Parlamenterê DEM Partiyê: Dem ne dema daxuyaniyan e, divê tiştekî şênber hebe

1 demjimêr berê
RÛDAW
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan bû mêvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan bû mêvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan DEM Partî Huseyin Olan Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan ragihand ku ji bo ku bi temamî çek bên danîn pêwîstî bi derxistina yasayan heye.

Huseyîn Olan bû mêhvanê bultena Bakur a Rûdawê ya ku Warşîn Salihê pêşkêş kir.

Huseyîn Olan pêvajoya çareseriyê û rûdanên herî dawî nirxandin.

Olan amaje bi wê yekê kir ku hikûmeta Tirkiyeyê ji daxuyaniyan pê ve heta îro tiştekî şênber, gaveke şênber neavêtiye û got:

“Daxuyaniyan didin û di daxuyaniyên xwe de gelek tiştan dibêjin lê dema dor tê pratîkê û gavavêtinê tiştek nîne.”

Wî rexne li hikûmetê girtin û diyar kir ku beriya her tiştî divê yasayên pêwîst bên derxistin da ku yên li serê çiya û li derveyî welêt in, karibin vegerin Tirkiyeyê û tevlî siyaseta demokratîk bibin.

Naveroka hevpeyvîna bi Huseyîn Olan re wiha ye:

Rûdaw: Ez ji vê pirsê dest pê bikim, heta niha jî pêvajoya çareseriyê ji çarçoveya daxuyaniyan derneketiye. Eger di demeke nêzîk de gav neyên avêtin dê çi bibe?

Huseyîn Olan: Belê, we behsa wê yekê kir. Rast e, ji daxuyaniyan pê ve, em dikarin bibêjin ku hikûmetê heta îro tiştekî şênber, gaveke şênber neavêtiye.

Gava şênber ew bû ku komîsyonek di bin sîwana parlamentoyê de hat avakirin û ev yek tiştekî gelekî girîng bû. Her çi qasî rapora wê li gorî dilê me nebû jî lê deriyek vekir.

Ji wê rojê ve ti gav nehatiye avêtin. Daxuyaniyan didin û di daxuyaniyên xwe de gelek tiştan dibêjin lê dema dor tê pratîkê û gavavêtinê tiştek nîne.

Ev jî wê yekê nîşan dide. Em dibêjin êdî dem ne dema daxuyaniyan û gotinên vala ye, dem dema tiştên şênber û pratîk e. Di meha Remezanê de gelek axaftin hatin kirin. Hat gotin ku dê piştî cejnê ji aliyê hiqûqî û siyasî ve gav bên avêtin.

Daxwaza me ew e ku ji aliyê hiqûqî û siyasî ve gav bên avêtin. Daxwaza me ew e girtiyên me yên siyasî, girtiyên li zindanan, gelê me yê li diyasporayê û mirovên me yên li serê çiya, hemû karibin tevlî siyaseta demokratîk bibin.

Lê em tiştekî cuda dibînin. Îro hikûmetê ev peywir daye MÎTê. Em vê yekê wekî şaşiyekê dibînin.  Rast e, bila MÎT lêkolîna xwe bike û karê xwe bike lê divê hikûmet vî karî bi pêş bixe. Her wiha, em her tim vê dibêjin: Divê statuya Birêz Ocalan gelekî diyar bibe. Heta ku statuya Birêz Ocalan diyar nebe û komîsyonek an komîteyek neyê avakirin ev pêvajo bi pêş ve naçe.

Komîsyonê biryara xwe anî zimên. Baş e lê kî dê van hevdîtinan organîze bike? Kî dê vê pêvajoyê bi pêş bixe? Kî dê li vir berpirsyar be? Ev hîn jî ne diyar e. Ji ber wê yekê em dibêjin di serî de sekreteriyeyek pêwîst e.

Rûdaw: Dan ûsstandinên DEM Partiyê bi dewletê re li ser pêvajoyê hene yan na, ti rûdanên nû hene ku niha DEM Partî li serê kar dike?

Huseyîn Olan: Rast e, tê dîtin ku şandeya me ya Îmraliyê gelek caran hem bi hikûmetê re, hem bi wezîrên hikûmetê û Serokê MÎTê re hem jî em bibêjin bi serokên partiyên din ên wekî Bahçelî û Erdogan ku Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê bû re hevdîtin kirine.

Tiştên ku hatin gotin rast bûn û hatibû hêvîkirin ku ev pêvajo biçe serî û çek bên danîn. Lê dema gotin, "Çima çek nayên danîn?" tiştê girîng ew e ku niha çi dibêjin. Ji me re dibêjin, "Hîn jî şikeft nehatine valakirin, çek nehatine danîn" û gelek tiştên din. Me jî got, heta ku hûn qanûn û yasayan dernexin dê ew çawa çekan deynin?

Mînak, wekî ku hûn dizanin 11ê Tîrmeha par 30 heval hatin û çek danîn. Wê demê Bahçelî jî gotibû, "Eger qanûneke yasayî hebûya, ew dê bihatina Tirkiyeyê û tevlî siyaseteke demokratîk bibûna." Lê dema ku ew yasa û hiqûq nebe û nikaribin bên siyaseteke demokratîk bimeşînin, dê çawa bên Tirkiyeyê? Ev tişt ji bo piraniya şervanan û yên li diyasporayê jî derbasdar e.

Ji ber vê yekê, em dibêjin ti hincet nemame û divê tiştên ku astengiyê li pêşiya pêvajoyê çêdikin, neyên rojevê. Mînakekê bidim, eger ji aliyê hiqûqî û yasayî ve qanûnek bihata derxistin û texmînen ji 5 hezar şervanên li ser çiya, 2 hezar şervan li gorî wê qanûnê bihata û tevlî siyaseteke demokratîk bibûna, gelo dê Tirkiyeyê ji wê zerer bikira?

Ev ji bo feydeya Tirkiyeyê ye. Ji ber wê em desthilatê di vî warî de zêde dilsoz nabînin û hincetên ku derdixin pêş ne rast in. Ji bo vê pêvajoyê ev helwest ne tiştekî rast e.

Rast e, dema ku baweriyeke giştî nebe ev yek çêdibe. Çima bawerî nîne? Ji ber bûyerên salên 2013 û 2014an, di nava gel de nebaweriyek çêbûye. Îro jî ji ber ku gav nayên avêtin her ku dem derbas dibe baweriya gel kêm dibe.

Gel dibêje ku desthilat û hikûmet di vî warî de ne dilsoz in û tiştên ku dikevin ser milê wan nakin. Tevî ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gelek gav avêtin û hêzên xwe ji qadan kişandin, wekî ku we jî dît di daxuyaniya Îbrahîm Kalin de jî hatibû gotin ku hêz ji qada Garê û gelek çiyayan kişiyane.

Her wiha wan kongreya xwe jî li dar xist, di kongreyê de biryarên xwe standin û dibêjin em dê li hemberî Tirkiyeyê şer nekin. Şerê çekdarî qediya. Dema mirov vê dibêje divê mirov li nêrîna gel jî binêre. Gel dibêje ku PKKyê gaveke mezin avêt lê îstiqrar bi vî awayî pêk nayê.

Em dibêjin gava yekemîn divê ji aliyê yasayî û hiqûqî ve bê avêtin. Divê di demeke zû de ji aliyê yasayî û hiqûqî ve gav bên avêtin.  Divê yasaya guncav derkeve da ku nêzîkî 5 hezar girtiyên siyasî yên li zindanan, li Ewropayê û li diyasporayê yên li qadan in vegerin nav siyaseta demokratîk.

Gava duyemîn jî bi çand, ziman, nasname û hebûna Kurdan ve girêdayî ye. Her çi qasî ji bo hemû welatiyên Kurd hin yasayên hiqûqî derketibin jî divê Kurd li Bakurê Kurdistanê ji bo maf, hebûn û zimanê xwe careke din neçar nemînin ku çekê hilgirin.

Ango divê pirsgirêka Kurd ji kokê ve bê çareserkirin. Eger ji bingeh ve neyê çareserkirin, îro PKK çekdar e piştî 2 an 10 salan dê hêzeke din rabe û çekê hilgire. Pêwîst e dewlet tenê ji aliyê ewlehiyê ve li vê meseleyê nenêre.

Derbarê van bûyeran de, em dizanin û hêviya me ew e ku bandoreke neyînî li ser pêvajoyê nekin. Lê belê em ji destpêkê ve dikarin bibêjin ku ev tişt nayê qebûlkirin.  Binpêkirina îradeya siyasî ya di hilbijartinan de ne tiştekî rast e.

 Ji aliyê qanûnî, hiqûqî û demokratîk ve dema ku dest datînin ser şaredariyan ev yek ne li gorî pîvanên demokratîk û hiqûqî ye. Em vê yekê qebûl nakin. Danîna qeyûman a li ser şaredariyên me, wekî danîna qeyûman a li ser saziyên me yên siyasî ye. Piştgir û alîgirên wan kesên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin bertek nîşan dan.

Rûdaw: Gelo dema ku qeyûm li şaredariyên DEM Partiyê dihatin danîn, CHPyê û partiyên din ev bertek nîşan nedan?

Huseyin Olan: Dema ku qeyûm li ser şaredariyên DEM Partiyê hatin danîn, mixabin CHPyê û partiyên din ew bertek nîşan nedan. Ev pirsgirêka mezin e. Eger wê rojê CHPyê yan jî hêzên din ên demokratîk li dijî wê neheqiya ku li Kurdan hat kirin bertek nîşan bida bûyerên îro nedibûn.

Wê çaxê jî me digot ku ev yek ne hiqûqî ye û binpêkirina îradeya gel e. Me bangî wan dikir ku ew jî li hemberî vê helwestê derkevin da ku îro li hemberî kiryarên dijî demokrasiyê bêdeng nemînin. Heman tişt 10 sal berê bi serê me de jî hat. Dema ku ez di sala 2016an de şaredar bûm, qeyûm danîn ser şaredariya me.

Eger wê demê dengê xwe bilind bikirana îro ev bûyer çê nedibû. Lê em vê yekê dibêjin, çi dibe bila bibe, em vê yekê qebûl nakin. Ev ne tiştekî demokratîk e ne jî tiştekî hiqûqî ye. Ev gav binpêkirina îradeya gel e. Gelê CHPyê û gelê me gelekî demokratîk in. Ev kiryar li dijî demokrasî û hiqûqê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst