TAYBET - Şêwirmendê Wezaretê: Em otonomiyê red dikin, 3 lîwa êdî ne derbasdar in
Şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê Ubeyde Xedban ji Rûdawê re ragihand ku di navbera hikûmet û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de nakokiyên bingehîn nînin lê mercê wan ê sereke ew e ku şervanên HSDyê "bi awayekî takekesî" tev li Artêşa Sûriyeyê bibin.
Xedban diyar kir ku pêşniyara berê ya avakirina 3 lîwayan êdî ji ber guherînên li qadê ne derbasdar e û got, "Otonomî nayê qebûlkirin lê em li ser nenavendîbûna îdarî kar dikin."
Xedban her wiha îdiayên derbarê derxistina fermandarê Amerîkayî ya ji civînê red kirin û bang li partiyên Kurd kir ku Şamê bikin navenda xebatên xwe yên siyasî.
Şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê Ubeyde Xedban got:
Şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê Ubeyde Xedban bû mêhvanê bultena Rûdawê:
Rûdaw: Birêz Ubeyde, em ji agirbestê dest pê bikin. Gelo rêkeftinên agirbestê yên niha yên Hikûmeta Sûriyeyê ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêngaveke neçarî ye ku we ji bo hêsankirina veguhastina girtiyên DAIŞê ji aliyê Amerîkayê ve bo Îraqê avêtiye? Yan hûn dixwazin bibe derfetek ji bo gihîştina rêkeftineke dawî ligel HSDyê?
Ubeyde Xedban: Di navbera her du aliyan de nakokî nîne Xanim Nalîn, belê liberçavgirtinên meydanî hene ku bi veguhastina girtiyan a bo Îraqê ve girêdayî ne. Aliyê din jî heye, ku bi îspatkirina niyeta baş û vekirîhiştina xetên diyalog û danûstandinan ve girêdayî ye, bi hewldana gihîştina tevlîbûneke (entegrasyon) ku berjewendiya hemû aliyan tê de be, di nav de Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi xwe jî.
Lewma bê guman ev berçavgirtina meydanî girêdana wê ya siyasî bi danûstandinan re heye û em hêvîdar in, ku kar û bar bi hev re bimeşin. Ne ku 15 roj bi dawî bibin û paşê em vegerin dan û standinan, belkî pêkanîna rasteqîn ji aliyê tevlîbûn û wergirtina postan ve, li gorî lihevkirinê dest pê bike.
Ji ber vê yekê, em niha li benda navên ku ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk tên payîn in û her wiha li benda mekanîzmaya tevlîbûnê ne ku bi awayekî herî guncaw û hêsan pêk were.
Rûdaw: Birêz Ubeyde, Hêzên Sûriyeya Demokratîk dibêje ku ji şeva borî ve heta niha hêzên Artêşa Ereban a Sûriyeyê êrişî gundên derdora bajarê Kobaniyê yê dorpêçkirî dikin. Çima ji aliyê van hêzan ve agirbest tê binpêkirin? Gelo hemû pêkhateyên Artêşa Ereban a Sûriyeyê fermanên xwe ji yek alî wernagirin?
Ubeyde Xedban: Na, bê guman dîsîplîneke bilind û rêxistineke leşkerî heye ku niha wekî me dîtî, bi hevgirtî ye. Ne tenê niha em dibînin, belkî me li Eşrefiye û Şêx Meqsûdê dît, derketina ji vê rêxistinkirinê çênebû û li ser asta serkirdayetî û asta takekesî pêbendî û dîsîplîneke bilind hebû.
Ev pevçûn jî em dikarin bibêjin ji aliyê Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve ye û Desteya Operasyonan jî behsa binpêkirinên ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve kiriye û belgekirina kuştina gelek sivîlan, bi hawanan yan bi operasyonên nîşangirtinê û hwd heye.
Lê tiştê ku em dixwazin tekez bikin ew e ku ev binpêkirin nabe sedema têkçûna agirbestê û mohleta heyî. Di heman demê de, korîdorên mirovî hene ku doh hatin ragihandin û karwan bi hevahengiya li gel ajansên Neteweyên Yekbûyî û parêzgeha Helebê dest pê kirin ku bigihêjin. Ji ber vê yekê, armanca sereke ya hemû lihevkirinan li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk ew e ku bi qasî ku pêkan be mesrefê mirovî û madî kêm bike.
