Balyozê Japonyayê: Em dê vîzeyê ji bo geştyarên Îraq û Herêma Kurdistanê hêsantir bikin

Balyozê Japonyayê yê Îraqê Akira Endo ji Rûdawê re ragihand ku ji sala 2003yan ve wan bi bihayê 21 milyar dolaran deyn û alîkarî dane Îraq û Herêma Kurdistanê.

Endo her wiha da zanîn ku ew dê ji bo xwendekarên Kurd kursiyên xwendinê dabîn bikin û ji bo geştyaran jî vîzeyê hêsantir bikin.

Balyozê Japonyayê li ser derfetên xwendinê yên li Japonyayê jî wiha got, “Hikûmeta Japonyayê salane bursa MEXTê pêşkêş dike. Bi giştî her sal du xwendekar ji Herêma Kurdistanê vê bursê werdigirin. Serlêdan ji bo sala xwendinê ya 2027an dê bihara bê dest pê bikin. Yên ku eleqedar in, bila çavê wan li ser malpera balyozxaneya me be.”

Rûdaw: Rewşa niha ya pêwendiyên Îraq û Japonyayê çawa ye?

Akira Endo: Bê guman wekî hûn dizanin, Îraq Japonya xwedî pêwendiyên baş, dostane û dîrokî ne. Pêwendiyên me yên dîplomatîk vedigerin sala 1939an, loma îsal 85emîn salvegera pêwendiyên me ye. Japonya ji sala 2003yan ve bi awayekî xurt piştgiriyê dide Îraqê. Em piştgiriya gelê Îraqê bi giştî û bê guman gelê Herêma Kurdistanê bi taybetî dikin.

Rûdaw: Armancên sereke yên Japonyayê di hevparîtiya bi Îraqê re çi ne?

Akira Endo: Em tekezî li ser avakirina pêwendiyeke ku her du alî tê de serkeftî bin dikin. Wekî hûn dizanin, Îraq aramiya xwe bi dest xistiye û aboriya wê bi nifûseke ciwan a ku bi lez zêde dibe re, berfireh dibe. Ji ber vê yekê, Japonya hem di kerta giştî û hem jî di kerta taybet de amade ye ku ezmûn, teknolojî û çavkaniyên xwe pêşkêşî civaka Îraqîê bike, da ku xelk bikare ji aramî û geşedaneke demdirêj sûdê wergire.

Rûdaw: Qebareya niha ya dan û standina bazirganî ya di navbera Îraq û Japonyayê de çend e û planên ji bo berfirehkirina wê çi ne?

Akira Endo: Li gorî amaran, di sala 2024an de hinardekirina ji Japonyayê bo Îraqê gihişte nêzîkî 900 milyon dolarî ku bi piranî ji otomobîl, parçeyên yedek, amûrên mekanîkî û boriyên petrolê pêk dihat. Hinardekirina ji Îraqê bo Japonyayê jî nêzîkî 17 milyon dolarî bû û piraniya wê petrol bû. Em bawer dikin ku potansiyeleke mezin a geşedanê heye û em wekî balyozxane kompanyayên Japonî teşwîq dikin ku berhemên xwe yên bi kalîte bixin bazara Îraqê.

Rûdaw: Astengiyên sereke yên li pêşiya berhemên Japonyayê li bazara Îraqê çi ne?

Akira Endo: Ez dizanim ku berhemên Japonî li Îraqê gelekî tên xwestin lê ji ber kalîteya wan a bilind, carinan biha ne. Astengî ew e ku kompanyayên Japonî ji ber fikarên ewlehiyê û nedîtina hevparên pêbawer, dudil in ku bikevin bazarê.

Rûdaw: Ji sala 2003yan ve, tevahiya alîkarî û deynên Japonyayê ji bo Îraqê çend bûye?

