Brian Hook: Rê li ber Îranê hatiye girtin ku şer li Rojhilata Navîn derbixe

Berpirsê Dosyeya Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê Brian Hook ragihand ku heta niha ji ber sizayên welatî wî yên ser Îranê, zerara rêveberiya Tehranê zêdeyî 50 milyar dolaran bûye û vê yekê jî rê li ber Îranê girtiye ku şer li Rojhilata Navîn derbixe.


Bi gotina Brian Hook Îran neçar e polîtîkaya xwe biguhere eger neguhere ew dê bi zorê bidin guhertin. Hook dibêje: “Îran li gor berî du salan gelek lawaz bûye  û hevalbendên wê jî lawaz bûne, ji ber vê yekê eger Îran bi xwe reftarên xwe neguhere, em dê wê neçar bikin ku xwe biguhere, ji ber ku pereyên wê nemane.”


Berpirsê Dosyeya Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê behsa hejmoniya Tehranê bi ser Bexdayê dike û dibêje: “Ez bawerim hemû kes dizane ku rejîma Îranê, weke Tehrana Rojava li bajarê Bexdayê dinêre û dixwaze Iraqê bike liqekî xwe û Iraqê bike dûvikê xwe. Nerîna Îranê bo navçeya Rojhilata Navîn, sepandina desthilatdarî û hêza xwe li ser navçeyê ye, ew ku ji bo berjewendiya gelê xwe kar nakin, çima dive em li benda wê yekê bin ku ji bo berjewendiya gelê Iraqê kar bikin?”


Hook diyar kir ku Îraniyên li derveyê welatê xwe dijî rewşa wan a aborî ji Îraniyên li welat dijîn gelek baştir e, û niha Îran li gor 40 salên borî di xirabtirîn heyamê de ye.


Berpirsê Dosyeya Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê Brian Hook di hevpeyvîneke taybet de li gel Tora Medyayî ya Rûdawê, behsa çend mijarên têkildarî Îranê û aloziyên navbera Waşington û Tehranê dik


Rûdaw: Ez dixwazin ji gêşedanên li herêmê dest pê bikim. Li gor medyaya cîhanî keştiya petrolê bi navê Adrian Darya yan bi nave berê Grace 1 a Îranî ber bi Yûnanistanê ve diçe. Rêveberiya Yûnanistanê dibêje ew bi ti awayî alîkariya wan nakin. Hûn vê mijarê çawa dinerxînin? Rola Amerîkayê di biryara dadgehê ya dest bisergitînê de heye? 


Brian Hook: Ew keştiya tu behs dikî ji aliyê rêveberiya Cebelîtariq ve dest bi ser de hatiye girtin. Wê keştiyê dixwest petrolê bo Sûriyê veguhezîne. Ev gav tê wateya binpêkirina Yekîtiya Ewropayê. Ji bo ew keştiya petrolê negihêje Sûriyê tişta ji destê me bê em dê bikin. Çimkî Îran dahata wê petrolê di operasyonên li Sûriyê de bikar tîne. Em di wê baweriyê de ne ku xwediyê wê keştiyê Supay Pasdaran a Îranê ye. Ji bo wê yekê em ligel Yûnanistan û çend welatên din ên herêmê di peywendiyan de ne ku heta rastiya wê were zelalkirin. Em dixwazin ji wan re îspat bikin ku dahatê wê petrolê ji bo karên terorî tê bikaranîn. Em dixwazin rewşa Sûriyê aram bibe, lê heta ku hebûna Îranê li wê derê berdewam be û heta ku hêzên Îranê axa Sûriyê bo avêtina mûşekan bikar bîne, rewşa wê jî dê xirabtir bibe. Lewma em dê rênedin ew keştî bigehêje armanca xwe.


Di çarçoveya biryara Dadgeha Washingtonê de hûn dê ji bo girtina keştiya petrolê gaveke pratîkî bavêjin?


Em naxwazin nirxandinên pêşwext bikin. Wezareta Dadê ligel çend welatên din kar dike ji bo helwesta xwe derbarê keştiyê de diyar bikin. Keştî niha li Deryaya Spî ye û tevahiya liv û tevgerên wê têne şopandin. Em dê berdewam bin li ser çavdêrîkirina wê.


Dixwazim werim ser mijarên polîtîk. We zextên xwe li ser Îranê zêde kirine, lê hûn bixwe dibêjin ku armanca we ne guhertina rejîmê ye, lê divê Îran were guhertin. Bi we guhertina welateke wek Îran xwedî îdeolojî helwesteke çend rasteqîne ye?

 

Yek ji  wan faktorên kudikare xwedî bandor be li ser guhertina reftaran, rêgirtin ji gihîştina wî pereyî ye ku wan ji bo encamdana bazirganiya ku pêştir dikirin, pêwîstî pê heye. Me tenê bi rêya cezayên li ser sektora petrol Îranê, kariye ku dahata salane ya wî welatî bi rêjeya zêdetir ji 50 milyar dolarî kêm bikin, petrol mezintirîn çavkaniya dahata wî welatî ye, lê belê me hevdem ceza daniye ser berhemên petrokîmyayî û kelûpelên pîşesazî yên wî welatî. Bi saya zextên me Ewropa weberhênanê li Îranê neke, ku aboriya Îranê ziyan ji vê yekê dîtiye. Hûn dibînin aboriya Îranê çend lawaz bûye. Niha serê Îranê bi cezayên Amerîkayê gêj bûye, û şiyanên wê weke caran nemane ku alîkariya hêzên alîgirê xwe li Rojhelata Navîn bike û êrîşan pêk bîne. Li gor 2 sal û nîvên derbasbûyî, Îran lawaztir bûye, û hevalbendên wê jî lawaz bûne, ji ber vê yekê eger Îran bi xwe reftarên xwe neguhere, em dê wê neçar bikin ku xwe biguhere, ji ber ku pereyên wê nemane.


Îran ji bo rêkevtineke nû ya etomî dixwaze rune ser mesayê. Ev yek nayê wateya ku hûn wê qebûl nakin? Çimkî hûn dixwazin Îran polîtikaya xwe ya Rojhilata Navîn biguhere?


Eger ji bo çareseriyeke mayînde em ligel Îranê bigehêjin rêkevtinekê û kiryarên Îranê yên dijminane û bernameya mûşekan bidin rawestandin wê demê Amerîka dê bigehêje armanca xwe ya niştîmanî û wê demê li Rojhilata Navîn aramî û aştî dê zêdetir pêşbikeve. Îran 40 salan bi saya pere xwe karî vî şerî berdewam bike. Îran gelek baş ferî hunera sere bi wekalet bûye. Ev hûner li niha li Rojhilata Navîn jî pêş ketiye. Îran heyameke dûrûdirêj e wî karî encamp dide, lewma nikarin Îraneke aştîxwaz bînin li ber çavên xwe. Lêbelê em her dîsa Îraneke aştixwaz bibînin em dê bikarin Rojhilata Navîn aram jî bibînin. Îran dixwaze bibêje wan ji bo berevaniya xwe pêwîstî bi mûşekan heye. Zehmet e em têbigihîn ku welateke êi cîhanê piştevaniya terorê dike behsa parastina xwe bike. Di rastiyê de hemû sedma dilgiraniyên ewlekarî yên Îran behs dike her dîsa ew bixwe ye. Ew ligel cîranên xwe jî nikarin bi awayeke aştiyane tevbigerin, çimkî Îran bi hêzên kiregirtî êrişê cîran xwe dike. Bi saya siza û dorpêçan me liv û tevger li Îranê teng kirine û niha amade li ser maseyê rûnin. Ev polîtika berê serketî bû û diyar e dê dîsa serbikeve. Dema em gehiştin encamên erênî dê ji bo gelê Îran û Rojhilata Navîn alîkariyeke baş be.


Birêz Hook we behsa cîranên Îranê kir, bêguman cîraneke herî zêde tûşî zerarê bûye Iraq e. Hûn ji asta pabendbûna Iraq bo sizayên li ser Îranê razî ne?

 

Em ji nêzîk ve ligel Iraqiyan kar dikin. Ez bawerim hemû kes dizane ku rejîma Îranê, weke Tehrana Rojava li bajarê Bexdayê dinêre û dixwaze Iraqê bike liqekî xwe û Iraqê bike dûvikê xwe. Nerîna Îranê bo navçeya Rojhilata Navîn, sepandina desthilatdarî û hêza xwe li ser navçeyê ye, ew ku ji bo berjewendiya gelê xwe kar nakin, çima divê em li benda wê yekê bin ku ji bo berjewendiya gelê Iraqê kar bikin? Ji bo wan (Îranê) ti giring nîne ku serbilindî û xweşguzeranî ji xelkê Iraqê re bi dest bixin, tu diakrî di vê derbarê de ji gelê Lubnanê bipirsî. Binêre, bizane Hizbullah a Lubnanê çi kir bo lawazkirina Lubnanê. Em naxwazin wê yekê li Iraqê bibînin. Em dixwazin iraqeke aram, seqamgîr, seqamgîr û xwedî serwerî bibînin.


Birêz Hook wek pirsa dawiyê, bo zêdekirina zextên li ser Îranê, Amerîka dê ligel grûbên dijbere bi taybetî grûbên Kurdan peywendiyan dane? Gelo ji bo sizakirinê ew jîwekî we difikirin?


Li seranserê cîhanê, min Îraniyên li diyasporayê dîtine, tiştek heye ku bala min dikişîne, ew jî ev  e ku Îranî li hemû welatên din ên cîhanê di warê aborî de pêş dikevin, tenê li welatê xwe nebe. Em dixwazin ji ji bo dahatûya Îranê ew îraniyên ku li diyaspora dijîn û yên li Îranê dijîn entegreyê hev bibin. Em dibêjin Înraî dikarin derbarê dahatûya welatê xwe de biryarê bidin, ne Amerîka.Ew Îraniyên ku li diyaspora dijîn, ew kes in ku gelek şanaziyê bi welatê xwe dikin û di maweya 40 salên bihorî de gelek nerihet in. 40 salên dawîn ên desthilatdariya Îranê jî gelek wek xirabptirîn rûpelên dîroka Îranê tên dîtin, çimku hikûmetek heye ku gelek bi xirabî nûneratiya berjewendiyên gelê xwe dike.