Xezal Paksirişt: Xeter gelekî alîkariya Kurdên Êzidî kir

Li Almanya û welatên din ên Ewropayê, nûçe û şopandinên li ser koça hunermendê navdar ê Alman û Kurdistanî Jîwar Hacibî (Xeter), berdewam in.

Li ser sedema koça wî gelek tişt hatine gotin, her wiha li ser berhemên wî û karên wî yên neqediyayî jî pir tişt nayên zanîn.

Ew kesên ku bernameya hefteya borî ya Diyasporayê temaşe kiribin, dîtine ku dayika Xeter dît çawa li ser gora wî û di dema veşartina wî de bi wêrekî moral dida derdora xwe.

Vê hefteyê ji bo cara yekem bi rêya vê bernameyê, xanim Xezal Paksiriştê sedema koça dawî ya kurê xwe eşkere dike û gelek zanyariyên nû û nediyar jî ji Rûdawê re tîne zimên.

Xezal Paksiriştê li ser Xeter got, “Wî (Xeter) tiştekî wiha li cihê xwe hiştiye ku wekî birayê min ku zarokên wî ew qas nas nekirine jî, fêm dikin, 12 sal in ew dibêjin, Ew bavê me bû’ pê serbilind dibin û dibêjin: ‘Ew bavê me ye’ Wî ev navê baş ji wan re hiştiye. Her wekî ez li kanalekê dipeyivîm, kesekî Alman bû, min jî got, Wekî Che Guevara’ mirov tên û diçin lê hin mirov hene ku qet biçûk nabin.’ Niha li bajarê Bonnê hewl didin ji bo bîranîna wî, bi navê wî li kolanekê bikin, bi rastî gelek kes li vir jî pirs dikin, tewra malbata wî jî dibe ku pirsiye, Kurd piştî wan hemû tiştên ku wî kirine, metirsiyên li ser wî hebûn, karên ku ji bo Êzidiyan û xelkên din ên Kurdistanê kirine, dixwazin çi jê re bikin?”

Hevpeyvîna Hêmin Ebdullah a bi Xezal Paksirişt, dayika Xeter re wiha ye:

Rûdaw: Sersaxiyê li we dikim, bila ez bizanim ez ne tena Kurdek im ku ji dil dixwaze sereşxweşiyê li we bike, ji bilî Almanan, bi hezaran Alman hene ku ji bo koça Kak Xeter xemgîn bûn, Kurdên Diyasporayê û Kurdên navxwe gelek xemgîn bûn. Gotinên we yên hêja di hefteya borî de di dema veşartina Kak Jîwar de gelek deng vedan, dayikek azad ku di demekê de kurê xwe vedişêre, Kurd û Kurdistan di bîra wê de ye, peyama wê ji bo hemû dinyayê heye.

Ez dixwazim bi mijara Kurd û Kurdistanê dest pê bikim, li wê derê di wê rewşê de tu dibêjî, min nedizanî kezeb şewitîn ewqas bi êş e lê Kurd û Kurdistan ji bîra we neçûbûn, ji bo Xeter jî yan ji bo Jîwar her dem Alaya Kurdistanê gelekî girîng bû. Ez dixwazim bizanim ev çawa ewqas kûr bûbû di bîra koçkirî ya Jîwar de, li malê çawa mijara Kurd û Kurdistanê ewqas girîng dihate dîtin?

Xezal Paksirişt: Gelekî spas ji we re ku we ez vexwendim, bi taybetî cenabê we ku çend caran we Jîwar vexwendiye Swêdê û hûn pê re axivîne, wî gelekî ji we hez dikir, dizanî mijara Kurdistanê wekî projeyekê bû ji bo me, yanî ez bawer bûm ku êdî em li trênê siwar bûne, Jîwar ji wê rêyê daket, ez bêyî ku bifikirim bêjim aha niha baş e, nizanim çima ji bo xwe jî, nizanim wê rojê çima wisa bû. Ev daxwaza Jîwar bû ku ez rêya wî berdewam bikim. Wisa hest dikim ez hîn jî di nav wê trênê de me ku ew tê de bû.

