Rob Beynon: Şîfa Gerdî mînakeke temam a karê rojnamegeriyê bû

Endamê Komîteya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdiyê Rob Beynon got, “Şîfa Gerdî mînakeke temam a karê rojnamegeriyê bû.”

Rob Beynon li ser Rûdawê jî got, “Kanala herî baş a ku min damezirandibe û min tê de hevaltiya herî mezin peyda kiribe û herî zêde pê bala min kişandibe, bê guman Rûdaw e.”

Nûçegihana BBCyê Orla Guerin bû xwediya Xelata Şîfa Gerdiyê ya 2026an.

Orla Guerinê weşana şerê Kosovoyê û rûdanên rojhilatê Ewropayê, aloziya Filistînî û Îsraîliyan, şerê Hevpeymaniya Navneteweyî, Pêşmerge û şervanan ê li dijî DAIŞê, şerê Ukraynayê, şerê Xezeyê û şerê Artêşa Ereban a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk kiriye.

Endamê Komîteya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdiyê Rob Beynon ji Rûdawê re qala Xelata Şîfa Gerdiyê kir:

Rûdaw: Rob, tu bi xêr hatî.

Rob Beynon: Spas.

Rûdaw: Tu her ji destpêkê ve bûyî alîkar û hevkarê Rûdawê. Pirsa min ev e: Rob Baynon kî ye? Te di medyaya Brîtanî de li kîjan deran kar kiriye û te çi kiriye? Tu dikarî bi kurtî hinekî behsa xwe bikî?

Rob Beynon: Baş e, divê bibêjim ku ez pir serbilind im ku ez ji destpêka damezrandina Rûdawê ve beşdarî bûm. Em li cîhanê digerin û di damezirandina kanalên televîzyonî yên nûçeyan de, li cihên cuda yên cîhanê dibin alîkar.

Hejmara wan kanalên ku me damezirandine, di bîra min de nemaye lê bi dehan kanal in. Kanala herî baş ku min damezirandibe û min tê de hevaltiya herî mezin peyda kiribe û herî zêde pê bala min kişandibe, bê guman Rûdaw e.

Em ji destpêkê ve, li vir bûn, beriya destpêkirinê jî, dema ku hemû kesên di kompanyayê de kar dikirin ji aliyê me ve hatin perwerdekirin, heta tu jî. Bê guman, Şîfa ji destpêkê ve, yek ji perwerdebûyên me yên herî jêhatî û geş bû, lewra her sal di vê demê de, em bîranîna koça wê ya dilêş dikin.

Rûdaw: Xelata Şîfa Gerdiyê ya ji bo jinên rojnameger îsal jî berdewam dike. Tu berdewamiya vê xelatê û navê Şîfa Gerdiyê li ser asta cîhanê çawa dibînî?

Rob Beynon: Pir girîng e ku ev her sal tê kirin, hinekî wek rêzekê ji bo Şîfayê, ku bi awayekî trajîk, canê xwe ji dest da, di dema gihandina çîrokên şerê DAIŞê de, ji bo temaşevanên Rûdawê. Wekî tu dizanî, ew li meydanê bû û her roj, ji bo bernameya xwe rapor çêdikirin, wê çîrokên mirovî, bi şer re têkel dikirin ku ew di vê yekê de pir serkeftî bû. Bê guman, wê demê, dema li pey goreke bikom digeriya, pê li teqemeniyekê kir û canê xwe ji dest da.

Ji bo me girîng e em wê bi bîr bînin, ji ber ku ew jineke ciwan bû. Gelek caran li vê herêmê, ne tenê li Rûdawê, ji bo jinan zehmetir e ku wekî mêran bibin şahidê çîrok û nûçeyan. Rûdaw her tim bûye mînak ku ferq nîne tu mêr bî yan jin, tu pîşekar îm tu rojnameger î. Ew mînakeke bilind e ji bo hevalên xwe yên hevtemen û ew genc bû. Her sal em xelatê didin kesekî ku li meydanê be û bûbe mînaka rojnamegerekî navneteweyî.

Rûdaw: Îsal kî xelatê qezenc dike? Tu dikarî bi kurtî behsa karên wê bikî?

Rob Beynon: Îsal xelat pêşkêşî Orla Guerinê tê kirin ku nûçegihaneke gelekî birêz a BBCyê ye. Wê li vê herêmê kar kiriye û vê dawiyê jî li Rojava bû û rûmala wan çîrokên pir girîng ji bo BBCyê kiriye. Ez wê dinasim, ew pir kêfxweş û serbilind bû îsal bi wergirtina vê xelatê. Ew nûçegihaneke pir wêrek û hurbîn e, di heman demê de her tim li aliyê mirovî yê çîrokan dinêre. Ew li meydanê ye, di nava dilê bûyeran de ye, lê qet ji bîr nake ku hemû çîrok girêdayî mirovan in, ew di vê de pir serkeftî ye, lewra ez pê bawer im ku tiştekî pir baş e ku îsal xelat ji wê re tê dayîn.

Rûdaw: Balkêş e; Rob, tu rojnamegerekî pîşekar î û ezmûneke te ya dirêj heye. Tu rewşa rojnamegerî û medyaya niha çawa dibînî?

Rob Beynon: Wekî tu dizanî, em pir li ser populîzmê û înternetê dibihîzin, her wiha li ser wan kesên ku kanalan ji bo gotina tiştên sozdariyê derbarê nûçeyan de bi kar tînin. Mebesta min ev e, xwezaya nûçeyê sozdarî tê de heye lê ez her tim bawer dikim ku divê çîrok û nûçe û mirovên di nav çîrokê de bi xwe biaxivin, ne ku em biryarê bidin ka bûyer û dîrok dê çawa bin.

Ez bawer dikim pirsgirêka mezin a medyayê niha ne tenê li vir lê li hemû cîhanê ev e ku her kesekî kamerayek û studyoyeke wî ya piçûk hebe, dikare dest bi weşanê bike û peyamên xwe belav bike. Tiştê herî baş ê dezgehên wekî Rûdaw, BBC, New York Times û van dezgehên mezin ev e ku ew pêbend in nûçeyan bêyî ti zêdekirinekê bigihînin. Rastî bi xwe diaxivin, mirovên di nav çîrokan de bi xwe diaxivin û pêdivî bi ti destkarî û zêdekirinekê nîne.

Lê ez bawer dikim ku divê em hînî wê bibin ku peyva "baweriyê" gelekî girîng e. Di dawiyê de, xelk baweriyê bi dezgehên wekî Rûdawê tînin, ji ber ku ew tiştê ku diqewime vediguhêzin, ew şahidên dîrokê ne, pirsan ji desthilatê dikin û ji her aliyekî ve li hemberî lîstikvanên cuda disekinin, ew hevseng in.

Rûdaw: Bawerî, belê. Bawerî pir girîng e û pir hestyar e jî, ji ber ku salan dixwaze heta ku tu wê baweriyê li cem temaşevan û xwendevanên xwe ava dikî. Li vir em tên ser pîşekariya rojnamegeriyê, ne tenê wekî aktîvîstekî kar bikî an tenê bîr û boçûnên xwe belav bikî. Her wekî te behs kir ku her kes dikare bixwîne û tiştan di medyaya civakî de belav bike û her kesekî mobîl û kamerayek pê re ye. Di vê serdemê de çi qasî girîng e ku tu nûçegihan û rojnamegerekî pîşekar (profesyonel) bî?

Rob Beynon: Gelek kes ji bo armancên bazirganî di vê qadê de ne, dixwazin kel û pelan bifiroşin. Hinekên din ji bo armancên siyasî li vir in, dixwazin ramanên partiyeke siyasî belav bikin an komeke mezin a xelkê ji bo karekî an tevgerekê kom bikin.

Ez bawer dikim rastî ev e ku pîşe û karê me li ser wê hatiye avakirin ku em hîn bibin çîrokê ji her du aliyan ve vebêjin, çîrokê bi rastgoyî û durîstî vebêjin û serî li çavkaniyên rastîn bidin. Wekî tu dizanî, ev tişt ji destpêka karên me ve di mêjiyê me de hatine çandin.

Em her wê yekê dikin, karê me her ev e. Di gelek waran de karekî zêde ye lê em ti karê din nakin. Em tenê nûçeyê wekî ku di rastiyê de diqewime, digihînin. Her ji ber wê yekê jî em bîranîna Şîfayê dikin, ji ber ku ew mînakeke temam a wî karî bû.

Rûdaw: Ev populîzma di nav medyaya niha de, dê çawa bandorê li ser siyaseta cîhanê û civakan bike?

Rob Beynon: Tu û hevpîşeyên te li vê herêma cîhanê derbarê siyasetê de ji min zêdetir xwedî şareza ne. Bi nerîna min bandora wê populîzmê ew e ku siyasetê cemsergîr dike. Tişt an pir şaş in an pir rast in, her tişt bi awayekî reha tê dîtin, ti hûrgilî, lêkolîn û paşxane tê de nîne. Ev dihêle ku hemû tişt hişktir xuya bikin. Tişt rehendeke hebûnî werdigirin. Wate bi vî rengî lê tê: "Gelo mafê vê yê hebûnê heye?", "Gelo divê em helwestê wergirin?", "Gelo divê em vê rawestînin?", "Gelo divê em ji bo vê birijin ser kolanan?" Belê, dibe ku carna dema wê be, lê wekî rojnameger erkê me nîne em bibêjin "birijin ser kolanan", erkê me ye em bibêjin "ev diqewime." Ew xelk bi xwe ne ku biryarê didin dê çi bikin.

Rûdaw: Rob Beynon, bi xêr hatî û spas ji bo dema te.

Rob Beynon: Ez kêfxweş bûm, gelekî spas.

Rûdaw: Ji bo me jî cihê kêfxweşiyê ye. Gelekî spas.

Rob Beynon: Spas.