Ozkan Kuçuk: Qedexekirina sînemaya Kurdî şaşiyeke mezin e

Fîlma Kurdî ya "Rojbash" a derhênerê Kurd Ozkan Kuçuk bi biryara dadgeheke Tirkiyeyê hat qedexekirin. Derhêner Ozkan Kuçuk ji Rûdawê re ragihand ku di demekê de li Tirkiyeyê pêvajoyek ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan tê sazkirin, astengiyên li hember Kurdî nayên qebûlkirin û got, “Divê her kesê ku di nav dewletê de cih digirin, li gorî hestyariya pêvajoyê kar bikin. Li aliyekê behsa aştiyê û li aliyê din qedexekirina Kurdî şaşiyeke mezin e."

Tevî ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoyek ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan tê sazkirin lê dîsa jî astengî û qedexeyên li ser çand û zimanê Kurdî bidawî nayên û berdewam dikin.  Herî dawî Dadgeha Îstînafê ya Enqereyê, biryara dadgeha herêmî ya ku qedexeya li ser fîlmê bi Kurdî ya "Rojbash" rakiribû betal kir û fîlm cardin qedexe kir.

Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyê berê bi hinceta ku "fîlm ji bo nîşandana bazirganiyê ne guncav e" qedexeya ketina vîzyonê danîbû ser fîlmê lê bi piştgiriya hiqûqî ya Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), Dadgeha 3yemîn a Îdarî ya Enqerê ev qedexe rakiribû.

Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê biryar carek din bir dadgeha Îstînafê  û Dadgeha Herêmî ya Îdarî ya Enqereyê jî  biryara qedexeya li ser filmê cardin vegerand. Dadgehê di hinceta xwe de îdîa kir ku hinek dîmen û diyalogên fîlm "hestiyariyên civakî li ber çavan nagirin" û "têkoşîna dewletê ya li dijî PKKyê biçûk û bêîtîbar dikin."

Parêzerê fîlmê û Hevserokê Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê Veysel Ok, ev hincet red kirin û diyar kir ku mebesta dadgehê ji "hestiyariyê" rasterast zimanê Kurdî ye û ev biryar nîşaneya nêzîkatiyeke cudakar e.

Derhêner û  senarîstê fîlmê  Ozkan Kuçuk, roja înê 24ê Nîsana 2026an, di hevpeyvîneke taybet de derbarê vê qedexeyê û helwêsta hikûmeta Tirkiyeyê ya li hember çand û zimanê Kurdî de ji Rûdawê re axivî.

Ozkan Kuçuk ragihand ku ku fîlma "Rojbash" bi giranî li ser hestên însanî û bîranînên şanogeran hatiye avakirin û diyar dike ku tawanbarkirina fîlmekî hunerî bi "propagandaya rêxistinê", hewildanek e bo bêdengkirina çand, huner û zimanê Kurdî.

Kuçuk  destnîşan kir ku ev pirsgirêk ne tenê ya wî ye lê ya hemû hunermendên Kurd e ku dixwazin bi zimanê dayikê berhemên xwe pêşkêş bikin.

Derhênerê Kurd destnîşan kir ku ew di fîlma xwe de tenê behsa ziman û çanda Kurdî dikin û biryara dadgehê wekî "şaşiyeke mezin" a li dijî “pêvajoya aştiyê” pênase kir. Ozkan Kuçuk got, " Ji aliyekî ve behsa aştiyekê tê kirin lê li aliyekî din ve jî ti tiştê Kurdan qebûl nakin. Bi rastî di vê rewşê de divê her kes ku di nav dewletê de cih digirin li gorî vê hestiyariyê kar bikin. Niha di nav vê proseyê de tu pêşî li her tiştê Kurdan bigirî, tu nehêlî Kurd xwe îfade bikin, tu nehêlî Kurd fîlman çêkin... ew şaşiyeke mezin e.

Hevpeyvîna Rûdawê bi derhênerê Ozkan Kuçuk re wisa ye:

Rûdaw: Mamoste Ozkan, ez dixwazin tu destpêkê ji min re behsa fîlma xwe bikî. Gelo naveroka wê li ser çi ye?

Ozkan Kuçuk: Bêguman me di sala 2023yan de fîlma 'Rojbaş' qedand. Beriya wê sê-çar salan çêkirina fîlmê dewam kir. Fîlma me behsa komeke şanogeran dike, şanogerên Kurd. Ew dixwazin ji bo lîstikeke xwe ya ku berî bi qasî 25-30 salan lîstibûn, cardin werin ba hev û bilîzin. Piştî salan gelek guherîn çêbûne di navbera wan de, hinek tişt hatine guhertin û fîlm behsa vê dike. Yanî piştî 25-30 salan cardin hewldana lîstina lîstikeke xwe. 'Rojbaş' behsa vê dike, bi kurtasî çîroka şanogerên Kurd e.

Rûdaw: Lê ev fîlma we ji ber vê naveroka xwe li Tirkiyê hatiye qedexekirin. Tu dikarî ji me re behsa vê qedexeyê bikî, sedema wê çi ye?

Ozkan Kuçuk: Ev salek û nîv derbas bû, sala 2024an de me serî li Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê da ji bo ku ev fîlma me bikeve salonan, yanî bikeve vîzyonê. Divê tu serî lê bidî ew belgeyê didin te. Di wê belgeyê de yanî esas tiştê giring parastina zarok û ciwanan e yan li gorî wê îşaretan didin fîlmê. Lê fîlma me bi temamî qedexe kirin. Di serî de ez fikirîm gelo ji bo çi? Dawiyê min fêm kir ku ji ber Kurdî ye. Yanî li Tirkiyeyê tu tiştekî bi Kurdî çêkî, tu rastî tiştên wisa tê. Yanî di dîrokê de dibêje wî bi Kurdî tiştek çêkiriye, dibe ku tê de tiştê xelet hebe yan jî tiştê dijî me hebe. Wisa fîlm rastî vê meseleyê hat.

Paşê me ji bo rakirina vê qedexeya fîlmê serî li dadgehê da. Ew jî gelek dewam kir, yanî qasî salek, sal û nîvekê. Di dawî de, mehek-du meh berê fîlmê me bi biryara dadgehê azad bû. Lê Wezareta Çandê xwest wê biryarê bigûherîne û biryar şand dadgeheke jortir ku li vir jê re dibêjin 'îstînaf'. Wan jî pir bi bilez fîlma me dîsa qedexe kir. Biryara dadgeha berê betal kir, yanî ew biryara berê xera kir û dîsa fîlmê me niha qedexe ye.

Rûdaw: Min li hinceta dadgehê ya qedexeyê nêrî, tê de wekî hincet gotiye ku fîlm “propagandaya rêxistina PKKyê dike” û “têkoşîna li gel rêxistinê” sivik dike. Gelo tu derbarê vê yekê de çi difikirî, ma propagandaya rêxistinê di senaryoyên fîlm de heye?

Ozkan Kuçuk: Niha ez dizanim me çi fîlm çêkiriye. Em tiştê ku em dizanin, yanî tiştekî ku qedexe be, di fîlma me de tune ye. Fîlma me behsa zimanê Kurdî dike, behsa kesên ku ji bo ziman û çanda Kurdî xebat kirine dike. Ew kesên ku ji bo vî zimanî dixebitin rastî astengiyan tên, fîlmê me behsa vê dike. Ji ber wê jî em propagandaya rêxistinekê yan tiştekî din nakin. Em propagandaya ziman û çanda Kurdî dikin. Ew jî vê naxwazin. Naxwazin ku Kurd bi zimanê xwe behsa çanda xwe bikin, bi zimanê xwe sînema û şanoyê çêkin. Ew biryar bi temamî vê yekê nîşan dide. Tiştekî din ez nikarim bifikirim.

Rûdaw: Mamoste, niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajiya çareseriya Pirsgirêka Kurdan heyelê di serdemeke wiha de çand û zimanê Kurdî rastî qedexe û astengiyên dibin fîlmê wê mînak e. Nerîna te li ser vê yekê çi ye?

Ozkan Kuçuk: Yanî rewş tiştekî pir ecêb e. Di nav vê rewşê de fîlmê me bi rêya dadgehê azad bibe lê dîsa pêşî lê bê girtin. Ew tişt pir ecêb e bi ya min. Di her alî de wisa ye. Mesela di futbolê de jî Amedspor rastî gelek astengiyan tê. Yanî Kurd her alî de rastî astengiyan tên. Di vê rewşê de tiştên ne normal ev in. Yanî ji aliyekî ve behsa aştiyekê tê kirin lê li aliyekî din ve jî tu tiştekî Kurdan qebûl nakî. Bi rastî di vê rewşê de divê her kesê ku di nav dewletê de cih digirin li gorî vê hestyariyê kar bikin. Niha di nav vê pêvajoyê de tu pêşî li her tiştê Kurdan bigirî, tu nehêlî Kurd xwe îfade bikin, tu nehêlî Kurd fîlman çêkin... ew şaşiyeke mezin e. Yanî bi vê rewşê çawa aştî çêbibe? Ez dixwazim vê bipirsim.

Lê dîsa jî hêviya me heye, ji ber ku li vir yasa hîn jî hene. Em dê têkoşîna xwe ya bo vê dozê berdewam bikin û ez bawer dikim em dê serkevin. Fîlm jî dê dîsa azad bibe. Lê wext diçe, fîlm nagihîje temaşevanan. Ew jî pirsgirêkek din e. Ez nikarim dest bi fîlmekî nû bikim û nikarim ji vî fîlmî xelas bibim.