Rûdaw: Hûn bi xwe jineke şoreşgêr bûn, we zindan dîtiye, bi taybetî di dema şoreşa gelên Îranê û piştre li Îraqê. Bandora vê li ser Jîwar hebû ku bi Kurdî bifikire, yan ew bi xwe di kesayetiya wî de hebû? Dişibe kesekî malbata we ku hûn bawer dikin kopiya wî bû, çawa bû?

Xezal Paksirişt: Ez her wê demê ku hatim zindanîkirin di destpêka şoreşa Îranê de di sala 1980yî de, her bi cilên Kurdî bûm û şala min a Kurdî li ser milê min bû, Hizba Demokrat, hemû dizanin. Kak Mistefa Hîcrî agahdar bû wan dixwest min bi dar ve bikin, piştre em azad bûn lê wekî gelek kesên siyasî yên Kurd, ne tenê Kurdayetî ji bîr naçe, belkî hêzeke zêdetir dide te ku tu dibêjî baş e ku wisa ye ez bi awayekî din xebatê dikim. Me ew xebatên xwe her dikir. Êdî mala me wisa bû, gelek Kurd dihatin û diçûn, Pêşmerge ji her alî ve dihatin mala me. Her wiha siyasetmedar jî dihatin. Wekê Kak Şoreş ku li Hewlêrê bû, ez wisa bawer im ku ew demekê qeymeqam bû, ew baş me nas dike. Birayê min Pêşmerge bû, şehîd bû, mirovekî gelekî baş bû, şoreşger bû. Gava tu ji min dipirsî Jîwar dişibe kê, ez dibêjim dişibe wî. Heger hûn biçin Sineyê û bipirsin Mensûr Paksirişt kî ye, wê demê hûn dê bizanin. Tewra gelek kesan navê wî li ser destên xwe tattoo kiribû. Her cara min li Jîwar dinêrî, ew dihat bîra min. Ew kesekî gelekî xêrxwaz bû û alîkariya hejaran dikir, Jîwar jî di wî warî de dişibiya wî. Her tim dema em bi Jîwar re dipeyivîn, me qala Kurd û Kurdistanê dikir, me digot çima divê Kurd wisa bin.

Rûdaw: Di wî warî de wekî zarok gelek pirs ji te dikir?

Xezal Paksirişt: Belê gelekî. Yek ji pirsên wî dema zarok bû, got, Çima Alaya me nîne?’ Çimkî têkiliyeke min a zêde bi lîstika futolê re heye, em her demê li futbolê temaşe dikin, bo nimûne Spanya yan Îtalya…hwd. digot, ‘Çima ya me nîne? Çima Alaya Kurdistanê...’ Çawa min nîşanî wî da bû ku Alaya Kurdistanê xêz bike û wî jî xêz kir û got, ‘Çima alaya me nîne?’ Ew gelekî gelekî azareke ku çima ya me nîne.

Rûdaw: Di malbateke hunerî de bû, tu hunermanda mûzîkê yî, bavê wî jî bi heman awayî karê hunerê dike, Wî jî dest bi rapê kir. Wekî dayikekê te ji karê wî hez dikir?

Xezal Paksirişt: Heger ez rastiyê bibêjim min piştgiriya wî kir, me projeya wî qebûl kir. Ez û dostekî me bi navê Hans Drega, heger we pirtûka wî xwendibe, temaşe bikin li serî nivîsandiye spasiya Hans Drega û malbata xwe dikim. Ew Hans kesek bû ku em bi hev re, Jîwar û ez û Hans bi hev re rûdiniştin û me alîkarî dida wî. Wî di zaroktiyê de wêne xêz dikir, wêneya asîmanan, digot, Dema ez mezin bibim an dibim rapbêj an jî dibim stêrknas’ min hez dikir bibe stêrknas ev jî ji bo xatirê hevjînê min ê berê ku dibe bavê Jîwar ku berî 25 salan hez dikir ew bibe stêrknas. 

Dema bavê Jîwar felc bû û bû, Jîwar bavê xwe tenê nehişt, çû cem wî û ew xwedî kir û nehişt wî bibin mala pîran û ez agehdarî tenduristiya bavê wî bûm lê di dawiyê de arezûya wî zêdetir bi huner û rapê bû û min jî piştgiriya wî kir.

Rûdaw: Bi giştî dema însan peyva rapbêj dibihîse, em dizanin stîleke wan a azad di bikaranîna peyvê de heye, di bikaranîna hinek sînorên axaftinê de ku di straneke din de guhê te lê nabe - meseleya jin, meseleya teqeyê, kuştinê, hemû tişt ne wisa ye gelekî tê behskirin. Li cem Kak Jîwar meseleya jinê gelekî hebû, bi rastî wî behsa jinê dikir û rêza wan digirt. Bandora te li ser wê yekê hebû ku rapên wî wisa bin - jindost bin?

Xezal Paksirişt: Rastiya wê di serî de ahengek saz kir û hinek jin û keç anîbûn, min got "Jiyo can, me ji ber xatirê mafê jinê, her wiha me ji bo jina çewisandî ya Kurd xebat kiriye û me xwestiye her gav rêz û hurmeta jinê bê girtin, çawa niha tu vê yekê dikî?" Êdî ji wê demê ve dev jê berda û qet jî di stran û rapên xwe de behs nekir û rêza jinê digirt.

Rûdaw: Gelekî li ser avakirina hunermendên jin kar dikir. Alman, ewên Kurd jî dizanin, piştgirî dida hinekan ji wan, ne wisa, ji bo ku bibin hunermendên baş û mezin. Gelek kesên Alman navdar in jî, ev çawa bû?

Xezal Paksirişt: Bi Xwedê gelekî ecêb bû ji min re û her wiha ez pê serbilind jî dibim. Niha em ji Kurdan dest pê bikin, ji ên ku alîkariya wan kir, Helly Luveyê bû ku bi xwe karên wê gelek baş in û li dinyayê niha navdar e. Jîwar guh nedida pere û nav û deng, her demê piştgiriya hunermendan dikir. Piştî ku kar ji bo wan dikir, li ser medyaya civakî jî piştgiriya wan dikir û şanazî bi wan dikir. Ji xeynî wan hunermendeke keç a Alman a bi nav û deng heye, navê wê Shen David e ku milyonêr e, gelekî alîkariya wê dikir. Piştî mirina Jîwar, wê bi xwe li ser medyaya civakî nivîsîbû ku min birayekî xwe yê ezîz ji dest daye. Jîwar alîkariya gelek xanimên stranbêj kiriye û destê wan girtiye.

Rûdaw: Xezal Paksirişt, meseleya wê xanima stranbêja ku niha li vir navdar e, Shucter Eva, ew mesele çawa bû?

Xezal Paksirişt: Wê li cihekî xirab kar dikir. Jîwar hat, jê re got, Tu dizanî çi ye, ez dê te bikim stranbêjeke navdar û mezin lê divê tu dev ji wî karê xwe berdî.’ Bi rastî ew xebatkara seksê bû. Ew jî razî bû, dev ji wî karê xwe berda û bû stranbêj û û navdar bû. Piştî mirina Jîwar, ew gelekî dilgiran bû, di postekê de behsa wê yekê dike ku Jîwar tekane kes bûye bêyî berjewendî alîkariya wê kiriye û wisa lê kiriye ku dev ji karê xebatkariya seksê berde û dilxweş bibe û serbilind bijî. Lewma di dema veşartina cenazeyê Jîwar de li mizgeftê şahidiya xwe anî û bû misilman, çimkî bawer bû ku Jîwar ji ber misilmaniya xwe ewqas kesekî baş e û wê jî baweriya wî hilbijart.

Rûdaw: Ez qet pirsa wê yekê nakim di dema mirina kesekî de bêjim çawa miriye û çawa bû lê min destûr ji te wergirt ku bikarim pirsekê bikim. Di hinek medyaya Kurdî de behsa wê yekê dihat kirin ku Jîwar bi mirî di nava mala xwe de hatiye dîtin, ev rast e?