Lewma her dem bi awayekî zêdetir cih hat dayîn û nêzîkbûn çêbû û em hêvîdar in ku zimanê aqil û diyalogê serwer be. Lewma dibe ku çareseriya leşkerî ji her du aliyan ve hebe lê ne vebijêrka pêşîn e û em hêvîdar in ku di heyama pêş de bi tevahî were dûrxistin.
Rûdaw: Gelo Hikûmeta Sûriyeyê bi rastî dixwaze bi HSDyê re li hev bike yan dixwaze wê nehêle?
Ubeyde Xedban: Du aliyên vê pirsê hene; aliyê yekem belê, Hikûmeta Sûriyeyê dixwaze ne tenê bi HSDyê re, dixwaze bi hemû hêzên siyasî û serbazî yên heyî re li hev bike. Ev rê û metodolojiyek e ku ji Kongreya Serkeftinê û vir ve, bi yekxistina koman û bihêzkirina artêşê dest pê kiriye û tevî cudahiyên di nêrînan û nakokiyên bingehîn de, salekê dom kiriye lê di tevahiya vê heyamê de, serî li çareseriya leşkerî nehatiye dan.
Aliyê duyem ew e ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) niha wekî pêkhateyeke ku girseya xwe ya mezin ji dest daye ku ew jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û yekîneyên çekdar ên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve û hinek komên Ereb bûn. Piştî ku ev komên Ereb ji nav HSDyê derketin, tiştê mayî girseyeke nêzî YPGyê ye, ne Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Ji ber vê yekê armanc ne nehiştina wê ye û ez nabêjim ku armanc di bingeh de ev jihevxistin bû, belkî gihîştina lihevkirineke ku sê mijarên sereke pêk bîne.
Mijara yekem, wekî me got û em her tim tekez dikin, parastina sivîlan e. Prensîba duyem, bihêzkirina serweriyê ye, bi awayekî ku ewlehî û aramiya Sûriyeyê biparêze, çavkaniyên aborî zêde bike û beşdarî avakirina dewletê bibe, bi awayekî berfirehtir ku veguhêza siyasî bi gavên mezin bi pêş ve bibe, nemaze ku me behsa navçeyên berfireh, bi milyonan Sûriyeyiyan û her wiha çavkaniyên aborî yên mezin dikir ku di bin kontrola HSDyê de bûn.
Aliyê sêyem jî aramiya herêmî ye. Ango ev hemû faktor di nava hevsengiyekê de tevdigerin ku em hêvî dikin hûr be û ew niha bi vê dirêjkirin û vê mohletê ji me re xuya dike, eger em vegerin ser pirsa we ya yekem.
Rûdaw: Çima hûn qebûl nakin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî fîrqeyeke leşkerî di nav pêkhateya Artêşa Ereban a Sûriyeyê de cih bigire?
Ubeyde Xedban: Xanim Nalîn, aliyê ku sala borî ev vebijêrk red kir HSD bû, ne hikûmeta Sûriyeyê bû. Lihevkirin ew bû ku sê fîrqe û du lîwa di nav artêşê de cih bigirin, di nav wan de Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û hêzên antî-terorê jî hebûn. Ez bawer im ev yek, êdî ne veşartî ye. Lewma, kesê ku ev vebijêrk red kir HSD bû.
Niha bi guherîna rewşa meydanî re, ev vebijêrk êdî ne berdest û ne jî pêkan e lê li hemberî vê yekê, ez dixwazim bibêjim ku, beşdarbûna wekî takekes jî hîn qadeke mezin ji bo beşdarbûna HSDyê dihêle. Her wiha eger em behsa asta post û pileyan bikin, beşdariyeke mezin û bingehîn ji bo HSDyê heye, çi di asta xwecihî de be çi jî di asta navendî de. Em behsa posta Alîkarê Wezîrê Parastinê, parêzgar û postên din ên bibandor dikin ku ev yek aliyê birêvebiriya xwecihî ji aliyê sazûmanî, ewlehî û leşkerî ve bihêz dike.
Rûdaw: Lê belê Birêz Ubeyde, malpera Al-Monitorê ya Amerîkî belav kir ku di civîna 4ê vê mehê de li Şamê di navbera Mezlûm Ebdî û Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhaf Ebû Qesre de bi amadebûna Fermandarê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê Kevin Lambert, li ser beşdarbûna HSDyê bi sê fîrqe û du lîwayan lihevkirin çêbûye lê ji nişka ve Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî ketiye civînê û daxwaz ji fermandarê Amerîkayê kiriye ku derkeve û pişt re ji Mezlûm Ebdî re gotiye, "Vegere, em niha li hev nakin." Gelo ev rast e wekî ku malperê behs kiriye?
Ubeyde Xedban: Xanim Nalîn, ji aliyê me ve ev dîmen û hûrgilî bi temamî hatine redkirin. Tiştê ku em dibêjin ew e ku belgenameyên ku belkî dîrok paşê, rê bide ku bên weşandin, di nav pêşniyar û bersivan de, pêşniyara sê lîwayan ji aliyê Sûriyeyê ve hatibû pêşkêşkirin, ne ji aliyê HSDyê ve û redkirina wê jî bi aliyên din ve girêdayî bû.
Rûdaw: Mebesta we sê fîrqe û du lîwa ye.
Ubeyde Xedban: Belê, belê, ev pêşniyara ku em behsa wê dikin, belê.
Rûdaw: Lê gelo rast e ku Wezîrê Karên Derve Şeybanî di wê civînê de fermandarê Amerîkî derxistiye, wekî ku malpera Al-Monitorê behs kiriye?
Ubeyde Xedban: Xanim Nalîn, ji aliyê me ve, ev yek hatiye redkirin. Ez bi xwe di civînê de nebûm lê belê ji aliyê me ve jî ev agahî hatine redkirin, ji ber ku naveroka têkiliyan rê nade vê yekê. Têkiliyeke dîplomatîk heye ku hîn berdewam dike. Eger dîmenekî bi vî rengî çêbûbe, wekî ku di nav kevaneyê de hatiye gotin (derxistina Fermandarê Hêzên Hevpeymanê), dê dîmenê siyasî û leşkerî wekî niha berdewam nekiriba.
Me piştî wê zêdetir operasyonên hevbeş di navbera dewleta Sûriyeyê û Hevpeymaniyê de dîtin. Me piştî wê beşdariyeke erênî di navbeynkariya aliyê Amerîkî de dît. Tew me helwesta ragihandî dît. Em naxwazin têkevin nav wê, ku aliyê Amerîkî kê baştir dibîne lê herî kêm nêzîkbûneke mezintir ji nêrîna fermî ya Sûriyeyê heye, ne ji nêrîna HSDyê. Di encamê de, ev hûrgiliyên dan û standinan ne girêka sereke ne.
Tiştê ku em hewl didin bigihêjinê, daxwaza gihîştina çareseriyeke dawî ye ku berjewendiyên hemû aliyan misoger bike. Di vê astê de, ev ya herî girîng e û her wiha, wekî ku em behsa Hevpeymaniyê dikin, ewlehî û aramiyê li herêmê biparêze.
Rûdaw: Birêz Ubeyde, min dixwest vê pirsê jî bikim. Di nav Kurdan de gotegotek heye ku Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê li dijî HSDyê û hebûna birêvebiriyeke Kurdan a li herêmên Kurdan e, zêdetir ji Serokkomar Birêz Ehmed Şer. Gelo ev rast e?
Ubeyde Xedban: Ev jî bi temamî tê redkirin, Xanim Nalîn. Ango birêz Esed Şeybanî ew bû ku pêvajoya dan û standinan bi rê ve dibir û ew bû ku pêşniyarên erênî pêşkêş dikirin ku her tim hewl didan qeşaya di navbera her du aliyan de bişikînin û bigihîjin lihevkirinan. Ev ji aliyekî ve. Ji aliyê din ve, pêbendiyeke tam bi arasteyên siyasî û serweriyê yên li ser lihevkirî heye.
Ango eger em li vir biaxivin, eger di nîqaş an jî dan û standinên nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk de kêmasiyek hebe, ku em dibînin Birêz Mezlûm Ebdî îmze dike, paşê roja din hewldaneke xwevedizînê heye. Ev alî ji hêla Sûriyeyê ve nîne.
