Berîvan Aymaz: Divê em heta dawiyê ji bo her dengî têbikoşin

Siyasetmedara Kurd a Partiya Keskan Berîvan Aymaz, di gera yekem a hilbijartinên şaredariya bajarê Kolnê yê Almanyayê de bi rêjeya ji sedî 28an bû yekem.

Lê belê ji ber ku ti namzedî ji sedî 50+1ê dengan bi dest nexist, hilbijartin derbasî gera duyem bû.

Li gorî sîstema hilbijartinê ya li Kolnê, ji bo ku namzedek di gera yekem de bi ser bikeve, divê ji sedî 50 zêdetir deng wergire.

Ji ber vê yekê, şaredarê nû yê bajêr dê di gera duyem de diyar bibe.

Gera duyem a hilbijartinê dê di 28ê Îlona 2025an de were kirin.

Eger Aymaz di gera duyem de jî bi ser bikevê dê bibe şaredara bajrê Kolnê.

Bêrîvan Aymaza ku di gera yekem a hilbijartinên şaredariya Kolnê de bi ferqeke mezin li pêş bû, ji bo gera duyem bang li hemû welatiyan kir ku biçin ser sindoqan.

Aymaz ji nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî û got, "AfD kampanyayekê li dijî min dimeşîne û banga wê dike ku dengê xwe bidin hevrikê min lê divê mirov dengê xwe bide da ku piştgiriya xwe ji bo tiştekî bîne ziman, ne ku rê li ber kesekî bigire."

Hevpeyvîna Ala Şalî û Berîvan Aymazê wisa ye:

Rûdaw: Silav Bêrîvan, spas ku tu bi me re yî. Di 14ê vê mehê de te piraniya dengan bi dest xist. Niha ji bo gera duyemîn a di 28ê vê mehê de tu xwe amade dikî tu bawer dikî ku dê piraniya dengan bi dest bixî?

Bêrîvan Aymaz: Gera yekem a hilbijartinan potansiyela siyaseteke vekirî û nêzîkî mirovan nîşan da. Hemû kes matmayî man ku ez bi ferqeke ewqas mezin li pêş bûm. Lê wekî siyasetmedareke xwedî ezmûn ku di gelek hilbijartinan de beşdar bûye, ez dizanim ku pêwîst e mirov heta dawiyê hewl bide û her dengî bi dest bixe. Ji ber vê yekê, ez dê bi hevalên xwe yên partiyê û alîgirên xwe re ji bo her dengî têbikoşim.

Rûdaw: Baş e Bêrîvan, tu di nav germahiya bangeşeyê de yî. Tu ji dengdêrên bajarê Kolnê çi dixwazî û dê ji bo paşeroja bajarê wan çi bikî?

Bêrîvan Aymaz: Heta gera yekem a hilbijartinan, min her tim mijarên sereke yên vî bajarî kirin rojev; wekî xaniyên bi bihayekî guncav, birêvebirina baş a veguhastina giştî, cihên giştî yên ewle û paqij û her wiha pirsgirêka kesên bi madeyên hişbir ve girêdayî û nexweş. Min ji bo van hemûyan konsept amade kirine. Ez baş dizanim ku di demekê de ku populîzm gelekî berbiçav e û rewşa cîhanê ji demokrasiyê ber bi dewletên otokratîk ve diçe, mirov ji bo serokatiya bajarê xwe kesekî dixwazin ku piştgiriya jiyana hevbeş bike û mirovan bigihîne hev, ne ku ji hev dûr bixe.

Rûdaw: Belê, tu çi daxwazî ji dengdêrên Kurd û neteweyên din ên li bajarê Kolnê dikî, ji ber ku Koln bajarekî pirreng û pirçandî ye?

Bêrîvan Aymaz: Gelek kesan ji min dipirsî, 'gelo koçber jî dengên xwe didin te?' Erê, koçberan jî bi awayekî berbiçav dengên xwe dane min. Ez her tim dibêjim, dengên pileya yekem û duyem nînin. Hemû welatiyên bajarê Kolnê wekhev in. Ez dixwazim hemû mirovên vî bajarî, bi hemû pirrengiya xwe, li vî bajarî bi hev re bijîn. Dixwazim ku ev hemû mirov hîs bikin ku siyaseta xwecihî ji wan fêm dike û mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin. Ez şanaziyê pê dikim ku min li taxên ku piraniya wan berê ne ji bo Partiya Keskan bûn, serkeftin bi dest xist. Ev yek nîşan dide ku min karî bala wan mirovên ku dûrî siyaseta xwecihî bûn, bikşînim ser siyasetê.

Rûdaw: Pirsa me ya dawî ew e, peyameke te ya din ji bo dengdêrên Kurd ên li bajarê te heye? Çi qasî girîng e ku roja yekşemê biçin ser sindoqa dengdanê, ji ber ku Partiya AfD li vê herêmê gelek deng bi dest xistiye?

Bêrîvan Aymaz: Helbet Partiya AfDyê kampanyayekê li dijî min dimeşîne. Ew bang dike ku dengê xwe bidin hevrikê min da ku rê li ber min bigirin. Lê di demokrasiyan de wisa ye ku mirov dengê xwe dide da ku piştgiriya xwe ji bo tiştekî bîne ziman, ne ku rê li ber kesekî bigire. Li dijî vê yekê, pêwîstiya me bi helwesteke zelal û hevgirtî heye. Ez ji hemû demokratîxwazên ku baweriya wan bi bername û kesayetiya min tê dixwazim ku di 28ê Îlonê de biçin ser sindoqa dengdanê û dengên xwe bidin min.

Rûdaw: Bêrîvan, gelek spas ku tu bi me re bûyî. Em serkeftinê ji te re dixwazin û hêvîdar in ku tu piraniya dengan bi dest bixî.

Bêrîvan Aymaz: Gelekî spas.