HUDA PAR ji bo Rojhilatê Kurdistanê çi dixwaze?

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu pirsa Rûdawê ya bi rengê “Ji bo Kurdên Rojhilat formula ku hûn pêşniyaz dikin çi ye, bi ya we baş e ku statuyeke Kurdan li Îranê hebe?” wiha bersivand:

“Kurdên li Îranê ji me çêtir dizanin ka ew çawa dikarin bi awayekî biratî di nav aramiyê de bijîn, an jî gelê Îranê bi awayekî giştî. Divê ew kesên li wir biryarê bidin ka ji bo wan rewşa herî baş çi ye.

Divê mirov bi rastî aramiya li wir li ber çavan bigire û hay ji hinek hesabên emperyalî jî hebin.”

Zekeriya Yapicioglu li ser armancên Îsraîlê got, “Ne tenê Tirkiye, hedef hem Îran e, hem Tirkiye ye; hem Îraq û hem jî Urdin e. Îro dibe ku Urdin ji bo ku mûşekên ku ji Îranê hatine avêtin li ser axa xwe bixe xwarê, alîkariya rejîma terorê ya Siyonîst dike lê di eslê xwe de Urdin jî di hedefê de ye.

Gava ku ew bawer dikin ku dem hatiye, ew dê êriş bikin. Ji bo vê yekê jî hewcedariya wan bi tu hincetan nîne. Gava ku ew bifikirin dem hatiye ew dê êriş bikin. Gava ku dema wan hat ku Tirkiyeyê jî tevlî şer bikin, ew ê bi awayekî Tirkiyeyê jî tevlî bikin.”

Yapicioglu li ser cezayê îdamê got, “Ez di wê baweriyê de me ku hinek îdamê heq dikin. Weke mînak, eger kesek mirovekî bêguneh, zarokekî bêguneh bi bê sedem, ji bo berjewendiyê xwe bikuje, li gorî min divê cezayê wî jî îdam be.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê li ser PKK û “pêvajoyê” wiha axivî:

“Belê, hebûna PKKyê di eslê xwe de pirsgirêkek e. Rêbazên ku ew bi kar tîne, zimanê ku ew bi kar tîne pirsgirêkek e. Divê dev ji vê yekê were berdan. Dibe ku aliyekî pirsgirêkê aliyê tundûtûjiyê be lê meseleya Kurdan tenê ji ne tundûtûjî ye

Ji ber vê yekê em dibêjin divê ev pirsgirêk bi hemû aliyên xwe ve were dîtin û li gorî wê gavên çareseriyê bên avêtin. Îro jî heke her du mesele tevlihev bibin, an jî yek wekî şertê ya din were dîtin, metirsiya xitimîna vê pêvajoyê heye.”

Zekeriya Yapicioglu da zanîn ku ji bo “biratiyê” hiqûq lazim e û biland:

“Her kes dibêje em bira ne. Em jî dibêjin, belê em bira ne lê em tenê bi edebiyata biratiyê ve têr nebin. Heta niha edebiyata biratiyê gelekî hatiye kirin lê divê hiqûqa biratiyê were bicihanîn, divê ev hiqûq pêk were. Ew hiqûq çi ye? Çi yê te hebe bila yê birayê te jî hebe. Demekê wan pirsî, Kurd çi dixwazin? Min got, Kurd dixwazin wekhev bin. Kes nabêje ku Kurd kirêcî ne, penaber in, koçber in û hwd.”

Yapicioglu li ser perwerdeya bi Kurdî jî got, “Teqez divê hebe. Perwerdeya bi zimanê dayikê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesî mafekî bingehîn e.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu pirsên Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk bersivandin:

Rûdaw: Dixwazim bi mijara herî germ dest pê bikim. Pêşbînî û helwesta we ya di derbarê şerê Îran-Îsraîlê çi ye?

Zekeriya Yapicioglu: Bismilahîrrehmanîrrehîm. Berî her tiştî ez hêvî dikim ku ev bername bibe wesîleya xêrê. Belê, mixabin, metirsiya belavbûna şerê ku demeke dirêj e dengê lingên wî tê bihîstin, hinekî zêdetir bû û nêzîkî çend meh berê jî êrişên dualî hebûn.

Hem li Tehranê hem jî li Tel Evîvê bi balafir an jî mûşekan êrişên kurt ên dualî hatin kirin. Ev dubare bû lê vê carê berfirehtir e û mixabin metirsiya belavbûna vî şerî li herêmê jî heye.

Em ji destpêkê ve vê dibêjin, di rastiyê de her kesê ku Sîyonîzmê nas dike dê qebûl bike ku Siyonîzm raman û di heman demê de pratîka herî xeternak a nijadperestiyê ya cîhanê ye. Ew fikra ku xwe bi vê pratîkê û bi vê ramanê xwedî dike, bi wê felsefeya Siyonîst, bi ramanên Siyonîst, rêxistina terorê ya bi navê Îsraîl, ji xwe ji bo ku mirov jê re dewlet hezar şahid divê, bi berdewamî êriş dike, li derdora xwe bêîstiqrariyê çêdike û dixwaze hebûna xwe, jiyana xwe bidomîne.

Bînin bîra xwe, dema ku piştî Bahoza Eqsayê ya 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan keştiyên şer ên Amerîkayê û hin welatên Ewropayê berê xwe da herêmê. Tirkiyeyê daxuyaniyek wiha dabû û gotibû armanca sereke Tirkiye ye. Îranê jî gotibû ku armanc Îran e dixwazin me bikişin nava vî şerî de. Lê me wê rojê jî got, belê, armanceke wan a bi vî rengî heye. Gava ku ew bawer dikin ku wext hatiye.

Rûdaw: Hûn jî dibêjin armanc Tirkiye ye?

Zekeriya Yapicioglu: Ne tenê Tirkiye, hedef hem Îran e, hem Tirkiye ye; hem Îraq û hem jî Urdin e. Îro dibe ku Urdin ji bo ku mûşekên ku ji Îranê hatine avêtin li ser axa xwe bixe xwarê, alîkariya rejîma terorê ya Siyonîst dike lê di eslê xwe de Urdin jî di hedefê de ye. Ji ber ku baweriyek wan heye.

Herêmeke destnîşankirî heye ku ew jê re dibêjin Erdê Sozdayî ku hemû axa Herêma Kurdistanê jî di nav de ye. Beşek ji Îranê, beşeke girîng ji Tirkiyeyê. Tevahiya Sûriyeyê, Urdin û hema hema hemû Îraqê di nav van axên ku jê re dibêjin Erdê Sozdayî de ne û ew bawer dikin ku ji aliyê Xwedê ev ew ax ji wan re hatiye terxankirin. Ew dibêjin ku em dê li ser wan axan serweriyê ava bikin û ew vê yekê jî venaşêrin, eşkere dibêjin. Ji ber vê yekê ev meseleya demê ye, ne meseleya wê çêbibe an na.