Ya yekem, lihevkirin û pêbendiyeke tam heye. Her wiha ew kesê ku lihevkirin û dan û standin bi rê ve birin û ji bo nêzîkkirina vê dosyeyê hewl da, birêz Esed Şeybanî bû. Ji bilî vê, eger ez bixwazim aliyekî kesayetî lê zêde bikim, birêz Wezîrê Karên Derve Şeybanî ji Hesekê ye û ew bi temamî hestiyariya vê yekê dizane, yanî ew di nav van dosye û hestiyariyan de jiyaye û wan nas dike û bi xwe dizane. Ew hewcedariya lihevkirina Ereb-Kurdan li herêmeke wekî Hesekê dizane û jê ne dûr e.
Ji ber vê yekê, dibe ku ew ji bo çareserkirina wê bi awayekî aştiyane hîn bêhtir bi kelecan be, çi wekî erkekî siyasî wekî wezîrê karên derve û dan û standinkarê sereke di vê dosyeyê de di çarçoveya siyaseta dewletê û araste û stratejiya berfirehtir ku ji aliyê serokatiyê ve li gorî tiştê ku serok îmze kiriye tê diyarkirin, çi jî bi awayekî şexsî di çarçoveya serpêhatiya xwe ya şexsî de.
Aliyekî sêyem jî heye, ew jî ew e ku birêz Esed Şeybanî pêvajoya dîplomatîk bi rê ve biriye û ji ber vê yekê jê re nîne… Ka em bêjin performansa wî ya siyasî an dîplomatîk, ku nêzîkî 500 hevdîtinên dîplomatîk, bi sedan pêwendî, destkeftiyên dîplomatîk ên berbiçav hene ku nabe ji kesekî ku tiştekî wekî van tohmetan an vê gotegotê li ser hebe, bê kirin. Dibistaneke siyasî heye ku li ser diyalog, lihevkirin û serxistina berjewendiyên hevbeş ava bûye û di sala borî de serkeftina xwe îsbat kiriye, ne tenê di hundir de û em hêvî dikin ku bi awayekî erênî bi dawî bibe û bi bandor bi dawî bibe lê belkî li ser asta navneteweyî û dîplomatîk jî.
Rûdaw: Piştî van pêşhateyên meydanî, li gorî agahiyan di gera dawî ya dan û standinan de, li gel birêz Tom Barrack rêkeftinek hebû ku HSD wekî sê lîwayan li Hesekê tevlî bibin ku di bin fermandariya fermandarekî Kurd de bin, her wiha lîwayeke HSDyê li Kobaniyê jî hebe lê we ew red kir. Gelo ev rast e?
Ubeyde Xedban: Belê, wekî me got, dibe ku rojeke dîrokî bê û tê de belgeyên nivîskî derkevin holê, dûrî nîqaş û diyalogên ku hatine kirin. Ji ber ku rêça dan û standinan û diyalogê ku li ser tê meşandin, rêkeftin û pêbendiyên nivîskî ne, ne nîqaş in. Pêşniyar ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatibû kirin û redkirin ne tenê ji bo vî alî bû lê belkî ji bo tevahiya pêşniyara ku hatibû kirin, ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve bû. Lê careke din, Birêz Nalîn...
Rûdaw: Ez behs dikim birêz Ubeyde, ez behsa pêşniyareke nû dikim, yanî piştî van pêşketinên meydanî. Ez behsa pêşniyareke nû dikim. Di dan û standinên dawî de, rêkeftinek bi Tom Barak re hebû ku HSD wekî sê lîwayan tevlî bibe û ser bi fîrqeyekê ve bin ku fermandarekî Kurd li Hesekê serkêşiya wê bike, li gel hebûna lîwayeke HSDyê li bajarê Kobaniyê.
Ubeyde Xedban: Rêkeftina niha Xanim Nalîn, rêkeftina ragihandî ye. Fermandarê Kurd ê ku hatiye pêşniyarkirin di posta Alîkarê Wezîrê Parastinê de ye ku posteke girîng e û helbet dê desthilatên wî yên leşkerî bi herêmeke cografî ve girêdayî bin lê tevlîbûn, wekî me got, dê tevlîbûneke takekesî be, li gel tekeziya li ser parastina pile û pêkhateyê, ne nehiştin an şikandina van pileyan lê ji bo ku yekxistin bi awayekî erênî pêk were, em naxwazin yekxistin ji ber hebûna blokên zexm li hinek deveran zêdetir raweste.
