo kes ji Îraqê heye ku çûbe da ku li kêleka artêşa Ukraynayê şer bike?
Ivan Dovhanych: Ti agahiyên min li ser vê yekê nînin. Ez bi xwe gelekî li pey çûm û dezgehên pêwendîdar ên Ukraynayê jî ji min re got ku ti agahiyên wan nînin li ser welatiyên Îraqî ku ji bo Ukraynayê şer bikin lê bê guman, xwebexşên biyanî ji zêdetirî 50 welatan di nav hêzên me yên çekdar de hene lê divê ez diyar bikim ku ew bi vîna xwe û ji ber baweriya xwe hatine. Cudahî li vir diyar e: Xelk wekî xwebexş tên ba me lê ji bo Rûsyayê, bi xapandin û neçarkirinê tên kişandin.
Rûdaw: Pirsa min a dawî: Çend welatiyên Ukraynî li Îraq û Herêma Kurdistanê hene?
Ivan Dovhanych: Gelekî zehmet e tu zanibî ji ber ku hejmareke hûrgilî di destê min de nîne lê bê guman welatiyên Îraqî û Kurd hene ku li Ukraynayê dijîn, li zanîngehan dixwînin an jî mijûlî bazirganiyê ne... Lê ez hejmara wan a rast nizanim.
Rûdaw: Na mebesta min ew e, çend kesên welatiyên Ukraynayê li vir, li Îraq û Herêma Kurdistanê dijîn?
Ivan Dovhanych: Belê, bê guman hinek Ukraynayî li tevahiya Îraqê û li Herêma Kurdistanê jî dijîn lê ez ji bo gotina hejmareke rast ne amade me. Piraniya wan ew jin in ku hevjînên mêrên Îraqî ne û malbatên wan têkel in, piraniya wan wisa ne lê wekî mînak, penaberên me yên Ukraynayî li Îraqê nînin. Eger mebesta te ew be ez hejmara rast nizanim lê dibe ku çend hezar kes bin.