Dengbêj Gazîn: Li Parîsê parsek heye lê li Êrîvanê na!

  

Wan (Rûdaw) - Dengbêj Gazîn (Raziye Kizil) û Aşiq Leylê dawiya meha Tebaxa îsal dê li Stenbol û 7ê Cotmehê jî li Wanê di Dêra Axdamarê pêşiya ayînê konserê bidin.

 

Dengbêj Gazîn û Aşiq Leylê endamên komaleya Komala Jinên Dengbêj a li Wanê  ne. Gazîn û Leylê piştî li Ermenistanê konser dan, li wê derê 10 rojan lêkolin û lêgerrîn kirin. Seroka komelê Dengbêj Gazînê pirsên Rûdawê bersivandin...  

 

Hûn kengê çûn Êrîvanê û we çi li wir dît?

 

Em yekê Gulanê ji Wanê rêketin. Di taştê de ez û Aşiq Leylê hatin ba hev. Malbata wê ji Erzîromê çûne Êrîvanê û dema bihîst ez ji Wanê hatime gellekî bi hest bû. Şeva wê roja em gihîştin Êrîvanê... Li wir destpêkê em beşdarî çalakiyek çandî ya kevnare bûn. Govend jî kişandin... Me li gel dengbêjê navdar Egîdê Cimo hevdîtin kir. Wî li bilûrê xist min jî du kilam got. Piştre em çûn Radyoya Êrîvanê.

 

Heman ew radyoya ku berê me her dem guhdar dikir, ew bû?

 

Erê, ji zarokiya min ve ji min re meraq bû  “gelo dereke çawa ye?” Lewra bi salan me ji dûr ve guhdarî dikir. Me stranên kurdî hunêrmendên mezin ji wê radyoyê guhdarî dikir. Dema çûm wê derê ez gellek bi hest bûm. Ji beriya niha rojê du caran du saetan weşan dikir lê belê niha daketiye rojane yek saetê... Hin rojan weşana mûzikê hin rojan li ser çandê û ziman weşanê dike. Balkêş e, kurdên wê derê dîsa guhdariya Radyoya Êrîvanê dikin.

 

We kilam li wê derê got?

 

Erê, min jî kilamêk got. Ewên ku ez heyrana dengê wan, cihê tê de stran digotin ew der bi bextê min e û min jî wê radyoyê de, wî cihê de stran got. Li dîwarê radyoyê  ve serî de wêneyên Krapêtê Xaço û yên ku li radyoyê de cih girtin hemûyan hilawistî bû.

 

Ji xeynî konseran we çi kir, hûn li Êrîvanê  gerriyan?

 

Me amadebûna konserê dikir. Serê sibê saet 09.00 me ligel grûpa Aşiq Leylê dest bi karê dengbêjiyê dikir. Ew kara 10 rojan ajot. Ji xeynî vê em li sê gundan gerriyan.

 

Hûn li gundên ermeniyan gerriyan?

 

Na, yek gund yê ermeniyan, yek yê kurdên êzîdî yek jî yê kurdên (misulman) ku navê wî Elegez bû. Me li wê derê sê çandên cihê dît.

 

We ew gund çawa dîtin, an jî cudahiya navbera çandê de çawa bû, çi bala we kişand?

 

Li gundan de em gellek baş pêşwazî kirin. Herwiha kurd li wê derê jî ne serbest in. Li wir jî kurdî di dibistanan de ne zimanê perwerdeyiyê ye. Kesên ku bixwazin hînê kurdî bibin, gerek biçin kursan.

 

Li gundê ermeniyan, ermeniyên ji Wanê hebûn. Gellek bi hest bûn. Giriyan! Jinên pîr hebûn... Ez jî gellek xemgîn bûm. Tendûrên wan jî wekî me binerdî bûn.

 

Gundê kurdan jî cihê zozanan bû. Dar tê de tinebû. Dereke hişk bû. Dibistanek hebû kurdî jî tê de bi 6 zimanan perwedeyî dihat dayin. Gundê kurdan wekî “cihê mişextî” dihat zanîn.

 

Serê jinên kurdan bi kefiyê girtibû wekî yên herêma Serhedê. Lê belê serê jinên Ermeniyan vekirî bû.

 

Ji xeynî gundan hûn li kuderan gerriyan?

 

Pêşberî Çiyayê Agirî pêlpelik hatine çekirin. Mirov dikarîbû biçe li ser wî girî û tamaşeya menzerê bike. Pêlpelikên bi xwe biçin jî çekirine.

 

Ji xeynî wê em rastî çalakiyeke çandî hatin. 12 dewlet beşdar bibûn. Em jî beşdar bûn. Paşê jî me konser da.

 

Konsera we bi dilê te bû?

 

Ez dikarim bêjim ku eleqeyek zêde hebû. Cihê me di tê de konser dayî cihê 400 kesan hebû lê belê 2 hezar kes hatibûn û gellek kes jî li derve guhdariya konserê kirin.

 

Wextê mirov Êrîvanê û wan derê dane ba hev çi cudayiyekê bala te kişand?

 

Ya bala min kişandî qet parsek tunebû. Belê, mirov feqîr bûn lê ti kesî parsekî nedikir. Her kesî tiştêk difrot pere qezenc dikirin. Min li Fransayê jî parsek dîtin lê belê li wê derê min nedît. Herwiha min yek jin jî sergirtî nedît. Wan her du rewşa bala min kişand.

 

Goleke wan hebû û hema hema qasî Gola Wanê bû. Navê wê jî “Keça Gola Wanê” bû.

 

Ez dibêjim va pirojeya we dê bidome...

 

Ez û Aşiq Leylê, roj nediyar e lê belê emê dawiya Tebaxê li Stenbolê û 7ê Cotmehê jî li Wanê di Dêra Axdamarê de pêşiya ayînê konserêkê bidin.

 

PORTRÊ / DENGBÊJ GAZÎN

 

Raziye Kizil di herême de bi navê “Dengbêj Gazîn” tê naskirin. Dengbêj Gazîn li navçeya Tetwan ya Bedlîse di sala 1959an de jidayik bûye. Di zarokiyê de dest bi dengbêjiye kiriye. Çarde salî hatiye zewicandin. Li ber van  9 CD û kilîbeke wê heye. Dengbêj Gazîn, di sala 2010an de heta vê rojê serokatiya Komela Jinên Dengbêj dike.


Gazîn-Leylê 


Beşek ji çalakiyên Komela Jinên Dengbêj-Wan