Me wê rojê jî got, êrişa li ser Îranê meseleya demê ye. Gava ku ew bawer dikin ku dem hatiye, ew dê êriş bikin. Ji bo vê yekê jî hewcedariya wan bi tu hincetan nîne. Gava ku ew bifikirin dem hatiye ew dê êriş bikin. Gava ku dema wan hat ku Tirkiyeyê jî tevlî şer bikin, ew dê bi awayekî Tirkiyeyê jî tevlî bikin. Ji ber vê yekê ev ji bo me ne surprîz bû û em dibêjin Siyonîzm nijadperestiya herî xeter a cîhanê ye. Ji ber ku ew ji bilî xwe, ango kesên ne endamên nijada Cihû, yên ku xwîna Cihûyan hilnagirin, wekî mirov qebûl nakin.

Rûdaw: Bi ya we divê helwest û rola Tirkiye çi be?

Zekeriya Yapicioglu: Divê mirov zanibe ku zimanê ku Cihû jê fêm dike tenê hêz e. Heger ew fêm bike ku dema êrişî te bike dê canê wî jî pir bişewite, ew dê dev ji êrişa te berde. Ti regezên exlaqî, regezên hiqûqî, tehemûla navneteweyî nîne ku wan bide sekinandin. Bila kes xwe nexapîne lê heger di destê we de hêzeke pir baş hebe, heger ew zanibe ku dema êrişî we bike dê canê wî bişewite, ew dê êrişî we neke. Belkî ew dê hewl bide ku bi we re bibe dost.

Rûdaw: Tirkiye jî divê hêzê bi kar bîne? Wate li hêla Îranê cî bigire?

Zekeriya Yapicioglu: Divê ew li aliyê mirovahiyê be. Niha ev şer ne şerê Îsraîl-Îranê ye. Her wekî şerê ku salek berê dest pê kir, ew jî ne şerê Îsraîl-Hemasê bû. Wê demê bînin bîra xwe, hîn ti êriş li ser Xezeyê tunebû, hinek kesan bi israr ev wekî şerê Hamas-Îsraîlê dît û hewl da nav lê bikin.

Me got ku ev ne şerê Îsraîlê yê bi Hamasê re ye. Ne şerê Îsraîlê yê bi Xezeyê re, ne şerê Îsraîlê yê bi Filistînê re ye. Ne şerê Îsraîlê yê bi Ereban re ye. Ne şerê Îsraîlê yê bi ummeta Îslamê re ye. Şerê Îsraîlê yê bi mirovahiyê re ye. Ji ber ku wan li dijî tevahiya nirxên mirovahiyê şer îlan kiribû. Pirsgirêka ku min berê behs kir ev e.

Zihniyetek ku kuştina zarokan û kuştina pitikan ji xwe re wekî maf dibîne, ji bo mirovahiyê xetereyeke pir mezin e û ev avahiya Siyonîst, ev zihniyet ji bo aştiya herêmê astenga herî mezin e. Heya ku ew li herêmê hebin û xwediyê vê zihniyetê bin, qet aramî û aştî nayê herêmê.

Her tim şer, her tim xwîn, her tim rondik. Ne tenê ev, me her tim ev yek jî got, em li ser heman hizra xwe ne û ducare dibêjim: Ji bo aştiya cîhanê jî xetereya herî mezin dîsa Siyonîzm e. Heta şerekî ku ne yê wan e jî, ew hewl dide ku hemû miletên din jî bikişîne nav şer. Heger ji destê wan bê, ew ê şer bidin kesên din û ew ê temaşe bikin.

Lê ew ji xwe dibêjin ku ev dinya ji bo me ye û ji bo ku di vê dinyayê de xizmetê ji me re bikin, bes e ku 300-500 milyon mirov hebin. Ew qas mirov ne hewce ne. Anku bi milyaran mirov zêde ne, nivê nifûs kêm bibe. Ji bo vê gelek projeyên wan hene.

Lewma divê Tirkiye li aliyê mirovahiyê be. Di rastiyê de hemû kesê ku mirov e, ne tenê Misilman, her kesê ku dikare mirov bimîne, her kesê xwedî wijdan, divê hay ji xeterê hebe û bibîne ku ev xeter dinyayê dixe nava agir û ji bo ku vî agirî vemirîne, divê her kes destê xwe bide hev, kovika avê birijîne ser vî agirî.

Rûdaw: Rejîma heyî ya Îranê bi guvaşên xwe naskirî ye. Bi taybetî guvaşên li ser Kurdan em gelekî jê haydar in. Her roj xelk têne sêdarekirin. Bi taybetî ji bo rewşa Kurdên Rojhilatê Kurdistanê eger em lê binêrin Hûnçi difikirin. Tevî vê jî Hûnbi wê yekê re ne ku statukoya heyî berdewam bike?

Zekeriya Yapicioglu: Bê şik, zext li ser herêmekê tenê bi navê rejîma wê ve girêdayî nîne. Sîstemeke bêkêmasî, rejîmeke bêkêmasî jî, eger bi awayekî xerab were birêvebirin, dê gel jê gilî bikin. Ev ji bo rejîmeke ku li ser kaxezê bêkêmasî xuya dike rast e lê ji aliyê din ve sîstemeke pir xirab, sîstemeke ku saziyên wê baş nehatine rûniştandin an jî maf bi awayekî baş nehatine misogerkirin de jî birêvebiriyeke baş dikare mijaran di nav sînorên tehemûlê de bihêle.

Ji ber vê yekê, rastiya pirsgirêkên ku li wir diqewimin, agahiyên ku ji kanalên cuda tên, wan bi navên cuda bi nav dikin. Mînak, carinan belkî kesek ji ber nasnameya xwe ya etnîkî, an jî ji ber baweriya xwe, an jî ji ber mezheba xwe, ne tenê li Îranê, li gelek cihên cuda jî carinan zordestiyê dibînin. Lê carinan kesek ku ser bi komeke etnîk an jî ser bi mezhebekî yan jî ser bi baweriyeke din, ser bi oleke din be, dema ku ew di bûyereke asayî de zordestiyekê dibîne, dibe ku bêje ji ber nasnameya xwe ya etnîkî, yan ya mezhebî, yan jî baweriya olî rastî zext û zordariyê tê.

Ji ber vê yekê, li şûna ku em ji her nûçeyê bawer bikin, divê em bi rastî çi heq be, wê eşkere bikin û neheqiyê ji holê rakin. Kê dike bila bike, zilm ji kê tê bila were, mexdûr kî dibe bila bibe, ji bo ku ez mafê mexdûrekî biparêzim, ne hewce ye ku ew jî wek min Kurd be, an jî wek min Misilman be. Li kû derê zilm hebe, ji bo ku ew zilm raweste, baweriya min fermanê dide min. Xwedê teala bi awayekî teqez fermanê dide me ku em dadperwer bin. Kê dike bila bike, bêdadî bêdadî ye.

Ji ber vê yekê, tê gotin ku ev ji ber şiklê rejimê ye. Mînak, di rejîma berê de anku di serdema rejîma Şah de Kurd pir rehet bûn? An jî li Tirkiyeyê dibe ku di serdema yek partiyê de zilmên herî mezin hatine kirin, hûn dizanin. Di salên destpêkê yên komarê de di dema yek partiyê de lê îro ew kesên ku di nav tifaqê de ne bi wê yek partiyê re îro bi awayekî cuda dibêjin ku Kurdan zext û zordariya herî mezin di dema hikûmeta AK Partiyê de dîtiye. Bi gotina hinek kesan nayê wê wateyê ku wisa ye.

