Ferhadê Mihemed: Uzun yek ji mamosteyê min e, Selîm Temo şîret li min kir

Wêje ne tenê hûnandina peyvan e, ew hembêzkirina xewnên neqediyayî, zindîkirina dengên di bin axa bîrê de mayî û dîtina ronahiyê di navbera şaneyên tarî yên dîrokê de ye.

Ferhadê Mihemed, di vê rêwîtiya xwe ya ku ji gundên ber bi Firatê ve dirêj dibe heta korîdorên hunerê, bi qelema xwe ya ku bi êşê hatiye tûjkirin, me dibe nav wê cîhana ku tê de "hesp" ne tenê ajel in, ew sembola azadiya nebinavkirî ne.

Ferhad, çîroknûsek e ku sînemayê bi çavên edebiyatê dinêre. Her hevoka wî, mîna kadrajeke kamerayê yê ku bi hûrgilî hatiye sazkirin, rîtma jiyanê ya ku carna diçe ser şopa êşê, carna jî di nav bêdengiya şevê de dicemide, pêşkêşî xwendevan dike.

Wî bi "Jan"ê dest bi çîroka xwe ya hebûnê kiriye lê bi "Beybûnên Yasemînê" ew êdî dengê lingên çîroknûsekî xurt û cuda ye ku bi şêwazeke minîmalîst û bi dengê zimanê Kurdî yê bêhempa, cîhana xwe ya hundirîn bi me re parve dike.

Ev nivîskar, ne tenê şopên edebiyatê li pey xwe dihêle, ew bi xebatên xwe yên li ser Mehmed Uzun û Faîk Bucak, hewl dide ku "kêmasiya bîranînê" ya di nava civaka xwe de bi dagirtina rûpelên dîrokê çareser bike.

Ferhadê Mihemed, bi dilsoziya xwe ya li hemberî çand, ziman û rêşinas û mamosteyên xwe, nîşan dide ku edebiyat, ne tenê nivîsandina li ser kaxezê ye, berevajî vê barhilgirtina mîrateke dîrokî ya bi jan û bi hest e.

Çîroknûsê ciwan hemû jidilbûna xwe bersivan dide pirsên me:

Rûdaw: Silav Ferhad can, tu bi xêr hatî. Berî ku em derbasî naveroka pirtûka te ya nû bibin, ez dixwazim bi pirseke aktuel dest pê bikim. Em dizanin ku tu berî demekê li Amedê beşdarî Festîvala Fîlman bûyî, paşê jî ji ber bûyerên Rojavayê Kurdistanê ev hevpeyvîna me hinekî bi derengî ket. Di navbera te û sînemayê de têkiliyeke xurt heye. Tu festîvala dawî ya Amedê çawa dinirxînî, te atmosfereke çawa dît û têkiliya te ya bi sînemayê re -wekî nivîskarekî- li ser çi esasî ye?

Ferhadê Mihemed: Spas, spas, spas. Te qîmet û rûmet da min Kek Besam. Rast e min beşdarî lê kiribû. Çîrokeke min a di kitêbê de hebû, bi navê: Hesp, Bûkanî û Sêv. Min ew çîrok tevî hinek guhertinan, veguhest senayoyekê. Paşê ez bi wê senaryoyê tev li projeya fonê ya Festîvala Fîlman a Amedê bûm. Bi dû re eşkere bû ku, ew senaryo digel çar senaryoyên dîtir bûye fînalîst, ji bo fonê. Berpirsên festîvalê gazî min kir û ez jî beşdar bûm. Bi rastî meriv dikare bi rehetî bibêje ku festîval, gelekî xweş bû. Bi atmosfereke navneteweyî li dar ket. Fîlmên ji çar parçeyên Kurdistanê hatibûn berhevkirin, yên ji Ewropayê hatibûn hilbijartin, yên ku ji Tirkiyeyê hatibûn û wan beşdarî kiribû, festîval rengîn û zengîn kiribû.

Ez wekî çîroknûsekî, sînemayê bêyî edebiyat nikarim bînim bîra xwe. Di kitêba min a Beybûnên Yasemînê de, di çîroka pêşîn de, min hewl da ez bi hewla bîniyê, dîtinê binivîsim. Di destpêka çîrokê de, qehremanê çîrokê -helbet paşê em têdigihîjin- di pencereyeke zengargirtî re li derve mêze dike û çavê ku bi temamî desthilatdariyê li çîrokê dike yanî -vegotina xwedawendî- bi hevokên pir kurt, taswîr û sêwirînê pêk tîne, aha ev yek, mîna ku kamera be, ew çav, bi kurtedemî li ser deveran hûr dibe û bi vî awayî hîm û bingeha çîrokê tê pê.   

Rûdaw: Te dabaşa senaryoyê kir, tu dikarî piçekî li ser vê meseleyê salox bidî?

Ferhadê Mihemed: Helbet. Cara pêşîn bû ku min senaryoyek dinivîsand. Ez pir li ser sekinîm. Di şartnameya projeyê de bi awayekî gelemper qala senaryonivîsandinê kiribûn. Lewma jî min wextê ku senaryo nivîsand, min wekî senaryoya kêşanê ew nivîsand. Wextê ku ez derketim pêşberî juriyê hingê yekî ji wan, ji min re got “Xwezî te ev wekî senaryoya berî kêşînê binivîsa.” Ez bawer im vê yekê rê li ber min girt da ez di projeyê de bi ser bikevim.

Rûdaw: Ferhad, tu bi eslê xwe ji Siwêrekê yî lê li Hîlwanê mezin bûyî. Em dizanin ku aliyê diya te Kurmanc e û aliyê bavê te Dimilî (Zaza/Kirmanc) ye. Ev dewlemendiyeke çandî ye lê di pratîkê de carinan dibe sedema dubendiya zimanî jî. Têkiliya te bi van her du zaravayan re çawa ye? Gelo tu bi Dimilî jî dinivîsî yan tenê Kurmancî ye? Û çima te ji bo edebiyata xwe Kurmancî hilbijart?

Ferhad Mihemed: Erê, diya min jî bavê min jî gundiyên hev bûn. Gundê me bi qasî 10 kîlometreyan dûrî Siwêrekê ye. Dikeve aliyê rojavayê Siwêrekê. Li gund, hem bi Kurmancî hem bi Zazakî her tim hatiye xeberdan. Ji vî alî ve gelekî dewlemend bûye. Heta, gelek caran diya min û bavê min qala hin kesên ku her tim tûrên wan ên peyv û gotinê dagirtî bûye, dikin. Wan di wextê pir gotinên xweş veguhestine nifşên nû. Helbet ez jî ji wan hîn dibim.

Ez dikarim tiştekî taybet li vir bînim zimên, piştî ku berê min vegeriya ser ziman û edebiyata Kurdî, bivê nevê, ez hînî gelek peyvên nû bûm ji deverên têvelên welêt. Lê paşê, min dît ku hin peyvên ku ji alî dê û bavê min kêmcar tên axaftin, ne yên devera me ne, hingê min têgihîşt ku nifşên beriya wan li deverên cuda hatine û li wî gundî gihane hev. Bi rastî Zazakiya min jî wekîKkurmanciya min e. Ti carî rê li ber min negirtiye. Di ruhiyeta min de nebûye sedemê dubendîtiyê. Ez bi her du zaravayan jî pir rehet xwe didim îfadekirin. Ez bi Zazakî helbet dikarim binivîsim lê belê ne bi qasî Kurmancînûsiyê. Sedema ku ez bi Kurmancî binivîsim ne yek bi tenê ye. Sedem gelek in. Mînak; li mal, piranî em bi Kurmancî xeber didin, didin û distînin. Materyalên ku bi kurmancî weşiyayî bûn pir bûn. Tu bikî nekî, Kurmancî her tim, polîtîk bû û her wiha ew her tim di rojevê de bû, heye ku sedemek jî ev be.

Rûdaw: Te sala 2009an li Zanîngeha Suleyman Demîrelê te dest bi beşa Îktîsadê kiribû lê wekî em dibihîzin, nasîna te ya bi nivîskar Hesenê Metê re bûye xala werçerxanê di jiyana te de. Gelo wê heyamê çi qewimî? Tesîra Hesenê Metê, Selîm Temo û xwendina kovarên wekî Hawar û Ronahiyê li ser te çi bû ku te riya xwe ji aboriyê ber bi edebiyatê ve guherand?

Ferhad Mihemed: Ya rast ev beş ne bi dilê min bû lê bi awayekî werlêhatî ez çûm û min ew beş qedand. Beşê ku min dixwest hiqûq bû, hingê jî hilberîna hiqûqê bi rastî gelekî dijwar bû. Sê salan min ceriband nebû, paşê min ev beş bi awayekî bêgavmayî hilbijart. Ti carî ez lê germ nebûm. Edebiyat her di dilê min de hebû lê belê min hay ji edebiyata Kurdî nebû. Di dibistana seratayî de mamosteyekî me hebû, qewlê wî hebû bi me re, digot “Heke hûn rihet bisekinin ez ê ji we re çîrokan bixwînim.” Wê çaxê te dê bigota qey ro vêdiket ji bo min. Herçend ev “çêyî” bi zimanê Tirkî bûyana jî pir kêfa min tanî.

Hesenê Metê tesîreke gelekî mezin li ser min pêk anî. Heke em rastî hevûdu nehatina û telkîna ku wî li min kir nebûna, herhal me dê niha ev roportaj pêk neaniyana. Selîm Temo jî min di sala 2013an de li Îzmîrê, li fuara kitêban nasî. Min ji mêj ve bû ku navê wî seh kiribû lê min ew nedinasî. Dema ku ez li fuarê, li ser standên kitêban çerx dibûm, navê wî hat anonskirin. Ez û hevalê xwe bi bêhnekê, çûn salona ku wî dê semîner lê bikira. Mijar û naveroka semînerê li ser Ronakbîrê Kurd û Romana Kurdî bû. Gelekî xweş bû, beşdar gelek bûn, salon heya dêv dagirtî bû. Bi dû semînerê ez çûm standa ku ew lê bû. Me xêrşahî li hev kir. Wî çend kitêbên xwe ji bo min îmze kirin. Têkiliya me qut nebû. Piştî du salan, yekem car min çîrokek nivîsand, wê çaxê, min ji wî re şand. Pir eciband û şîret li min kir da ez dev ji nivîsandinê bernedim. Di sala 2015an de wextê ku min zanîngeh kuta kir, hevaljiyana mamosteyê qedirgiran, nivîskarê gewre yê Kurd Mehmed Uzun, Zozan Uzun wekî diyarî Hawar ji min re şand. Du cild, 57 hejmar. Pir kêfa min hat û ev yek jî bû alîkarê min da ku ez zûtir hînê nivîsîna zimanê standart bibim.

Rûdaw: Her nivîskar xwedî "çîroka yekem" e ku wekî tovekî ye. Çîroka te ya yekemîn kengî û li kû derê weşiya? Navê wê çi bû? Gelo dema tu îro li wê çîrokê dinêrî, tu heman heyecanê hîs dikî?

Ferhad Mihemed: Çîroka min a yekemîn di 2015an de di kovareke Kurdî de weşiya. Bi rastî carcaran ez li wê çîrokê vedigerim û dixwînim. Hê jî heman heyecan bi min re tê pê. Tevî ku ez hê nebûme bav, ew mîna zaroka min a pêşîn e. Navê çîrokê jî JAN bû.  

Rûdaw: Tiştekî balkêş di biyografiya te de heye. Te sala 2020î li Zanîngeha Harranê dest bi beşa Sînemayê kir, salekê xwend û paşê dev jê berda. Sedema vê biryarê çi bû? Gelo sînemayê têra vegotina derdê te nekir, yan nivîsandin li gorî te meydaneke azadtir e?

Ferhad Mihemed: Rast e, min bi hêviyeke mezin dest bi zanîngehê kir lê mixabin ew heyecana ku min hêvî dikir, di nava sinifê de tune bû. Lewma jî min dev jê berda. Bi ya min meriv nikare muqayeseyeke welê bike. Yek ji yekê din dewlemendtir û azadtir e. 

Rûdaw: Pirtûka te ya nû Beybûnên Yasemînê li Bakur ji Weşanên DOZê derket. Di destpêkê de pêşgotineke şahîranî ya Berken Bereh heye û dibêje: "Bi min dengê lingê çîroknûsekî xurt û ciyawaz tê." Hevbandoriya helbest û çîrokê li cem te çawa ye? Û te kitêb diyarî bîranîna Fûad Temo kiriye; Fûad Temo ji bo te kî ye û çima ev diyarî?