Akira Endo: Ji sala 2003yan ve, alîkariyên me yên ji bo Îraqê gihiştine 21 milyar dolarî ku nêzîkî nîvê wê deynê bi yenê Japonî ye. Tevî rewşa me ya aborî ya dijwar, Japonya her tim yek ji alîkarên sereke yên Îraqê bûye.

Rûdaw: Hûn herî zêde şanaziyê bi kîjan projeyan dikin?

Akira Endo: Projeyên me yên deynê, beşa herî mezin a alîkariyên me pêk tînin. Wekî mînak, projeya nûjenkirina parzûngeha Besrayê ku mezintirîn projeya me li Rojhilata Navîn e, dê di dawiya îsal de biqede. Ev proje dê geşedana aborî ya demdirêj a Îraqê misoger bike.

Rûdaw: Projeyên sereke yên Japonyayê li Herêma Kurdistanê kîjan in?

Akira Endo: Me di warên kehrebe, av û petrolê de gelek proje bi serkeftî bi dawî anîne. Vê mehê jî me ji bo projeyeke nû ya avêrêjê li Herêma Kurdistanê peymanek îmze kir. Ev proje dê pirsgirêkên qirêjbûna avê çareser bike û ji bo nêzîkî 2,4 milyon kesî li Hewlêr û derdora wê ava paqij dabîn bike.

Rûdaw: Japonya çawa alîkariya Îraqê dike ku aboriya xwe ji girêdana bi petrolê rizgar bike?

Akira Endo: Em piştgiriyê didin hewlên Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê yên ji bo curbicurkirina aboriyê. Bi rêya Ajansa Japonyayê ya Hevkariya Navneteweyî (JICA), em ciwanên Îraqî vedixwînin Japonyayê da ku ezmûn û teknolojiya me bi wan re parve bikin.

Rûdaw: Japonya çawa li astengiyên ewlehiyê yên li Îraqê dinêre?

Akira Endo: Ji ber pêgeha jeopolîtîk a Îraqê, ew zû dikeve nav aloziyên herêmî. Em pesnê helwesta hikûmeta Îraqê didin ku pişta xwe bi dîplomasiyê girê dide. Hejmara bûyerên terorîstî gelekî kêm bûye. Ez cara çaremîn e li Îraqê kar dikim û ez bi awayekî erênî matmayî me ku aramî çi qasî baştir bûye.

Rûdaw: Planên we ji bo pevguhertina çandî çi ne?

Akira Endo: Em bi zanîngehên Îraqê re hevkariyê dikin. Îsal me pirtûk pêşkêşî Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê kirin. Em piştgiriyê didin xebatên arkeolojîk û ji bo danasîna çanda Japonî çalakiyan li dar dixin. Em dixwazin van çalakiyan li Herêma Kurdistanê jî berfireh bikin.

Rûdaw: Ji bo xwendekarên Kurd û Îraqî çi derfetên xwendinê hene?

Akira Endo: Hikûmeta Japonyayê salane bursa MEXTê pêşkêş dike. Bi giştî her sal du xwendekar ji Herêma Kurdistanê vê bursê werdigirin. Serlêdan ji bo sala xwendinê ya 2027an dê bihara bê dest pê bikin. Yên ku eleqedar in, bila çavê wan li ser malpera balyozxaneya me be.

Rûdaw: Ji aliyê geştyariyê ve, hûn çawa vîzeyê ji bo xwediyên pasaporta Îraqî hêsan dikin?

Akira Endo: Têgihiştineke şaş heye ku wergirtina vîzeya Japonyayê zehmet e. Mesrefa vîzeyê ne zêde ye û em di nav pênc rojan de bersivê didin. Welatî dikarin bi rêya kompanyayên geştyariyê yên li Bexda û Hewlêrê serlêdanê bikin. Berê dibe ku zehmet bûbe lê niha pêvajo gelekî hêsan e. Em dixwazin bêtir geştyar ji Îraq û Herêma Kurdistanê serdana Japonyayê bikin.