Rûdaw: Weke siyastemedarekî Kurd, weke lîderekî kurd ne di cî de ye ku Hûnli hemberî sêdarekirina kurdan rawestin?

Zekeriya Yapicioglu: Li Tirkiyeyê cezayê îdamê tune lê tenê ji ber ku îdam e, dijî derketina wê pir moda ye lê ez difikirim ku divê cezayê hin sûcan îdam be. Ji ber tiştê ku hatiye kirin lê berî her tiştî divê ev hebe: Divê qanûn ji bo her kesî wekhev bên sepandin. Ger ji bo her kesî wekhev neyên sepandin, eger qanûn li gorî nasnameya kesekî an jî statuya wî ya civakî an jî dewlemendiya wî bi awayekî din were sepandin, an jî eger hin kes vê îdamê bi awayekî siyasî li dijî kesên ku wekî reqîb an jî xeternak dibînin, pêk tînin, eger mirovên bêguneh bi vê yekê tên cezakirin, eger ev wekî çek tê bikaranîn, wê demê ev îdam çekeke pir xeternak e.

Lewma divê cezayê bi vî awayî yê îdamê nebe lê ez di wê baweriyê de me ku hinek îdamê heq dikin. Weke mînak, eger kesek mirovekî bêguneh, zarokekî bêguneh bi bê sedem, ji bo berjewendiyê xwe bikuje, li gorî min divê cezayê wî jî îdam be.

Rûdaw: Ji bo Kurdên Rojhilat formula ku Hûnpêşniyaz dikin çi ye, bi ya we baş e ku statuyeke Kurdan li Îranê hebe?

Zekeriya Yapicioglu: Di rastiye de em ji destpêkê ve di mijara Kurdan de vê yekê dibêjin. Niha li hemû herêmê, anku herêmên Kurd lê dijîn, weke mînak li Herêma Kurdistana Îraqê yan jî li Herêma Kurdistana Îranê, di çend vîlayetan de nifûseke Kurd a zêde heye, şert û mercên her derê cuda ne. Weke mînak dibe ku li cihekî federasyon jî têrê nake û dibe ku mirovên wê derê behsa serxwebûnê jî bikin. Hûn jî bînin bîra xwe, li Herêma Kurdistana Îraqê referandumek hat kirin. Ji gel pirsîn, gelo em serxwebûnê îlan bikin an nekin. Piraniyeke mezin alîgirê serxwebûnê bûn.

Niha cihê ku di warê statuya Kurdan de herî pêşketî ye, kû der e? Herêma Kurdistana Îraqê. Saziyeke federatîf heye, meclîsa wan heye, serokê wan heye, serokwezîrê wan heye, hikûmetên wan heye. Pêşmerge li wir ewlehiyê diparêze lê digel vê yekê jî ji ber ji aliyê Hikûmeta Navendî ya Bexdayê ve hinek mafên ku ji Destûra Îraqê de hatine destnîşankirin hatin binpêkirin an jî nehatin bicihanîn, li ser hinek madeyên Destûra Îraqê hin nerazîbûn derketin, li wir referandumek hat kirin.

Wê demê me got, dibe ku em hin pêşniyaran bikin lê mafê me nîne ku em midaxeleyî karên wan ên navxweyî bikin. Kurdên li Herêma Kurdistana Îraqê rewşa xwe çêtir dizanin û divê her kes rêzê li her biryara ku ew bidin bigire. Tişta ku dikeve ser milê me ev e. Ger di warê dabînkirina aramî û aştiyê de berpirsiyariyek bikeve ser milê me, em dikarin berpirsiyariya xwe pêk bînin. Lê me maf neda xwe ku em xwe deynin şûna wan û li ser navê wan biryarê bidin. Ji bo Kurdên li Îranê jî wisa ye.

Kurdên li Îranê ji me çêtir dizanin ka ew çawa dikarin bi awayekî biratî di nav aramiyê de bijîn, an jî gelê Îranê bi awayekî giştî. Divê ew kesên li wir biryarê bidin ka ji bo wan rewşa herî baş çi ye. Divê mirov bi rastî aramiya li wir li ber çavan bigire û hay ji hinek hesabên emperyalî jî hebin.

Rûdaw: Li bendê me da bersiveke zelaltir bistînim. Niha gelek partiyên siyasî yên Kurdan didin zanîn ku pêwîst e rejîmeke azadîparêz li Îranê hebe. Eger hemû partiyên kurdan li ser vê daxwazê bibin yek dê nêrîna we çi be? Pêwendiyên we yên digel Îranê ewê rê bide ku hûn piştgiriya vê daxwazê bikin.

Zekeriya Yapicioglu: Gelo ew ê bi rastî ber bi wê xalê ve biçe? Belê, me di rastiyê de hinek tişt li ser çapemeniyê şopandin. Hinek bang ji aliyê PDK-Îranê ve hatine kirin ku divê rejîm birûxe. Ez bi xwe di derbarê têkiliya rejîmê bi Kurdên li wir re, bi taybetî bi wan partiyan re, xwedî agahiyeke berfireh nînim. Anku bi qasî ku wê analîz bikim, li ser mijarê nesekinîm lê heke Kurdên li wir herî kêm bi yekgirtî tiştekî wiha bibêjin, wê demê divê mirov biçe û bibîne ka li wir çi diqewime.

Rûdaw: Dixwazim werim ser pêvajoya çareseriyê. Bi daxwaza Bahçelî pêvajoyekê dest pê kir û berdewam dike. Hûn weke HUDA PARê li kû dera vê pêvajoyê ne?

Zekeriya Yapicioglu: Niha, ji dema ku vê pêvajoyê dest pê kiriye ve me bi berdewamî tiştek ducare dikir, heta berî ku dest pê bike jî. Me digot ku çek û tundûtûjî nikare bibe rêbazeke lêgerîna mafan, divê nebe û divê teqez dev jê were berdan. Wisa tê fêmkirin ku ev pêvajo demeke dirêj di navbera PKK û Teşkîlata Îstixbaratê ya Nayeweyî (MÎT) de hatiye birêvebirin û piştî ku gihîştiye asteke diyarkirî, ji aliyê birêz Bahçelî ve hatiye îlankirin.

Di roja vebûna Meclîsê de tiştek got. Paşê 22yê Çiriya Pêşîn got ku heke ew ê ragihînin ku rêxistin hatiye fesixkirin û dewra çekan qediya ye, bila were li meclîsê û di koma DEMê de biaxive. Wî ast pir bire jorê.

Me jî derbarê vê yekê de got erê divê teqez ev yek çêbibe lê me tiştek din jî got, wekî ku berê hatibû kirin divê her du mesele tevlîhev nebin. Ew her du mesele çi ne?

Rûdaw: Birêz serok di vê mijarê de desthilat û şîrikên wê raya we dipirsin gelo, eger dipirsin hûn çi pêşniyazî wan dikin?

Zekeriya Yapicioglu: Belê, Hebûna PKKyê di eslê xwe de pirsgirêkek e. Rêbazên ku ew bi kar tîne, zimanê ku ew bi kar tîne pirsgirêkek e. Divê dev ji vê yekê were berdan. Dibe ku aliyekî pirsgirêkê aliyê tundûtûjiyê be lê meseleya Kurdan tenê ji ne tundûtûjî ye. Em berdewam dipirsin. Me heta di bernameya partiya xwe de jî nivîsand. Yanî heke meseleya Kurdan tenê wekî pirsgirêkeke tundûtûjiyê, pirsgirêkeke ewlehiyê, yan jî wekî paşdemayîna aboriya herêmî were dîtin, ev pirsgirêk çareser nabe. Aliyên siyasî, aliyê civakî, aliyê psîkolojîk û heta aliyê navneteweyî jî yê pirsgirêkê hebû.

