Alîkarê Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) Achim Post di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de qala girîngiya pîrozkirina Newrozê ya li saziyên fermî yên Almanyayê kir û diyar kir ku ev pîrozbahî nîşaneya hêvî û geşbîniyê ye.
Achim Post destnîşan kir ku tevî hemû zehmetiyên li pêşiya gelê Kurd, cejna Newrozê mafê çarenivîsa Kurdan nîşan dide û divê Newroz wekî fersendekê ji bo nîşandana şiyanên paşerojê û daxwazkirina mafên rewa were dîtin.
Post li ser rola Hêza Pêşmergeyan pesna wêrekiya jin û mêrên Kurd da ku “di têkbirina terorîstên DAIŞê de roleke mezin lîst” û got ku eger ne ew bûna "ew serkeftin bi dest nediket."
Kurd nabe ku wekî 'guleyan' werin bikaranîn
Alîkarê Serokê SPDyê hişyarî da ku nabe Kurd wekî amûrekê yan jî "guleyê" di şeran de ji bo berjewendiyên navneteweyî werin bikaranîn û helwesta partiya xwe û hikûmeta welatê xwe eşkere kir ku ew alîgirê vegera ser maseya dan û standinan û pêkanîna aştiyeke mayînde ne ji bo parastina mafên Kurdan.
Achim Post sersaxî ji malbatên Pêşmergeyan re xwest û tekez kir ku Almanya di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de dê hewlên xwe zêdetir bike ku agirbesteke giştî pêk were.
Alîkarê Serokê SPDê diyar kir ku tenê bi rêya agirbest û diyaloga siyasî dikare rê li ber ducarebûna êrişan were girtin û jiyana welatiyan û Pêşmergeyan ji metirsiyên şer were parastin.
Hevpeyvîna nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê ya bi Alîkarê Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) Achim Post re:
Rûdaw: Tevî vê rewşa ku li cîhanê û Rojhilata Navîn heye, bi nêrîna we pîrozkirina Newrozê di saziyên girîng ên Almanyayê de çi qasî girîng e?
Achim Post: Bi baweriya min, rewş çi qas zehmet be jî, divê mirov ew qas zêdetir geşbîn be. Hûn bi xwe jî baş dizanin ku bi salan û bi dehan salan e rewşa zêdetirî Kurdan çi qas zehmet e û carinan jî bi êş e. Ji ber vê yekê, ev cejna serê salê yanî Newrozê, ji bo nîşandana hêvî û geşbîniyê û her wiha ji bo şiyanên paşerojê gelekî giring e. Divê were nîşandan ku mafê çarenivîsa gelê Kurd heye.
Rûdaw: Di êrişeke mûşekî ya Îranê de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 jî birîndar bûn. Almanya ji bo parastina vê hêzê çi dike?
Achim Post: Rast e. Ez bawer dikim ku eger jin û mêrên wêrek ên Kurd neban, DAIŞ ew qas lawaz nedibû. Almanya di pozîsyoneke taybet de ye; me her ji destpêkê ve ji birêz Trump re got ku ev ne şerê me ye û em dixwazin di zûtirîn dem de aştî pêk were. Ez bawer dikim ku ev ji bo hemû aliyan û bi taybetî ji bo Kurdan jî baştir e. Çunkî bi baweriya min hinek aliyên şer dixwazin Kurdan wekî guleyê bi kar bînin. Karên ku naxwazin bi xwe bikin, dixwazin bixin ser milê Kurdan. Ji ber vê yekê nêrîna hikûmeta federal û bi taybetî ya Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) ev e: Werin em vegerin ser maseya dan û standinan, agirbestê ragihînin û bi rêya aştiyane bixebitin da ku mafên Kurdan ji her demê baştir werin parastin.
Rûdaw: Herêma Kurdistanê her dibêje ew naxwaze bibe beşek ji vî şerî lê Îran êriş dike. Almanya dê ji bo parastina Pêşmergeyan çi bike?
Achim Post: Belê, hikûmeta Almanyayê di çarçoveya Yekîtiya Ewropayê de ji mêj ve hewl dide ku aramî û aştî pêk were da ku Kurd zererê nebînin û nebin qurbanî. Divê em wan hewlan zêdetir bikin. Daxwaza min a sereke ev e: Em her tiştî bikin ji bo parastina jiyanê û bi taybetî ji bo parastina jiyana Kurdan.
Rûdaw: Peyama we ji bo gelê Kurd û malbatên wan 6 Pêşmergeyên şehîd çi ye?
Achim Post: Peyama min ev e: Hikûmeta Almanyayê, SPD û Yekîtiya Ewropayê hewl didin ku di zûtirîn dem de agirbest pêk were. Eger agirbest hebe, bûyerên bi vî rengî êdî naqewimin. Tevî ku rewş zehmet be jî, mirov dikare li ser maseya dan û standinan ji bo mafên gelê Kurd bixebite.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse