Tobias Koch: Li Sûriyeyê hêvî mezin bûn lê hemû pêk nehatin
Serokê Fraksiyona CDUyê ya Parlamentoya Schleswig-Holsteinê ya Almanyayê Tobias Koch got, “Piştî guhertina rejîmê ya li Sûriyeyê hêvî mezin bûn lê heta niha hemû bi cih nehatine.”
Tobias Koch diyar kir ku ew cejna Newrozê li parlamentoyê bi pêşengiya parlamentera Kurd Seyran Papoyê pîroz dikin.
Wî anî zimên ku ev cure çalakî ji bo naskirina çandên nû û entegrasyonê gelekî girîng in û ew vê pirdengiyê bi nirx dibînin.
Tobias Koch bal kişand ser bandora şerên li Rojhilata Navîn û got ku êş û nexweşiyên xelkê, ji bihabûna petrol û gazê gelekî mezintir in.
Koch destnîşan kir ku piştî guherîna rejîmê hêviyên li Sûriyeyê mezin bûn lê heta niha bi temamî pêk nehatine.
Serokê Fraksiyona CDUyê her wiha hêvî kir ku li Îranê jî aştî, azadî, demokrasî û mafê çarenivîsê pêk werin.
Tobias Koch li ser hilbijartinên sala bê yên herêmî jî axivî.
Koch ragihand ku ew niha tenê bala xwe didin ser xizmetguzariyê û baştirkirina rewşa xelkê û hîn ji bo destpêkirina kampanyaya hilbijartinan zû ye
Tobias Koch bû mêhvanê Rûdawê û li ser pîrozkirina Newrozê, pirsgirêkên koçberan û rewşa Rojhilata Navîn ji Rûdawê re axivî.
Rûdaw: Gelek spas ji bo dema we. Ev cara çaremîn e Newroz li Parlamentoya Schleswig-Holsteinê tê pîrozkirin. Hûn çawa hatin ser wê fikrê ku Newrozê li qesra parlamentoyê pîroz bikin?
Tobias Koch: Belê, ev yek ji bo me tiştekî taybet e. Lê me li gel hevkara xwe Seyran Papoya ku parlamenter û Kurd e, ev fikir û destpêşxerî 3 sal berê da destpêkirin. Ji wê demê ve em her sal dubare dikin.
Rûdaw: Hûn van helkeftan ji bo pirsa entegrasyona xelkê ya li herêma Schleswig-Holsteinê çawa dibînin? Gelo ev cure helkeftên çandî û cejn dikarin bibin beşek da ku xelk xwe wekî parçeyekî vê civakê û vê herêmê bibîne?
Tobias Koch: Belê bê guman, ev ji bo her du aliyan e. Bi baweriya min, ji bo kesên ku paşxaneyeke wan a biyanî heye, vexwendina wan a ji bo avahiya parlamentoyê tiştekî gelekî taybet e.
Bê guman ji bo me jî cîhaneke nû ye. Em gelek mirovên nû nas dikin, em çand û kevneşopiyên nû nas dikin. Mirov dibîne ku ew astengiyên derûnî yên destpêkê namînin û mirov her sal kêfxweş dibe. Em bi hev re semayê dikin. Bi hev re tiştek ava dibe ku me 3 sal berê nedikarî xeyal bikira.
Rûdaw: Partiya we li herêma Schleswig-Holsteinê desthilatdar e. Di entegrasyona xelkê ku tê vê derê de çi astengiyên we hene? Ez dizanim niha pirsgirêka koçberiyê li ser asta Almanyayê zêde germ nîne. Gelo li cem we, li herêmê yan jî li ser asta şaredariyan ev mijar çawa ye?
Tobias Koch: Em wekî herêm hewl didin heta ku derfet hebe alîkariyê bikin. Em di pirsgirêka entegrasyonê de piştgiriya darayî didin şaredariyan. Lê ya ji her tiştî girîngtir ew hesta hevbeşiyê ye ku xelk hîs bike ku li vir bi xêr hatine. Em vê pirdengiyê bi nirx dibînin.
Em girîngiyê didin wê yekê ku xelk bikaribe li Schleswig-Holsteinê cihê xwe bigire, di pîşeyên xwe de serkeftî be û bi xêrhatina wan bê kirin. Bi baweriya min, ev yek bi hemû yasa û mijarên darayî re me hîn zêdetir geş dike.
Ev wêneyê pozîtîf ê ku li Schleswig-Holsteinê heye, wekî herêmeke vekirî ya li hemberî cîhanê ku rêzê li kêmneteweyên xwe digire, bi kêra hemû cîhanê tê.
Rûdaw: Gelo rewşa Rojhilata Navîn, ji xeynî bilindbûna bihayê petrolê û pirsên din, bandorek li herêma we kiriye yan jî qet neketiye rojeva we?
Tobias Koch: Bihabûna petrolê pirsgirêkeke wiha ye ku mirov wekî kesane pê re rûbirû dibe lê ez dibînim ku ew pirsgirêka herî biçûk e. Dema mirov dinêre ku niha çi nexweşî û êş li wê derê hene, dibîne ku gelek xizmên mêvanên me yên îro li Îran û Sûriyeyê hene.
Ev êş ji bihabûna petrol û gazê gelekî mezintir e. Ji ber wê, em rewşê bi baldarî dişopînin û em hêvî dikin guhertin çêbibin.
Piştî guhertina rejîmê ya li Sûriyeyê hêvî mezin bûn lê heta niha hemû bi cih nehatine. Derbarê Îranê jî em hêvî dikin ku aştî ji bo xelkê vegere lê beriya her tiştî divê azadî, demokrasî û mafê çarenivîsê pêk were. Em bi rastî jî vê yekê hêvî dikin.
Rûdaw: Birêz Koch, pirsa min a dawî sala bê hilbijartin hene û ji salekê zêdetir dem maye. Gelo hûn hêdî hêdî ketine hewaya hilbijartinan yan jî hîn hinekî zû ye?
Tobias Koch: Ya herî girîng ew e ku em berdewamiyê bidin hikûmetdariya herêmê û karê baş ji bo xelkê bikin. Kampanyaya hilbijartinan a salekê dê gelekî dirêj be. Em dê çend hefteyên beriya hilbijartinan dest bi vê yekê bikin lê heta wê demê em dê bi xurtî kar bikin da ku rewşa xelkê ya li Schleswig-Holsteinê baş bibe.
Rûdaw: Spas dikim ku we dema xwe da me!
Tobias Koch: Bi dilxweşî!
#VÎDEO - CDU Newroza Kurdan pîroz dike û Tobias Koch mêhvanê me ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 25, 2026
💬 Tobias Koch: Pîrozkirina Newrozê ya li parlamentoyê ji bo me tiştekî taybet e
💬 Tobias Koch: Êşa Kurdan ji bihabûna petrol û gazê mezintir e
💬 Tobias Koch: Li Sûriyeyê hêvî mezin bûn lê heta niha hemû pêk… pic.twitter.com/6VhHUJJVoX