Christoph de Vries: Kurd hevpeymanên me yên girîng in

Wezîrê Dewletê yê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ragihand ku cejna Newrozê li Almanyayê nîşaneyeke mezin a hêviyê ye û tekez kir ku Kurd ji bo Almanyayê hevpeymanên girîng in.

Wezîrê Dewletê yê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê Christoph de Vries ji Rûdawê re ragihand, "Îradeya Kurdan a ji bo azadiyê û berxwedana wan a di bin mercên giran de her tim bal kişandiye."

Christoph de Vries diyar kir ku Newroz peyama wê yekê dide ku piştî her tariyê ronahî tê û got ku ev yek ji bo rewşa niha ya herêmê ku tije krîz e, gelekî girîng e.

Christoph de Vries li ser gefên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê ragihand ku bi hebûna desthilata Îranê aştî û aramî li Rojhilata Navîn pêk nayê û xwest ku dawî li vê rejîmê were anîn da ku hêviyeke rastîn ji bo aştiyê çêbibe.

Wezîrê Alman her wiha pesnê rola Hêza Pêşmergeyan da û ew wekî hevpeymaneke sereke ya Rojava bi nav kir ku karîbû DAIŞê bi paş bixe û bibe parêzvanên ewlehî û nirxên hevpar.

Christoph de Vries di dawiyê de bal kişand ser hebûna leşkerên artêşa welatê xwe (Bundeswehr) li Hewlêrê û tekez kir ku Almanya û Kurd di "heman belemê" de ne û ew hevparên nirxên hev in.

De Vries êrişên mûşekî yên Îranê wekî êrişên "kor" bi nav kirin û da zanîn ku Kurd sedema sereke ya liv û tevgerên demokratîk ên li nav Îranê ne.

De Vries hêvî kir ku qurbaniyên Kurdan ên di rêya azadî û demokrasiyê de vala neçin û bibin destpêkek ji bo guhertineke bingehîn.

Hevpeyvîna nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê ya bi Christoph de Vries re:

Rûdaw: Birêz de Vries, spas ji bo vê derfetê. Tevî vê rewşa ku niha li cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn heye, we amaje bi wê yekê kir ku çi qas girîng e Kurd cejna Newrozê di nav saziyên biryarder ên hikûmeta Almanyayê de pîroz bikin. Peyama we ji bo Newrozê çi ye?

Christoph de Vries: Wekî tê zanîn ez dostê Kurdan im. Lewma ez bi salan e Newrozê li gel civaka Kurdan li Almanyayê û li gel Kurdên li Almanyayê pîroz dikim. Ez endamê “Koma Parlamentoyê ya Jiyana Kurdî" me û ji ber vê yekê jî ez xwe nêzîkî daxwazên Kurdan dibînim. Ez bawer dikim ku di van demên dijwar de, ku em bi gelek krîz, şer û gefan re rûbirû ne, pir girîng e ku em hêvî û geşbîniya xwe winda nekin. Newroz vê ramanê dide; ku piştî tariyê ronahî tê û nabe em dest ji hêviyê berdin. Îradeya Kurdan ji bo azadiyê û hêza wan a berxwedanê di bin her mercên dijwar de, her dem bandoreke mezin li min kiriye. Di van deman de ev yek pir girîng e.

Rûdaw: Birêz de Vries, wekî hûn agahdar in, roja Sêşemê di encama êrişeke mûşekî ya Îranê de 6 Pêşmege şehîd ketin û 30 jî birîndar birîndar bûn. Bi nêrîna we, Almanya dikare çi bike ji bo parastina wê hêza ku DAIŞ têk bir? Wek hikûmet û dewleta Almanyayê, gelo nabe ku hûn tenê temaşevan bin? Almanya çawa dikare Pêşmergeyan biparêze?

Christoph de Vries: Niha em dibînin ku gefa li ser tevahiya Rojhilata Navîn, li ser Kurdên li Îran û Îraqê û li ser tevahiya herêmê çi qas mezin e. Tevî hemû nîqaşên li ser hiqûqa navneteweyî, divê tiştek eşkere be: Bi hebûna vê rejîma Îranê re, aştî û aramî li Rojhilata Navîn pêk nayê. Ji ber vê yekê daxwaza min ew e ku ev rejîm di dawiyê de were rûxandin da ku hêviyeke rastîn ji bo aştiyê çêbibe. Em dizanin ku Pêşmergeyên li Îraqê di şerê li dijî DAIŞê de hevpeymanên girîng ên Rojava bûn, wan karîbûn DAIŞê bi paş bixin. Wan hişt ku DAIŞ bi paş de vekişe û wan piştrast kir ku li Îraqê hevkarekî me yê ewlehî û nirxan heye ku em dikarin pişta xwe bi wan germ bikin. Ji ber vê yekê girîng e ku ev şer bi dawî bibe û di gel de rejîma Îranê jî bi dawî were.

Rûdaw: Birêz de Vries, Herêma Kurdistanê bi berdewamî radigihîne ku naxwaze bibe beşek ji vê aloziyê û dixwaze her dem roleke hevseng bilîze. Di vê rewşa dijwar de ku metirsiya serhildana DAIŞê jî zêde dibe, divê Almanya çi bike? Hûn dizanin ku leşkerên Almanyayê li Herêma Kurdistanê ne, hûn çawa dikarin hevkarên xwe biparêzin?

Christoph de Vries: Min berî niha gotibû ku ji bo me Kurd li Îraqê hevpeymanên girîng in. Wan bi salan piştrast kir ku DAIŞ nêzîkî me nebe. Li Sûriyeyê kamp hatine valakirin, em hêvî dikin ku ew negihêjin Almanyayê û nebin metirsî ji bo ewlehiya me. Loma ya girîng e ku her dem piştgiriya siyasî ji bo Kurdan hebe, bi taybetî dema ku rewş ji bo wan giran dibe. Ez bi xwe jî bi awayekî kesane û siyasî ji bo vê yekê tê dikoşim. Tiştek heye ku me û Kurdan û nûnerên artêşa Almanyayê (Bundeswehr) yên li Hewlêrê digihîne hev: Em ne beşek ji vî şerî ne. Me ev dest bi vî şerî nekiriye û em dê tevlî nebin jî. Lê belê em di heman belemê de ne, em hevkarên nirxan in û em bi hev re dixwazin ku rejîma Îranê bi dawî bibe. Ev nîşan dide ku rejîma melayên Îranê çi qas bi rengekî bêserûber êrişî welatên cîran dike û qurbaniyên ji xelkên bêguneh dipejirîne. Ev metirsiyeke mezin e. Di heman demê de, ev derfeteke mezin e ji bo Kurdên li Îranê ku otonomiyeke zêdetir bi dest bixin û azadiyê li wî welatî belav bikin. Kurd bûn sedema sereke ya xwenîşandanên mezin ên li Îranê. Meha Kanûna Paşîn li Îranê dîsa gelek qurbanî û şehîd hebûn ku Kurd jî di nav de bûn. Hêviya min ew e ku ev qurbanî vala neçin û di paşerojê de were gotin ku wan ji bo armanceke rast, ji bo azadî û demokrasiyê li Îranê şer kiriye.