Bodo Ramelow: Almanyayê wekî ku pêwîst e piştgiriya Kurdan nekir

Serokwezîrê herêma Thuringiayê ya Almanyayê Bodo Ramelow bal kişand ser guherîneke mezin a welatê xwe ya li ser Newrozê û pirsgirêka Kurdan.

Serokwezîrê Thuringiayê qala wê yekê kir ku Newroz berê li ser kolanan û di bin parastina polîsan de dihat pîrozkirin lê niha ev pîrozbahî gihîştiye nav saziyên fermî yên Almanyayê.

Ramelow tekez kir ku Newroz ne tenê cejneke biharê ye di heman demê de sembola berxwedan û têkbirina dîktatoriyê ye ku di nasnameya Kurdan de cih girtiye.

Ramelow li ser rewşa ewlehiyê û êrişên mûşekî yên li Herêma Kurdistanê helwesta navneteweyî rexne dike.

Ew daxwaza parastineke zêdetir a Pêşmergeyan dike.

Ew di wê baweriyê de ye ku Pêşmerge yekane hêz bû ku karî DAIŞê têk bibe. Lewma dibêje ku divê di dema "metirsiyan" de bi tenê neyên hiştin.

Serokwezîrê Thuringiayê daxwazê ji hikûmeta Almanyayê dike ku wekî "hevpeymanekî rastîn" li ser parastina Herêma Kurdistanê û herêmên xweser xwedî helwesteke zelaltir be.

Ramelow eşkere ragihand ku Almanyayê "wekî ku pêwîst e piştgiriya Kurdan nekiriye."

Ew dibêje ku piştgiriya rastîn ne tenê bi gotinan, bi karan bibe.

Bi taybetî di mijara çareserkirina pirsgirêka girtiyên DAIŞê de divê Almanya û welatên Rojava berpirsyariya xwe hilgirin.

Ramelow daxwaz dike ku Kurd di nav krîzan de bi tenê nemînin.

Hevpeyvîna nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê ya bi Serokwezîrê herêma Thuringiayê ya Almanyayê Bodo Ramelow re:

Rûdaw: Niha li Almanyayê Newroz ne tenê li ser kolanan, di nav saziyên fermî de jî tê pîrozkirin. Bi nêrîna we ev tê çi wateyê?

Bodo Ramelow: Belê, ji bo min ev pêvajoyek e ku ez pê fêm kirim ku Kurdbûn bi rastî tê çi wateyê. Berî 30 salî min ji bo cara yekem piştgiriya Newrozê kir. Wê demê min bi temamî nizanibû ka mijar çi ye. Min xwendibû ku ew cejneke biharê ye. Min bawer dikir ku mafê wan kesan heye ku Newrozê pîroz bikin. Wê demê ev wekî tiştekî xerîb dihat dîtin. Tecrubeyên min ên yekem ew bûn ku pîrozbahî di bin parastina polîsan de dihatin lidarxistin. Kesên dijber jî bi rengekî nebaş li ser vê cejnê diaxivîn. Îro ji bo min gelekî girîng e ku ez fêm dikim ev cejn hêzeke mezin dide mirovan. Di dawiyê de baweriya bi hesinkar heye. Meriv dikare bi çakûçê hesinkar li dijî dîktatoran bisekine.

Rûdaw: Di êrişa mûşekî ya Îranê de 6 Pêşmerge şehîd ketin. Almanya dikare ji bo parastina Pêşmergeyan çi bike ku wan DAIŞ têk bir?

Bodo Ramelow: Divê meriv eşkere di asta polîtîkaya Almanyayê de bêje ku divê derfeta bipêşketinê ji bo Rojava û Kobaniyê hebe. Em piştgiriya vê yekê dikin. Em bi zelalî dibêjin ku daxwaza me bihêzkirina herêmên xweser e da ku karibin pirrengiya xwe bijîn. Eger meriv bixwaze Îraq, Sûriye û di paşerojê de Îran di nav pirrengiyê de bijîn, divê meriv bala xwe bide ser Kurdan û wan kesên ku dixwazin di nav aştiyê de bijîn. Divê ew ji bin destê dîktatoran û metirsiya mirinê rizgar bibin. Bi taybetî mafê her jinê heye ku biryarê bide ka dê çawa bijî.

Rûdaw: Herêma Kurdistanê bi fermî ragihand ku naxwaze bibe parçeyeke vî şerî lê Îran her êrişî Herêma Kurdistanê dike. Almanya dikare çawa Kurdan biparêze?

Bodo Ramelow: Belê, divê em qebûl bikin ku eger Pêşmerge nebûya, DAIŞ dê bi ser biketa. Yekane hêza bejayî ku karî wan rawestîne Kurd bûn. Ji ber vê yekê ji bo min zehmet e ku ez dibînim Amerîka piştgiriya berê nîşan nade û vedikişe. Nabe meriv bi vî rengî nêzîkî Pêşmerge û Kurdan bibe. Ev nayê qebûlkirin.

Rûdaw: Almanya dikare çawa Herêma Kurdistanê biparêze ku em zanin artêşa Almanyayê li wir e?

Bodo Ramelow: Di vê mijarê de divê em bibêjin ku em hevpeyman in, ne tenê em qala wê bikin. Pêdivî bi pêbendbûneke zelal a hikûmeta Almanyayê li ser parastina Kurdan heye.

Rûdaw: Ev êrişên li Pêşmergeyan tên kirin, dê çi bandorê li herêmê bikin? Berpirsên Almanyayê ji vegera DAIŞê ditirsin?

Bodo Ramelow: Me dît ku Kurdan çekdarên DAIŞê di girtîgeh û kampan de hiştin. Bi salan Kurdan digot: 'Wan bibin welatên xwe û li wir darizînin û ceza bikin.' Lê wê demê hinekan çavên xwe girtin û Kurd bi tenê hiştin. Tenê rêyek heye, ew jî piştgirî û hevxebata bi şervanên azadiyê û birêvebiriyên xweser ên Kurdistanê re ye.

Rûdaw: Bi dîtina we Almanyayê wekî ku pêwîst e piştgirî daye Kurdan?

Bodo Ramelow: Na. Ez piştgiriyeke hîn zêdetir û zelaltir dixwazim. Meriv nikare li qeraxê bisekine û bêje: 'Herin binêrin hûn dê çawa xwe ji terorîstan rizgar bikin.' Ev ne piştgirî ye.