Ji ber vê yekê em dibêjin divê ev pirsgirêk bi hemû aliyên xwe ve were dîtin û li gorî wê gavên çareseriyê bên avêtin. Îro jî heke her du mesele tevlihev bibin, an jî yek wekî şertê ya din were dîtin, metirsiya xitimîna vê pêvajoyê heye. Di dawiyê de berî deh salan pêvajoyeke bi vî rengî hat jiyîn. Hûn vî gavî bavêjin, em ê paşê vî gavî bavêjin. Hûn bavêjin em ê bavêjin. Pêvajoyeke ku bi hev ve hatibûn girêdan û ji hev re wekî şert hatibûn danîn, ji hev re wekî asteng hatibûn dîtin, mehkûmê xitimînê bû û xitimiya. Niha em dibêjin nekevin heman şaşiyê.

Me bang li wan kir û me got, belê divê hikûmet gavan biavêje, belê divê dewlet hinek gavan bavêje lê gavan bavêje yan neavêje jî divê tu dest ji vî çekî berde birayê min. Çek ne rêbaza lêgerîna maf e û hûn di heman demê de dibin asteng ji çareserkirina vê pirsê re.

Lê ji aliyê din ve me ji hikûmetê re jî got. Ev mesele meseleya hiqûq û mafan e. Ez ne PKKyî me û di destê min de çek jî tune lê eger tu ji bo ku tu mafê ku ez dixwazim bidî min, tiştekî ji derveyî îradeya min bixwazî, mesela eger tu vê bi girêdana destjiberdana çekan a PKKyê ve girê bidî, mafekî te yê wiha nîne.  Ez nikarim çekê di destê PKKyê de bidim berdan. Ne ez dikarim gotina xwe wî bidim pesendkirin, ne jî ez dikarim bi zorê jê bistînim.

Niha gelek kes hene ku ji PKKyê zirar dîtiye, bi awayekî cidî mexdûrên PKKyê bûne. Daxwazên wan ên rewa û meqûl hene. Hûn çima van daxwazan bi şertê çek danîna PKKyê ve girê didin?

Rûdaw: Birêz serok di vê mijarê de desthilat û şîrikên wê raya we dipirsin gelo, eger dipirsin Hûnçi pêşniyazî wan dikin?

Zekeriya Yapicioglu: Em hevdîtinan dikin. Em van tiştên ku min behs kir, dibêjin. Em dibêjin ku beriya 10 salan pêvajoyek hatiye jiyîn. Di wê demê de hişyariyên me nehatin guhdarkirin. Niha heman xeletiyan nekin. Em vê dibêjin û bê guman derbarê gavên ku divê bên avêtin de jî. Jixwe di bernameye partiya me de gelek tişt hene ku hatine nivîsandin. Hûn dizanin ku em rastî gelek êrişan bûn, di serî de ji aliyê CHPê ve.

Rûdaw: Hûn dibêjin di çarçoveya hiqûqa biratiyê de divê çareyek hebe lê ew gotineke piçekî ne zelal e. Hûn bi awayekî qewîn çi pêşniyaz dikin, di çerçoveya guherîna destûrê de federasyon, yan xweserî, yan otonomî, modela ku hûn pêşniyaz dikin çi ye? Yan sîstema heyî?

Zekeriya Yapicioglu: Niha me her tim ev tişt got, belê her kes dibêje em bira ne. Em jî dibêjin, belê em bira ne lê em tenê bi edebiyata biratiyê ve têr nebin. Heta niha edebiyata biratiyê gelek hatiye kirin lê divê hiqûqa biratiyê were bicihanîn, divê ev hiqûq pêk were. Ew hiqûq çi ye? Çi yê te hebe bila yê birayê te jî hebe. Demekê wan pirsî, Kurd çi dixwazin? Min got, Kurd dixwazin wekhev bin. Kes nabêje ku Kurd kirêcî ne, penaber in, koçber in û hwd. îdia nake. Dema ku Tirk hatin vir, Kurd ji xwe li vir bûn.

Rûdaw: Bi awayekî saxlem ew ‘hiqûqa biratiyê’ divê di destûrê de çawa bê ravekirin?

Zekeriya Yapicioglu: Di meseleya destûra bingehîn de em dibêjin ku divê beşa destpêkê ya destûra bingehîn kurt û rave be, divê ji tekezên etnîkî were paqijkirin. Divê di tevahiya destûra bingehîn de bi tundî xwe ji tekezên etnîkî were parastin. Pênaseya welatîbûnê jî yek ji wan e.

Em dibêjin ku, divê destûreke bingehîn a ku bi awayekî mutleq ji parastinên wesayetê û ji wê îdeolojiyê hatiye paqijkirin hebe, divê destûreke bingehîn a ku ji aliyê sivîlan ve hatiye çêkirin hebe. Niha eger hûn karibin empatiyê bikin, eger hûn xwe bi wî/wê kesê/a ku hûn dibêjin birayê min e re wekhev bibînin, divê di warê mafan de jî wekhevî hebe.

Divê kes ji ber nasnameya xwe ya etnîkî, ji ber nasnameya xwe ya mezhebî û heta ji ber baweriya xwe jî neyê vederkirin, neheqî lê neyê kirin. Yanî ne were dûrxistin û ne jî were parastin.

Rûdaw: Weke siyasetmedarekî Kurd, eger di destûrê de çi hebe hûn dê xwe ‘wekhev’ hîs bikin?

Zekeriya Yapicioglu: Ez jî heman tiştî dibêjim. Em dibêjin ku divê ew ji tekezên etnîkî bê paqijkirin. Me got ku Kurd hêmana bingehîn a damezirîner a vî welatî ne. Me ev yek di bernameya partiya xwe de jî nivîsandiye. Anku ji roja ku em derketine qada siyasî ve em vê yekê ducare dikin.

Îro eger serokê giştî yê partiyeke wekî Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), yanî kesê li serê partiyeke ku navnîşana neteweperweriya Tirk li Tirkiyeyê ye, bibêje ku Kurd jî hêmana bingehîn a damezirîner a vî welatî ne, ev tiştekî hêja ye, ev tiştekî girîng e. Eger em gihîştine wê qonaxê, înşalah ji vir û pê ve kes ji ber cudahiyên me kesî ne veder dike û ne jî diparêze.

Rûdaw: Weke partiyeke ku di nava Tifaqa Cumhurê de cî digire hûn li çaverêyî çi ne? Perwerdeya bi zimanê zikmakî dê were rojevê gelo?

Zekeriya Yapicioglu: Bi dîtina me divê teqez hebe. Teqez divê hebe. Perwerdeya bi zimanê dayikê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesî mafekî bingehîn e. Tew dibêjin, başe gelo ma ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê kadro hene? Hûn dikarin kadroyan amade bikin. Wê demê me got, başe hema sibê dest bi perwerdeya bi zimanê dayikê bikin, di dibistanan de perwerdeya Kurdî hebe, erê belkî ev niha ne mumkin e. Ji bo perwerdekirina wan kadroyan, wan mamosteyan pêşi hûn dê li zanîngehan wan beşan vekin. Anku ji bo perwerdekirina wan mamosteyên ku dê dersa matematîkê yan jî dersa bîyolojiyê, yan jî zanînên civakî bidin, divê ew Kurdî pir baş zanibin an jî di derbarê awayê dayîna wê perwerdeyê bi Kurdî de perwerde bibînin.

Ez vê yekê fêm dikim lê hûn wekî îrade diyar bikin û bêjin ku ez vê yekê wekî maf nas dikim, dest bi amadehiyan jî dikim. Me plan kir û armanca me ew e ku piştî 5 salan ew kesên ku bixwazin dê karibin bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin. Ev yek dê vî welatî rihet bike.

Eger zimanê fermî Tirkî be, bila hemû kes fêr bibe. Ji xwe her kes fêr dibe lê perwerdehiya bi zimanê dayikê vî welatî parçe nake. Bi dîtina min ev yek dê karta wan kesan ji destê wan bigire ku hewl didin hêmanên cuda yên vî welatî li dijî hev tehrîk bikin, bi niyeta xerab wan dixin dijminê hev.

Rûdaw: Eger hat û ew pêvajoya di navbera PKK û dewletê de gihîşt cihekî û weke ihtimalekê ger DEM Partî jî di Tifaqa Cumhurê de cî bigire, hûn weke du partiyên ku kîmyayê we hevû din nagire hûn dê çi bikin?

Zekeriya Yapicioglu: Wî got ku ew ê çekan berde. Înşalah pêk were.

Rûdaw: Hûn yek ji şîrikên Tifaqa Cumhurê ne. PKKyê çek berdan lê pêvajo weke ku rawestiya be, gelo li hundir çi dibe û çi tê axaftin?

Zekeriya Yapicioglu: Bi qasî ku ez dibînim rewş ev e, dewlet pêvajoyê dişopîne. Gelo tiştê ku tê gotin dê bi rastî çê bibe yan na? Anku biryarek hatiye girtin lê gelo ev biryar dê bikeve pratîkê yan na? Dewlet li wê yekê dinêre û dewlet li wê yekê dinêre ku pêkanîna wê biryarê di heman demê de bi vî awayî be ku ew naxwazin wisa xuya bike ku gavên dê bên avêtin bi vî şertî ve girêdayî ne, bûne mijara bazariyê.

Ji bo ku wisa xuya neke ew li bendê ne, dibêjin ku em hêvî dikin di pêvajoya du-sê mehên pêş de em dê vê di pratîkê bibînin. Înşalah pêk were, di rastiyê de çek bên berdan. Di nav daxuyaniyên kesên ku li ser navê hikûmetê yan jî dewletê daxuyaniyan didin de jî ev xuya dike. Ew hêvî dikin ku di van mehên havînê de herî dereng di tîrmeh yan jî tebaxê de bi gavên berbiçav ew çek bên berdan.

Lê em vê yekê dibêjin, em ji destpêkê ve dibêjin, baş e ev yek ne mijara bazarkirinê ye. Divê her du bi hev re neyên tevlîhev kirin. Divê di mijara bazarê de neyê bi kar anîn. Ji ber ku tiştek eger mafekî bingehîn be, nabe mijara bazarê û bi şertan ve jî nayê girêdan. Em dibêjin ku divê teqez ew gav bên avêtin. Em hêvî dikin û dixwazin ku berdana çekan pêk were lê heta ku pêk neyê jî divê ew gavên ku divê bên avêtin bêyî girêdana bi wî şertî ve teqez bên avêtin.

Rûdaw: Eger hat û ew pêvajoya di navbera PKK û dewletê de gihîşt cihekî û weke ihtimalekê ger DEM Partî jî di Tifaqa Cumhurê de cî bigire, hûn weke du partiyên ku kîmyayê we hevû din nagire hûn dê çi bikin?

Zekeriya Yapicioglu: Bê guman dema ku DEM Partî were dê neyê ji HUDA PARe nepirse, yan jî dema ku AK Partî, wan vexwîne nav sîwana Tifaqa Cumhurê dê dîsa ne girêdayî şertê qebûlkirina me be. Di encamê de em dibêjin divê di navbera hemû partiyên siyasî de diyalog hebe. Helbet dibe ku cudahiyên me hebin. Gelek xalên ku em û AK Partî jî cuda difikirin hene. Gelek xalên ku em û MHP cuda ne hene. Lê di encamê de em bi hev re di heman yekîtiyê de di bin banê Tifaqa Cumhurê de çûn hilbijartinan.

Niha ewên ku rexneyên gelek tund li hev digirin yan jî ewên ku bi tundî rexneyan li wê yekê digirin ku em li Milazgirê li kêleka Birêz Bahçelî ne, we dît di 1ê Çiriya Pêşîn de çi qewimî? Niha bo nimûne di serdanên pîrozbahiya cejnê de MHP û DEM Partî çûn û wan hev pîroz kir. Ma çi qewimî? Yanî niha MHP ji hêla îdeolojîk ve nêzîkî DEM Partiyê bû, yan DEM Partî bû MHPyî? Kîjan? Bi ya min tu yek ji wan jî nîne.

Rûdaw: Ocalan wextekî gotibû HUDA PAR MHPya kurdan e...

Zekeriya Yapicioglu: Ez gotinên Ocalan gelek cidî nagirim. Dema ku me HUDA PAR damezirandibû weke ku Ocalan me baş nas dike û weke ku em hevalên hev yên leşkeriyê bin gotibû pereyên van nînin ku herin xwaringehê xwarinê bixwin çawa partî ava kirin? Ji ber wê yekê carinan wisa dipeyive. Carinan jî gelek nayê fêmkirin ku çi dibêje. Heta ji bo ku neyê fêmkirin jî gelek hewl dide.

Rûdaw: Di salên 90î de gelek tişt çêbûn di demê Hizbulahê de. Nêrîneke fireh heye ku we weke HUDA PAR heta niha tu lêveger yan mihasebeyek di vê mijarê de nekiriye. Çima?

Zekeriya Yapicioglu: HUDA PAR sala 2012an hatiye avakirin. Tu tiştek nîne ku ew rexneya xwe ya li ser salên 90î bide. Helbet ez weke Misilmanekî ez her roj hesabê xwe dikim. Ez her roj, her êvar dema diçim malê dibêjim qey îro çi qewimî, çi derbas bû, min çi kir, min çi rast kir, min çi şaş kir.

Divê her mirov di nav vî hesabî de be. Ev tiştekî cuda ye lê tiştê ku ew hewl didin bikin tiştekî bi niyeteke baş nîne. Bi berdewam heman pirsa tînin pêşberî me ev jî tiştekî bi niyeteke baş nîne. Ew dixwazin ku em tenê bi vê yekê, bi van mijaran re her dem di pozîsyona parastinê de bimînin. Em li ser meseleyên memleket çi dibêjin, fikrên me çi ne, çareseriyên me çi ne, qet neyên axaftin, neyên zanîn, neyên nîqaşkirin.