Ev yek ne tenê ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk e, ji bo blokên din jî derbasdar e ku hebûn û di nav pêkhateya Artêşa Sûriyeyê de hatin rûxandin da ku li ser pêkhateyeke nû û doktrîneke nû ya cuda were avakirin. Rêkeftina fermî, rêkeftina ragihandî ye û rêya niha jî rêya pêkanîna wê ye.
Rûdaw: Birêz Ubeyde, destûrê bide min derbarê vê xalê de. Çima şert li ser şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk tê danîn ku wekî takekes tevlî Artêşa Ereban a Sûriyeyê bibin, di demekê de ku artêş bi xwe ji çend fîrqeyan pêk tê ku ji komên opozisyona Sûriyeyê hatine avakirin û hinek ji wan vê dawiyê ketine lîsteyên terorê? Mînak, Mihemed Casim Ebû Emşe ku mehekê berê kete lîsteya terorê ya Brîtanyayê û berî wê jî kete lîsteya Amerîkayê, niha Fermandarê Fîrqeya 25an a Artêşa Sûriyeyê ye. Çima hûn red dikin ku HSD bibe fîrqeyeke leşkerî û hûn rijd in ku ew wekî takekes tevlî bibin?
Ubeyde Xedban: Belê, ez dixwazim tenê zelal bikim Xanim Nalîn, ji bo we û ji bo temaşevanên hêja ku ew ne lîsteya terorê bû, lê belkî sizayên aborî bûn ku ti pêwendiya wan bi terorê re nîne û belê, Mihemed Casim wekî takekes tevlî bû, ne wekî blok. Bloka Fermandar Mihemed El-Casim, nayê bîra min Eqîd (Kolonel) an Emîd (Tumgeneral) Mihemed El-Casim li gundewarê bakurê Helebê bû lê ew niha li Hemayê kar dike.
Lewma heta ev blok jî di çarçoveya rêkeftinan de hat nehiştin û bi vê pileya xwe kete nav artêşê, ji ber ku berê jî karê wî yê meydanî hebû. Ez dixwazim li vir zelal bikim, eger em van berawirdiyan bikin, navê ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve tê pêşniyarkirin dê bi pile û pêkhateyeke bilindtir û di posteke mezintir de be ji birêz Mihemed El-Casim an jî ji Emîd Mihemed El-Casim. Ji ber vê yekê tiştê ku ez dixwazim bibêjim ew e ku li şûna ku em bala xwe bidin ser xalên nakokiyê, divê em li aliyên erênî û derfetên dîrokî yên ku hebûn binêrin. Dema me behsa sê fîrqeyan kir, ew derfetek bû ku mixabin ji dest çû û li ser nehat avakirin. Vê yekê bêhtir dem, hewl û mesrefên mirovî û madî ji me bir û em gihîştin rêkeftineke din.
Dîmena meydanî guheriye, lewma ne mimkin e behsa dîmena berê bê kirin. Me behsa 3 fîrqeyan dikir, ji ber ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kontrola 3 fîrqeyan dikir, niha êdî rewş ne bi vî rengî ye, loma em nikarin vê axaftinê berdewam bikin. Li gel vê yekê, mamosteya min, eger destûrê bidî, ez naxwazim ku gotûbêj tenê di çarçoveya aliyê leşkerî de bimîne, ji ber ku aliyên din jî ne kêmtir girîng in.
Eger em behsa aliyê birêvebiriya xwecihî bikin, ew di navenda daxwazên nenavendîtiyê de ye. Postên li Hesekê rasterast bi pêkanîna prensîba nenavendîtiyê ve girêdayî ne. Beşdarbûna jiyana siyasî heye û niha şandeyeke Kurdî heye ku em hêvî dikin dest bi beşdarbûna jiyana siyasî bike, dûrî pirgirêk, diyalog an dan û standinên di navbera HSDyê de. Her wiha û ya herî girîng ku ez dixwazim tekez bikim, berjewendî û armanceke hevbeş a girêdayî mafên Kurdên Sûriyeyê pêk hatiye û bi fermana hejmar 13 hatiye pêkanîn. Ev pêngaveke niyetpakiyê bû û ji bo ku em tenê behsa cudahiyan nekin, em behsa niyetpakiya ku birêz Mezlûm Ebdî bi wergirtina vê pêngavê ragihandibû, dikin.