Ferhad Mihemed: Min di vê kitêbê de zimanekî spesîfîk bi kar anî. Terh û teşe, şekîl û şêwaz ne mîna kitêba min a pêşîn bû. Min hewl da ku ez zimanekî herikbartir û sivik bi kar bînim. Yanî zimanê çîrokê bi hêza xwe nêzê helbestê bikim. Ez her çi qasî bi ser ketim, ew yek êdî biryara xwende û rexnegirên edebiyatê ye. Şihîr li gor min referans e. Wextê ku pêdivî pê hebe, meriv dikare rahîje kitêbeke şihîrê û li serê hûr be, ji xwe re jêderkan jê derîne. Lê pexşan-nesîr ne welê ye. Ew bi temamî riyekê li ber nivîskar vedike. Erdekî xam bifikire, hê gîsinlêneketî ye, hema li tenişt jî erdekî ajotî heye, ew erdê ajotî bi ya min pexşan e, cotkarê ku bixwaze erdê xwe bajo, hingê dikare ji xwe re wê derê wekî mînak bide pêşiya xwe.

Fûad Temo ji bo min mamosteyekî hêja û rêvekirekî çîroknûsiya Kurmancî ye. Her weha ew yek ji nivîskarên ROJÎ KURD e û wî çîroka yekemîn a nûjen nivîsandiye, di hejmara yekemîn a Rojî Kurd de, di sala 1913an de. Navê çîrokê Şewêş e. Şewêş kurê şivanekî ye. Diya xwe nedîtiye. Belengaz û neçar in. Bi tenê metika wî heye. Çîrok bi nexweşiya bavê wî şax vedide. Her çend dewama çîrokê dê mîna ku di hejmara duwemîn a kovarê de bê weşandin jî çîrok welê, bi vî awayî nîvçe ye. Bîranîna kesên weha di dilê min de cihê wan cihê ye. Ev pêşkêşî bi tevahî meseleyeke hestyarî ye. Hestyariyeke zirav û tenik.

Ez dibînim, ez pir ji nêz ve rewşa edebiyata Kurdî û nivîskarên Kurd dişopînim. Hezar mixabin, hezar heyf û xebînet ku tiştên ku ew di nava bêgavmayinên pir dijwar de diafirînin, “bêqîmet” dimînin. Ew berhemên wan ên bêhempa nayên xwendin, hêjahiyê nabînin. Lewma jî ev îthafkirin, wekî deynekî be li ser min, min ev kitêb pêşkêşî xebata wan jî kir. Bê guman min hest pê kir da ku ew ji wan re bibe moraleke biçûcik. 

Rûdaw: Di vê pirtûkê de 10 çîrok hene û di destpêka her çîrokekê de gotineke kurt a kesayetên navdar (cîhanî yan Kurdî) cih digire. Mebesta te ji van epîgrafan çi ye? Gelo ew wekî deriyekî ne ji bo têketina nava çîrokê, yan peyameke veşartî didin xwîner?

Ferhad Mihemed: Jixwe ew e te bersiva vê pirsê daye. Bravo! Rast e, ew epîgrafên wan mîna min vehesînin, rê li ber hiş û hûnaka mijgirtî ya di ruhê min de heyî ye belav bikin û rewşê zelal bikin, rê li ber afirandina min vekin.

Rûdaw: Dema em li teknîka te dinêrin, bi gelemperî hevokên te pir kurt, birrek û rîtmîk in. Ev tercîheke bi zanebûn e yan şêwaza te ya siruştî wisa ye? Her wiha, tu di pirtûkê de dibêjî: "Rind e ku meriv di seranserê jiyana xwe de tevî êşekê dijî, ev yek ji heznekirin û ji hîsnekirinê pir çêtir e." Gelo afirandina edebî bêyî êş û azaran nabe? Ma êş êzinga qelema te ye?