Rûdaw: Gelek meleyên Kurd jî hatin kuştun. Yek ji wan Mele Îzedîn e ku gelekî dihat naskirin. Eger we bo wê demê lêvegerek bikira dê rêya gihîştina gelek derdoran li we venekira?

Zekeriya Yapicioglu: Axir li aliyê din behsa wê yekê tê kirin ku xwîna 90 hezar kesan hatiye rijandin. Weke mînak di parastinên Abdullah Ocalan de tê gotin ku 15 hezar Kurdên ciwan li Geliyê Bekayê de bi îdiaya îxaneta nav xwe weke ceza hatine kuştin.

Lê niha hûn lê dinêrin dema ku daxuyaniyekê dide û dibêje dema çekan qediyaye jî heman demê de dibêje  berpirsiyariya min nîne. Va ye tiştên ku sosyalîzma reel ji me re gotin yan jî tevliheviyên wê demê, atmosfera tundiyê pêwîstî bi wan hebû. Ev tişt bûn û hûn jî çavên xwe bigirin, wan nebînin. Yan jî ewên ku destên xwe ji bo van gotinan li hev dixin niha ji me re dibêjin ku bila HUDA PAR rexnedana xwe bide li ser bûyerên dema ku hîn nehatiye avakirin.

Rexne li ser demê kirin. Li ser kîjan demê? Li ser çi rexne kirin? Bo nimûne mijara Mele Îzîyedîn çi ye û çi qewimî? Ew bûyer çi bû. Kî  Mele Îzîyedîn da? Heke tê xwestin ku em pozîsyonekê bigirin weke ku berpirsiyariya tiştên ku têra xwe eşkere nebûne û me berbirs û suçdar bikin, na bira. Em nayên vê lîstikê. Kes bi valahî hewl nade ku ber bi wan avan ve gokan bikşîne. Ev melevaniya li dijî herika avê ye. Em ê nekevin wan xefikan.

Rûdaw: Li ser mijara Rojavayê jî rexne li partiya we tên kirin. Bê guman hûn di mijara Xezeyê de gelekî hesas in lê tê gotin ku hûn di mijara Xezeyê de bê deng in. Bêdengiya we ya dema êrişî Efrînê dihat kirin tê rexnekirin.

Zekeriya Yapicioglu: Derbarê Rojava, Efrîn an jî herêmên din ên Sûriyeyê bi sedan daxuyaniyên me hene lê mixabin em pir bi van tiştan re mijûl dibin. Em tiştekî dibêjin. Piştî sê rojan, piştî hefteyekê, piştî mehekê hin kes dibêjin çima we di wê mijarê de daxuyanî nedaye? Me daxuyanî da lê heger we nedîtibe ez çi bikim?

Niha hin kes vê yekê jî didin ber hev. Binêrin, tiştên ku li Xazeyê diqewimin û tiştekî ku li tu devereke din a dinyayê diqewime, qet nayên berhevkirin. Weke mînak dibêjin filan der di bin dagirkeriyê de ye, Filistîn di bin dagirkeriyê de ye, ma li vir cihê ku tu lê dijî Kurdistan ne di bin dagirkeriyê de ye?

Kurdistan di bin dagirkeriya kê de ye? Li Rojava şer çêbû. Berawirdkirina şerên li Rojava bi qirkirina li Xezeyê re, heqareta li edaletê ye. Tiştekî wisa çênabe. Dibêjin we ji bo Xezeyê mîtîng kir lê we ji bo Rojava nekir. Yên ku dibêjin we ji bo Rojava tiştek nekir, Yasîn Boru û hevalên wî bi awayekî herî hovane qetil kirin ku Yasîn û hevalên wî ku goştê qurbanê dibirin ji bo Rojavayê da ku ew kesên ku ji zilm û zordariya li wir reviyane, birçî nemînin.

Niha wabûne ji me re dibêjin we ji bo Rojava çi kir? Ji bilî axaftinê we çi kir? We tenê axivî. Me destê wan girt. Me jî axivî. Me jî got ku kiryarên ku hatine kirin, qirkirin, zilm in lê em tenê bi axaftinê neman. Em tenê bi axaftinê neman. Me bi awayekî fiîlî jî hewl da ku em destê birayên xwe yên li wir bigirin.

Lê belkî me bi qasî wan reklama wê nekir. Wan tiştek nekir. Tenê axivîn û tim ji me re dibêjin we tiştek nekir lê niha berhevkirina her duyan bi hev re tiştekî ku vijdana min, mirovahiya min qebûl bike nîne. Hûn çawa tiştên ku li Rojava diqewimin an jî ez tiştên ku li Amedê diqewimin bi tiştên ku li Xezeyê diqewimin re didin ber hev?

Rûdaw: Pêşniyara we bo Rojava çi ye? Eger bo Konferansa Qamişloyê hûn bihata vexwendin hun dê beşdar bibûna? Her wiha ji wir daxwaza otonomiyê derket, nêrîna we çi ye?

Zekeriya Yapicioglu: Min berê jî got. Mirovên li her derê şert û mercên li wir, rewşa xwe çêtir dizanin. Em rêzê didin biryarên wan ên ku wan di derbarê rewşa xwe de dane. Bê guman dibe ku pêşniyarên me hebin.

Lê em mafê biryardanê li ser navê wan di xwe de nabînin. Em wisa dibêjin. Binêrin wê demê em hin kesan em weke birayên dijmin pênase kirin lê me heman hişyarî da PYDyê jî. Me got binêrin niha Amerîka çekan dide we, arasteyê dide we. Hûn Amerîkayê weke dostê xwe nebînin.

Binêrin Amerîka ji bo ku Tirkiyeyê bikişîne ser xeta xwe we li dijî Tirkiyeyê weke darekî bi kar tîne. Eger rojekê Tirkiye bi Amerîkayê re li hev bike wê we weke pereyê hûr xerc dike. Hay ji vê yekê hebin, vê yekê zanibin.

Mesele li Rojava dema ku avahiya xweser li wir ava bû zarokên mirovan hildan û li gorî çi wan perwerde dikirin? Îdeolojiya xwe di wan de çandin. Zarokên Misilmanan hildan, ateîst kirin. Ev zilm e. Niha wê li wir çi bibe? Divê mirovên li wir, mirovên li Sûriyeyê bizanin ku rewşa wê derê wê li gorî lihevkirina Amerîka û Tirkiyeyê şekil bigire.

Rûdaw: Dawiya dawî de li wir birvebiriyeke Kurd heye, bi aliyê din re jî lihevkirinek çêbû

Zekeriya Yapicioglu: Gelo birêveberiya Kurd an rêveberiya PYDyê.

Rûdaw: Bi konferansa Qamişloyê re ENKS jî ket navê, ev ewlehiyekê nade we.

Zekeriya Yapicioglu: Nizanim. Wext wê diyar bike. Berê jî dema bûyerên wir dest pê kirin, dîsa ENKS hebû, hat damezrandin, hevdîtin çêbûn. Li Dihokê hatin ba hev, ne wisa? Paşê çi qewimî? Paşê dema ku hêz kete destê yekî çi bû. Pratîkek heye, min berya niha tiştek got, dema ku behsa pirsa Kurd dikî. Erê paşerojê li ser paşerojê ava nekin, lê paşerojê jî ji bîr nekin. Eger hûn paşerojê ji bîr bikin, tiştên ku di paşerojê de hatine jiyîn, dikarin di paşerojê de dubare bibin. Tiştên ku di paşerojê de hatine jiyîn hene. Pêşmergeyên Roj çûn ku, li ku man, çima nekarîn vegerin? Weke mîna? Serokên hin partiyên wir bi sûîqestan hatin kuştin. Hinek hatin dersînorkirin bo derveyî welat. Dema ku yên dersînorbûyî dixwazin vegerin, rê li ber wan tê girtin. Ev rastiyên hatine jiyîn in. Înşallah piştî niha dubare nebin. Niha bi awayekî giştî xelkê wir derbarê pêşeroja xwe de biryarê didin. Wan çi xwest? Wan kîjan modela rêveberiyê xwest? Divê ew bi xwe biryarê bidin. Lê divê bi azadî biryarê bidin. Ne bi ferzkirina kesekî di bin siya çekan de.

Rûdaw: Bi taybeti ji bo ku Tirkiye bi rêveberiya xweser re pêwendiyan dêyne û ew der bo herkesî bibe jîngehek we digel desthilatê hîç danûstandin çê bûne?

Zekeriya Yapicioglu: Me ne tenê niha, di dema berê de jî got. Kurdên li wir mezlûm in. Di dema Beşar Esed de nasnameya beşeke girîng a wan jî tune bû. Mafên wan ên milk tune bûn. Mafên wan ên perwerdeyê kêm bûn. Her tiştê wan kêm bû. Miameleya mirovî ya rast nedidîtin û beşeke girîng a wan jî weke biyanî dihatin binavkirin û li gorî wê muamele bi wan re dihat kirin. Me ji Tirkiyeyê re got. Me got ku hem têkiliyên we yên dîrokî hene hem jî bi milyonan welatiyên we yên Kurd li Tirkiyeyê hene û hema hema hemû Kurdên wir xizmên vir in. Sînorekî wisa xêz kir ku ev sînor, sînorên ku bi îradeya xelkê ku li vir dijî ne hatine xêzkirin. Wisa ku bav li aliyekî ma, kur li aliyê din. Dayik li aliyekî ma, keç li aliyê din. Kox li aliyekî ma, mirîşk li aliyê din. Çêlek li aliyekî ma, golik li aliyê din. Zilmên wisa hatin jiyîn.

Lewma nîvê malbatê li aliyekî, nîvê din li aliyê din. Vê rastiyê bibînin û li gorî wê destê xwe yê biratiyê dirêjî xelkê wir bikin. Zanibin ku ew birayên we ne. Heta hûn weke welatekî bihêz ê herêmê dibe ku hûn hamîtiyê ji wan re bikin. Ne tenê Kurdên Sûriyeyê. Ji bo herêma Îraq-Kurdistanê jî. Heta birayên me yên wê derê di hevdîtinan de anîn ziman. Dibêjin du boriyên me hene. Yek boriya nefesê ye, yek a xwarinê ye û her du jî di ser Tirkiyeyê re derbas dibin.

Me jî di dema xwe de ji hikûmeta Tirkiyeyê re got ku li şûna ku em baweriya xwe bi hikûmeta Bexdayê û Tehranê bînin, em dixwazin têkiliyên xwe bi Enqereyê re pêş bixin û bi wan bawer bikin. Nîşan bidin ku hûn birayên wan in. Pêdiviya wan birayên xwe pêk bînin. Hûn zirarê jê nabînin. Em heman tiştî berdewam dibêjin. Bi saya vê bernameya we, me careke din ev yek dubare kir. Înşallah ev dê çêbe. Yanî divê derûdora mirovahiyê berfireh bibe, divê biratî xurt bibe, divê kes hewl nede ku zilmê li kesî bike ji ber ku hêza wî digihêje wî. Lewra ew zilm di dawiyê de bi awayekî li lingê zordar dipêçe.

Rûdaw: Ocalan jî formuleke biratiya Ereb-Faris-Tirk û Kurdan pêşniyaz dike da ku her kes bi hev re bijî?

Zekeriya Yapicioglu: Gelo wisa ye? Nizanim.

Rûdaw: Gotara wî wisa ye

Zekeriya Yapicioglu: Di gotinê jî wisa ye. Gotin jî wisa ye, erê. Va ye ekolojîk, azadîxwaza jinê, sosyalîzma demokratîk. Yanî Abdullah Ocalan dibêje, di rastiyê de min Marks jî derbas kir, êdî ez îdeologê we yê nû me. Di îdeolojiya min de dê hemû dinya aramiyê bibîne. Hûn dê nû min nas bikin. Ez dê aramiyê bînim hemû dinyayê. Ji ber wê ruhê Apoyî baş nas bikin, jê fêm bikin û pêk bînin. Rizgariya we di wê de ye dibêje û ev ji me pir dûrî me ye bi qasî reş û spî.

Rûdaw: Hûn ji bo Îraq, Îran, Suriye û Tirkiyeyê çi pêşniyaz dikin, sîstemên heyî?

Zekeriya Yapicioglu: Na, ne tenê parastina rewşa heyî ye. Em dibêjin ku tu sîstem, tu model ne tabû ye. Wekî mînak, heta beriya 150 salî qraliyet weke sîstema herî bêkêmasî dihate dîtin, ne wisa? Niha çi bûye kes alîgirê qraliyetan nîne. Heta her kes ji qraliyetan gilîdar e.

Modeleke ku ji bo demekê pir baş xuya dike. Dibe ku di şert û mercên wê demê de qraliyet herî baş be. Ez bi qasî wan mirovan nizanim ku di wê serdemê de dijiyan, ji ber ku ez di wê demê de nejiyam. Dibe ku piştî demekê hewcedariyên serdemê biguherin, mirov dê tiştên nû bifikirin, tiştên nû pêşniyar bikin.

Ji xwe dema ku em behsa makezagonê dikin jî em dibêjin bila makezagon cemidî nebe. Dibe ku îro ev sîstem ji we re pir baş were. Dibe ku bêkêmasî jî xuya bike lê di encamê de tiştekî ku gotina mirovan e, her çi qasî bê kêmasî xuya bike jî bi demê re kevin dibe. Ji ber vê yekê dibe ku sîstem jî kevin binin û biwestin.

Navê rejîmê komar be yan jî di navê wê de demokratîk be nayê wê wateyê ku ew demokratîk e. An jî hebûna qraliyetê li cihekî nayê wê maneyê ku ew sîstemeke xerab a mutleq e. Ma min karîbû vebêjim? Ji ber vê yekê dibe ku ji bo cihekî dibe ku li herêmeke xweser be, li hin deveran avahiyeke federal hebe. Dibe ku li hin deveran federalîzma korporatîf hebe weke ya li Belçîkayê.

Rûdaw: Di nava HUDA PARê de bê guman siyasetmedarên jin hene lê gelo jin di nava we de li cihekî ne xuyakirî ne?

Zekeriya Yapicioglu: Na. Endamên me yên jin ên lijneya birêvebiriya giştî hene, alîkara me ya serokê giştî heye, namzedên me yên parlamenter hebûn, namzedên me yên şaredar hebûn, namzedên me yên endamên meclisa şaredariyê hebûn lê li ba me heqê tu kesî tune ye ku bêje dê ew qas kota hebe, em dê karekî nedin kesî tenê ji ber ku ew jin e. An jî em xwe nadin paş jî ku em karekî bidin kesî tenê ji ber ku ew jin e.