Wî yekser piştî wê li Dêra Hafirê agirbest ragihand. Em hêvîdar in ev bibe pêngaveke avaker û em li ser bingeha wê zêdetir beşdariya siyasî, çandî û zimanî bibînin û em tevlêbûna Kurdan, Kurdên Sûriyeyê, bi ziman û çanda xwe li Sûriyeyê bibînin.
Rûdaw: Ez dê bêm ser van xalan birêz Ubeyde lê di dosyeya leşkerî de pirseke min a din heye, hûn çawa plan dikin ku pirsgirêka tevlîkirina HSDyê di nav Artêşa Ereban a Sûriyeyê de çareser bikin eger HSD li ser redkirina tevlîbûna wekî kesan bi israr be?
Ubeyde Xedban: Ev vebijêrk, ev bersiv bi aliyê leşkerî ve girêdayî ne û ne bi aliyê siyasî ve. Tiştê ku ji aliyê me yê siyasî ve heye û tekezî li ser tê kirin û ber bi wê ve diçin, bihêzkirina zimanê diyalogê, bihêzkirina nêzîkbûnê û çûna ber bi pêkanîna lihevkirinê di asta herî kêm de ye. Em hêvî dikin ku ev derfet were bikaranîn û berfirehtir bibe.
Lihevkirina 12ê Kanûna Paşîn û paşê daxuyaniya ku di 20ê Kanûna Paşîn de hat dayîn, diyarkirî ye û ne qadeke ji bo wê moleta ku çend rojan bû û paşê ji ber şert û mercên meydanî hat dirêjkirin, ew bi pêkanînê ve girêdayî ye ne bi dan û standinan ve. Em hêvî dikin ku bi rastî dest bi pêkanînê bê kirin. Li vir ez dixwazim bêjim ku pêkanîn taybetiyeke erênî pêşkêş dike ku ew jî diyalog û nêzîkkirina nêrînan e.
Yanî ez li vir nabêjim ku serhişkî heye, yan hûn dê vê hemûyê wergirin yan jî dê bê redkirin lê pêwîstî bi pêşveçûnê jî heye. Yanî rewşa demdirêjkirin, bipaşxistin, taloqkirin, ketina nav hûrgiliyan, paşê xwejêdizîn û paşê siyasîkirina dosyayên pir hestyar û metirsîdar ên wekî dosyeya zîndanan, hemû pirsgirêk in ku pêwîst e bêne çareserkirin û derbasî rêyeke din bibin. Derbasbûna rêyeke erênî ya pêkanîna ku li ser wê bingehê ber bi dosyayên dibe ku hestyartir an hûrgiltir ve bê çûyîn lê ev yek nabe eger em li ser wê yekê bimînin ku yan em her tiştî wergirin an jî em her tiştî red bikin. Ev çarçove ye, em bêjin çarçoveya birêkûpêkker ji bo dema bê û em hêvî dikin ku wekî min careke din ji we re got, em tê de pêngavên erênî bibînin.
Rûdaw: Hikûmetên sivîl rê nadin êrişên eşîran, bi taybetî ku ev yek li Sûriyeyê dibe ku bibe sedema şerê navxweyî, şerekî Ereb-Kurdan, çima hûn bi awayekî zelal û bi biryareke fermî rê li ber êriş û gefên eşîrên Ereb ên li dijî HSDyê li Sûriyeyê nagirin?
Ubeyde Xedban: Ev yek çêbû Xanim Nalîn, dîmen di kêmtirî 24 saetan de hat kontrolkirin, wekî ku we dît û wekî ku di geşedanên meydanî de diyar bû. Serhildana sivîl a gelêrî ya ku Ereban li deverên di bin kontrola HSDyê de beşdarî kiribûn, şert û merc û sedemên wê yên dirêj hebûn. Ew di serî de encama siyasetên demdirêj ên HSDyê di dema desthilatdariya wê ya li ser van deveran de bû, ji cudakarî, koçberkirina bi zorê, leşkeriya neçarî, girtinên kêfî û ferzkirina çandên cuda.
Hemû ev faktor sedemên vê serhildana gelêrî bûn lê digel vê yekê, dema ku hêzên Artêşa Sûriyeyê ketin herêmê, ev dîmen rasterast û bi lez hat kontrolkirin. Derbarê biryara fermî de, biryara fermî nikare her tim her tiştî çareser bike. Pêwîstî bi ferzkirina beşek jê heye, ji bo hewldana bihêzkirina çandeke lihevkirin û diyalogê.
Pêwîstî bi rêgirtina li gotara hevbeş a handanê heye. Yanî ji bo gotara handanê, pêwîstî bi derxistina yasayekê heye ku rê li ber gotara handanê bigire, çi bi rêya elektronîkî çi li meydanê yan bi awayekî din be, ji ber ku bi rastî hestiyarî û dîrokî û mezin in û mixabin şikestinên ku ji bo avakirin, diyalog û lihevkirinê demê dixwazin, pêwîstiya wan bi bawerî û dûrxistina van dengên nebaş heye. Ev yek ji girîngtirîn û dibe ku yekemîn berpirsiyariya Encumena Gel a Sûriyeyê ye ku li ser yasaya tawankirina gotara handanê kar bike.
Rûdaw: Di 22yê vê mehê de Wezareta Karên Derve ya Çînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê soz daye wan ku ew dê terorîstên Uygur ên li Sûriyeyê kontrol bikin. Gelo hûn dikarin 4 hezar Uygurên di nav refên Artêşa Ereban a Sûriyeyê de ne kontrol bikin?
Ubeyde Xedban: Destpêkê, em li ser vê wesifandinê xwedî nêrîneke cuda ne. Hikûmeta Çînê pîvan û nirxandinên xwe yên taybet hene û ne pêwîst e ku ew ji bo me bi her awayî girêdayî bin. Di heman demê de, têgihiştinek ji bo hestiyariya vê dosyeyê ji bo hikûmeta Çînê û dewletên din heye. Derbarê pirsa we de xanim, bersiv hatiye dayîn, ji ber ku rewş hatiye kontrolkirin.
Pirs ne hewceyî îsbatkirin an zelalkirinê ye, ji ber ku ti rewşa bêkontrol an kiryarên li derveyî çarçoveya dewletê, an kiryarên nepêbend û bêdisîplîn çênebûne. Ez dixwazim li vir bêjim û teqez bikim ku hikûmeta Sûriyeyê di sala borî de di qonaxên dijwar û cihê xemgîniyê re derbas bû, bûyerên xemgîn qewimîn lê dersên mezin hatin wergirtin, sazî di hemû astên leşkerî, ewlehî û siyasî de hatin bihêzkirin û disîplîn û pêbendî di hemû astan de hatin xurtkirin.
Ez dixwazim careke din tekez bikim ku ev e tiştê ku di rewşa Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê de qewimî. Eger em bixwazin behsa rewşa dawî ya ku tê de operasyoneke ewlehiyê pêk hat bikin, ew Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bû û bi awayekî hêsan, bi kêmtirîn ziyan û bi pileya herî bilind a pabendî û disîplînê pêk hat.
Rûdaw: Gelo hûn amade ne ku otonomî yan nenavendîtiyê bidin herêmên Kurdan?
Ubeyde Xedban: Xanim Nalîn, em cudahiyê bixin navbera otonomî û nenavendîtiyê. Di mijara otonomiyê de pirsgirêkeke mezin heye ku bi serweriya Sûriyeyê bi xwe ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, hebûna her şêweyekî otonomiyê, em behsa dewletek di nav dewletê de an rewşeke cudabûn an dabeşbûnê dikin, di vê qonaxê de kêşeyeke pirsgirêkdar e û li gorî rewşa ku Sûriye wekî dewleteke di guherîneke dîrokî û veguherîneke siyasî de tê de dijî, nîne. Ji ber vê yekê bi vê têgihê otonomî bi temamî zelal e ku nayê qebûlkirin.