Ferhad Mihemed: Erê Kek Besam ev tercîh bû ji bo min. Yanî min ew tercîh kir. Edebiyat bi ya min deng e. Ew birêkûpêkbûyin e. Yanî ew aheng e. Ew dengên ha, her çend netêkilhev bin hew çend dê di hişê xwende de bi awayekî zelal bête resimandin. Ez li vir dixwazim li ser kitêbeke teorîk a edebiyatê rawestim. Nivîskarekî navdar ê Fransiz Raymond Queneau, di sala 1947an de xebateke bi navê Exercises de Style kiriye. Di nava vê kitêbê de gelekî şêwazên ji hevûdu cihê yên vegotinê hene. Min jî ji xwe re li gor deng û hesê zimanê Kurdî, şêwazek hilbijart. Ev şêwaz bi hevokên pir kurt dihat pê. Meseleya sereke ew bû ku divê nivîs ji hevokên kurt were pê. Bi dû re min ji xwe re navek li vê teknîkê kir, pênasekirin. Serqiseyê: Rû. Rûyek. Qermîçî. Çelmisî. Tijî qermîçek. Têkçûyî. Rûyê zerbûyî. Şopên qilqaleyê. Çav. Çavên di kortê de wendayî. Bêfermayî. … Bi rastî jî ev kiras gelekî li bedena Kurdî tê. Ev teknîk ji alî gelekî nivîskarên dîtir hatiye bikaranîn, mîsal: Zilamê Niviyayî-Georges Perec, Sohbetên ligel Profesor y-Luis Ferdinand Celine, hin çîrokên Izak Babel, romana Ferit Edgü ya bi navê Li Hekariyê Demsalek. Bi rastî jî zimanê kurdî di warê vegotinê de zimanekî bêhempa ye, ew bi tevahî zimanekî edebiyat û sêwirandinê ye. Lewma jî meriv dikare bi mijar yan jî bûyereke besît metneke zor mezin ava bike. 

Rûdaw: Ferhad can, mijareke hesas heye. Di hinek çîrokan de em rastî paragrafên bi zimanê Tirkî tên. Xwînerekî Kurd (mînak ji Başûr an Rojhilat an Rojava) ku Tirkî nizanibe, dê çawa bi van beşan bihese? Çima te wergera wan a Kurdî li jêr nenivîsî? Gelo mebesteke te ya hunerî yan polîtîk li pişt vê "têkeliyê" heye?

Ferhad Mihemed: Ev jî tercîh bû. Min xwest ez xwezayiya nivîsê xirab nekim. Ez gelek caran lê rast hatime, wextê ku ez kitêbeke ji Îngilîzî yan jî zimanekî dîtir ê dinyayê li Tirkî hatiye wergerandin, dixwînim, ew jî car bi car vê yekê dikin. Ez li wan rast têm.

Rûdaw: Di çîroka 3/Beybûnên Yasemînê de em rastî bikaranîneke zindî ya devokî tên: "Bîra te î saxlem e, î mîna kêvir e. Hela lê çav'ke, aqlî te î mîna berê ye..." Ev cure bikaranîn di nava çîrokeke modern de rîsk e yan dewlemendî ye? Tu sînorê di navbera zimanê standard û devokî de çawa diparêzî?

Ferhad Mihemed: Ev yek bêyî şik û bêyî guman dewlemendî ye. Yanî tiştekî welê ye ku ez çawa bibêjim, devera ku zarokatiya min lê bûrî ji vî alî ve pir û pir dewlemend bû. Meriv vê yekê bikaribî di cih de bi kar bînî tu carî nabe rîsk. Ji ber ku metnê zindîtir dike. Dengekî nû bilind dibe. Parastina wê jî ez weha dikim, ez gelek caran vê tercîhê di diyalogan de bi kar tînim. Hingê têkilhevî nayê pê.

Rûdaw: Hesp... Di çîrokên te de "hesp" gelek caran derbas dibe û wekî motîfekî sereke xuya dike. Li gorî te hesp di edebiyata te de hêmaya çi ye? Azadî, rev an serhildan?

Ferhad Mihemed: Hesp… Ez ji hespê pir hez dikim. Pir. Pir. Pir. Her tevger her hereketê hespê bi xweşa min tê. Çêrîna wî, çargaviyên wî, guhbelbûna wî… firrefirrkirina wî. Şopên nahl û simên wî. Di çilê germa havînê de wextê ku boçika xwe li paqên xwe dixe û pê mêşan ji xwe bi dûr dixe… Her liv û lebat. Tu dizanî, ew îskana ku ez tê de çay yan jî qehweyê vedixwim jî li serê motîfên hespê hene. Zarokatiya min li derûdora Çemê Firat bihûrî. Rehmet li miriyên haziran be, kalikê min ê rehmetî -yekê çavhêşin ê awirtûj bû- xwedanê hespên bijarte bû. Her tim di nava axwira wî de herî kêm du hesp hebûn.