Xezal Paksirişt: Nexêr ne rast e. Roja ku Kameramanê Rûdawê Kak Şivan li wir bû, wêne dikêşan, xanimek li wir bû ku ji kompanyayeke mezin hatibû wekî kompanyaya Sony û Holly Mersal û wan ez hembêz kirim. Dema ku behsa wê yekê kir, min got nexêr ne wisa ye, min laşê kurê xwe dît wekî ku nû ji werzişê hatibe. Ew qasî rind bû, simbêlekî wisa û riha wî weha bû. Got, ‘Bi Xwedê tu rast dibêjî, wê şevê hevdîtına me hebû’ Jîwar bi wan re axivîbû bi niyeta wî ya çend konseran û karekî hunerî bû, paşê diwest û diçe malê û dixwaze hinekî bêhna xwe bide û paşê vegere lewre otomobîla xwe jî bi awayekî park dike wekî ku bixwaze vegere lê êdî di xew re diçe her hal ranebû.

Rûdaw: Nêzîkî 60 stranî amade kirine ku piştî wî belav dibin?

Xezal Paksiriş: Belê, piştî wî hêdî hêdî çend belav dibin.

Rûdaw: Tiştekî din jî gotin, me berê qala wê kiribû ji ber vê yekê ez dipirsim, gotin xanima wî nehiştiye ku di dema veşartinê de Alaya Kurdistanê hebe?

Xezal Paksirişt: Erê, pir pir xelet e, nizanin van tiştan çawa çêdikin. Ez ecêbmayî dimînim ku ew qas enerjiya neyînî didin ser van tiştan. Xanima wî Îsfehaniya Faris e lê evîndara çanda Kurdî ye. Yanî dema cejna dayika zarokên wî dibêje, Em bi Kurdî direqisin û şahiyê dikin’ bi eslê xwe tiştekî wiha nebû, nizanim van nûçeyan çawa çêdikin, eger wisa be çawa nêzîki 20 sal in bi hev re bûne.

Rûdaw: Du zarokên wî hene, Xwedê temenê wan dirêj bike, hîn jî biçûk in, temenê 3 sal î 6 sal î ne. Rewşa wan çawa ye?

Xezal Paksirişt: Piraniya kesên ku Jîwar nas dikin an jî ji nêz ve dizanin ku Jîwar ji bo karê hunerî û muzîkê û her tiştekî baş, kurê xwe bi xwe re dibir û her dem di himbêza wî de bû. Dema ku li Fîlarmonîkanê wekî projeyekê beşdar dibû li Almanyayê, her dem kurê wî di himbêza wî de bû. Keça wî jî bi heman awayî, gelekî girîngî dida zarokên xwe.

Rûdaw: Li Almanyayê xelk Kak Jîwar wekî efsaneyê rapê nas dikin, bi dehan kes bi saya wî dewlemend bûn, bûn milyonêr û superstar, li vir jî wî tiştekî baş ji zarokên xwe re hiştiye?

Xezal Paksirişt: Wî tiştekî wiha li cihê xwe hiştiye ku wekî birayê min ku zarokên wî ew qas nas nekirine jî, fêm dikin, 12 sal in ew dibêjin, Ew bavê me bû’ pê serbilind dibin û dibêjin: ‘Ew bavê me ye’ Wî ev navê baş ji wan re hiştiye. Her wekî ez li kanalekê dipeyivîm, kesekî Alman bû, min jî got, Wekî Che Guevara’ mirov tên û diçin lê hin mirov hene ku qet biçûk nabin.’ Niha li bajarê Bonnê hewl didin ji bo bîranîna wî, bi navê wî li kolanekê bikin, bi rastî gelek kes li vir jî pirs dikin, tewra malbata wî jî dibe ku pirsiye, Kurd piştî wan hemû tiştên ku wî kirine, metirsiyên li ser wî hebûn, karên ku ji bo Êzidiyan û xelkên din ên Kurdistanê kirine, dixwazin çi jê re bikin?