Muhterem Aras: Cîhan deyndarê Kurdan e
Seroka Parlamentoya herêma Baden-Wurttembergê ya Almanyayê ragihand ku Kurd di şerê li dijî DAIŞê de wekî qehreman dihatin dîtin û cîhan deyndarê Kurdan e.
Muhterem Arasê bal kişand ser wê yekê ku dema Kurd hewceyî piştgiriyê bûn, cîhanê bi hûrbînî li rewşa wan nenihêrî got, "Ev yek min dilgiran dike."
Seroka Parlamentoya herêma Baden-Wurttembergê ya Almanyayê Muhterem Arasê ji Rûdawê re tekezî li ser girîngiya Newrozê kir û wekî "hîmê vîn û hêviyeke nû ya li hemberî mercên giran" pênase kir.
Muhterem Arasê destnîşan kir ku pîrozkirina Newrozê di saziyên fermî yên Almanyayê de, nîşaneya wê yekê ye ku Kurd beşeke bingehîn û herdemî ya civaka Almanyayê ne.
Muhterem Arasê derbarê metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê û êrişên mûşekî dilgiraniya xwe anî ziman û diyar kir ku cîhanê di dema qeyranan û şerê li dijî DAIŞê de Kurd wekî qehreman dîtin lê di dema hewcehiyê de wekî ku pêwîst e piştgirî neda wan.
Seroka Parlamentoya Baden-Wurttembergê hişyarî da ku "her cure lawazbûna Hêza Pêşmergeyan dibe sedema bihêzbûna DAIŞê. Çunkî tundrew dijminên sondxwarî yên hemû wan nirxên mirovî û demokratîk in ku Kurd nûnertiya wan dikin."
Arasê bangî hemû hêzên demokratîk kir ku li hemberî piştgiriya Kurdan xwedî helwesteke zelal bin û rê nedin ku Kurd wekî amûreke siyasî werin bikaranîn.
Hevpeyvîna nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê ya bi Seroka Parlamentoya herêma Baden-Wurttembergê ya Almanyayê Muhterem Aras re:
Rûdaw: Di rewşa niha ya Rojhilata Navîn de, ji bo Kurdan çi qas girîng e ku Newrozê pîroz bikin û li cem we wateya Newrozê çi ye?
Muhterem Aras: Girîngiyeke gelekî mezin a Cejna Newrozê heye. Hûn rast dibêjin, her çi qas em di demeke gelekî giran re derbas dibin jî, Newroz tê wateya destpêka nû, hêvî, hêz û rihê berxwedanê. Ji ber wê yekê gelekî girîng e ku em di van demên giran de bicivin û bibêjin: Hûn nikarin vîna me bişikînin. Em rê nadin ku kes mafên me bin pê bike. Em piştgirên hev in. Em Newrozê ku destpêka nû û hêviyê ye, di van demên giran de pîroz dikin. Ji ber wê pîrozbahî gelekî girîng e û ez bi rastî gelekî kêfxweş im ku ev pîrozbahî li nûnertiya eyaleta Baden-Wurttembergê tê lidarxistin. Ev nîşaneyeke bihêz e ku nîşan dide civaka Almanyayê civakeke pirreng e û Kurd beşeke bingehîn û herdemî ya vê civakê ne.
Rûdaw: Wekî hûn dizanin di êrişeke mûşekî ya Îranê de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 jî birîndar bûn. Bi nêrîna we, Almanya ji bo parastina vê hêza ku li dijî DAIŞê sekinî dê çi bike?
Muhterem Aras: Mixabin di paşerojê de jî gelek caran wisa bûye; Kurdan her tim ji bo azadî, mirovahî û piştgiriyê şer kiriye. Dema ku cîhan hewceyî bi wan hebû, wekî mînak di şerê li dijî DAIŞê de, ew wekî qehreman dihatin dîtin lê dema Kurd hewceyî piştgiriyê bûn mixabin cîhanê her tim bi hûrbînî li rewşa wan nenihêrî. Ez bi vê yekê gelekî xemgîn im. Ji ber wê yekê, heger mirov bi rastî alîgirê mirovahî, piştgirî û mafê çarenivîsê be, nabe ku wêrekiya jin û mêrên Kurd ji bîr bike. Lewma îro Kurd hewceyî bi helwesteke zelal a hemû demokratan û hemû wan mirovên ku li cem mirovahiyê disekinin heye.
Rûdaw: Berdewamiya êrişên li Hêza Pêşmergeyan dê çi bandorê li ser herêmê û bihêzbûna DAIŞê bike?
Muhterem Aras: Ez bawer dikim ku divê em ji bîr nekin ku em deyndarê Kurdan in ji bo wî qehremaniya ku nîşan dane. Ji ber wê yekê piştgiriya Kurdan gelekî girîng e. Çunkî dema Kurd lawaz bibin, ev tê wateya bihêzbûna DAIŞê. DAIŞ ji hemû wan tiştên ku nûnertiya civakeke azad û vekirî dikin nefret dike. Ji ber wê, divê di berjewendiya me hemûyan de be ku em piştgirî bidin Kurdan da ku DAIŞ, tundrew û dijminên demokrasiyê bêhêz bibin.
Rûdaw: Divê Almanya di dema ku êrişên Îranê yên li Herêma Kurdistanê didomin de çi rolekê bilîze?
Muhterem Aras: Wekî hûn dizanin, siyaseta derve ne di çarçoveya erkên siyaseta eyaletan de ye lê ez wekî mirovek, wekî Kurdek û wekî demokratekê dikarim bibêjim: Divê em hemû hewlên xwe bidin da ku hêzên demokratîk bihêz bibin û Kurd neyên bikaranîn. Kurdan her tim piştgiriya azadî û mirovahiyê kiriye, lewma divê em piştgiriyê bidin wan û hêzên wekî DAIŞê bêhêz bikin da ku careke din bi hêz nebin.