Carekê rind tê bîra min, min jê pirsî û min got “Kalo, çima du hespên te hene?” wî got “Bona ku hesp newestin, ez her yekî rokî dikim nav oxên erebê Qerat!” hingê min ew baştir fam kiribû. Navê min jî Qerat lê kiribû. Roja ku ew dihat mala me, mîna ku wê rojê di dinyayê de kes mîna min ne dilgeş e. ji ber ku ez zarok bûm û hêza min tixûbkirî bû, min nediwêrîbû ez nêzê hespê wî bibim, lewma jî min ji xwe re hespekî ji rotekî darê çêkiribû û min benekî qinabe hilboqe kiribû avêtibû stûyê dar û paşê, min ew dixist nav şeqên xwe û min ew dida xara. Carina em hewqas dibeziyan ku, min xwîdan dida û min digot “hoooooyyyîş hespê min.” Min hest pê dikir û ez tîh bûme, her weha min tasa ava xwe dida ber wî jî lê wî venedixwar hingê min dilê xwe de digot “teqez min hespê xwe pir bezandiye, westiyaye û ew sil bûye, lewma ew avê venaxwe.” Hesp bû mîna çavkaniyeke kûr a bestlêrabûna min. ji ber vê yekê jî hesp, ji bo min bû bingeha azadî, rev û serîhilhdanê.

Rûdaw: Çîroka Hesp, Bûkanî û Sêv yek ji çîrokên herî bandorker û xemgîn e, mirov dikare bibêje agir bi kezeba meriv dixe. Tu dikarî hinekî behsa paşxaneya vê çîrokê bikî? Çi îlham da te ku tu vê trajediyê binivîsî?

Ferhad Mihemed: Ev çîrok wekî perçe-perçe di bîra min de hebû jixwe. Lê rojekê dostekê ji min re got “pêşbirkek li dar dikeve çima tu jî beşdarî lê nakî?” wê rojê ez rûniştim û min di nava du rojan de ew çîrok nivîsî. Di devereke çîrokê de cihek heye, çaxa ku term dişon. Di sala 1997î de, çaxê ku ez zarok bûm em çûbûn gundekî Diyarbekirê. Bavê min û diya min ji bo keçxwestinê çûbûn, ez jî digel wan. Em gihan gund negihan, me xwarin xwar, xeber hat ku apê keçikê wefat kiriye ji nişke ve. Min dît, deriyê textîn ê axwirê ji cihê wî dexistin û birin. Min wê çaxê ji wan seh kir ku ew dê wî derî bibin da meyît li ser bişon. Ev metafor her weha di bîra min de ma û min ew bi kar anî. Dîsa, carekê, ez çûbûm ji bo definkirinekê ser mezel, piştî ku cenaze binax kirin, yekî rahişt çîmçaqekî (kevirekî birq e) û li ser kêlê çîçekek xêz kir. Yê wefatkirî gelekî ciwan bû. Yanî ez dikarim bibêjim ku ev hemû parçe gihan hev û çîrok hat pê. Jixwe sêva qurnefîlkirî û bûkanî jî temsîliyeta hezkirinê tînin bîra meriv, di tevahiya panoramaya çîrokê de.

Rûdaw: Em dizanin ku tecrubeyeke te ya penaberiyê/xerîbiyê jî çêbû û tu demekê li Ewropayê mayî, lê paşê vegeriyayî. Te Ewropa çawa dît û çima te biryara vegerê da? Gelo "Welat" ji bo nivîskarekî tenê erdnîgarî ye yan çavkaniya ziman û hestê ye?