Tu jin î, tu nikarî di birêvebiriya partiyê de biaxivî, tu nikarî wezîfeyê wergirî, pozîsyoneke me ya wiha tune lê tu jin î, va ye ew qas kêmasiyên me hene, were her çi qas tu nikarî vî karî bikî jî tenê ji ber ku tu jin î were li vir di vitrînê de bisekine. Em wisa jî nabêjin, em wisa jî nakin.

Rûdaw: Bi taybetî piştî ku hûn ketin nava Tifaqa Cumhurê li Bakur hin derfetên burokrasiyê jî ketin destê we. Ji bo çîna karkeran û xizanan polîtîkaya we ya aboriyê çi ye?

Zekeriya Yapicioglu: Karker karker e, feqîr jî feqîr e. Em Kurd, Tirk, Ereb, Laz, Çerkezan ji hev naqetînin. Di encamê de em dibêjin ku divê heqê kedê bê dayîn. Em dibêjin ku divê beriya ku xwêdana karker ziwa bibe, heqê wî bi temamî bê dayîn. Mixabin di sîstema heyî de sîstem her tim li dijî kêm debar û feqîran dixebite.

Wekî mînak em wiha dibêjin. Me bi salan got. Got ku wergirtina bacê ji kesekî ku meaşê wî kêm e, ne tiştekî rast e. Wekî din hûn du caran bacê ji kesên ku meaşê wan kêm e distînin. Mirov tiştên ku qezenc dikin xerc dikin, careke din bacê didin. Mirovê meaşê herî kêm distîne dema qezenc dike bacê nade lê dema xerc dike, bacê dide.

Em dibêjin bila yê pir qezenc dike pir bide, yê hindik qezenc dike hindik bide. Heta yên ku qet nikarin bacê bidin, bila qet nedin. Em bi israr vê dibêjin. Di nav sîstema heyî de, di nav vê pergala kapîtalîst de, nêzîkî salane 60 milyar dolar faîz tê dayîn. Ji bo deynê derve. Ji bo deynê navxweyî jî dîsa tenê di çaryeka yekem de reger ez şaş nebim zêdetirî 300 milyarî me di nav 3 mehan de faîza deynê navxweyî daye.

Ev pere ji kû tê? Ev xwêdana wan karkeran an esnafan, cotkaran e. Niha wan distînin û didin kê? Didin serperiyên peran. Yên ku tu tiştî nakin, pereyên xwe dixin faîzê, bêyî ku tu tevkariyê bidin aboriya welat, veberhênanê, hilberînê, qeymaxê distînin, dibin. Di qata jêrîn de karker dimîne. Ew jî di têrkirina zikê xwe de zehmetiyê dikişînin.

Rûdaw: We li Dêrsim berbijêrek nîşan da û gelekî bû rojev. Li bajarên Kurdan gelek pêkhate jî dijîn. Polîtîkaya we ji bo pêkhateyên din çi ye?

Zekeriya Yapicioglu: Mixatabê me mirov e. Her mirov, bawerî, nasnameya etnîkî çi dibe bila bibe, tiştên ku em ji bo her kesî dibêjin hene û em ji her kesî re soza dadê, ji her kesî re soza aramiyê didin. Va ye em dibêjin doza me azadî ye û em azadiyê wiha pênase dikin. Azadî nebûna koleyê kesî ye ji xeynî Xwedê. Azadî nekirina koleyê kesî ji kesî re ye.

Berevajîyê vê jî divê kes serweriyê li kesî neke. Em hemû bira ne, em hemû wekhev in. Mîna diranên şe. Xwedê em hemû wek mirov afirandine. Bavê me yek e, ew jî ji axê ye. Bila kes ji jor ve li kesî nenêre. Kes serweriyê li kesî neke. Baweriya her kesî ji xwe re ye. Her kes dê hesabê kirin û nekirina baweriya xwe, pêkanîna pêwîstiyên baweriya xwe bide Xwedê dema ku biçe aliyê din.

Em li vir wan mehkûm nekin, wan dûr nexin û eger ez dibêjim tiştê ku ez bawer dikim rast e, ez tenê bi pêkanîna pratîkek rast wan dawet bikim. Ez tenê dibêjim. Ev qas. Em dibêjin bila kes zorê li kesî neke. Baweriya wî çi dibe bila bibe. Ew jî mixatabê min e û ez namzedê birêvebiriyê me û dema ku ez bêm birêvebiriyê ez bi xizmetguzariya wî jî mecbûr im. Hem jî bêyî ku tu cudahiyê bikim. Tu mîna min bawer nakî, tu bi min re heman zimanî napeyivî, rengê çermê te ji yê min cudatir e an jî tarîtir e, ji ber vê yekê ez tu mirovî veder nakim...

Rûdaw: Bandorê li xizmetkirinê nake?

Zekeriya Yapipioglu: Qet bandorê neke, tenê bi xizmetê eleqedar be. Di qanûnê de her kes wekhev e. Bi her kesî re miameleya wekhev bike.

Rûdaw: Wekî pirsa dawîn. Em zanin ku pêwendiyên we li gel Rêveberiya Herêma Kurdistanê baş in. ji bo rojên pêş nêrîn û peyama we çi ye bo Herêma Kurdistanê?

Zekeriya Yapicioglu: Di vî pêvajoyê de em çûn û beşdarî Foruma Hewlêrê bûn. Li wir hin hevdîtinên me çêbûn. Him bi PDKyê re, him bi Yekîtiyê re hem jî bi hin derdorên din ên siyasî re, heta hin komên Kurd ên li Sûriyeyê jî hem bi awayekî yek bi yek hem jî bi şandeyan re hevdîtinên me çêbûn.

Înşalah li her dera ku em diçin, tenê ji bo qencî û aramî hebe em hene. Weke ku min got, bêyî ku em bikevin nav karê kesekî, li şûna wî biryarê bidin, dema ku hizra me were pirsîn, çi qencî, çi aramî, çi biratî, çi yekîtî, çi aheng hebe, em ê wê bibêjin. Tişta ku em dizanin ew e, zanîna me ji vê pêk tê.

Em dijminatiyê nizanin. Alîkarîkirina li ser qencî û teqwayê, pêşbaziya di xêrê de armanca me ye û em vê yekê ji wan deran re jî şîret dikin ku em diçinê. Me ji birayên xwe yên li wir re wiha got, eger tevkariya we ya erênî ji bo pêvajoya ku li Tirkiyeyê dimeşe hebe, miradê we li ser seran û li ser çavan.

Eger tiştek hebe ku em ji bo we bikin hebe, em jî wek birayên we, tiştê ku we ji me xwest, eger di nav hêza me de be, di nav meşrûiyetê de be, înşalah em dê hewl û tevkariya ji destê me were bidin holê.

Rûdaw: Gelekî spas Birêz Serokê Giştî. Hem ji bo mêhvanperwerî û hem ji bo dema we gelekî spas. Hûn pir sax bin.

Zekeriya Yapicioglu: Ez spas dikim. Ez dîsa hêvî dikim ku ev bername bibe wesîleya xêran.