Berevajî vê, tiştê ku ez dikarim behs bikim, nenavendîtiya îdarî ye. Kar li ser vê bingehê di çarçoveya qanûna 107an de berdewam dike ku nenavendîtiya îdarî pêk tîne û di asta herêmî de desthilatên berfireh dide. Ji ber vê yekê, rêya ku têgihiştina bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re tê de dimeşe, bi taybetî li herêmên xwedî taybetmendiya Kurdî, ber bi vî alî ve diçe. Ev yek jî bi rêkeftina 18ê Kanûna Paşîn hatiye belgekirin û behs hatiye kirin ku em dê nebêjin otonomî lê em dê bêjin birêvebiriyeke herêmî ji bo herêmên xwedî taybetmendî yên wekî Hesekê û Kobaniyê, li gel beşdariya di asta navendî de di hemû astên sivîl, leşkerî û ewlehiyê de.
Rûdaw: Birêz Ubeyde, bi amadebûna nûnerê Serok Mesûd Barzanî, Mezlûm Ebdî û beşdariya Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk, nîsana par li Qamişloyê Kongreya Giştî ya Partiyan li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin û wan daxwaza birêvebiriyeke xweser ji bo Kurdistana Sûriyeyê kir. Ji wê demê ve şandeyeke hevbeş ji bo dan û standinan bi Şamê re hatiye avakirin lê Şamê wê demê daxuyaniyek li dijî kongreyê da û heta niha jî red dike pêşwaziyê li vê şandeya hevbeş a Kurdan bike. Gelo hûn niha amade ne pêşwaziyê li vê şandeya ku ji kongreya Qamişloyê derketiye bikin?
Ubeyde Xedban: Xanim Nalîn, em hêvî dikin ku ne tenê pêşwaziya şandeyekê bê kirin lê em hêvî dikin ku Şam bibe navenda çalakiya siyasî ya Kurdan, ne tenê amadebûn an beşdarbûn. Ev ne tenê bi biryarnameya hejmar 13 ve girêdayî ye ku beşdariya siyasî misoger dike lê di heman demê de bi rêkeftina 10ê Adarê bi xwe ve jî girêdayî ye. Du prensîbên pêşîn beşdariya siyasî û mafên Kurdan bûn.
Niha bi guhertina dîmenê meydanî, bi guhertina dîmena siyasî û di rêya gihîştina rêkeftinê de, wekî ku em hêvî dikin. Ango em amade ne pêşwaziyê bikin û em hêvî dikin ku Kurd wekî partî yan tevgerên siyasî, dûrî rêya danûstandinan a bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re wekî partiyeke siyasî û tevgereke leşkerî, beşdariyeke Kurdî hebe. Em hêvî dikin ku roleke wan a bibandor û mezin hebe. Pirsgirêka kongreyê Xanim Nalîn ew bû ku bi awayekî bingehîn bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî bû, dema behsa Rojava kir, dema behsa Kurdistana Sûriyeyê kir, ev yek di dilê serweriyê de lê dide, wekî bangeke ji bo... lê beşdariya siyasî vekirî ye û em hêvî dikin ku Şam bibe qibleya çalakvan û partiyên siyasî yên Kurd, ne ti paytexteke din, çi herêmî be, çi navneteweyî be, li gel jiyana çandî, zimanî û civakî ya dewlemend û mezin ku tevna Sûriyeyê, çi ji aliyê siyaset, civak û çandê ve, dewlemend dike.
Rûdaw: Gelo di demeke nêzîk de vexwendin ji bo şandeya hevbeş hatiye kirin ku serdana Şamê bike?
Ubeyde Xedban: Bi rastî agahiya min nîne ku vexwendin hatiye kirin an na lê tiştê ku ez dixwazim tekez bikim, li gorî agahiyên me, eger serdanek hebe, çi bi vexwendin be, çi bi daxwaz be, cihê pêşwaziyê ye û em hêvî dikin di dema herî zû de pêk were.
Rûdaw: Gelekî spas dikim Birêz Ubeyde Xedban, lêkoer û şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê. Hûn ji Şamê mêvanê min bûn, tu bi xêr hatî.
Ubeyde Xedban: Spas Xanim Nalîn.