Ferhad Mihemed: Jîn e. Çav e. Hiş e. Dê ye. Bav e. Yar e. Ax e. Av e. Tav e.  Welat her tişt e. Her û her tişt e. Berî ku ez herim Ewrûpa min kêm-zêde li ser edebiyata sirgûnê xwendin kiribûn. Serqiseyê, Mandelstam, Ahmatova, Nazim Hikmet, Stefan Zweig… Ji yên edebiyata kurdî, Celadet Alî Bedirxan, Cegerxwîn, Mehmed Uzun, Hesenê Metê… Lê yeke din hebû nemaze jî ez di bin tesîra wê de mam. Lubnanî ye û bi fransizî dinivîse, Venus Khoury-Ghata. Lê dîsa jî min texmîn nedikir ku sirgûnî hewçend zor û dijwar e. Bi rastî ez carina difikirim bê ka ew nivîskar yan jî hunemendên ku li sirgûnê jiyan berhemên xwe çawa afirandin? Çawa wan li sirgûniyê debar kir û jiyana xwe domandin…?

Rûdaw: Berî vê pirtûkê, te Hesabgêr weşandibû û te gelek xelat (Şerzan Kurt, Yilmaz Guney, Abdullah Duran) wergirtine. Nêrîna te li ser xelatên edebî çi ye? Gelo xelat nivîskar tembel dike yan wî han dide (teşwîq dike) ku baştir binivîse?

Ferhad Mihemed: Bê guman xelatbûyin nivîskarî û afirinderiyê bi kar dixe, ew xebatê germtir dike û di nava civakê de jî nivîskar dike xwedan prestîj jî. Bi her awayî bikêrhatî ye.

Rûdaw: Te xebatên edîtoryal li ser berhemên Mehmed Uzun jî kirine. Çi te bi Mehmed Uzun ve girê dide û wekî pirseke giştî; tu niha çi dixwînî û li çi guhdarî dikî? Ji nivîskarên Kurd û yên Cîhanî kîjan li ber dilê te şêrîn in an tu xwe nêzîkî wan dibînî?

Ferhad Mihemed: Edîtoriya kitêbên Mehmed Uzun hem ji bo pêşketina min a edebî û hem jî ji bo tecrubeyekê derfeteke gelekî hêja bû ji bo min. Uzun yek ji mamosteyê min e, heye ku ez bi dîsiplîna wî ya nivîskariyê hînî gelekî tiştan bûm di warê edebiyatê de. Mehmed Uzun hem bajariyê min e hem jî ez malbata wan ji nêz ve dinasim, ev tiştên ha min bi wî ve bi awayekî zexm girêdidin. Ev bi temamî girêdanên hestiyarî ne. Wextê ku ez li kolanên bajarê Siwêrekê digerim, tavilê ez dibêjim aha ew ê ji vî koşeyî derkeve pêşiya min.

Min ew pir caran di xewnên xwe de jî dîtiye tevî ku min tu carî zindî nedîtiye. Wextê ku ez herim Diyarbekirê, teqez riya min dikeve ser gora wî. Ez pir caran li ber serê wî rûdinim, car bi car ez jê re pasajine ji kitêbên wî dixwînim. Ez niha Aytmatov dixwînim. Aytmatov pir kêfa min tîne. Van demên dawîn jî ez li musîka Lubnanê guhdarî dikim, li Georgette Sayegh, Salwa El Katrîb û Xodda. Di edebiyata cîhanê de Anton Çehov, Hermann Broch, Herman Hesse, John Steinbeck li ber dilê min pir ezîz in. Hemû nivîskarên Kurd ji bo min pir ezîz in. Ez bi riya te silav û hurmetên xwe li wan dikim.  

Rûdaw: Di dawiyê de, em behsa projeyên te yên nû bikin. Em dibihîzin ku tu li ser jiyana Serokê Giştî yê PDK-Tirkiyeyê Faik Bucak romanekê bi navê Tîrêjtav dinivîsî. Çima Faik Bucak? Û herwiha xebata te ya li ser fîlmografiya Yilmaz Guney di çi qonaxê de ye?

Ferhad Mihemed: Helbet. Erê ez li ser Faik Bucak romanekê dinivîsim û min beşê wî yê pêşîn bi dawî kir. Min ji bo romanê gelekî lêgerîn kirin. Min gelekî materyal bi dest xistin. Min bi xwişka wî re nêzê 3 saet roportaj pêk aniye. Serqiseyê ez çûm cihê wî yê ku wî xwendina xwe kiriye û lê maye: Dîcle Talebe Yurdu, Zanîngeha Stenbolê û derûdora wan deveran. Çima Faik Bucak, bersiva vê pirsê zelal e. Gelek kes wî nas nake, mebesta min bi vê xebatê danaskirina wî ye. Her weha ew ji bo tarîxa siyasî û edebî ya Kurdistanê gelekî şexsiyeteke girîng e. Nivîsîna vê romanê ez nizanim ê çiqas biajo lê ev xebat ji bo min mîsyoneke tarîxî ye. Xebata Yilmaz Guney gelekî dijwartir e. Ev nêzê 10 sal in ku ez li ser lêkolînê dikim. Roportaj, foto, kitêb, kupurên rojnameyan, vîdeo, belgefîlm… Serqiseyê wê rojê du heb fotoyên wî yên paşkamerayê yê fîlmê AĞIT derketin piyaseyê, ew foto bi rastî pir hêja ne. Her roj di derbarê wî de tiştine nû derdikevin holê. Lê min hîmên xebatê danîne, di demeke kurt de ez ê dest bi nivîsîna wê jî bikim.

Rûdaw: Gelekî spas Ferhad can!

Ferhad Mihemed: Esas ez spas dikim Kek Besam. Bi hêviya rojên tijî edebiyat û hunerî.

Ferhad Mihemed

Ferhadê Mihemed, bi eslê xwe ji Siwêregê ye lê di Adara 1989an de li Hîlwanê ji dayîk bûye. Aliyê diya wî Kurmanc, aliyê bavê wî Dimilî ye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Hîlwanê qedandiye.

Wî sala 2009an li Zanîngeha Suleyman Demîrelê dest bi xwendina Fakulteya Aboriyê kiriye. Jiyana wî ya edebî piştî ku di salên zanîngehê de rastî Hesenê Metê tê, bi temamî diguhere û ziman û edebiyata Kurdî dibe navenda jiyana wî.

Bi handana Hesenê Metê û Selîm Temo û bi xwendina kovarên Hawar û Ronahiyê yên Mîr Celadet Alî Bedirxan dest bi nivîsandinê dike.

Çîroka wî ya yekemîn sala 2015an tê weşandin. Ji wê demê heta niha nivîs, çîrok û wergerên wî di gelek kovarên Kurdî û Tirkî yên wekî Zarema, Jehr, Tetirbe, Çirûsk, Kurdeçîrok û Herdkovarê de hatine weşandin.

Ew sala 2020î li Zanîngeha Harranê dest bi beşa sînemayê dike lê piştî salekê dev jê ber dide.

Niha li ser jiyana Serokê Giştî yê PDK-Tirkiyeyê Faik Bucak romaneke bi navê “Tîrêjtav” dinivîse û di heman demê de pirtûkeke li ser sînema û fîlmografiya Yilmaz Guney amade dike.

Berhemên wî:

Hesabgêr F, Weşanên Apec, Stockholm, 2018.

Hesabgêr, Weşanên Lîs, Amed, 2019.

Xebatên wî yên Edîtoryal

Hemû berhemên Mehmed Uzun ên bi Kurdî, 2020-2021, Sel Yayınları, Stenbol.

Hêviyên Şikestî, Mehmet İlyasoglu, 2025, Weşanên J&Jyê, Diyarbekir.

Hemû Helbestên Hakimê Kurd Faik Bucak, 2021, li ber çapê ye.

Wergerên wî

Şikur Ozon Cebirî, 2020, Tilki Kitap, Stenbol, 2020.

Xelatên wî:

2016: Xelata Yekemîniyê, Pêşbirka 6. ya ji bo bîranîna Şerzan Kurt, bi çîroka "Kitêba Bergsor."

2020: Xelata Taybet a Desteya Hilbijêr, Mîhrîcana 3. ya Çand û Hunerê ya Yilmaz Guney, bi çîroka "Dengê Yasemînê."

2025: Xelata Yekemîniyê, Pêşbirka 14. ya ji bo bîranîna Abdullah Duran, bi çîroka "Hesp, Bûkanî û Sêv.”

2025: Xelata Sêyemîniyê, Pêşbirka Weqfa Kurdî, bi çîroka "Berf, Şewat û Jinik."